Xwîna Duwayê, ya ku hov û hov çû
kevirbarankirinê, poxên „Kurdistanîbûyîna“
gelek dezgeh, alav, û aqilên ragihandia bi
Kurdî, serav kirin.
Yên ku dengûbasên kuştina xwîna Duwayê,
şopandin, dizanin ku di kuştina çivîkên
xwîna wê de, hewldanên mezin hatin kirin(û
hîn jî li dar in), daku gelek çivîkên din,
yên ji xwîna Duwayê û wêdetir, bi heman
kevirên hov, bibin „recimkirin“ û
kevirbarankirinê.http://www.albasrah.net
Yekemîn dezgeha ragihandinê bû, ku dîmenên
hawara xwîna Duwayê, internet û internet,
birin belavkirin û provokekirinê. Herweha di
seetên pêşî de, dîsa heman malper, wek
aliyekî ragihandina provokatîv, dezgeha
yekemîn bû, ku Duwa wek „şehîda îslamê“, da
pêşkêşkirin û naskirinê. Jixwe „albasra.net“
jî, wek tê zanîn, dezgeha fêrmî ya jêmayên
basîstên Saddamî ye.
Dîktatorê „komara tirsê“ Saddam Hisên
simbola vê malperê, ya herî „pîroz“ e. Ew tê
de, ku îdyolojiya wê, li ser „çanda
tolvekirinê“, ava ye, wek „serwerê cîhadîst,
seyda û bavê şehîdan“, hatiye pîrozkirin,
îdolkirin û mubarekkirinê.
Paş provokekirina wan dîmenên hovane, bi
çend kathejmêran, kevirbarankirina xwîna
Duwayê, bi lez û bezeke internetî, ku aqil
bawer nake, hate weşandin, belavkirin û
heyteholkirinê.
Di rojên pêşî de, paş belavbûna „fitne-nûçeyên“
di derbareyê wê xwîna bêrî de, herêmên
Êzîdiyan li Îraqê û Başûrê Kurdistanê (Şêxan,
Başîk, Bahzan, Şingal), derbasî qonaxeke nuh
ji gefxwarin û tehdîdkirinên „allah-û-ekberçiyan“
bûn.
Çeteyên terorê bi serokatiya mîrên „Dewleta
Îraqa Islamî“, ku saziya rastûxo girêdayî
rêxistina „Al-qayîda“ û şêxê terora wê „Ûsama
Bin Ladin“ e, dest bi kampanya belavkirina „fetwe-nivîs“
û „fetwe-xutbeyên“, ku di wan de, kuştina
hemî Êzîdiyan hatibû helalkirinê, bi awayekî
pilankirî û aktîv, kirin.
Ew kampanyayên tolvekirinê, ku kuştina
Kurdên Êzîdî li seranserî wan, wek armanc û
nêçîr, hatibûn helalkirinê, mixabin, ji
hêla hindek camiyên Kurdistanê, û şêxên wan
yên qaşo „bi Kurdî“ jî, hatin destekkirin û
piştgirîkirinê(Bo nimûne binêre:
http://www.efrin.net/cms/erebi/index.php?option=com_content&task=view&id=1683&Itemid=29
).
Çinîna hov
Tolvegirtin pilankirî, giran, zû û pirr
hesan hat.
Di 22.04.07an(bi 2 hefteyan paş xwîna Duwayê),
Allah-û-ekberçiyên „Al-qayîda“, rê li ber
bûsekê, ku tijî karkerên Misilman, Feleh û
Êzîdî bû, girtin, û ji wan 26 karkerên xizan,
yên Êzîdî, mîna pezê qurbanê, dan ber xwe û
ew li taxa „Alnûr“ a Mûsilê, gullebaran
kirin(ji wan 24 kesan jiyana xwe ji dest dan,
û 2 kes jî, bi giranî, birîndar bûn).
Paşê(26.04.07) bi rêya „fetwe-nameyekê“, li
jêr navê „ji bo heyfhilanîna te xwişkê/ثأراً
لكِ ياأختاه„, terorîstên „Dewleta
Îraqa Islamî“, bûyera „yekşema xwînê“,
hilgirtin ser xwe.(http://www.7rafes7.com/vb/showthread.php?p=17869
)
Di „fetwe-nameyê“ de, bang li Êzîdiyan tê
kirinê, daku „dînê xwe yê „Şeytanî“, „batil“
û „kafir“ berdin û werin ser „dînê heq/dînê
Islamê“, û herweha gefên mezin li wan tên
xwarinê.
Di berdewamiya „fetew-nameyê“ de, tê
diyarkirin ku gullebarankirina her 26
karkerên Êîzîdî „hindek ji tolvegirtinê“ bû,
mîna ku şêxên wê dixwazin bibêjin: „ev lêlê
bû, lê lolo hîn mayîye“.
(ji bo temaşekirina dîmenên vê kuştin û
hovîtiya helal, binêr e:
http://www.alhanein.com/vb/showthread.php?t=14054)
Wek serencama heman „tolhilanîna pîroz“, di
29.04.07an de, 2 xortên Êzîdî, yên din jî,
li Mûsilê, rastî êrîşên çeteyên terora
Islama tundrew hatin, û di wê „gullebarankirina
pîroz“ de, jiyana xwe ji dest dan.
Herweha di 04.06.07an de, xortê bi navê „Ayid
Xêro Hemed“, li ser destên gurûpeke terorkar,
jiyana xwe ji dest da û bavê wî jî bi giranî
birîndar bû. jixwe berî vê kuştinê, bi dora
heftiyekê, Baedriyê bi navê Serhat Hecî
Berkat jî, bi pêwana Êzîdiyatiya wî, ji ciyê
karê wî hatibû revandin, terokirin û
gulebarankirinê.
Di pey wan „kuştinên helal“ re, gelek
rûdanên din, ku Êzîdî bi qewimandina wan re,
bi gefxwarinên terorê re, rû bi rû man,
derketin holê.
Li gorî çavkaniyên curbecur, karker,
xwendekar û karbidestên Êzîdî li „Hewlêra
paytext“ û hin bajar û bajarokên din yên
Kurdistanê jî(wek Duhok, Zaxo,…), hatin
tehdîdkirinê. Lewre ew mecbûr man, ku
karûbarên xwe li cih bihêlin û vegerin
deverên xwe, yên ku kesûkarên wan, li wir,
niştecî dibin.
Herweha tê zanîn, ku Li Mûsilê, ev demeke,
ku qet rê û çûnûhatinên eşkere, ji bo
Êzîdiyan neman e. Bi sedan Xwendekar, karker
û karmendên Êzîdî, di bin gefên terorê û
tehdîdên „kuştina helal“ de, mecbûr man, ku
her tiştî berdin û vegeriyan nav kesûkarên
xwe, daku xwe ji „terora hesan û hazir“,
qurtal bikin.
Ximava bi Kurdî hov
Bê guman, ragihandin şêweyek ji şêweyên
danûstandinê ye, hem bi xwe re, hem jî bi
yên din re.
Di rêya alavên ragihandinê, yên curbecur re,
mirov hewl dide, ku wêneyê xwe(Ez/Em)
beramberî wêneyê yê din(Tu/Hûn), bike.
Kewate, di wexta ku mirov, ragihandin û
ragihandin, hewl dide, ku wêneyê xwe
damezirîne, di wê demê de, pêwîstiyek bi
damezrandina wêneyê yê din, û herweha
sazkirina şêweyekî danûstandinê di navbera
herdu wêneyan de, xwe ferz dike.
Bi qasî ku berî her tiştî, gereke ragihandin,
prînsîp û mîsyon be, hewqasî jî(em bixwazin,
yan jî nexwazin), ew acinda, berjewendî,
nebêrîtî, hesabdîtin, hesabsafîkirin û
gelek tiştên din e jî.
Di dema ragihandineke, ku hevqas tişt
dikarin, tê de hebin, bê guman, gilî û gazin
ji aliyên ragihandina antî-Kurd û
antî-Kurdistan, nayên kirinê, ku ew kuştina
Kurdan bi Kurdan, yan jî Kurdên Êzîdî, bi
Misilmanên Kurd û Ne-Kurd, bibin helalkirin
û fetwekirinê.
Lê diyardeya herî seyr, li ser asta „rahiştina“
xwîna Duwayê, ew bû, ku pareke mezin, ji
ragihandina Kurdî(çi li Kurdistanên hundir,
çi jî li Kurdistanên derve), ku „Kurd û
Kurdistan“ kirine „Qemîs Osman“ û mîna „cubbeyan“
li şêxên pirtûkên xwe kirine, kêm-zêde, ew
jî, wek ragihandineke „Islamîst“, û
heman-heman wek zimanhalê „Dewleta
Kurdistana Islamî“, çû xwepêşkêşkirin,
xweîlankirin û xweeşkerekirinê.
Hate diyarkirin, ku herwekî çawa çeteyên „Dewleta
Îraqa îslamî“, li gorî îdyolojiya xwe, ya ji
kuştin, tolvegirtin û terorkirinê, Duwa wek
„şehîda Islamê“, bi nav kirin, daku li jêr
wê „şehîdîlankirinê“, kuştina Êzîdiyan helal
bikin, weha jî parekê ji ragihandina Kurdî,
li jêr kartêkirina heman îdyolojiyê, heman
cubbe û heman şaşikên heman çeteyan li xwe
kirin, û bi hemd û dîrekt (yan jî bê hemd û
îndîrekt), heman „şehîdbinavkirina“ Duwayê,
birin pîrozkirin û propagandakirinê.
Li ser asta gelêrî û hindekî ji kolana
Kurdistanê jî, jixwe hate diyarkirin, ku
xwîna Duwayê çawa wek xwîna „şehîda Islamê“,
hate pesendkirin. Lewre, li jêr heman
mebesta islamîst, li gelek bajarên
Kurdistanê, hin saziyên gelêrî, Misilmaên
xwe li ser Êzîdiyan provokekirin, û herweha
diyarî, para û „xêra Xwedê“ li her dê û
bavekî, ku navê Duwayê, li ser zaroka xwe ya
nuh, daditanîn, belav kirin.
Wek rêyalîte, li gorî ku hate diyarkirin,
jixwe çu têkildariya Duwayê bi „misilmanbûyînê“,
„yan jî bi „dînguhertinê“ re, nebû, daku ew
wek „şehîda Islamê“, were provokekirinê.
Dibe ku wê heskirin ji her dînekî din bihtir,
wek bawerî, bo xwe hilbijartibe, lê
daxwiyanî û diyardeyên ku rû dan, qet
behaneya „Al-qayîda“ nadin belgekirin, ku ew
„misilman bûye“, daku wê wek „şehîda Islamê“,
li qelem bidin.
Daxwiyaniyên ku bi navê Meclisa Rûhanî ya
Êzîdiyan, Mîr Tehsîn, Babe Şêx, bavê Duwayê,
û herweha agahiyên ku bi navên hin berdevkên
asayişê, hatin belavkirinê, tevan, li gel
şermezerkirina wan ji kuştina xwîna Duwayê
re, dan diyarkirin, ku „ew ji ber egerên
namûs û rewişt û tîtalên eşîretiyê, hatiye
kuştin, lê ne ji ber guhertina dîn“.
Ev li ser asta yên ku dijîn.
Herweha li ser asta „yên mirî“ jî, jixwe
hate ragihandin, ku candekê xwîna Duwayê, ya
„bazdayî“, radestî ax û bêdengiya
goristaneke Êzîdiyan(Şêx Şems), hate kirin,
û li wir, ew li kêleka wê cîrantiya sar, bi
Êzîdiyên xwe yên sar re, di wê axa sar de,
aneha, heskirina xwe ya mayî, dijî.
Bê guman, mebest ji vê dabaşê, qet, ne
diyarkirina „dînê“ Duwayê, ne yê „kevin“, û
ne jî yê nuh e(wek ku hat provokekirinê),
belkû mebest bihtir, tazîkirina wan
behaneyên çeteyên Islamîst e, ku li jêr
fetwederxistina wan, xwîna tevaya Êzîdiyan
çû helalkirin, gefxwarin û tehdîdkirinê.
Mebest jê hetikandina wî aliyê mezin ji
ragihandina Kurdî ye, ku çawa fetwename û
kînnameyên tevgerên Islama tundrew, yên ku
kuştina civak, dîn û Xwedayê Êzîdiyan helal
kirin(û hîn jî dikin), li ser milên xwîna
Duwayê, derbasî aliyên Kurdistanê kirin.
Mebest kurt û Kumancî, destnîşankirin û
binavkirina wan şaşikên mezin e, ku haha bi
dîrok, ciyografî, kultûr û zimanê Xwedayê „yên
din“, diçin serên hin aliyên ragihandina
Kurdistanê û Kurdên wê, yên „mezin“.
Mebest tazîkirina wan şaşikên bi Kurdiya „bêjî“
ye, ku di vegirtina wan de, eşkerebûna
sînorên „Dewleta Îraqa Islamî“, bi qasî
eşkerebûna sînorên „Dewleta Kurdistana
Islamî“ ye.
Pareke mezin ji ragihandina bi Kurdî, ji „xwediyên
Duwayê“ bihtir, li wê „xwedî derketin“, lê
ew „xwedîlêderketin“ ji wê xwînê û wêdetir
bû.
Pirr şêxên ragihandina bi Kurdî, ji dê û
bavên wê bihtir, li ser xwîna wê girîn, lê
ew „giriyê zirmezin“ ji xwîna Duwaya mezin,
mezintir bû.
Wan ji çivîkên ku di xwîna wê de, dihatin
ferfitandin, bihtir xwe „ferfitandin“, lê ew
„xwefirfitandina zirmezin“, ji wê xwînê û ji
wan çivîkan, zêdetir bû.
Wan „Duwa“ û kevirên wê gotin, lê diyare ku
sotin, sotandin û kuştina „Duwayên din“,
nayê gotin???
Ew „Duwa“ ev „Duwa“ bûn.
Ew „namûsa hov“ ev „namûsa hov“ bû.
Ew kuştina kêr û kêr, sotin û sotin, gulle û
gulle, ev kuştina kevir û kevir bû.
Ew mêrên wê desthilatdariya hov, ev mêrên
vê desthlatdariya hov bûn.
Ew „qanûna hov“ ev „qanûna hov“ bû.
Ew Kurd û ew Kurdistanên wan yên hov, ev
Kurdistan û ev Kurdên wê, yên hov bûn.
Di wê xwîna bêrî de, Kêm Kurd man, ku „kevirekî“,
xwe negotin.
Wey li wî û wê „xwîna bêrî“, bike xwîna navê
xwe.
Wey li wî û wê „Duwaya bêrî“ bike bercêwiya
xwîna xwe.
Wey li wî û kuştina wê „heskirina bêrî“ bike
kuştina heskirina xwe.
Her yekî ji hêla “kevirê” xwe de, hewl da,
ku nivîsekê, nîvnivîsekê, gotarekê, sergtar
û bingtarekê, kînnameyekê, helbestekê, yan
jî melbestekê, di xwîna Duwaya “xerîb û bê
şens û nesîb” de, dabiçikîne.
Lê pirsa ku dimîne, ev e:
Gelo wan çi da Duwayê û çi ji xwîna wê
standin?
Wan çi da Kurdistana wê, û çi ji navên
herduyan standin?
Dîroka hov
Kevirbarankirina Duwayê, nivîsandin û
nivîsandin, di dergehên pan û fereh re,
derbasî „dîroka hov“ bû.
Ew „dîroka hov“ e:
Çimkî, lehengên wê hov bûn; kevirên di
navbera destên wan û xwîna Duwayê de, hov
bûn; ew kêlîkên ku kevir û kevir diherikîn,
hov bûn; qanûna ku ji ber potînên „asayişa
zêrevan“ dipekiya, hov bû; çavên şahid, „holehola“
şahid, dest û lingên şahid, mêrên şahid û
erd û asmanên şahid, hov bûn.
Lê dîsa dîrokxwêner, dîrokxepêr û dîrokdaner
dê her ji Kurdistanê û Kurdên wê bipirsin:
Gelo ew „dîroka hov“, dîroka kî bû, dîroka
çi bû, dîroka ji bo kî û ji bo çi bû?
Ew dîroka kîjan ax û avê, kîjan erdê û kîjan
asmanî bû?
Dîrok, dê her Kurdistanekê(dûr yan jî nêzîk),
bipirse:
Ew Kurdistan ya hovîtiya kîjan „kevirî“ û
kîjan „kêrê“ bû?
Ew „kevir“ û ew „kêr“ yên hovîtiya kîjan
Kurdistanê û kîjan Kurdên wê bûn???
Kurdistana mayî, dê her bipirse...
Kurdên mayî, dê her bipirsin....
Dîroka mayî, dê her bipirse.....
Ximava mayî, dê her bipirse......
Kevirên mayîn, kêrên mayîn, û jinên ji ber
mêrên bi Kurdî, mayîn, dê her, bipirsin.......