Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

27 June 2007 23:42

 

M. Elî. COCO

Rêwîyo
M. Elî. COCO
 

Rêwîyo…

Çima bustek zemîn ne para te ye?
Çima cîhan tevde dijminê te ye?
Çima Ol û Mezheb bes xista te ye?

Rêwîyo…

Li Bakur Tirkê çiya ye
Li Başûr Israîla Duyemîn e
Li Rojhilat birayê Misilman e
Li cîhanê goka van û wan e

Rêwîyo…

Çiqas navên şeytên hene
Giş xistine para te
Çiqas hovîtîya wan heye
Giş vedigere ser te
Tevî ku tu bê şûr mertal î
Lê dîsa ew ditirsin ji te

Rêwîyo…

Carna tu bira yî
Lê biratîya pez û gur
Carna tu Kafir î, cihê te agir

Bi navê Xwedê
Çiqas car tu xapandin
Bi navê mirovatîyê
Çiqas car mirov ji te standin
Bi navê aşîtîyê
Lozan li Sîver guhertin
Şerê azadîya te rawestandin

Rêwîyo…

Ne her kes bi kurdî axifî
Ew Kurd e
Ne her kes bi navê Xwedê sond xwar
Ew bawermend e
Ne her kesî got :Welat
Ew welatparêz e
Ne her kesî got:Ax
Ew evîndar e

Lê tiştê herî cuda Rêwîyo
Pir zelal e
Tevî ku ne her kes dizane
Ji te re bêjim rêwîyo :

Ew ” hezkirina min û te ye”.









                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1