|
Çi fizefiza
bahozên te
Li ser kavilên dilê min in?
Dil hejar e,
Ta bi bilbil bê fixan in
Li ser sorgulên min.
Dikenim!
Û çav ji rondikan kanî ne
Çavnêrê şopa te me
Di rêça zirav de
Çandiyê can im
Li ber seqema bê tav.
De here lê..
Te ez pîr kirim
Hejandin, mirandin
Sozdarê çavên te me
Di kokên ziwa de.
Evîna bê mirad im
Ji deryaya evîna te
Tî me û hey Tî me !
Sazvanê bê ziman im
Û ziman qerimiye
Di pesnê te de.
Ciwaniya te
Ez pîr kirim, bê bîr kirim.
Bi qîzanî çeleng bû
Siwar kirin, bi rê ve xistin
Xêliyeke reş dane ser
Rêçeke dirêj dane ber
Hejandin, revandin..
Çi gul bû
Bejna zirav, yekta dirist
Di evîna xwe de ziwa kirin
Mîna kevokê ciwan bû
Bi hezaran
Ramam gerandin.
Hejandin bestê min
Bi hêz kirin ristên min.
Hejandin...
Hêvî westandin.
Pozbilind bû, Ararat bû
Çav mîna şikeftan
Inî mîna lat bû.
Sîng bexçeyê evîniyê
Lêv mîna nazxelat bû.
Ji pêsîrê çem dirijin
Li ser kêferat bû
Hejandin, hilweşandin
Diran, mejî, gerden
Sewdan firandin
Kiras qetandin
Kul û xemên min
Civandin… civandin!!
Ji pirtûka
minî yekem „Hêviyên Birîndar“ 1995.
|