Nezîr Silo
Nûjenî rûdaneweyeke dîrokiye, li gorî cih û rewþan tê guhertin.
Nûjenî guhrankariye û þêweyê guhrandinê ye, pêngaveke ku ravekirin,
raman, zanist, jiyan û têkiliyên mirovatî ber ji astekî dibi astek
bilindtir û çaktir. Ji aliyekî din ve pêngaveke dema hazir derbas
dike û derketina ji ast û xeleka pêgiran û kilasîk e. Lê, bêyî ku ji
binî ve, ji kokên xwe, xwe qutbike. Nûjenî bi vê yekê tê pîvan: ka
çiqas kevn derbaskiriye û tiþtên xweserî parastiye. Jiber ku nûjenî
bûyerek dîrokî û insaniye xwedî xuyek nisbiye- izafi ye. Nûjeniya
mutleq nîne û neþerte hemû nûjentî ser kokekî biafire, an jî yek car
ji kokan jî qutbe, ji ber ku her cureyek nûjenî him berdewamiye ser
kok û eslên xwe û him qutbûyîneke ji kok û eslên xwe.
Nûjenî di çi aliyî de çêbibe, çi di aliyê wêjeyî, hunerî, zanist,
hizir û civakî de be; pêþketinek çêtirîne li gorî yên heyî û yên
berî xwe, ji ber ku her tþtî ber bi vejîn û nûkirinê ve dibe da ku
zêdetirîn xweþ û geþ, bibandor û rûmet be. Her weha nûjenî derfeta
jiyanê ji her tiþtî re diafirîne û dihêle ku heyîn û jîna wan
berdewam bibe. Dervî vê yekê hemû cureyên din ên nûjeniyê dimînin
pînekirin an jî boyakirin, ev jî dihêlin ew tiþt birizin û bimirin.
Nûjenî di qonaxên dîrokî de bi xwe re guherandinek giþtî tîne û rê
li ber çerx û demên nû vedike, dihêle ku mirov hîn firehtir, kûrtr û
ji hemû aliyan ve li dema berî xwe û hemû tiþtên ber çavên xwe
binere. Jiber ku nûjenî bi xwe re raman, wijdan, xwî, zanbûn, kar,
berhem, rêxistina civakî, etîk û rûmetên nû diafirîne. Ango bi
temamî guherandineke mezin û berfirehe di çanda mirovahiyê de.
Dibe ku þert û mercên derve bandor û tasîra xwe ser bûyera nûjeniyê
dikin, lê negengaze nûjeniyek rastteqîne çêbibe ger ku ne ji hinav û
dilê taybetmendiya xweserî ya wê civakê ve, pêk were. Ji ber ku
nûjeniya ji derve, ya bi bandora çepisandinên derve bibe wê nola
boyakirina camê bi rengên ku tu caran li hember tav û baranê liber
xwe nadin. Dê sextetiya wê zutirin demê de derkeve û cewherê wê yê
paþketî, kal, vikîvala, biyanî û dûvik derkeve eþkeretiyê. Jiber ku
nûjeniya rastteqîne- çi kesayet, çi jî kom- bi zanebûn û vîna wan ve
dibe û bi muhra wan a xweser dax dibe.
Di jiyana me de û di nav çanda me de gelek nimûneyên nûjeniyê hene.
Lê tevahî mîna pînên ji derve li me hatine dan in. Ew ne ji jiyan û
çanda me tên, an jî bi zanebûn û vîna me hatine, li me bûne û bûne
jiyan bo me. Ewana nûjentiya me ji xencî xwe kiriye û em dixwazin li
xwe bikin û xwe pê nûjen bidin diyarkirin e. Ew ne fêkî, xwzî û
berhema me ne. Ev awayê nûjeniyê biyanîbûna xwe di me de diparêze û
nagihe taybetmendiya me ya hundirîn a kûr. Ev jî me dixapîne,
xweserîtiya me diperçiqîne, paþketina me dipareze û kêrhatiya me
difetisî ne.
Nûjeniya rastteqîne, nûbûna jiyanê ye, nûbûna mirove, nûbûna dîtin û
nerîna mirov û kûrbûn hizir û berhembûyîna wî ye. Zêdbûnûa qudreta
zanebûn, xwedanbûna zagonênû mercên jiyanê, guhertina û nû kirina
insane û karê ji bo berjewendiya mirovan . Nûjenî kefþkirinên nû,
guhrandinên berdewam û bêrawestan ji dîtin û jiyana mirovan re ye.
Ji aliyê wê yên wêjeyî, hunerî, pratîkî, hizrî û civakî ve. Ango
þoreþa çandî ye.
Ka em binerin Kurd weke civak û netew li kû ne ji aliyê nûjeniyê ve?
Ma ji bo me nûjenî pêwîst nîne? An heme emê herdem bêjin em
bindestin û mafê ma hatiye xwarin û em tên inkarkirin û dostên me
nînin û û.û û....??
Raste têkiliya paþketina netewekî bi bindestiya wî re heye û
têkiliya paþketina civakekî bi neyîna azadiyê re heye. Þertê yekem ê
pêþketin û nûjeniyê rizgarî û azadaiye. Lê, tekoþîna gelên bindest
ne tenê bi siyasî û leþkerî ye û ne bi wan tenê digihe serkeftinê û
bi wan tenê civaka xwe azad û serfiraz dikin.
Li gor dîtina min siyasetmedar û rêxistinên kurd pêwîstiya xwe bi
rexne dayînek mezin hene, bi taybet di derbarê rêbaza tekoþîna xwe
ya netewî de. Ji ber ku me weke netewek heme heme hemû hêz û taqeta
xwe di þer û siyasetê de xerckir. Lewma em dibînin piþtî ku siyaset
û þer hin encamên berbiçav bi destveanîn, dor hate ser pêþxistina
civakê û dest bi kar û xebatên çandî yên ku heyîn û rengê me dide
diyarkirin nav civata netewan de, me dît em çiqas bêçare, lewaz û
kêmin. Ji vê yekê re gelek sedem hene. Ez dixwazim hinekî ser van
sedeman jî rawestim.
Netewa Kurd nebû xwedî dewlet, lê weke gelekî tekoþer þerê heyîna
xwe li dijî cîhana lê bûyî dijmin sedsalekî da meþandin. Her çiqas
ku ev tekoþîn di çarîka dawî ya sedesala bîstan de ji aliyê partiyên
siyasî ve dihat rêvebirin, lê herdem tekoþîna netewa me bi aliyê xwe
yê siyasî û leþkerî ve ma. Xebatek çandî berfireh pê nehatiye
hizrandin. Heta vê yekê hiþt ku Kurd tenê weke miletekî þerker di
cîhanê de werin naskirin. Ev tiþta ku helbestvanê mezin Ahmedê Xanê
berî 300 salî pê fikirî û dest pêkirî, me nekarî di dema nezîk de
wate bidinê. Wî Mem û Zîna xwe çêkir bo ji gelên din re bibêje Kurd
jî xwedî zanebûn û irfanin, lê me xebata çandî weke xebatek bêwate
dît. Partiyên siyasî ji bo propogenda xwe hin saziyên çandî çêkirin,
lê mixabin ev sazî bûn saziyên partiyan û ji dervî civakê man.
Raman di Kurdistanê de pêþket, lê ramanên birdozî bûn. Beþê herî
zêde yê wêje û huner di xizmeta bîrdoziyên di Kurdistanê de bûn û
gelek zuha û tengbûn. Saziyên her tiþtî avabûn, lê ne yê tiþtekî bûn.
Beþê herî mezin ê rewþnebîran dervî xebatên wan ên bingehîn man, di
bin rehmet û þefeqeta partiyan de man. Pir pirtûk û nivîs hatin
weþandin, lê her tiþt di wan de hebû ji xencî babetên çandî.
Çapemeniya gelê kurd nekêm3i çapemeniay gelên xwed3i dewlet e, l3e
mixabin çapemeniya partiya ne. Ýcar dê çawe çanda me ya ewqas
dewlemend û zengîn pêþbikeve? jixwe mijara nûjeniyê ya ku ser zimanê
her kesî ye ma pîne û boyakirin.
Her çiqas ku mirov di van salên dawiyê de lebat û tevgerek çandî ya
berfireh dibîne li tevahî Kurdistanê, lê hîn ji yek alîbûn û
seranserîtî derbas nebûye. Di serî de hemû partî û rêxistinên kurdî
besha xweguherandin û nûkrinê dikin di bername û ramanên xwe de, ya
rast jî ewe û ji wir nûjenî destpê dike; lê di rastiyê û pratîkê de
mirov vê yekê nabîne. Hîn jî zihniyeta doxmatîk, eznavend û xwedî
rastiya mutleqim di ramanên hemû partiyên siyasî yên kurdî de heye.
Ev yek jî paþketin û bêkêriya wan di vê çerxê de dide diyarkirin.
Ewana bi vê yekê hemû hewildanên pêþketin û nûjeniye difetisînin di
demeke ku gelê me pêdiviya xwe bi hinasek kûr û fereh heye bo ku
hemû taqet û derfetên xwe bikar bîne bo serxistina tekoþîna xwe ya
çandî.
Di aliyê wêjeyî de hinek xebatên ber biçav hene, lê ew xebat
negihana asta ku bi rastî xizîneya wêjeyî ya gelê me bi awayekî
nûjen di nav çandên cîhanê de bide bi cihkirin. Ne romana kurdî, ne
çîroka kurdî, ne jî rexneya wêjeyî gihaye wê astê têra civaka me
bike û nûneratiya wî di nav wêjeya gerdûnî de bike. jixwe helbesta
kurdî bêhêz û bê bandor maye. Dibe ku ji aliyê hunerî ve hin gavên
berbiçav hebin, bi taybet di xala muzîkê de û di vê dawiyê de hinek
fîlmên sînama tomar bûn-ev jî yekem care. Lê saziyên zanistiyê,
lêkolîn û akademî hîn merov þopa wan di nav civaka me de nabîne.
Gelo ev tiþt hemû bê sedemin??
Na sedemên van gelek hene. Raste em weke netewkî bindestin û
tekoþîna netewî hîn berdewam dimeþînin, kesayeta Kurd gelek parçe,
jixwe biyan, lewaz û bêderfete. Weke civak hîn em gelek þûnde ne, ji
aliyê aborî ve em miletekî jarin û ji aliyê sikolojî ve hîn girêka
xwebiçûkdîtinê û emmezlûmin me derbas nekiriye. Lê ev tev nayên wê
wateyê û nabin bihane ku em deyînin pêþiya xwe û bêjin; "em nikarin
di çanda xwe nûjeniyekî çêbikin, an hîn dem nehatiye û gelek wext ji
me re lazime". Em herî zede wek civak hînî tiþta hêsan bûne. Em zû
dikarin tiþtên xelkên din bigrin, tiþtên hazir heme li xwe bikin û
xwe têxin qalibên wan. Ya ku di nav me de derketî û pir jî li
pêþketî eve.
Di encamê de ez dibêjim; rewþa siyasî a Kurdistanê bigiþtî em
gihandina xala tekoþîna çandî. Ev xal jî ser me ferz dike ku em
nûjeniyê di çanda xwe de çêbikin da ku bi çanda xwe bijîn. Êdî dem
dema pêþxistina û nûjenkirina çanda kurdî ye. Em Kurd anceq xwe weke
netew dikarin êdî bitaybetmendiya xwe ya xweser a çandî di nav gelên
herma xwe û cîhanê de bi cih bikin û biparêzin. Ji bo vê yekê di
serî de pêdivî bi rexnekirina ramana siyasî a kurdî heye, pêdivî bi
demokratbûna partiyên kurdî heye. Pêdiv pê heye ku sazî ji bi
bandora partiyan derbikevin û hew weke alavakî propogendaya wan
tevbýgerin. Di saziyên çandî de hunermend û rewþenbîr, di saziyên
zanist û akademîk de zanyar cih bigrin û siyasetmedar di partiyên
xwe de. Pêwîstiya tevgerke nûjeniyê ji her aliyî ve îro derdikeve
pêþiya me. Ev yek nebe çanda me derfeta jiyanê li hember pêlên
bêhempa yên çanda serdest nabîne.