STOCKHOLM, 9/6 2005 — Li gor rapisiyeka Nefelê piraniya kurdan
yanî ji sedê 95-ê kurdan bawer dikin ko dewleta Sûriyeyê şêxê
kurd Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî kuşt. Nefelê berî pênc rojan
pirsiyarek ji mêvanên xwe kir û rê da wan ko dengê xwe bidin.
Pirsiyara Nefelê wiha ye: “Li gor qenaeta te dewleta Sûriyeyê
Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî kuşt yan ne?”
Heta niho 532 kesan dengê xwe daye û ji wan 507 kesan gotiye ew
bawer dikin ko dewleta Sûriyeyê Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî kuşt û
25 kesan jî gotiye ew bawer nakin.
Mêvanên Nefelê nikarin her cara ko dikevin Nefelê gelek caran li
ser hev dengê xwe bidin û ji ber hindê ev frekvenseka baş e û bi
xetên giştî diyar dike ka kurd di heqê vê meseleyê de çawa
difikirin.
Rapirsiyên di Internetê de divêt wekî rapirsiyên rûbirû û bi nav
û îmza neyên hesibandin lê belê cardî jî têra xwe enformasyonê
di heqê qenaeta kurdan de didin mirovî.
Rapirsiya Nefelê heta seet 23.59-ê îşev berdewam dike û paşê
Nefel dê pirsiyareka dî ji xwendevanên kurd bike.
http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=196