H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 
 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


 
 


Bi Navê Xwedê Binivîse Qamişlo
 

 rojava.net 09.06.2005
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

08.06.2005   
 Sebrî Silêvanî   

 

Bi pelên xemên xwe

darbejnên me yên tazî binixumîne

bi tîrêjên elindek nû

bixemlîne çolistana demsalên pirr leylan

bi êsirên hesretên kevnar

zuhabûna me av bide

tu dikarî

birînên gendel, di ruha me de

bi hilma henaseyên xwe sarêj bikî

û di xewna keçkên bênivêj de

evîna aşiqên dilrizî li Firengistanê bipalînî

tu dikarî jî di giriyê xwe de,

stirana bendiya me û azadiya xwe

                                                   bi lêvên zarokên nexrî bistirînî.

 

Bi ximava sor ji desmalên Fînosan

tu dikarî

dastana avdarên bê av û dar binivîsî

tu dikarî,

li ber dengê nalîna birîndarên axê û xweliya berbangan

bendên tariyê biqetînî

û bi lawendiyên gulgulî bihelperî,

tu dikarî me hêc bikî

û semaya baranê di agiristanê de bigêrênî

tu dikarî jî li şûna Xwedê bibêjî:

                                                (  یا نار کونی بردا و سلاما..  ).

 

Tu dikarî

bi kevrên sêwiyên bêsaw,

çîvanokên şevistana bendeman û bêgunnehiyê binivîsî

ka çawan,

di guhên pîrhevûk û esedên daristanê de

gazî dikin ey reqîb maye qewmê Kurd ziman

na şikîne danerê topî zeman

na na..

na şikîne qamişlo

ka çawan,

dûhî di agirê Amûdê de

wek moman tarîstana welatek vemirî dagirsandin

heman zarok in

pêr li Efrîna ku ji keçîniyê hatî xistin

xatir ji zarokiyê xwaztin

heman zarok in..

betrapêr li Helebçeyê bi bêhna sêvan mest bûn

nivistin û di xewnên xwe de,

heryek bû rîhsipiyek û gopalek di dest de

heman zarok bûn

betrapêrar li ber dîwarên burca belek,

Mem û Zîn di giravên binê deryayan de gehandin hev

heman zarok in

li ber sîha kirasê Hewlêra birîndar

Mistefayê Barzanî ji xewa giran hişyar kirin

li ber sêdareyên Mehabada bêqerar

Qazî Mehemed birin sûlava sor

tu dikarî binivîsî..

ka çawan , zarokên rojavayê li rojhelata nizm

bejna xwe bilind dikin

bilindtir ji bejna komarên çewsandinê

            ji Bastêlên nû

            ji minareyan Ezheran

            ji erşê serkomarên qehbejin

Wa Qamişlo:

Bi navê Xwedê binivîse:

zarok bi hêvênê xwîna xwe Avamezin dimeyînin

bi hestiyên xwe peykerê jiyanê ava dikin

û pûtên mirinê li serê sikakan diherifînin

bi gulleyên agirînî di bedenên xwe de,

zulumata erd û esmanan diçirisînin

 

Wa Qamişlo:

bi navê Xwedê binivîse:

dastana qentereyên cizîrê û parsekên azadiyê

ayetên mirina wan binivîse

ayetên jiyana me binivîse

û di navbera wan û me de

agirdanên dîrokê ne,

rêzeçiyayên ji hestiyan,

deryayên bê berav û pirr masiyên mirdar

pirêzeyên bêgulgenim,

di navbera wan û me de,

welatek dagêrkirî,

dîrokek direwîn,

jiyanek havî,

mirinek dûbarekirî

di navbera wan û me de

zaroyek e, suba dê ji dayik bibe.

 

 

 

  

 

 

 
 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE