H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 
 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


 
 


Smeîl Emo: Terorîstan û Sûriyeyê bi hev re
Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî kuşt

 

 rojava.net 09.06.2005
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


» Smeîl Emo
STOCKHOLM, 9/6 2005 — Smeîl Emoyê serokê Partiya Yekîtiya Demokrat ya Kurd li Suriyeyê (Yekîtî) di hevpeyvîneka digel malpera rojava.net-ê de behsa meşa roja şemiya borî ya li Qamişloyê çêbûyî kir û got:

— Ne tişteka pêwist û gelek şert bû û kesên ko bi vê meşê rabûne bihane dan dest desthilatdarên Sûriyeyê bo tepeserkirina kurdan û êşandina wan. Ew erka tevgera kurdî di taziya Şêx Mihemed Meşûq Xezneawî de pê rabûyî bes bû.

— Xwepêşandana dawiyê dê encamên nêgatîv li ser tevgera kurdî hebin. Mebesta aliyên ko pê rabûne (Partiya Azadiya Kurd û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyeyê) jî destkeftên hizbî yên berteng bûn û zerer gihand lihevkirina kurdî.

Smeîl Emoyî di heqê talan û diziya ko li dikan û mal û milkê kurdan hatî kirin jî got hinek kurd û ereb li hev rûniştine û minaqeşeya vê meseleyê kirine û got:

— Me di wê civînê de rexne li karên talankirinê girt û têt çaverê kirin ko hêzên erebî beyannameyekê biweşînin û tê de van karan protesto bikin. Ew ji beyannameya Bere û Hevgirtinê li ser xwepêşandana Qamişloyê ne razî bûn.

Li ser xwepêşandana Qamişloyê û ka erê gelo dê kartêkirina wê li ser kongreya partiya Be‘sê hebe yan ne Smeîl Emoyî got:

— Xwepêşandan nameyeka leşkerî bû ji kongreyê re û nameya çêtir dê berdewamiya lihevkirina kurdî be, ne derizandina wê. Em ne li dijî xwepêşandanan in lê belê divêt ew di wextê xwe de bên kirin û em xwe gelek bi hêviya beisiyan jî nahêlin. Lê em her di eynî wextî de bihaneyan nadin desthilatdaran bo lêdana kurdan.

Smeîl Emoyî rexne li hildana alaya Kurdistanê jî kir û got tesîreka wê ya baş di nêv hêzên ereb de çênabe û got:

— Xelk bi ya ko bi serê Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî hatî diêşe û heke biçûktirîn partiyek niho gaziya pêkanîna xwepêşandanekê bike dê xelk beşdar bibe. Lewma nabe em vê rewşê bi kar bînin.

Smeîl Emo behsa rola Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî jî kir û got:

— Ew ji rexekî ve di xebatê de bû li dijî hêzên terorîst yên îslamî, ji aliyê din ve li her dereka diçûyê xema neteweya kurd pê re bû. Bi dîtina min bizava wî ya li dijî hêzên terorîst bû egera kuştina wî. Kurdînî – hesta kurdbûnê – ne xeteka sor e û kes li Sûriyeyê ji ber kurdîniyê nahêt kuştin.

Li ser berpirsyariya desthilatdarên Sûriyeyê di kuştina Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî de hêja Smeîl Emoyî got:

— Bi baweriya min sedema kuştina Şêx Mihemed Meşûqê Xeznewî helwêsta wî ya bihêz y ali hemberî terorê bû. Ew misilmanekê ronakbîr bû û digel hindê jî pirsa kurdî jî bi xwe re hilgirtibû û li her derekê berevanî jê dikir. Dibe ko kuştin bi hevkariya digel desthilatê çêbûbe ji ber ko weca wê jî di kuştina wî de ye.

Li ser kongreya partiya Be‘sê û hêviyên guhorînê serokê partiya Yekîtî got:

— Îhtîmalên guhortinê di dethilatê de hene. Yan ew dê rêya reformên navxweyî bigire û yan jî ew dê hewil bide peywendiyên xwe bi Emerîkayê re xweş bike û ew îhtîmala duyê xurttir e û ew dê bibe egera bêtir fişaran li ser navxwe.

Di heqê rewşa kurdan li Kurdistana binxetê Smeîl Emoyî got:

— Kurd niho ji berê bihêztir in û ji bilî rêxistinên îslamî hêza herî xurt ya opozîsyonê kurd in.
 

 

 

 

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?rubricnr=1&articlenr=200

 

 

 
 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE