|
Ax dilê min wax dilo
Mürüvet Y.Cacim
Ax dilê min wax dilo
Çi maye tiştên ku te ji min nebirî,
Çend heb tiştê bêxêr mane ji min re
Yek çavekî bi hesir û dilekî herikî
Çend bîraninên di nav mij û xumamê de mane ji
min re
Dem dibe şûna me herduya de ez digirîm.
Ne dikarim evîneke nû biparêzim
Ne jî hevîdarîyekê mezin bikim.
Cavên te dilê min kilîtkirî ye.
Dawîyên ku bê xatir xwastî. Dawiyên bê hêvîdar
Bê demsal ev cara çenda ye berf dibare li ser
hêvîdarîya min
Jı bo bîrvakirina te ne dem lazim e,
Ne jî demên ku derbazdibin têra bîrvakirina te
dikin
Ax dilê min wax dilo
Bese êdî bese were, were ji şevên min re bibe
roj
Bê dengîya tarîya şevê wek xwenavê min
dorpeçdike
Ji rikên şevên bê te de, sîhya te dinikute şevên
dijwar de.
Ez lambên stêrka vedixim yek bi yek
Ji şevên min re dibin roj û bedena min re dibin
germayî,
Wek germahiya te nabe; germahîya te ya ku li ser
singê min de
Ku bedena min dilerizîne rihê min dihelîne
Germahîya te ya ku dibe agir alav li ser lêvên
min,
Min serxweş dike û bedena min ji xwe re dest bi
reksa kevnare dike.
Ax dilê min wax dilo
Di bajarên wendakirî de
Di şevên serxweş de
Soz û biryara evînên nû didim
Ax dilê min wax dilo
Min navê te nivîsî kuranîyên xwe de
Bilore dilê minê sêwi bilore.
Ez tevnekê dihûnim bi hêvî û xeyala
Û bi huba dilê xwe re dardixim
Bi jana dilê xwe re reng dikim tayên wê
Helboqe bi helboqan reng bi rengan.
Wek hêvîdariya dilên evîndaran.
Rengek ji kocgîrîya berxê min. Yek ji Gelîyên
Zîlan
Şevan dirêjdikim wek kezîyên xwe
Xewnan dihûnim dûkela dilê xwe de
Dilorînim bi bayên şevê re
Birûskan dineqişînim ji rojê re
Dikim konê qedera xwe ya reş hilweşînim
Ez şevereşek im, tirêjên rojên xwe veşartine
Hew dertên li ser min, û ruyê xwe nîşa min dikin
Ax dilê min wax dilo
Ne bi gotina ahîdê ne bi ayetên quranê
Sond û peymanan didim li ser vî canî
Ez çiyakî bê rê û helûneke bê çivîk im
Dilê min parestgaha êş jana te ye
Ax dilê min wax dilo
Çima çima bedena min, rihê min û hisên min, bê
gîyan ketine
Wendabuyînê ku paş ve nayîn, şaşîyên ku çare lê
nabin
Û derdên ku derman nabin çima tev para min in
Destekî ku nayê dîtin, min dikişîne melankoliyê
û nava şevereşekê.
Şîngirtin bû şiklê jîyana min
Karekî ku ez bikim û evîndarekî minê ku ez lê
bigerim jî tune ye
Car caran min hinek ji jiyana xwe avêtin
Hinek caran jî, hinekan ez di jîyana xwe de
avêtim
Demên buhurê bi lez wek avê herikîn çûn di ser
min de
Di wan deman de di wan deman de
Min hinek nas ji pirtûka dilê xwe de derxist û
avêt
Hinek nasên min jî bûn bîyanî
Ez tucaran wek niha baskşkestiî bê qudum tenê û
neçar nebûm
Fersah fersah berjêrê jiyana xwe ya çûyî bûm
Jiyana bê gîyan jîyana bê armanc
Di kortikên çevên min de tên xwarê wek şelala
Miradiyê
Ez di menzila kul û derdan de me îro dîsa
Ax dilê min wax dilo
Di ramana min de bîranînê perçe perçe wek
neynika şkestî
Bîranînên min de zaroktiya min ciwantiya min hiç
tune ye wenda ne
Difikirim ma ez çawa ji dayika xwe bûme ez waha
bûm gelo
Jîyana min wek wênekî reş û sipî ye
Çima çima kesek min nabhîze û nabîne
Hewara dilê min nabhîze ku hatîye dawîya jîyana
xwe
Ne famkirin, derd û xem, wenda bûyin û
wendakirin ma tev para min e
Kanê kanê rengên min yên din
Şîn, pembe û gevezên min kuderê ne kanî keskê
min
Li kuderê ye sor û zerên min
Ez bê qudûm im û naçar im lê dilê min û ramana
min nû de dijî
Ax dilê min wax dilo
Min dilê xwe û ramana xwe avête ser baskên
teyran di deryakê de difirin
Berbi rojeke azad ve dicin
Ey dilê min ê bi kul û birîn ey ramana min a
neçareserkirî
Herin herin selamê min ên germ
Ruh û canê min bibin ji welatê min re
Dema hun çûn li ser axa welatê ku bi salan tên
talankirin
Namûsên jinan tên paymalkirin
Bedenê zarokan bi 13 de gulan tê xemilandin
Wek 13 de kahniyên xwînê diherikin
Wê demê hêsirên çevên xwe veşêrin
Kenê roja min û germaya dilê welatê min ji min
re bînin
Da ku ez nû de bijîm
Da ku bikaribim evîna mezin bikim
Di dilê xwe yê çarperçekirî de
Da ku ez bikaribim kurdî bikenim
Ax dilê min wax dilo
muruvetcacim@gmx.de
|