|
Çirûskek ronahî li ser
hin kongir û konfiransên penaberên
Kurdistana Rojava li dervayî welêt
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Piştî rûxandina rêcîma dîktetur di 9.04.2003 an
de hêviyên hêzên dêmokrat û gelên bindest mîna
gelê Kurd bi pêkanîna azadiyê her pirtir bûn,
lewra jî penaberên Ereb ji Sûriyê û penaberên
Kurdistana Rojava gelek bizavên rêxstinî li
Emêrîka û li Ewropa û bi razemendiya hukumetên
wan welatan kirin. Helwestên destlatdarên van
welatan hîn gelek di paş perdên mijan de şermok
û hejhejokî ne, ez nikanim hîn baweriya xwe bi
dêmokratî û mirovperweriya Emêrîka û welatên
ewropî bînim, lê ez pir înan dikim ku
berjewendiyên aborî û darayî li nik wan mîna ku
dîroka wan kevin û ya nûh çespandiye, armanca
sereke û pîroz e.Tevî van rastiyên jorîn
penaberên Ereb û Kurd dixwazin ji bo dêmokratiyê
û serbestiya gelê Kurd berxwe bidin, konfirans û
kongiran li darxînin û hinekî balên wan ber kêşa
dêmokratiyê li Rojhilata Navîn de pirtir
bikşînin.
Di 12-13 . 03. 2006 an de kongirek di avahiya
Encumena perlementerên emêrîkî li Waşontinê bi
serpereştiya Dr. Şêrko Ebas hate bestandin.
Nûnerên piraniyên partiyên Kurdistana Rojava li
Ewropa di vê kongirê de beşdar bûn. Hin endamên
kongirê bi hin berpirsiyar û siysetmedarên
emêrîk re li ser doza dêmokratiyê û pirsa kurdî
li Kurdistana Sûriyê gufetegu kirin. Li gor
baweriyên min Emêrîka dixwast hin aliyên xwe bi
du cureyên siyasî nîşan bide1- Pêşbîniyekê bi
Kurdên Sûriyê re çêke, helwest, radeya Kurdên
Sûriyê û hêza tevgera Kurd li Sûriyê ji nîzîk û
rasterast nas bike.2-Ewê dixwast ji nûnerên
Kurdan re bêje; ku ewa(Emêrîka ) ne mîna berê ye,
û ewa dixwaze piştvaniya dêmokratîxwazan û gelên
bindest bike û li gor vê yekê jî ewê dixwast û
hîn jî dixwaze gelê Kurd bi siyaseta xwe ya
dervayî bawerkirin bide. Ev li aliyekî li aliyê
din, ewê dixwast û hîn jî dixwaze bi destlata
Sûriyê re bêje; eger tu siyaseta xwe li gor
berjewendiyên me li Rojhilata Navîn nekî, va ye
em kanin yekser sê milyon Kurd, hin rêxistin û
kesayetiyên din Ereb li Sûriyê li dijî te
bilivînin.
Dîsan di vê perawîzê de "Kongira damezrandina
encumena niştimanî kurdistanî-Suriyê) di meha
hizêranê, sala 2006 an de li Biruksêlê û dîsan
bi serpereştiya Dr. Şêrko Ebas hate damezrandin.
Lê partiyên " Hevbendiya dêmokrat " û hin
partiyên din ji ber sedemên siyasî û tektîkî di
vê kongirê de beşdar nebûn û di encama vê
kongirên jorîn de heyamek siyasî û rêxistinî di
navbera rêvebirên vê kongirê û pêşengên bizava
Kurd li Sûriyê de peyda bûn, ji ber ku rêvebirên
wan kongiran dixwastin bernamên xwe yên siyasî
derbarê çareserkirina kêşa kurdî li Sûriyê û
şêweyên têkeliyên bi welatên derve re li gor
bawerî û zanînên xwe bimeşînin, lê li aliyê din
pêşengên partiyên me li Sûriyê tu carî nikanin
vê yekê ji penaberên dervayî welêt bipejrînin,
ku ewanan li derve û dûrî rewşa heyî li Sûriyê
rêbaza siyasî ji tevgerê re amede bikin, lewra
jî bi ya min be tu carî kongirên weha bê
razemendiya pêşengên partiyên kurdî li Sûriyê
nikanin serkevtî bin.
Hin nûnerên tevgera azadîxwaza Rojavayê
Kurdistanê bi bawerî li siyaseta Emêrîka ya
dervayî temaşe kirin û beşekî din ji tevgerê bi
çavên gumankirî li siyaseta Emêrîka nirîn û hîn
jî weha li helwesta wê ya li gor berjewendiyên
xwe guhêzbar dinêrin.
Dîsan li gor pêşniyaz û bi alîkariya du
kesayetiyên welatparêz û serbixwe Dr. Alan Emonê
û rêzdar Ciwan Simo konfiransa duhem di
16.03.2007 an de ji bo pêkanîna yekitiya hêzên
kurdî, yeknirîna siyasî û avakirina lêvegerek
kurdî ji rêxistinên kurdî li dervayî welêt re li
Parîsê li darxistin. Li gor nirîna min ; eva
konfiransa di warê rêxistinî de li gor yên din
pirtir serketî bû, ji ber ku nûnerên sê navendên
sereke ji tevgera Kurdistana Sûriyê li dervayî
welêt 1-( Hevbendiya dêmokrata Kurd), 2-(Eniya
dêmokrata Kurd ), 3- (Komîta hevgirêdanê) û hin
kesayetiyên serbixwe li vê konfiransê û bê
destdirêjiyên dewletên biyanî beşdar dibin. Di
dawiya konfiransê de, nûnerên partiyên kurdî li
dervayî welêt bi yeknirîn daxûyaniyeke dawî
radigihînin. Di daxûyaniyê de hemû partî pir bi
zelalî beşa çarem ji Kurdistanê bi navê
Kurdistana Sûriyê bi nav dikin û li gor vê
rastiya dîrokî jî; partiyên kurdî li dervayî
welêt di daxûyaniyê de 13 xalên giring xwastine
pêkbên. Xalên gelek balkêş ev in 1-Li gor yasa û
belgeyên navnetewî divê mafê çarenûsî ji gelê
Kurd li Kurdistana Sûriyê re hebe.2- pêwîst e
tevgera kurdî li Sûriyê bi yeknirîn lêvegereke
kurdî ava bike.3- Divê diyalogên erebî -kurdî ji
bo bi cihanîna berjewendiyên herdu gelan û
kêmnetewên din li Sûriyê pêşda biçin, û ewanan
hîn jî ferehtir û kurtir bibin. 4-Divê tevgera
kurdî alîkarî û piştvaniya têkoşînên bizava
kurdî li beşên din jî bike û têkeliyên
kurdistanî li ser bingeha rêzlihevgirtinê û li
gor taybetmendiyên her beşekî pêşda bibe.
Herweha jî di daxûyaniyê de hin daxwazên din
nirxbuha cihên xwe dîtine. Li dawiya konfiransê
komîtek ji 4 nûnerên partiyên kurdî û
kesayetiyek serbixwe ji bo danana destur
lêvegera kurdî li dervayî welêt di nava şeş
mehan de, destnîşan bû ye.
Di nirînên min de daxwazên konfiransa Parîsê di
cihên xwe de ne, lê pirsgirêka siyasî ya herî
mezin li nik vê konfiransê ev e; ku ewa dixwaze
lêvegereke kurdî li dervayî welêt bi bernameke
siyasî cudayî an dijberî daxwazên piraniya hêzên
tevgera kurdî li hundir welêt damezrîne. Ango
tevgera azadîxwaza Kurd li Kurdistana Sûriyê bi
du rêbazên siyasî li Rojhilata Navîn û li
dervayî welêt xwe bide nasîn. Ji ber ku em hemî
dizanin Ku "Hevbendiya dêmokrata Kurd "û "Eniya
dêmokrata Kurd "ta roja îro hîn nikane bi zelalî
û eşkere bêje; ku gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê
ye, an li Rojavayî Kurdistanê ye. Di baweriya
min de ewanan hîn ne amede ne ku navê Kurdistanê
ya erdnîgarî û dîrokî bi zelalî di bername û
rêbazên xwe de biçespînin. Lê divê ez vê
dijberiyê di bernamên van hêzên siyasî de jî li
vir sercil bikim; ewanan di bernamên xwe de pir
zelal dinivisînin ku piştî hevpeymana Saykis –Pîko
(1916) Kurdistan di nav çar dewletan de parve bû
ye û ewanan weha dinivisînin; 1-Kurdistana
Turkiyê.2-Kurdistana Îranê. 3-Kurdistana Îraqê.
4-lê li Sûriyê. Her weha jî ewanan pir caran jî
bi zelalî dibêjin; Kurd li Sûriyê bi hezaran
salan li ser axa xwe dijîn. Eger hemû partiyên
me dibêjin; Kurdistan çar beş in; vêca ez
nizanim çi wate ji veşartina navê Kurdistana
Sûriyê re li nik Ereban ma ye???, ji bilî vê
rastiyê, çar û pênc qenalên TV Kurdî û sî ta çel
partiyên kurdistanî gelek vekirî di weşanên xwe
de û bi zimanên miletên serdest dibêjin;
Kurdistana Sûriyê, an Kurdistana Rojava û ewa jî
ji mafên wan yên rewa ye ku beşea çaremîn ji
welatê xwe mîna beşên din bi Kurdistan binav
bikin. Dîsan ez dipirsim; wateya veşartina navê
Kurdistanê li Sûriyê li ku ma ye ?? Ez hîn
dixwzim vê vepirsînê jî ji têkoşerên tevgera me
li Kurdistana Sûriyê bikim; Eger partiyek an
endamek ji " Ragihandina Şamê " ji serokên
tevgera kurdî bipirse; we di bernamên xwe de
nivisîne; Kurdistan di nav çar dewletan de parve
bû ye; ji keremên xwe ji me re diyar bikin, ku
beşa çaremîn li ku dikeve? Ez nizanim serokên me,
dê çi bersivan bidin, lê ewanan nikanin bêjin;
ku beşa çaremîn li Pakistanê an li Afxanistanê
ye !!!!Dîsan wateya veşartina Kurdistana Sûriyê
li nik tu kesî namîne. Eger partiyên me li
Kurdistana Rojava ji vê pirsgirêkê xwe rizgar
nekin, dê herdem aloziyên mezin li pêş
damezrandina lêvegereke kurdî peyda bibin, û
tevgera me ya dadmend nikane bi yekdeng û bi
yeknirîn têkoşîna xwe ne li hundir welêt û ne li
dervayî welêt bike. Xala duhem û zor giring
dîsan ev e; ku piraniyên partiyên me mafê
çarenûsî ji gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê re
naxwazin. Li gor van herdu rêxistinan "Hevbendî"
û "Enî" daxwaza mafê çarenûsî daxwazek giran e û
axivtin li ser wê di rojên îroîn de aloziyên
siyasî mezin li pêş tevgerê çê dike. Li aliyê
din, weke li jor hate dîtin ku nûnerên piraniyên
partiyan li dervayî welêt du caran dijberî
bernamên xwe yên siyasî biryar istandine.1-
Kurdistana Sûriyê 2-Mafê çarenûsî ji gelê Kurd
re. Bi vî rengî, tevger me li welêt xawêna
bername û rêbazeke siyasî ye û ewa li dervayî
welêt xawêna bernameke siyasî cuda ye ! Vêca li
vir hêzên dêmokratîxwaz li Rojhilata Navîn û li
Ewropa, dê xwe li ser kîjan bernameya siyasî
hilpesêrin ? Ma gelo ev dijberiya ne nîşana
nizimbûna asteya siyasî li nik tevgera me ye ?
Ma gelo lêvegereke kurdî siyasî divê li
Kurdistana Rojava dest pê bike an li li dervayî
welêt ? Ma gelo em Kurdên dervayî welêt peyrewên
tevgera xwe li Kurdistanê ne ? An Tevgera me li
welêt peyrewa Kurdên dervayî welêt e?
Bila tu kes ji min şaş tênegihîne ku ez dibêjim;
bila Kurdên dervayî welêt nirîn û daxwazên xwe
dernebirin, an ewanan ji bo gelê xwe têkoşînê
nekin ! ne xêr! Mebesta min ev e; ku em li
dervayî welêt bê pêşengên partiyên xwe li welêt
nikanin rêbazeke siyasî cuda û li gor baweriyên
xwe biterxînin û li ber roniya wê xebatên xwe
berdewam bikin. Em tenê kanin nirîn, pêşniyarên
xwe ji partiyên xwe re derbibirin, berevaniya
helwest û baweriyên xwe bi devkî an bi nivisîn û
bi awakî bajarvanî bikin û em hemî bi demê re bê
pozbilindî sudan ji hev wergrin û bigînin yek
bawerî.
Li dawiyê ez dîsan dixwazim dubare bikim, bizava
tevgera me li dervayî welêt rewa û dadmend e,
ewa beşeke giring e ji tevgera me ya giştî, divê
bi her awayî têkeliyên xwe bi hemû rêxistin û
dewletên dêmokratîxwaz re xurt bike, û bi
hişmendiyeke siyasî, şehrezayî û bê ku xwe bike
qurbana lîstik û tektîkên vî welatî an wî welatî
xebatên xwe bi çalakî berdewam bike .
.
|