|
Bîraninên Xewneke Lal
Hoşeng Osê
Cejnek dihat…
û welatek li ber sînorên şevê, mirar dibû.
stiranek dihat…
û xewa wateyên şîn nedihat.
sawêrek dihat…
û tvîznokên peyvên har diçûn.
* * *
Hîna kela dilê jina kevrî, ji kuştina siwarê avê,
sar ne bibû, careke din, siwarê ku xwe bi oxira
axê pêçabû, deh carên din kuşt.
* * *
Kê ji bêdengiya vê şevê re gotibû: ez ê pêrgî
gunhên xwe bêm…?!
Kê ji bê re gotibû: xweliya min di nava memikên
jina kevirî de, veşartiye…?!
Kî naxwaze navê min li têkçûna xwe ke…?!
* * *
Wê bê…
Eger ne vê êvarê, bi êvara girî re, wê bê.
Bi vegera hechecîkan re…
Bi rêwîtiya birînê re…
Di gel qêrina dawî, di kêlîka dawî de, wê bê.
Mîna şîna çemekî sêwî, ber bi goristana pêjna ve
biherike, da xwe bavêje bextê pêjneke mê, wê bê.
Dizane ji bo kê, lê, nizane ji bo çi, wê bê.
* * *
Dengê xwîna wî, bengî bûye, û hîna şopa pencên
dînbûnê di xemên wî de diçirisin.
Palevanê bê ye, kilîta sawêrên xwedê ye, xwê ya
li ber berfê ye, berfa li ber xwê ye, xema li
ber kêrê ye, cenga li nav tozê ye, toza peyvên
çiyê ye, rextên avê li wî ye, gewdê wî li milê
şevê ye, û mîna xweneke lal, berê wî li dumahiya
kenê çavên wê ye, waye tê… û tê… û tê…
Lê, neweke berê…tê.
Şam / 6/4/2007
|