Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:11

 

 
 

Daxwiyaniya Zürich ê:
Damezrandina „Saziya Berevaniyê bo Mafên Jinê û Kêmayetiyan,
li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê
(MEMWA)


Azarkêşana jinê û kêmayetiyan, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, parçeyekî, ku nayê cudakirin, ji azarkêşana gelên wan herêman e.
Ew azarkêşan jî, di demekê de tê, ku li hêlekê ne demokratî heye, û ne jî mafên mirovan beşdar in, û li hêla din jî, pirrayetî di serdestiya xwe de, berdewam in, û radîkaliya olî jî, roj bo rojê, zêdetir dibe.
Bi vî awayî serdestiya siyasî û xeternakiya dewleta olî, mîna du destên yek taristanê, gefan li mafên jinan û kêmayetiyan, dixwînin. Lewma, em dê bi hev re, kar bikin, ji bo ku li komelgehên me, dewleta sivîl, were avakirin. Û herweha em dê têbikoşin, ji bo ku çanda demokratiyê, azadiyan, mafên mirovan, û çanda tolerensgirtina cihêrengiya neteweyî, olî, zimanewî û mezhebî, li ser binaxeya wekheviya kamil, were rûnandinê, daku bê cudahîkirin mafê tevlîbûna çalk, bo her kesî, di gerandina karûbarên welatên me de, were bicihkirinê.

Lewre, di navbera 24-26ê Adara 2007an de, li Zürich ê, kongreyek bo damezrandina saziyekê ji bo berevaniya mafên jinan û kêmayetiyan, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, hate lidarxistin. Di vê kongreyê de, birrek ji niwênerên kêmayetiyên cihêreng, û gurûpek ji ronakbîr, lêkolîner, akadêmîsiyên, û mêdyanasan, ji hundirê Rojhilata Navîn û derveyî wê, ji bo piştgiriya jinan û kêmayetiyan, beşdar bûn.
Damezrêneran li ser destpêşkeriyê, li hev kirin, ku saziyeke navdewltî ji bo berevaniya mafên jinan û kêmayetiyan, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, were sazkirinê, daku hevfamkirin û hevkarî, di navbera kêmayetiyên cihêreng de, xurttir û bihêztir bibe, û herweha rê li ber zordariyên, ku li ser xelkên wan, berdewam tên kirin, werin girtinê.

Li ser boçûna damezrêneran, ya ku ji binaxeya hawelatiyê, welatperweriyê, biratiya mirovane, baweriya bi karê demokratîk, rêkkewtinên navdewltî yên di derbareyê mafên mirovan û daxwiyaniya kêmayetiyan de, û herweha ji binaxeya rêzgirtina ji bo cihêrengiya mirovane, dest pê dike, damezrêneran li dawiya kongreyê, biryara van wesiyetnameyan dan:
1. Damezrandina navenda saziyê, ya sereke, li Zürich ê, ligel damezrandina hin şaxên din, li hin bajarên din yên sereke, li cîhanê.
2. Encûmena sazûmankar, ya saziyê, ji rêzdarên ku li ser vê daxwiyaniyê, imze kirine, pêk tê.
3. Tewawkirina ruxsarê qanûnî ji bo vê saziyê.
4. Damezrêneran li hev kirin, ku helwestên yekgirtî beramberî zordariyên ku kêmayetî rastî wan tên, werin wegirtinê, û herweha di heman derbareyê de, û ji bo bidestxistin û rêyalîzekirna wan mafan, biryara deranîna daxwiyaniyên hevbeş, û karkirina hevbeş, li ser asta navdewletî, hate standin.
5. Ji bo koordînekrina çalak di navbera kêmayetiyan de, û li jêr mercê lidarxistina civînên peryodane, bo nirxandina rewşa kêmayetiyan û deranîna raportên salane û giştî, di derbareyê hemîşe rewşa wan de, damezrêneran biryara wergirtina hindek mîkanîzmên sînordar, ku dê paşê werin şirovekirinê, dan.





Dr. Saededîn Ibrahîm                                    Dr. Şakir El-Nabulsî(serokê kongrê)

Dr. Şefîq Ewed(rawêjkarê qanûnî)

 

 



                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1