Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

09 February 2008 17:54

 

 

Tablo: Sakar Sulêman

 

Bendewar û kovîbûna şeveke ji êşên xwe veristî

Gulnar Elî

Li benda kî dimînî?

Kî li benda te ye?

Kelduman,

qehwe,

xilmaşiya sîtafkan..?

 Birînên kelhê

pencer vekirin.

Helma şevê,

kildanê şevgeryanê,

pêngavên lehingan in.

Şevçiraxên te

li şûna asîmanekî sax dipijin!

 

Di girnijîna helbestê

reşbelekên te

kevokên derya ne

fernaz in.

 

Bendî me ez.

Bendî yî tu.

Bendîvanê me sergovend e.

Soravên gazindeyan

xema pêçayî,

kena pêçayî û qêrîneke berwext.

 

 

Ji qehwê 

siwarê şeva min difurê

Kîjan gustîlkê

di koşa tariyê de,

li Memoyî berbend bikim?

 

Kî dê..

ji tîrêjên heyveke tarî

roniyê li xwe bike?

Mignatik

awirên ji bendîmanên têrnebûyî

bêhiş dike.

Rondik di çavan de

Kenîn zivrandim

Silav,  keko

firşte,

fereşîn,

awaz û

gulavek bêdawî ye

 

Reşdala gêj

li ber bayê xwe

 mest

 şadî

xewnexweş

  leyzand.

 

 

 

                        

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!







 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1