|
Tiştê vê gavê Tirkya têde dikele Ergenekun û
kiryarêt girêday wên e, heta nuke me dizanî ku
Ergenekun rêkxistineka tirkîye, belê nuke derket
holê ku rihêt vê rêkxistina Tirkî hêj di kûr û
belavtirin. Hejî gotnêye bêjim, li pirogiramekê
têlevizyona (Rusya Evro) li hevpeyvînekê digel
hêja ( Alêksanderê Dogînî) serokê rêkxistî ya
Euroasyayî ya rusî min zanî ku Rusya ya tevnekî
di bin berrkêve bi dijê bizava rizgarî xwaza
juryê Kurdistanê di raçînît.
Diyar bû ji pirogiramî ku Tirkîya xiş (şek) a
hey, Rusya destê xwe yê di hindorrê Tirkî werday
û divêt gihurrînekê çêket, Tirk dibêjin ku Rusya
harîkarya generalêt Ergenekunê ya kirî da Rijêma
AKP li Enqerê bêxin û êka li dwîv dilê xwe lê
danin û bi dirustî jî rijêma kemalîzmê bi
zivrrînineve ( her çende Erdoxan, Erbekan, Ozal
û Menderes tev rengêt kirasê Etatirkîne), Eve
nuke baş û baş aşkira û bi serêt çelaka ve xuya
bû. Erdozanê berê wî li Europayê bê şerm û rû di
çûna xwe a juryê Kurdistanê de gut eve tirkîyaye
ewê bi êk Ezman û êk millet û êk dewlet nerrazî
bila ji vira derkeve. Ez jî bû kerê bê hefsar
dibêjim, ew ciyê tu çûyê Tirkya nîne, ew
Kurdistane (K U R D I S T A N) welatê Kurdan.
Da em ji çîrrê (meuzu`i) xwe ne derkevîn,
kîna xwe pêş xwe ne êxîn, karwanî berîv qonaxê
birrêbêxîn. Da bizivrrime Alêksanderê Dogînî û
peyvêt wî, di pisyara pêşkêşkerê pirogiramîda
hatibû, erê hûn çawa evê serederya Tirkîya di
gel generalêt Ergenekunê diket di helsengirînin
û bi hizra hewe, çawa başe ev arêşe çare bibît?
Hêjayê Dogîn êkser gutî em hez nakeyn ev
pirse husa bi dimahî bihêt, jiber têkelyêt me û
Tirkîyê ji evro di kevintirin û rihêt wê
dizivrrine ve bo serdemê Etatirkî û Lînînî û
Sitalînî û me û Tirka armancêt hevpişk yêt li
deverê heyn û pêkvegirêdana me û Tirkîya ji
rêkxistinekê û kiryarek a siyasî kwîr û
mezintirin û gut jî ya me û Tirkîya ya hevpişk
di vê deverêrêda mezinîye û serdarye û heyamekê
dirêj em û Tirk serwer û serdarêt deverê buyn.
Seyday digut demekî Rûsya Qeyserî hebû û Tirkîya
împeraturî bû û divya eve bo ser dewsa berê
bizivrrîteve û Tirkya û Rusya careka dî bibine
dû xondkarêt hevpişk û hevtûxîb û pêkve karken û
hevrrikêt xwe, ewêt berpêrrihê wan tengkirî ji
vê devera stiratîcî bikenederê.
Ji hejîye mirov li vêrê kurtîyekê ji dîrokê
diyarket û bêxîte berçavêt xwendevanê hêja; ew
jîk ewe ku demê xondkarya Etatirkî û Viladîmêr
Îlîç Lînîn têkelyêt Tirkî û Sovyeta hevpişkî
gelek dixort bûn û xortî ya vê têkelyê jî liser
kîstmerrkê (hîsab) doza Kurdan bû û her çi
têkelyeka hîngê Etatirkî digel wan dewlet ewên
bihêz yên deverê girêdayn, hemî bo hindê bûn da
rê li Kurda bigrît, da neşên xwe bigehînine
cihêt birryar bidest yên çar rexên xwe.
Hêjayê Dogîn dîsave gut me tu carî destê xwe
di hindurrê Tirkyê ne werdaye û em wê nakeyn û
bihizra min, Alêksenderê Dogînî serokê rêkxistî
ya Ewroasyayî ya navdewletî dibêjît, pêdvî ya me
bi Tirkyê heye jiber ku em Tirkîya weke hevalekî
xwe ê sitratejîk û dîrokî dihijmêrin û Tirkya
ana karîye ciyê xwe di rojhelata navîn da bigire
û berpêrrihê wê jik pirr başe û nihyaytirîn
rijêma siyasî a deverê ye û dîsave Tirkîya xwedî
serburrekê siyasî û rêveberî ê gelek kevne û
hevtuxîbê me jike û tivya em harîkarya êk bikin
da:
1_ Tirkîya ji xeleka bazinê Emrîka bête derê
û ew gefa sitratîcî ewa bingehêt leşkerî ên Nato
yê liser me diken, wê li wêrê ne hêlîn.
2 _ Hêza leşkerê Tirkîyê bikeyne hêzeka pişta
wê li abureka dewlemend û xwe vegirtî liser
şênistekê ne liv û li nav xanyekê hevswî tena
bihêt û biçît. Ew hêz bibîte piştevanê hêzên
deverê û wekî hebûneka berçav bihête dîtin û ji
hemya bibihatir ya xoserî xwe bît. Seyday li
vira divya bibêjît me divêt em leşkerî ji nav
serkêşya Natoyê rakêşînederê. Hêj pêtir wî hêjay
divya bibêjît me divêt ew hêza Natoyê a li
Tirkîyê a bi serokî ya Emrîka ji wêrê
bikeynederê.
Seyday gutî jî, Tirkîya ya pêdvî meye jiber
hindek egerêt dicihê xweda û bo Tirkîyê di
sitratîcîne. Serdarya wan liser axa wan û
têkelya wan ya paşerrojê digel Ewropa û
pêkvemana tuxîbê wanê cografî ya liser
rawestaye. Alêksenderê Dogînî bi aşkira û runî
gut Tirkiya giriftarya arêşa Kurda ya hey û nuke
berê binyatê dewleteka Kurdî yê dihête danan. Em
di vî warîda dikarîn harîkarya Tirkîyê
bikeyn, Bimeve dihêt em bibîne tagirêt
berhedambûna (terşîh el`izwîye) Tirkîya bo nav
êkînya Ewropî û çunkî em di wê bawerêdayne di
paşerrojeka nêzîkda dê kênca me liser Ewropa ji
ya Emrîka pêtir lêhêt û nuke em dikarîn ji
Emrîka pêtir hevswî yêt xwe yên rojavayî, ku
Ewropa êkgirtî ye dikevîte rojavayê Rusya
Qeyserî ya Putin _ mêdvêdêv, bigivêşîn, ji egera
nebûna Helm (gaz_ xaz) ya şewitandinê û petrolê
li Ewropa û pirr hebûna wê li Ûrisî (Rusya).
Dîsave Alêksenderê Digînî hate ser hindê ka çawa
dê şêt bisanahî hizra xwe ya milletên Ewroasyayî
yên serdest û pêkve girêdana wan dinav çarçuvê
berjewendên sitratîcî yên Rusyada xirrveket
(yecme`i).
Alêksenderê Dogînî gut jî em dixazîn ku
berjewenda toxmê Toranî pêkve dinav hevpişkîyeka
Aburî _ Siyasî _ Sitratîcîda bigehînîne êk. Bi
gutneka dî wan divêt dewletên toxmê toranî
bikene şwîrha bersîngê Emrîka. Îranê. û Hevswî
yên Efxanistanê ji feleka Emrîka û hevsuzên wê
derbêxin û li wî berokey (cebhe) jî çeperê xwe
yê berrevanyê çêken û bo xwe mifay ji
Efxanistanê beramberî bihêz ketineka berhizir ya
Îranê wergirin û di paşerrojê da wekî metalî
lêken. Nuke Rusya ya Îranê bikardiînît bidijê
USA û hemî berjewendên wan yên gefa lêdiken û
hindî jî jêdihêt yê Îranê bi hêz û birî di êxin
û şaxêt wê pifdiden da hevrrikî ya Emrîka biket
û hevbaskê wê li deverê bît û belê digel hindê
jî ji Îranê bixwejik ditirsît heke bêt û hêzeka
çêker a çekê navkî (sîlah newewî) jê çêbibît û
Rusya husa jî diyar diket ku hêj dersa ji
herrifandina rijêma Kommunistî a çêkirya Sovyêtê
ya Necîbullah Emîn û Babrak Karmel û harîkarya
Îrana Îslamî di vî warîda û herwesa xorristê
hişkerru (tebî`e muteşeddîde) yê Xomeynîzmê ya
Îslama Şî`î û gef û gorrêt wan yêt vebirandina
Cwîya ku hêj çi bombêt navkî jî nînin û Rusya jî
wekî Kummonîst paşî fele li Efxanistanê ya
hatyeşikandin. vêca ne çirîsete (ecêb) dema em
dibînîn Rusya li Efxanistanê pişta Emrîka
digirît, çunkî wan pêcanê lidor Îranê dirustkirî
û nuke Îran ya tankirye ji rojhelatî ve
Efxanistan û Pakistanin û herdu jik bisurmanêt
sunnîne li rojava û jêrya rojavay Ereb û Emrîka
ne û nuke xollêna Rusya ye da juryê Îranê bi
dîwarê toxmê Toranî bipêçît. Digel vê çendê
hemyê dê gefeka mezin liser Rusya çêbît, heke
bêt û Îraqa Emrîkî û Tirkî ya natoyî û çi
berpêrrih nebît. Hîngê dê serê Îranê bo
desttêwerdanê di nav Rusya da yê berday bît.
Sera hindê jî ew yê pêkulên mezin sexmeratî
vebirrîna Tirkîya ji feleka Emrîka û Nato diket,
da bixweve girêdet.
Rusya divêt Îranê bo lêwazkirna Emrîka û
Natoyê bikarbînît û xwe careka din weke hêza
didûya diyarketeve. Rusya dizanît jî pêdviye xwe
ji Îranê jik biparêzît û arêşên bihên yên deverê
heke Tirkya ne dostê wê bît ne şêt xwe jê bidete
paş û Rusya dizanît jî Tirkiyayeka îlmanî pêtir
nêzîkî rengê rijêma siyasî ya Ewropîye ji ya
rusî, vêca bi harîkarya Ergenekunê, Tirkiya AKPê
digivêşît da bi xweve girêdet. Vêca pirrojê
sitratîcî yê veguhaztina Helm (xaz)ê wekî bertîl
ew jî di nav tirkîrra îna.
Gelo boçî Ûris harîkarya bizava rizgarîxwazya
Kurdistanê na ket? Heke Ûris rojekê wê hizrê
biket pêdviye liber bihêt daxwazyêt cudabûnê,
wekî Çîçanê, Enguşya û Daxistanê, bigehne
armancêt xwe û eve jî bi kiryar ya veçupirandî
(keteme). Çunkî bizava me jik li dîmahyê
daxwazya xweseryê diket û divêt dewleteka
Kurdistanê hebît. Vêca neya berhizre Rusya liber
bihêt Tirkya bête lêkvekirin û dergehê parçebûna
wê jî vebibît. Rusya dibînît jî Tirkya Erdoxanî
baştirîn heval û pêcan bo wê, çunkî siyaseta
navxweyî ya Tirkya wekî ya Ûrisî ye di ser
herrişandinêde (qemi`i) û herwesa rijêma Îslama
siyasî ya Erdoxanî ya sunnîye û hevrrikeka
berhizra bihêze bo Îranê çunkî eve bi dirêjya
dîrokê hevbaskêt êk bûn. Husa û bi hîvya
gehiştina vê armancê û desteserkirna deverê,
Tirkya gelek pêkul yêt kirîn da di vî kaudanî da
hindek kevne herêma vegêrrîteve û ya ji serê
werîsî yê zirav desthavêtyê, ew jî jêrya
Kurdistanê ye. Nuke Tirkya dever ya tijî turrêt
polîsêt xwe yêt nepenî kirî, heweka (hicumeka)
mezin ji erd û esmana ya kirye ser wê deverê da
bawerya akincî yêt deverê bi destedarya wêrê
nemînît û dilê wan ji rêveberya xwebixweyî ya
kurda sarbibît û jarî û jwîrî mişe bibît û rê bo
delîvê desttêwerdanê (tedexol) xweş bibît.
Dîsave gelku nêzîkî demê helbijartinekê an
jivanekê ku destkeftekê Kurda têda hebît ew dest
bi çêkirna arêşa bo ser rêveberî û xelkê
Kurdistanê çêdiken. Arêşe jî ne li devereka
Kurdistanê bitinêne belkî jêrî û jurî (cinub û
şîmal) û rojhelat û rojavayê welatê me
vedigirin. Me dît çawa dilê Tansu Çîlerê bo me
kozirî 13 milyon Dolar bêşkirin (teberre`e) û
hijmara du kele gurryêt Tirkuman kire sê milyon
û nîv û nuke jî Tirkya ya li şîrê babînyê
digerryêt. Ji hejî gutinêye berî nuke
xandingeha Ruşdîyê ya leşkerî li Silêmanyê
vekirbû derketyêt wê xandingehê di binê pê kurda
ra stirî bûn û êk ji egerêt bi destve çûna
dewleta kurda bi destê tirka ve bûn, mînak wekî
kuma şêx Mehmudê Hefîd û efendî yêt wî, belê
nuke Tirkya Etatirk_ Erdoxan_ Başboxayî
desthavêtê Zanîngeha Eşqa Toranyê, nevya
xandingeha Ruşdîyê li Silêmanyê bajêrrê
qorbanîkirna kurdînyê vekir û nebes eve, Heblêrê
jî biservekir, zanîngeha MÎT û leşkerê nepenyê
Tirkî. Nuke dê diravekê baş jî dene şagirdêt xwe
çunkî li dwîv gutna serokê wê, ewê li wêrê
dihêne wergirtin hemî hejêkerêt (ne mutlu turkim
diyene) ne –an jî ez çendê serferazim ku
turkim-. Belê herwesa serok wezîrê tirka li
juryê Kurdistanê nifişperêsya xwe anî ezman û
gutî ewê nifşê tirka bi serdarê xwe li Tirkya
nezanît, bila rêya derketna xwe ji vî welatî
bizanît û biçît, vêca tu bêjî êkê ev mejye
diserîda bît ji bilî tirka qencîyekê li êkî
biket? Ez bixwe bawernakem û pêdvîye jik tu
kurdek vê bawer ne ket. Belê ji hejî
diyarkirnêye ku hindek berpirsêt devera
Kurdistanê ji bajêrrê Silêmanyê hêna mîna berê
divêt biken û herdû jî hedamêt desteka serkêşya
êkatyê ne ew jî eve ne:
Hêja Îmad Ehmed li destpêka serheldana arêşa
didûya li navbera Tirkî û devera Kurdistanê
şêlimşirînyeka baş bo Tirkya kir û gut em dê
karkera ji nav xwe keyneder û rahêlînê heta nav
axa Tirkî û Îranê û bila biçin li warê xwe şerrî
biken û eve cihê meye. Ez dibêjme seydayê hêja
ma sala 1996 tu ne revîbûye rojhelatê Kurdistanê
li wêrê hewe şerrê partî dikir, başe didemê
sedamî da ma hewe ji Kurdistanê Îranê hew
(hicum) nedikirne ser dar û destekêt Sedamî, an
bo hewe çi nîne bila, mane baştire tu pêgiryê
liser gutinêt serokê deverê bikey, ew yê berhev
ne bû bibêjît karker terorîstin
Dîsa ve hêja Erselan Bayîzî gelek pesna
Erdoxanî kir û gutî eve bikêrhatîtirîn mirove bo
kurda û karker di gunehbarin heke xwe lê biden
(şerrê wî biken), pêdvîye karker çekî danin xwe
bidene destê Tirka, herwekî şêx Mehmudê Hefîd
Yamulkî paşa girtî çunkî Yamulkî paşay hikmê
helawîstinê bo Etatirkî derêxistibû û ji şêx
Mehmudî dixwest hevsozyê bi îngilîza ra çêket
îna şêxê navbirî ew bi guneha patexwerya
Îngilîzî di zîndanê xist û şêxê navê wî hatî
digut Etatirk xweş mirove û pîlkê xwe hinartibû
Enqere da xizmeta Mistefa Kemal paşay biken.
Vêca ma na çêbît li Kurdistanê jî Ergenekunê
rihêt xwe hebin û toxme berpirsêt husa jî digel
hebin?
Ebdulhemîdê Bamerrnî
03/12/2008
|