rojava@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin

 



 

rojava.net 09.01.2006

 



Ciwan Dêrikî

Navekî din li xwe nakim

her kes dinanên xwe li min qîç dike
awirên tûj û dijwar didine min
qalikên ser rûyê wan ketin ,
eşkere bûn çi hov in .
- - -
biratî
hem-olî
mirovahî
hemwelatî . . . .
bangdikim lê bi min dikenin . . .
ev çi gotinên qelew in ?
ev çi peyv û têgeh in ?
cihê şermê ne tev .
- - -
Rast e . . .
biratî heye . . ko ez ne kurd bim
mirovahî heye . . ko ez ne kurd bim
hemwelatî jî heye . . ko ez ne kurd bim
lê . . . heger ez kurd bim
ez ne misilman im ,
gawir im ,
nijadperst im ,
hevalbendê dijmin im ,
perçebûnxwaz im ,
terrorist im , û . . . hwd .
belê . . .
ew kesê malbata xwe napejirîne ,
xwe jê dişo ,
kirasê biyaniyan li xwe dike
kurd jê re dibêjin :
(berûya ji qalikê xwe der )
ez nabim ji qalikê xwe der
nabim xwefiroş ,
nijada xwe jî bi tu ol û baweriyan nadim ,
ezê bimînim kurd
û girêdayî deşt û zozanên xwe ,
serbilind im bi dîrok û kevnetora xwe ,
dimînim ser hişk
dibim terrorîst
û çi navî dixwazin bêjin bila bêjin
lê tu car navek din
li xwe nakim .
* * *
-------------------------------------------

KEWA DIL

Kewa dilê min dike bifire
Xwe bighîne hêlîna piçûk ,
lê nikare . . .
kewa min çengo kiriye . .
hêlîn jî sênc kiriye . .
dorpêç kiriye . . .
dinalim û dikalim
lê naghêm . . .
nikarim bêhnekî ,
hêlmekî azadiyê hilkişînim . . .
* * *
kar û kêferatê dikim
dem min tajo
na
ez demê tajom ,
sirûda jiyanê lêdixim ,
ez mezin bûm
bi firê ketim dîsa . . .
xewn û nîgaşên min fireh bûn,
di pêşbirka azadiyê de me
li bendê me sênc biqete
dîwar hilweşe
hêlîn mezin bibe
Û
bi kewa xwe re
ji roj ,
ba û xwezayê re
bistirînim .
* * * * * * * * *






 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE