rojava@rojava.net

 
 


Gavên Nû di Wêjevaniya Kurdî de - Başûrê Rojava
 
R a s t n i v î s
 
Rêziman û Pirsgirêkên Rêziman
 
Lêkolînên li ser Zimanê Kurdî
 
 


Lêkolînên li ser Zimanê Kurdî

rojava.net 08.12.2005

 

 

Hüseyin Kartal

 

Ji bo amadekariya lêkolîneke li ser zimanê kurdî[1] bi awayekî bikaranîna rêzemateryalan, rewş zêde derfet nade ku mirov mijarê bi têrahî pêşkêş bike.

Mîna her lêkolînê, lêhûrbûn û pêşxebat pêwîst in. Li ser zimanê kurdî gelek zêde kar û xebat hene lê rêz nebûne. Rêzeristeya kar û xebat bi xwe jî lêkolîneke zanistî ye. Metodên risterêziya xebatên beşan gelek cûda ne, her beşxebat metôdê xwe jî diafirîne.

Di pirsa lêkolînên zimanê kurdî de rêzeristeyek berfireh mîna lêhûrbûneke nivîskî neket destê me[2]. Lêkolîneke bi vî awayî hebe jî, ji aliyê me peyda nebû lê bi baweriya me tune. Di vê gotarê de xebat û berhem tenê pir bi gelemperî, bê kurahiya şiroveyên naverokî, bi awayekî nîv-kronolojîk, yanî nîv-risterêzî tên ziman. Risterêziyeke seranser û berfireh ya berheman hem mijarê hem jî demê vediteqîne, ji armanca gotarê dûr dixîne, dikeve nav xebata lêhûrbûna pirtûkekê.

Mijara niha xwe bi hin beş û berheman ji hêla herêm, zarav û devok bi sînor dike. Yanî lêhûrbûneke qualîtatîv nîne, quantîtatîv e, rêzeristeyeke kurt e.

Ji ber cûrbecûr û gelekiya xebat û berheman ev xebat tenê kilîlek e; biçûk û aloz e. Ne tenê sal bi sal lê dem bi dem, beş bi beş, li gor mijar û nivîskar jî bi rêz dibe.

 

1. Lêkolînên dîrokî (kurtedîroka xebatên li ser zimanê kurdî)

Li gor ramana gotarvan yekemnivîs li ser ziman „Nûbihar[3]“a Ehmedê Xanî ye. Di vê pirtûka xwe ya ji aliyê şekil biçûk lê manetijî de, Xanî zimanê kurdî û erebî mîna ferhengokeke xaçepirs dihunîne û bi vî awayî berhemeke fêrbûna ziman diafirîne.

Piştî Xanî heta sedsala bîstan tu berhem li ser zimanê kurdî ji aliyê kurdan (li gor zanîna min) nayê holê. Dibistanên zimanê kurdî di serî de jin, malbatên kurd in. Ziman ne bi lêkolînên li ser ziman lê bikaranîna ziman ber pêş dikeve. Helbestvaniya klasîk û şevbêrkên gundan, çîrok û metelokên dê, bav, dapîr û bapîran, stran û kilamên dengbêjan, dîlanên zemawend û pîrozbahiya newrozan dihêle ku zimanê kurdî heta roja me xurt û zindî bimîne.

Lêkolînên sedsalên 18 û 19 an piranî ji aliyê keşîşên mîsyoner û rêwiyên Ewropî ve hatine afirandin. Mîna her dînên din xiristiyanî jî dixwaze xwe berfireh bike û bikeve nav civakên din li dinyayê. Piştî têkçûna xaçseferên navîndem, ber bi destpêka nûdema dîroka nivîskî di dînê xiristiyanî de reform pêk tên. Xiristiyan dawiya navîndemê dev ji xaçseferan ber didin. Zana û keşîşên xwe dişînin rojhilata navîn daku li ser gelên wan hereman lêkolînan bikin û têbigihijin ew çi ne, çi dixwazin. Gelek rêwî û kesên dewlemend ber bi rojhilat ve diçin û li ser wan gelan agahî kom dikin. Piştî vê yekê mîsyoner dest bi kar dikin; ev yek dibe sedem ku gelek lêkolîn li ser kurd û Kurdistan jî pêk bên.

Gava keşîş ji bo mîsyoneriyê tên Kurdistan dibînin ku li pêş wan çand û zimanekî gelek xurt û şaristaniyeke kûr heye. Ev balkêşiya gelê kurd dihêle ku hin ji wan di bin bandora çanda wan de bimînin û li ser wan berheman bidin.

Yek ji wanê herî pêşîn Maurizio Garzonî ye. Garzonî keşîşekî îtalî ye û 20 sal di nav kurdan de dijî[4].Berhema xwe ya bi navê Gramer û Ferhenga Zimanê Kurdî[5] amade dike û di sala 1787 an de li bajarê Romayê dide çapkirin. Ev pirtûk ji aliyê rêziman berhema herî pêşane ye li ser zimanê kurdî.

Bi çavê roja me ev berhem gelek asan dixuyê lê ger mirov li gor demê binirxîne rûmeta wê gelek zelal e. Pirtûk ji du beşan pêk tê: Rêziman û ferhengok.

Piştî Garzoni kesên mîna Emil Rödiger, A.F. Pott[6] lêhûrbûnên xwendina zimanê kurdî çêdikin. Xebatên li ser rêziman û bi giştî ziman li Almanya yekemcar ji aliyê Ferdinand Justi[7] çêbûye.Pirtûka wî ya bi navê Rêzimanê Kurdî li Petersburgê (1880) hatiye çapkirin.

Justi beriya berhema xwe alîkariya Alexander Jaba (zanayekî Polonî ye) kiribû ku ew Ferhenga Kurdî-Fransî[8] dîsa li Petersburgê (1879) dabû çapkirin. Herçiqas Justi bi xwe Alman e lê yek ji wan kesan e ku bingeha kurdolojiyê li Rûsyayê ava dike, bi alîkariya hin kesên din mîna Albert Socin[9] ku nivîseke xurt bi navê Zimanê Kurdan di pirtûka Eeugen Prym[10][ de(1887) diweşîne. Mirov dikare bibêje ku ji aliyê naverok berhema herî xurt û manetijî ev nivîsa Albert Socin e. Lêkolînerên piştî wî gelek berjewendî jê wergirtine û ji bo zimanê Kurdî jî ev yek ji bo wê demê bûye dewlemendiyek.

Friedriç Carl Andreas[11] û Houtoum-Sçindel[12] du rojhilatnasên din yên Alman in ku ew jî di wê demê de li ser Kurdî xebat kirine; li Nemsa jî F. Müller[13] xebatên herî pêşane li ser zimanê Kurdî kiriye.

Li Rûsyayê rojhilatzanên mîna I.N.Berezine (1818-1896) li ser devokên kurdî, P.I.Lerç (1827-1884) şiroveya tekstên kurdî, A. Çodzka li ser fîlolojiya zimanê kurdî di sedsala 19 an de berhem dane[14].

Sedsala 18 li Îtalya sedsala 19 jî bi gelemperî li Almanya, Nemsa, Rûsya û Skandînavya ji bo kurdolojî baş derbas dibe. Heta destpêka sedsala bîstan li welatên din xebat li ser zimanê kurdî tune. Tenê mîsyonerekî Amerîkî bi navê S.A.Rhea[15] li ser zimanê kurdî herêma Hekarî hin xebatan kir.

Mirov nivîsa kin ya Şerefxanê Bidlîsî di şerefnameyê de negire ber çav sedsal ji aliyê lêkolînerên kurd li ser ziman bê berhem derbas dibe.

Destpêka sedsala 20 an destpêka jînvedaneke lêkolînan e li ser zimanê kurdî. Lêkolînerên kurd hîn daneketine herêma lêkolînan. Bêdengî heye. Ev bêdengî heta xebata Celadet Elî Bedirxan bi awayek didome. Ber bi nîvê sedsala bîstan dema berhem û lêkolînên klasîk ku ji her alî ve tiştên gelemper dianîn ziman û li ser beşan hûr nedibûn, derbas dibe, demeke qualitatîv (kûrbûn û beşkirin) dest pê dike. Ev kûrbûna dabeşkirinê destpêk ji aliyê lêkolîner û zanayên kurd pêk tê. Em li vê derê tenê çend navên pêşeng bi bîr bînin: Celadet Bedirxan, Tawfîq Wahbî, Eladîn Sucadî, Gîw Mukriyanî...

Beriya em derbasê nîvê sedsalê bibin, destpêka sedsalê hêjayî peyvê ye; ji ber ku gelek berhem li ser ziman hene.

Kevneşopiya klasîk li Almanya, Rûsya, Skandînavya didome. Xebat li hin welatên din yên mîna Amerîka û Ingilistan jî dest pê dike, li wan welatan jî hin berhem li ser zimanê kurdî derdiçin.

Li Almanya Oskar Mann, rojhilatnasekî berhemdar, bi çend salan li Îranê  lêhûrbûn û berhevkarî dike. Di derbarê gelek zarav û devokên îranî, kurdî jî bi zarav û devokên xwe tê de materyalan kom dike. Du pirtûkên wî xurû li ser zarava kurdên mukrî li Berlinê (1906, 1909) derdikevin[16]. Pirtûka wî ya li ser zarava Zazakî bi xebata şagirtê wî Karl Hadank[17] piştî mirina wî (1932) tê çapkirin.

Pirtûka Hugo[18] Makas ku ew bi xwe ji Nemsa ye li Lenîngradê (1926)derdikeve.

Kaj Barr[19] pirtûka rojhilatzanê Alman F.C. Andreas bi A. Çristensen û W. Hennig re (1939) çap dike.

Destpêka sedsalê  Rûsya gelek tevlîhev e. Piştî şoreşa Oktoberê carekî din rê li ber xebatên kurdolojî di serî de jî li ber zimanê kurdî vedibe. Gelek zana û lêkolînerên mîna I.A. Orbeli, I. Avaliani, I.A. Smirnova, R. L. Tsabolov, V. Miller, S.N. Sokolov, I. M. Oranski, L.A. Pireyko[20] li ser zimanê kurdî xebatên hêja diafirînin.

Di vê demê de li hin welatên din jî xebat li ser zimanê kurdî derdikevin. Li Fransa P. Beider[21] Rêzimanê Kurdî (1926) diweşîne. Piştî nîvê sedsalê êdî xebata lêkolînerên mîna Celadet û Kamuran Bedirxan û Tawfîq Wahbî li Ewropa jî serdest e. Gelek lêkolîner di bin bandora wan de dimînin û bi alîkariya wan dest bi lêkolînan dikin. Ji van hinek ev in: Roger Lescot, J. Blau li Fransa; C.J. Edmonds, D.N. Mackenzie li Ingilistanê ûwd.

Li Ingilistanê E.B. Soane, R.F. Jardine, C.J. Edmonds, D.N. Mackenzie, li Amerîka L.O. Fossum, Ernest N. McCarus, Margaret Kahn berhemdarên pêşeng[22] in.

Piştî nîvê sedsala bîstan gelek kesên nû (hinek bi bandora koçberiya kurdan) bala xwe didin ser kurdan û zimanê kurdî. Piştî ku berhemên zana û lêkolînerên kurd[23] jî dinasin ew jî dest bi hin xebatên bingehîn dikin. Hin ji wan xebat û berhemên qualîtatîv didin[24]. Dema herî nû hem ji aliyê kurdan hem jî ji aliyê biyaniyan bi xebatên naveroktijî hîn jî pêş ve diçe.

Zimanê kurdî heri zêde bi berhem û lêkolînerên mezin mîna Celadet û Kamuran Bedirxan, Tawfîq Wahbî, Qanatê Kurdo, Isaq Sukerman, Gîw Mukriyanî, Hejar, Muhamed Mukrî, Muhamed Xal, A.Rahman Hecî Maruf, Zera Usiv, Kerîm Eyûbî, Çerkez Bakayev, Kemal Badilli, Maksîmê Xamo, Eladîn Secadî, Sadiqê Bahadîn[25], Cemal Nebez, M.E. Hewremanî, Maruf Karadaxî, Mardûx, Qadirî Fettahî Qazî, Sêx Mahmûd Kurdistanî, M. E. Bozarslan, Musa Anter, Feqî Hisên Sagnic, Hemîd Ferec, Tahir Sadiq, Ezîz Akreyî, Reşîdê Kurd, Kurdistan Mukriyanî ûwd. ji her alîve gihiştiye lêkolînan, bi pêş ve ketiye û gihiştiye rewşekê ku ber bi kamilbûnê ve diçe.

 

2. Lêkolînerên dema nû

Ji aliyê qualîtatîv xebatên herî pêş ji nîvê sedsala bîstan sçûn ve ber bi pêş çûye. Di vê demê de zêde xebat li ser beşên zimanê kurdî pêk hatine. Ne mîna berê tenê bi gelemperî li ser ziman, rêziman û ferheng lê li ser beşên ziman berhem hatine dayîn. Zêdeyî ji wan berheman li başûrê Kurdistan û ji aliyê kurdên Sovyetê hatine afirandin.

Di dema nû de her diçe xebatên ziman berfirehtir dibin û perwerdeya zimanê kurdî[26] ber bi nifşeyên nû pêl dide. Ziman ne tenê bi xebata yekekes lê bi hin xebatên komikî jî pêk tê. Di vî warî de hin gav ber bi sazîbûnê jî tên xuyakirin. Di vê yekê de xebat hîn di destpêkê de ye.

Lêkolînên kolektîv mîna komcivînên Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ku encam di rojnameya Kurmancî[27] de tên weşandin, konferansên ziman ku ji aliyê Înstîtûta Kurdî li Berlînê tên lidarxistin û encam di kovara Lêkolîn[28] de derdiçin, raman û daxwaza Akademiyeke Zimanê Kurdî[29] ku tê guftigokirin û dibe biryar pêvejoya pêşveçûna xebatên akademîkî zêdetir dikin.

Kurdî ne tenê bi zaravê Kurmancî lê bi xebat û pratîka zaravên din jî bi pêş dikeve[30]. Komika derdora kovara Vate[31] ji aliyê Kirmancî di vî warî de yekemcar ber bi sazîbûn û standartîzebûna zaravê Kirmancî gavekî girîng e.

Gelek kovar û hin rojnameyên[32] kurdî pêwîst dîtine ku cî bidin xebatên li ser ziman.

Dema nû dema gelek berhemên zimanê kurdî û li ser zimanê kurdî ye. Ne tenê pirtûk lê gelek kurtelêkolîn û kurtelêgerîn jî di kovarên biyanî[33] û kurdî de tên weşandin.

Lêkolîn û lêkolînerên zimanê kurdî di dema nû de li her aliyê welat û dervayê welat belav bûne. Tenê çend navan ku mirov bîne ziman: Zana Farqînî, Malmîsanij, Zerdeşt Haco, Reşo Zîlan, Celadet Celîker(Alfabe), Baran Rizgar, Alan Dilpak, Fergin Melik Aykoc, Selîm Biçûk, Ezîzê Cewo, Haydar Diljen, F.F. Omar, Amed Tîgrîs, Mahmud Lewendî, D. Îzolî, Torî, A. Balî, Beyhanî Sahîn, Uso B. Barnas, Elî Serwet, Petra Wurzel, Nesrîn Aydin, Jîr Rexnegîr, Burhan Dinler, Nesrîn Fexrî, I. Nasso, Miçael Çyet, Sîamek Rezaî Dûroî, Salah Azîz, Amîr Hesenpûr, Mistefa Reşîd, Miçiel Leezenberg, Mirella Galletti, Y. Zaharîn ûwd. Hin ji wan li ser perwerde hin jî li ser ziman dixebitin lê girêdana perwerde bi ziman heye, divê navên wan kesan jî bên ziman.

Gelek navên din yên nû li başûr û rojhilat hene. Li başûr sazîbûn li pêş e ji ber ku zanîngeh[34] hene. Zanîngeh rê didin pir kesan ku têzên xwe yên zanist li ser ziman binivîsînin, ev yek jî rewşa ziman bi pêş dixîne.

 

3. Medya nû, Internet ûwd.

Dema nû piştî salên 1990î şûn ve kurd li her derê ber bi sazîbûnê gav davêjin. Di nav sazîbûnê de ciyê herî girîng zanîngeh, Televîzyon[35], Înstîtût û dibistanên perwerdeya zimanê kurdî digirin.

Li başûrê Kurdistan sê zanîngeh hene: Zanîngeha Hewlêr, Zanîngeha Duhok, Zanîngeha Silêmanî. Di van zanîngehan de beşên zimanê kurdî hene. Di wan beşan de bi her awayî lêkolînên zanistî li ser ziman çêdibin. Înstîtûtên Kurdî li cem xebatên xwe yên din li ser ziman gelek radiwestin. Înstîtûta Kurdî ya Stenbolê ferhengeke berfireh bi Tirkî-Kurdî[36] weşandiye. Kurdî-Tirkî jî, ji bo weşanê amade dikin. Înstîtûta Kurdî ya Parîsê piştî kovara Hêvî[37] komika ziman çêkir û Kurmancî[38] diweşîne. Li ba pirtûkên Bedirxan gelek pirtûkên din jî diweşîne. Instîtûta Kurdî li Berlinê ne tenê kovara Lêkolîn, herwisa çend pirtûkan[39] li ser zimanê kurdî jî weşandiye.

Di medya nû de kurd gelek çalak in, mînak; gelek malperên[40] agahîdar di înternetê de li ser ziman jî vekirine. Malperên ziman di nav xwe de ber bi karê akademîk[41] û perwerde[42] ji hev vediqetin. Çend malper bi taybetî li ser ziman hene ku gelek materyalan pêşkêş dikin. Wekî din gelek malperên çandî û kesan hene ku nivîsên li ser zimanê kurdî jî diberiqînin...

 

4. Encam

Nivîskarek dibêje “ziman ne berhemek e, ziman çalakiyek e[43]”, rast e; ziman ne nav çalakiya civakê de be nikare ji jarbûn û têkçûnê bifilite. Giringiya herî bingehîn ji bo pêşvebirina zimanê kurdî, bikaranîna wî bi xwe ye. Li ba kar û xebatên lêkolînane yên zanistî pêwîstî biakranîna ziman di her qad û beşa civak û kesane de heye.

Li gor ewqas pêşveçûn û berheman jî, ziman tenê bi lêkolîn û karên zanistî di nav civakê de belav nabe û bingeh nagire. Ji berfirehbûn û bingehkirina ziman dibistan, zanîngeh û têgîştina giştî pêwîst e. Hîn gelek berhemên kurdî bi zimanên biyanî ne, bi taybetî tirkî.

Rewşa pêşveçûna ziman bi bikaranîna ziman ve gelek nêzîk girêdaye. Ziman bê civakek aktîv, bê peyvdar, nîvîskar, xwendevan û guhdarên çalak ne tişt e. Gelek zimanê di dema xwe de xurt û bi nirx îro bûne dîrok[44], ji ber ku bê civak û peyvdaran mane.

Li gor ku kurd li bakûr[45] bi carekî ve bi xwe hesiyan û dest bi xebata ziman kirin jî, xetereya herî mezin li ser zimanê kurdî li Tirkiyê ye. Tirkiye[46] dixwaze kurd bê ziman bihêle paşê mafê ziman bide wan lê li dijî vê yekê derketin jî bi projejên dûreroj û xebatên kûr dibe.

 ---------------------------------------------------------

 

[1] Li ser hemû beş û zaraveyên zimanê kurdî lêhûrbûn, di nav çarçoveya gotarekê de ne mumkun e. Li vê derê pirsgirêk tenê bi kurtahî tê ziman.

[2] Cemal Nebez li ser dîroka kurdnasî li Almanya lêkolînekê weşandiye lê ev ne risterêzek e gelemperî li ser ziman e, b. Cemal Nebez Kurte Mêjûyekî Kurdnasî le Elmaniya de, Govarî Korî Zanyarî Kurd, cild 1,  beş2, Bexda 1974.

[3] Ehmedê Xanî, Nûbar, Stockholm 1986 (orîjînala Xanî ”Nûbihar” e)

[4] „1762 yιlιnda, bugünkü Musul kentinde dinsel çalιşmalara başlιyan Garzoni, daha sonra Amediye iline gitmiş, yaklaşιk olarak yirmi yιl yaşamιnι burada Kürtler arasιnda geçirmiştir. 1764-1770 yιllarι arasιnda bu eserini hazιrlayan Garzoni, daha sonra onu ilk kez 1787 yιlιnda Roma´da yayιnlιyor. Amediye yöresi Kürtçesi´ni bu eserinde ele alan Garzoni´nin 288 sayfalιk çalιşmasι, iki bölümden oluşmuştur: Dilbilgisi ve 220 sayfayι kapsayan İtalyanca-Kürtçe Sözlük. Bu sözlükte yaklaşιk olarak 4600 sözcük yer aldι.
Kürt Dili Grameri ve Sözlüğü” adlι Garzoni´nin bu çalιşmasιnιn ikinci baskιsι 1826 yιlιnda yapιlmιştιr.”(Rohat, Kürdoloji Biliminin 200 Yιllιk Geçmişi (1787-1987), Köln 1987).

[5] Dal P. Maurizio Garzoni, Grammatica e vocabolario della lingua Kurda, Roma MDCCLXXXVII.

[6] Emil Rödiger, A.F.Pott, Kurdisçe Studien, kovara ZDMG cild III r. 1-63 1840, cild IV r.1-42, 259-280 1842, cild V r. 57-83 1844, cild VII r.91-167 1850.

[7] Ferdinand Justi, Kurdisçe Grammatik, (256 r.) (Comission der kaiserliçen Akademie der Wissensçaft) Petersburg 1880 / Kurdisçe Spiranten, (29 r.) Marburg 1873.

[8] Alexander Jaba-F. Justi, Dictionnaire Kurde-Français, Petersburg 1879.

[9] Albert Socin, Die Spraçe der Kurden, in Grundriss der iranisçen Philologie I,2 r.249-286, Straßburg 1898-1901.

[10] Heinriç Eugen Prym (Hrsg.) Grundriss der iranisçen Philologie 1895-1901 (bi A. Socin re: Kurdisçe Sammlungen: Erzählungen und Lieder in den Dialekten des Tur Abidin und von Bohtan; gesammelt und übersetzt von H.E. Prym und Albert Socin, I-350 r., 1887, II-284 r. 1890, St. Ptersburg.

[11] F.C. Andreas xebata xwe nebiriye dawî, xebata wî paşê ji aliyê Kaj Barr hatiye weşandin.

[12] Albert Houtoum-Sçindler, Beiträge zum kurdisçen Wortsçatz, ZDMG (Zeitsçrift der Deutsçen Morgenländisçen Gesellsçaft, Leipzig) cild 38 r.43-116 1884, „Weitere Beiträge zum kurdisçen Wortsçatz“, cild 42 r.73-79 1888.

[13] Friedriç Müller, „Beiträge belegen zur Kenntnis der neupersisçen Spraçe: Teil II Kurmângî-Dialekt der Kurdenspraçe, (46-r.450-480) Wien 1864, Teil III Zaza-Dialekt der Kurdenspraçe, (48-r.227-245) Wien 1865 (Akademie der Wissensçaft-Wien).

[14] E. Berezine, Reçerçes sur les dialectes persans, Casan 1853 / П.Лерх, Исследовние об ирансиx курдах и их лредках северных халдеях, СПБ, 1856, 1857, 1858 / A. Çodzko, Etudes philologiques de la languue kurde (dialecte Suleimanie), Journal Asiatique, Paris 1857.

[15] S.A.Rhea, Brief grammar a vocabulary of the kurdiş language of the Hakari district JAOS 1, 1872.

[16] Oskar Mann, Die Mundart der Mukri-Kurden, Teil 1, Grammatisçe Skizze, Texte in phonetisçer und persisçer Umsçrift, Berlin 1906; Teil 2: Deutsçe Übersetzung der Texte mit einer Einleitung über Inhalt und Form der ostkurdisçen Volksepik, Berlin 1909.

[17] Karl Hadank, Mundarten der Zaza, hauptsäçliç aus Siwerek und Kor, Berlin 1932.

[18] Hugo Makas, Kurdisçe Texte im Kurmanji Dialecte aus der Gegend von Märdîn, St. Petersburg 1897 / 1924.

[19] Kaj Barr, Aufzeiçnungen über die kurdisçen Dialekte Gärûsî, Sennaî, Kirmânşahî, Korûnî ûnd Kälûn-Abdûî aus dem Naçlass von Andreas, Berlin, 1939

[20] Ji bo van xebatan binêre: Rohat, plj. r. 105-149.

[21] Pierre Beider, Grammaire Kurde, Paris 1926.

[22]Di dema nû de li herderê lêkolîner û berhemdar derketine. Hinek ji wan li ser zaravê Kirmancî dixebitin: mîna Terry Lynn Todd li Amerîka û Paul Luig li Almanya ûwd.

[23] Destpêka xebata dema nû bi xebatkar û lêkolînerên mîna Kamuran Bedirxan, Cemal Nebez, Kemal Fuad û bi bandora kesên mîna I.S. Wanlî, N. Zaza û Hemreş Reşo jîn dide.Ji nav wan K. Bedirxan û Cemal Nebez ji aliyê ziman kesên gelek berhemdar in.

[24] Yaron Matras yek ji wan e ku li ser zimanê kurdî xebatên qualîtatîv kiriye. Magîstera xwe li ser standertîzekirina rastnivîsa kurdî nivîsandiye (b. Yaron Matras, Probleme der Spraçstandartisierung, Am Beispiel der Orthographie des Kurdisçen, Hamburg 1989 / Y. Matras, Ergativity in Kurmanji (Kurdisç), Notes on ist Use and Distribution, Hamburg 1990).

[25] Mirov carna navên gelek mezin jî, ji bîr dike; spas ji Serfiraz Neqşîbendî re ku vî navê giranbiha anî bîra min.

[26] Perwerdeya zimanê kurdî piranî li hin welatên Ewropa û Skandînavya tê dayîn. Swêd di nav hemû welatan de yê herî pêşeng û bingehîn e.

[27] Rojnameya Kurmancî ji aliyê komika Înstîtûta Kurdî ya Parîsê tê weşandin. Her çend demekê dicivin û li ser têgînên hin beşên ziman, dîrok, civak û çand lêhûr dibin û encam jî pêşkêşî bîr û raya giştî dikin. Ji ber teng û kêmbelavbûn û nexebata bi hemû saziyên din di vê behê de encam mîna biryarê pratîk di nav civaka kurd de nakeve jiyanê.

[28] Lêkolîn li ser civaka Kurdistan kovara Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist e. Dem bi dem derdikeve û pirzimanî ye. Gotarên lêkolînî û zanistî li ser civaka kurd bê werger bi zimanên orîjînal diweşîne.

[29] Ramana avasaziya Akademiya Kurdî destpêk bi formê akademiyeke sereke ji bo saziyên zanist ji aliyê birêz I.S. Wanlî hatibû pêşniyazkirin. Ev yek neket jiyanê. Ramana Akademiya Zimanê Kurdî ji aliyê birêz Abdullah Öcalan ji bo sazîbûn û peşveçûna zimanê kurdî hatibû pêşniyazkirin.

[30][30] Li welatên ku kursên Kurmancî hene pircaran yên Kirmancî(Dimilî) û Soranî jî tên dayîn.

[31] Kovara Vate heta niha ji 20 hejmarî zêdetir weşan kiriye û komika wê derdixe saziyek bi navê „Înstîtûya Ziwan û Kultura Kirmancî  ............“ li Berlinê ava kiriye.

[32] B. Berxwedan, Özgür Politika ûwd. (Ew bi zimanê tirkî derdikevin lê cî didin kurdî jî. Berxwedan êdî dernaçe lê Ö. Politika kovarek bi navê Hîwa xurû bi kurdî derdixîne).

[33] C. Sçröder, J. Meyer-Ingwersen, Y. Matras, Geoffrey Haig, Paul Luig, Alessandro Coletti(roh.32) û gelekên din...

[34] Zanîngeh ji aliyê ve ji bo sazîbûna xebatên zanist pêwîst in.

[35] MED-TV di sala 1995 an de dest bi weşanê kir; ev yek ji aliyê gelek kurdan mîna şoreşeke nû hat pêşwazîkirin. Di demekê de ku dijminên kurd nedihiştin kurd ji aliyê çand û ziman bihnê bigirin weşana televîzyona zatelît di girîngiya şoreşekê de bê nirxandin ne zêde ye. Ev yek qedexe û astengiyên dijmin li ser ziman û çanda kurdî vala derxistin, ji ber ku ji her aliyê Kurdistan û gelek welatên cîhanê dihat temaşekirin. Paşê li başûr jî du televîzyon dest bi weşnê kirin.

[36] Zana Farqînî, Büyük Türkçe Kürtçe Sözlük / Ferhenga Mezin a Tirkî-Kurdî, İstanbul 2000.

[37] Hêvî (Kovara Çandîya Giştî) ji sala 1983 heta 1990 heft hejmar derketiye. Di wan deman de kovareke din jî bi navê Studia Kurdica bi çend zimanan derket.

[38] Kurmancî heta niha gelek derketiye û xwe li ser têgînan kûr kiriye.

[39] Binêre: Ali Sarwat, Themen aus der kurdisçen Wortbildung, Berlin 1997 / Selîm Biçûk, Rêzimanê Kurdî, Berlin 1997 / Ilhan Kιzιlhan, Kurdisç Einfaç Lernen, Hînbûna Zimanê Kurdî, Berlin 1998 / F.M. Aykoç, Kurdîzan-Rûberîna Zaravên Kurdî, Berlin 1996).

[40] Gelek malper hene agahdariyên gelemperî didin: amude, nefel,  akin, yektaweb, rûpelên kesan ûwd.

[41] mînak: KAN-Kurdiş Academic Work, Kurd-Lal ûwd.

[42] mînak: dilpak, diljen, ûwd.

[43] Dilaçar, A., Dil ve Gerçek, Dil Yazιlarι I, r.9, Ankara, 1988

[44] Mînak Latînî, Avesta ku kurd pir li ser dipeyivin û jê hez dikin. Li ser zimanê Asûrî/Keldanî gelek lêkolînên berfireh hene lê mixabin ji aliyê civak xwedîlêderketin gelek kêm e û peyvdar hindik in.

[45] Girîngiya pêşniyaza birêz Öcalan vekirina „Okuma Odalarι” (odeyên xwendinê yanî dibistan) bi baweriya min di pratîka kurdên bakûr de hîn jî zelal nehatiye famkirin.

[46] Li gor hin kesên serlêdana Amedê kirine tenê li Amedê bi dehan TV û Radyoyên herêmî weşan bi zimanê Tirkî dikin. Li Amedê beriya salan kesek newêribû bi tirkî bipeyive, M. Uzun digot reş gelek xirab e, xortên temenê wan bin bîstî de êdî kurdî napeyivin. Dewleta Tirk beriya demekê aksiyona diyarîkirina TV ji bo bajarên mîna Hekarî kiribû. Ev giş didin xuyakirin ku dagirker di guhertina metodên xwe yên asîmîlasyonê ne ewçend paş ve mane.

 

Çavkanî

- Bedir Khan, Emir Djeladet und Lescot, Roger, Kurdisçe Grammatik/Kurmancî-Dialekt, Bonn, 1986
- Bedirxan, Kamuran Ali, Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971
- Bedirxan, K.-Şivan, S., Zmanê Kurd / Kürt Dili, Istanbul
- Edmonds, C.J., Suggestions for the use of Latin çaracter for the Writing of Kurdiş", JRAS, Jan., 1931
- Fuad, Kemal, Kurdisçe Handsçriften, Wiesbaden, 1970
- Hajo, Zaradaçet, Indo-Iranisçe Spraçstudien, Inaugural-Dissertation zur Erlangung des Grades eines Doktors der Philosophie dem Façbereiç Germanistik der FU Berlin, Berlin, 1982
- Hassanpour, Amir, Nationalism and language (1918-1985), San Fransisco, 1992
- Hejar, (Ebdul-Rehman Serefkendî) Farhang-e Kordi Farsi, Hanbana'borina, Tehran, 1991
- Jalil, Ordixane & jalil, Jalile, Zargotina Kurda I, II Nauka press, Moskow, 1978
- Kren, Karin, Kurdologie, Kurdistan und Kurden in der deutsçspraçigen Literatur, Kommentierte Bibliographie, Münster 2000
- Kurd, Reşîdê, Rêzimana Zimanê Kurmancî, Beyrut-1956, Norsborg-1990
- Kurdo, Qanatê, Zimanê Kurdî/Rêzıman, Frankfurt/m 1981 (berê: Kurdoev, Kanat Kalaşeviç, Grammatika kurdskogo jazyka (kurmandzhi): fonetika, mrfologija Moskcow, 1957
- Kurdo, Qanatê, Gramera Zmanê Kurdi / kurmanci - sorani, Stockholm 1990 (berê: K. Kanat, Grammatika kurdskogo iazyka na materiale dialektov kurmandzhi i sorani Moskva, 1978)
- MacKenzie, D. N., Kurdiş Dialect Studies, I-II, London, 1961-1962
- Matras, Yaron, Probleme der Spraçstandartisierung, Am Beispiel der Orthographie des Kurdisçen, MA, Hamburg, 1989
- Matras, Yaron, Ergativity in Kurmanji (Kurdiş) Orientalita Suecana XLI-XLII (1992-1993)
- Nebez, Cemal, Zimanî Yekgirtûyî Kurdî, Amberg, 1976
- Rohat, Kürdoloji Biliminin 200 Yιllιk Geçmişi (1787-1987), Köln, 1987
- Socin, Albert, Die Spraçe der Kurden, in: Grundriß d. iran. Phil., Strassburg, 1895-1901

- (Lêgerîn di Kovaên kurdî û malperên internetê gelek zêde alîkariya vê nivîsê kirine ku yek bi yek anîna wanê ziman li vê derê pêwîst nayê dîtin)

 
-----------------------
Konfiransê dîrokê 2001


Birêz Hisên Kartal li cihê
ş sh û li û li cihê ç ch dinivîse
çavkanî: http://www.nujin.de/
 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin