|
Ji (Îva) re
Ey xunava ji perîn nêrgizaeke taze ketî... ey ew
awaza serxweşa ji nalînên sîvandûkeke birîndar
derketî.. ey sîvandûkê.. sîvandûka sîvanda dilê
minê roxandî.. çiqas te binivîsim..! peyv bi
dawî tên û to her dimînî cwaniyeke nepesinkirî û
ne nivîsay.
Hooo aryana giyanê min.. hoo ew pêla serxweşa bi
hemû bîrhatin ve li ber sîngê xwe danaym û birîm..
ey xwediya hemû henasên min.. xwediya lêdanên
dilê min.. hemû hest min di dilê xwe de
veşartibûn.. îşqa te tirsek bû.. tirseke mezin
bû.. ez di tirsiyam to hest bi min bikî.. di
tirsiyam to dilê min hêv bikî..dilê min agirek
bû bi sed agiran nedihate sotin.. agırek bû weke
xwe.. agirek bû niza ji çi çêbibû.. agirek bû ji
nexşê dilê min vebibû.. hemû hest mane di dilê
min de.. min ne gotin.. min fedî dikir.. di
tirsyam ji viyanê.. ji zelaliya danpêdanê..
nizanim.. tirsiyan.. şermînî.. ayetên viyanêne
yan viyan kujin.
Ey stêrka seherê.. bayê sebayê.. ey awaza
mestiyê.. selîqa semayê.. nê bay.. bi şermînîya
xwe belên dara yên lalkirîn.. nê awazê.. bi
şermînîya xwe dilê minê mest kirî û di meyxaneya
çavên tede yê rakiriye semayê.. nê îşqe lêvên
sofiya ji tirsa da.. ji şerma da dilerizîne..
belê îşqe perên pelatînka ber bi gula di hejîne..
erê îşqe cwantirîn dêm di xemê de di çirmisîne..
erê îşqe.. dema te dibînim.. ji sînoran di
tirsim û dûratî dilê min dikete dojehek ji
bêrîkirinê û di vemirîne.. erê îşqe.. îşqa teye..
min sax dike.. min di mirîne.
Ey mezintirîn dil.. cwantirîn gul.. kûrtirîn kul...
eve te çi limin kiriye.. eve çiye.. ezê bêriya
te dikim.. eve çi li dilê hatiye.. na.. eve ka
dilê min.. na.. eve ka ez.. li kûderê me..ber bi
kûderê te birîme.. min dilopeka îşqê di viya..
deryayek hat.. bitenê min rondikek di viya..
girîneka herûher hat.. bitenê min bîrhatineke te
ya ji dûr diviya.. to bi hemû sihr û cwanî û
nazikî u şirînî u mezinatiya xwe ve hatî... ez
zaro me zaro.. min hêza cwaniya te nîne.. min
dilê helgirtina biçûktirîn xema te nîne..
Dizanim.. her ji îro.. dê bi îsqa te jîm.. dê bi
îşqa te mirim.. di zanim.. dê giyanê xwe ji laşê
xwe derînim û firim.. dizanim.. warê to lê.. her
cwaniyeke dêmê te lê.. wê bikim qîble..
peristgeh.. welat.. û jê na zivirim.. çunke to
resentirîn cwanî yî min hest pêkirî.. to
mezintirîn dilovanî yî min hêv kirî.. lewma
sereray tirsinakiyê.. lawaziyê.. mirinê.. min to
divêy.. bi hemû şêtîya helbestvana min to divêy..
û diher henaseke îsqa te de.. ezê hest dikim to
mirinî û to ya ber bi canê min dihêy:
Ey destpêka hestkirina min.. ey dûmahîk axavtina
min.. ey cana bûye pîroztirîn şah û perî.. ma
çiye ger kêlikekê di çavên te de binivim..
bimirim.. ma çiye ger xemeka te bikeme xanîkê
xwe yê biçûk û heta hetayê dergehên wê li xwe
bigirim.. ma çiye ger jiyê xwe bikeme nîsanokeke
buharî û diber pora tere biçînim.. ma çiye ger
di îşqa tede fena bibim.. di îşqê de hemû tişt
helale.. di îşqê de dûdilê.. mehale.. di îşqê de
jêkvebûn mirine.. zewale.. ezê bi îşqa te dijîm
û li bajarê min îşq qeçaxtirîn qumare..
bilindtirîn serxweşiye.. sotine.. buhujîne..
meye.. xumare.
Evca were.. eve ezim.. murîdê te.. pê lidûv pê
te.. heya bê dawiyê dê te perêsim.. dê te keme
di pîroztirîn perirtgehve.. dê te keme di
cwantirîn baxçê dilê xwe yê sotingeh ve.. dê
hestên xwe.. helbestên xwe.. keme taceka zêrîn û
di gerdena te kim..
Were.. dilê min bike gul.. giyanê min bike
guldan û pencera jora xwe pê bi xemlîne.. xûna
min bike xunav û lê bireşîne.. were û ger te
viya.. rehên dilê min bi nînûkên xwe yên
boyaxkirî bi qetîne..
Ey şemamoka bustan û avîya.. ey pişkuja bi
nazikiyê nazik bûy û paldaye berfa çîya.. ey
rengê ji tîjka rojê çebûy û çipik rêtîn ji
keziyên kevîya.. şerbeta mêwuja û xoşava ji
hijîran çêbûy bised rengên şirînîya.. ey
mezatiya hinara.. û teqalka pirteqala.. û ava
tezîya lêvên hemû têhnîya.. ma to bêjî rojekê
destê min negehîte ewê porê.. wê gerdenê.. ewan
royên weke sêvên berwarîya.. dê were.. destên
xwe pirî îşq bike û li bejna aşiqê xwe bireşine..
û nehêle çi xwezîya.
20/08/2007
|