| |
|
|
|
Kerem Yûsiv:
Ez nizanim bi kurdî binivîsînim lê ezê binivîsînim! |
|
rojava.net 08.09.2005 |
|
|
Selîm Biçûk
Ezê di serî de pirseke sivik bikim: Gelo Kerem Yûsiv çi dibêje?
Belkî hin kes vê pirsê bixwînin û bikenin û bersiva min bi pirsek
din bidin: Ma şîrove ji vê hevoka birêz Yûsiv re dibe? Ew zelal û bi
serhişkî dibêje; tevî ku bi kurdî nizae wê bi kurdî binivîse. Ez
pirsê kûrtir û firehtir dibînim û hêja ye ku di meydana kurdî de
bibe cihê lêkolînên berfireh. Tenê di vê kurtegotarê de dixwazim
balê bikişînim ser pirsgirêkek mezin ku bûye asteng li pêşiya
pêşveçûna zimanê kurdî. Ev pirsgirêk bêtir ji rewşa bindestî û
dagirkeriyê bi civata kurd ve girêdaye. Yek ji nexweşiyên giran yên
gelê kurd û di serî de tevgera siyasî ya kurdistanî ye.
Kerem Yûsiv karibû hevoka xwe bi vî awayî binivîse: Ez kurd im û ezê
bimînim kurd! Ji ber ku ziman bi xwe netewe ye. Bê ziman cihê
neteweyekê li ser vê zemînê nîn e. Tenê ziman wek hêlînek xweristî
ji bo çandê bi giştî dikare kesayetiya mirov form bike û şikil û awa
bidiyê. Ziman ne tenê alavek têgihîştinê ye, ew avakerê kesayetiya
netewî ye. Dema ez bi zimanên tirkî, erebî û farisî dixwînim,
dinivîsim û dihizirim, ez bixwazim yan nexwazim di kesayetiya xwe de
çanda wan milet û neteweyan bi cih dikim. Pirsgirêk ne tenê
nivîsandin yan jî xwendina ziman e. Ji bo ku ez taybetiyên xwe yên
netewî, giyanî û civakî biparêzim û bijîm pêwîst e ez bi zimanê xwe
bijîm. Pêngava yekemîn jî ji bo jiyana bi ziman re û di ziman de bi
fêrbûna wî zimanî dest pê dike. Ji bo ez kurd bimînim divê ez bi
zimanê kurdî bijîm û ji bo ez bi zimanê kurdî bijîm divê ez kurdî
fêr bibim.
Di aliyekî din de, pirsgirêka ku Kerem diavêje meydanê wek şûrekî du
alî ye. Tevî ancamên xwe yên erênî dikare bibe sedema têkçûna zimanê
kurdî jî. Ev aliyê nebaş yê pirsê girêdayî malperên kurdî û
rêvebirên wan e. Tevî ne pêwîst e her yekî kurdî fêr bibe, bibe
nivîskarekî kurdî lê kurdekî dilsoz dikare di destpêka fêrbûna kurdî
de, wek nivîskarekî kurd jî tevgerê bike. Di vir de delamet û barê
malperên kurdî ew e ku bi wî kurdî re alîkar bin û nivîsên wî li
gora rêziman û rastnivîsa kurdî belav bikin. Berevajî vê yekê em
dibînin ku piraniya malperan wan nivîsan wek ku tên diweşînin. Ji bo
kesên nû dest pê dikin û kurdî fêr dibin pir caran ev malper çavkanî
ne. Bi vî awayî rolek mezin dilîzin ku ew kes li ser bingehên şaş û
bi tevîheviyek mezin ziman fêr bibin. Eger weha dewam bike û
malperên kurdî çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re nebînin wê ziyanek
mezin bidin zimanê kurdî û dê nifşekî kurd li ser bingehên şaş û
tevîhev fêrî kurdî bikin.
Aliyekî din yê pirsê ew e ku tevgera siyasî doza çareserkirina pirsa
kurdî dike, ev çareserî di azadiya çand û zimanê kurdî de tê cî.
Eger ziman û çand ne pirsa sereke be bo tevgera siyasî ya kurdî
mirov dikare bêdawî nîşanên pirsê li ber wê tevgerê û xebata wê
deyne. Armanca têkoşîna gelê kurd ne ew e ku desthilatdarekî biyanî
bi yekî kurd biguhere, armanc azadiya neteweya kurd e û bê ziman çi
wate bo vê neteweyê namîne.
Eger her kurdek mîna Kerem Yûsiv birik û serhişkî bibêje; ezê zimanê
kurdî fêr bibim û bi zimanê kurdî bijîm, kurd gavek ragîr ber bi
azadiya xwe ve diçin. Ev daxwaz ne tenê fêrbûna zimanekî ye, ew
bêtir parastin û rizgariya neteweyekê ye. Girêdana bi ziman re
girêdanek netewî ye û di serî de welatparêzî ye.
Kesekî bi zimanê erebî, tirkî û farisî dijî, bêçare dimîne ku heta
bi radeyekê mîna ereb, tirk û farisan bihizire. Ji ber ku ziman
avahiya bîr, boçûn û ramanê saz dike.
Dema em têbigihîjin ku ziman rolek hewqas mezin di kesayetiya netewî
de dilîze dê ne tenê kerem vê gotinê bibêje. Bi milyonan kurd wê
dubare bikin û ber bi fêrbûna kurdî de biherikin. Di serî de
siyasetmedar û kesayetiyên kurd gereke pêşengiya vê yekê bikin û
bibin mînak bo gelê kurd. Birêvebirina siyasetê bi zimanekî din
nakokiyên bîrdozî (ideologie) û ramanî diafirîne û ev yek dibe
asteng li pêşberî kar û xebatê. Ew siyasetmedarên kurd ku bi erebî,
tirkî û farisî dihizirin, pilan û bernameyên siyasî pêşkêş dikin û
bi wan zimanan têkoşînê birêve dibin wê nikaribin xwe ji çand û
bîrdoziyên wan neteweyan rizgar bikin. Ew bîrdoziyên ku bi xwe li
dijî pilan, bername û daxwazên gelê kurd in. Encama vê yekê zelaltir
li Kurdistana Bakur tê xuyakirin ji ber ku li wî perçeyî pişavtin û
helandin dijwartir li ser gelê kurd hatiye meşandin.
Di fêrbûn û bikaranîna ziman de tenê vînek xurt û daxwaz gerek e. Kî
ew vîn û daxwaz li ba wî hebe dikare bi zimanê xwe fêr bibe. Her yek
wek kerem Yûsiv bibêje: Ezê bi kurdî fêr bibim û bi kurdî bijîm ji
bo ez kurd bimînim wê demê çi astengî namîne. Lê berî her kesî ev
yek ji serok, pêşeng û kesayetiyên kurdî tê xwestin.
|
|
|
المقالات
المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع |
|
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE |
|
|
|