Perîşanê Kurd
Dîsa sawêrên te dîlber
hatin serdana çavê min
êşek mêrkuj û pir dijwar
xwe berdaye hinavê min
felek dîsa perîşanî
kirye nîşana navê min
Çi bêhûde û bê çar in
hemû hêvî û lavê min
tenê êş û kul û keser
bûne rav jibo davê min
Dîsa l,hawêr xwe dinêrim
li ber çava te nabînim
ez dergûşa daxwazê dil
bi omîdê dihejînim
herdû çavê melûl û tî
bi sawêran dixapînim
tu dengê min nabihîsî
va bi hewar û qêrîn im
Dîsa buhar va bişkivî
dê were civana mi,lê
Bilbilê mest û hêvîdar
ketye hembêza sorgulê
dil tev de warê şahiyan
yê min tenê warê kulê
rewşen êdî maye dereng
wê kengî roja min hilê
dê birîna min bipîve
ey gawirê . ey bê dilê
Te li ser sînga gewr û naz
du alê sipî hildane
ku ez têm wan biramîsim
li ser min ceng û talan e
ji çavan pir dibarin tîr
li ser min wekû baran e
gelo yê bimre bo dîlber
gawir e, ew bê îman e
yan di ola evînê de
Şehîd e, ew pakrewan e?
Erê dîlber bi evînê
te barê dil pir giran kir
keleha şahiya dil te
bi durbûna xwe wêran kir
birîna beko ewanan
bi hesrê min te derman kir
ji ber êşa vê dûrbûnê
min pir got û min pir bang kir
veger şêrîn veger şêrîn
te dilê min perîşan kir .