|
Vê naziyê diyarî
Mihemedê Mûsê dikim,
pêşkêşî qeşengiya
deştenazê dikim.
1
Wek xemla hetavê derbarî rojîna
êşê, te rûkenîna rojavahiyê bi çirûskên şingîna
hêrs û diltepiyên xwe ber bi rojavahiyek nû de
her kêlîkê geş dikir, û di her gavê de çavê
deştenazê li bêjna te ya mermerî digeriya..
Wek vê rojê
wek vê havînê
wek vê kêlîkê
Ev roka ku her destê sibê, xwe li
ber sîbera xewnê te ditewand, di hêlîna xwe de
geşengî helawist, vê sibê hilnehat, vê sibê
sibehê guliyên xwe ji gulhinarên peyvên te hina
nekir.
Mijistana tariyê hîrehîra
nediyariyê di mêlak û kurçikên leşker û
pasevanên xwe de gur dikir û te li dergehên aso
dida, tu ne diqerimî, tu ne diwestiyayî ji li
derî dana berbangê, û deştenaza nazenîn li
hêviya te xemgînî dicût û li ber çongên rokê
derd û êşên gulên xwe radixist.
Heyv jî stûxwar û melûl dima, li
ser stirana destên te diponijî, dihênijî,
dilewlijî…
2
Deştenazê.. nazenînê…
Wek vê kêlîkê, sîperê ronahiyê li
asîmanê deşta te difiriya, axavtinên xwe yên
nerm û germ li riwê şevnemê dadiweşand. Kevok û
çivîkên derbeder di awirên çavên wî de nexşên
baskên xwe avdidan û bala firînên xwe li her çar
aliyên aso bi mijankên wî yên kêmxew dipîvan.
Her kêlîkê, deşt li ber radana
pêngavên wî teng dima. Şevê ta digirt, û tarî di
tûjbûna awirên wî de bê saw dibû.
Deştenazê, de di hêlek qorzîka
çavên xwe re lê binêre, bê çawa bejan te di
pêjna wî de firehe, bilind û bala ye, li gorî
bilindahiya xewnên te deryaya hebûnê qam dike,
guh li metirsiyê nake, hemî xêzên sor pêşberî
xewnên baskên wî diherifin, pirr ji te hezdike,
sîperê dilê te ye.
Deştenazê..
de tu jî hinekî jê hezbikî .
3
Deştenazê…
Aniha girtiyê du çavên te di
qeşaya tariyê de dilerize. Zincîrên kirêt destên
wî yên xewdawendî dikojin, disjoin, dikujin, lê
destên wî namirin. Wisa di cîgeha tariyê de li
ber dergehên hesinî gava herdu destên xwe
hejandin û ji keziyên genimê te re libakir, û
got: Bijî deştenaz, bijî zeviyên genim û
zeytûnan, bijî bexçeyên nok û nîskan, bijî newal
û qilaç û kendal û bandev û çemên deştê, bijî rê,
riya dilê deştenazê.
Wê çaxê, li ber deriyê dadgehê..
dilê kolanên bajarê dîl gurmîna xwe ya berî dawî
di nîvê xirecira toza sedsale de dadiçikand û
hejîrên lêv nîv li ken û nîv daliqiyayî di
giriyê hejaran de yên li rêrexên beravîtî
raxistîbûn, bişirîna rengên xwe ji pakîzeya
sorpêçiyên wî werdigirtin. Û darên pembo di
qijîna tîrmehê de li bendemana hevdêtina ku bê
gwêzikên rojên xwe li ber hedana hetavê
dibişkivandin.
Li ber deriyê dadgehê…
qêrîna destên girtî çûn û hatina
gêrikên mûristanan li hev diherbiland û
dadmendiya req xwe di kincê şermiyê de
dinuxumand.
Wê çaxê, çavên tiriyê bej li sema
baranê bûn, û zincîrên dest di helkehelka kîna
xwe de sernixûm ber bi reşiyê de nişîvdibûn.
De rabe deştenazê, rabe
piştgiriya sîperê dilê xwe bike, rabe piştgiriya
girtiyê evîna xwe bike.
4
De rabe deştenazê…
De rabe sihirbazê, û hinekî li
hawîrdora çelengiya xwe her û were, dizanim tu
pirr xweşik û nazikî, û qeşengiya te ne kêmî ya
Qendîl û Araratî.
Deştenazê ma ne tu pêkên çiyayî,
û sînga te ya berfînî mêrga balendeyên çiyayî.
De rabe û wan çavên xulmaşbûyî bi
nîgaşa nikilên sîperê xwe têmar bike, û mereqa
dwazdê buharê dîsa di rewanê genimê xwe de gur
bike, û xweliya gul û çîçekên ku xwe bo serokê
girtiyan şewitandin li ber destê axa pîroz
raxîne. Ji bîr neke hîna bêhna goştê Mezlûm ji
dîwar û banê zindanê hildibe, ma ne gîhak û
genimê te li ser bayê wê bêhnê gul didin.
De rabe deştenazê, deriyê zindana
girtiyê dilê te têde dinale pirr asê ye, û
pasevanên li ber derî kerr û lalin, bi lavan
derî qet venabe.
5
Deştenazê…
dizanim tu ji sîperê xwe pirr
hezdikî, de bila raperîna hezkirina bûnewerên
hindirê te rapelike hemî aliyan, û hemî alî
berzûrî xirecira mijê bibin.
Aniha basevanên tariyê di taya
mirina xwe de rojên xwe yên dawî dihejmêrin, roj
li pey rojê zuhabûn û talî di gerdena wan ya dîl
de zîl didin û rê û rewanî li pêş xewnên wan
winda dibin, ger tu bixwazî vê yekê baş nas bikî,
rabe karûbara xwe bike û here serdana girtiyê
evîna xwe, her tê vê rastiyê di şorbûna laşê wî
de bixwîne.
Goştê sîperê te şore, ji şorbûna
axa Şorê ye, tucarî ev goşt bi tajanê stemkariyê
naperçive, û derûna wî bi şîrê bayê rojava
perwerdebûye, tucarî tarîping nasûrike hindirê
wî û sistbûn û lawaziyê di kabokên helwestên wî
de bi cî nakin.
De rabe deştenazê
evîndarê te tî ye
ma ne evîna te hêza dilê wî ye.
6
Deştenazê…
de rabe çingîniya zingilê
comerdiya xwe tevlî çingîniya mêrxasiya şeydayê
sîbera xwe bike û di karûbara nîgeraniyê de
lehiya dînbûnê amade bike, û hizr û endîşeyên
lehengê doza xwe, ku rehên xwe berdane kûrahiya
hinavê te, ji nû ve di dilê zimêt û sersipîk û
stirîzerkê, di dilê pîvong û bizbilîq û kerengan,
di rewanê axa tî de biçîne. Û ji xwîna damarên
xebata girtiyê evîna xwe jehên berxwedanê saz
bike, û ji parsûyên helwestên wî stûna
xweragirtinê çê bike bo nehişiya asîman û xişm û
zînata zordestan ku bi ser deştvaniyên te de
dibare hilgire, û di kûrahiya wan de kaniyên
xwenasînê, hevperwerî û hevgirtinê dijî niyarên
xewnên genim û zeytûnan raperîne.
7
Deştenazê…
de hinekî li bîra xwe bîne, û
bîreweriya xwe ya qedîfe ji nêv pençê
nehişyariyê raçikîne.
Çoşa giyanê girtiyê dilê te
çemekî serxweş diherike
serxweşiya bêdengiyeke dûr û
dirêje
serxweşiya birûsk û tavên biharê
ye
serxweşiya evîna te ya sihirbaze
ku her kêlîkê xwînê di cendekê deştê de
ditewirîne, û gorên bê kêl, kêlên bê nav û navên
ku xwedê û firiştên wî jî wan napejirîne di
xewxweşiya mirina xwe de li ber bayê tolka
rewanê te direqisin.
De rabe deştenazê..
Hewlbide ku hinekî ji vê
serxweşiyê, hinekî ji vê sema dînîtiyê, û hinekî
ji cigerdariya evîndarê xwe di ziravê hewar û
lavlavê de biçîne.
De rabe li çareya serê xwe û serê
şeydayê xwe bigere
De rabe, hovên vê demê ji hovên
dema berê gawirtir û hovanetirin.
De rabe û wê kembera reş û tarî
ya li nava omîdên te rapêçayî ku her kêlîkê
xweliya rîp û dek û pîlanên xwe bi ser dûşîzeya
te de dadiweşîne û zordestên qehwerengê çavên te
bi yasayên hovane ji kiryarên xwe yên hovane can
û laşê te kîsin dikin.
Te ber bi nebûnê de radajon
Te ber bi mirinê de kedîdikin
Ra çandiniyên te jî roj li pey
rojê di birçîbûna çavên xwe yên nebar de
dişewitînin, keda çotkar û karkerên te dixwin û
xwêdana wan bi kirêtî dadiqurtînin.
De rabe deştenazê
bila çiya jî carekê li pey te
bazbidin.
8
Deştenazê…
de rabe û mistekê ji wê xemgîniya
xwe ya giran tevlî şorbûna axa bindest bike.
Şorahiya axê pirr zor û dijware,
di gava ku xemgînî û şorahî di hev de vegevizin.
De rabe û hinekî ji stirana destê
girtî di mêlak û hinavê xwe de dawerivîne.
Stirana destên girtî jî gelekî
noye, loma di qeyd û zincîran de dinalin,
dikalin, diarin.
Lê tu dikarî nanê berbangê li ser
arihandina wî destî bibirêjî.
Tu dikarî arezûyê di pirça xwe ya
zêrînî de vêxînî gava tu xwe berzûrî navika
mêrxasiya sîperê xwe bikî.
Tu dikarî baweriyê li dilê bênder
û palên pûş vegerînî.
Tu dikarî jiyanê ji hêrsa girtiyê
xwe di termê deştê de ji nû ve vejînî.
De rabe deştenazê
ma ne di ferhenga çavên zordestan
de, tu biyanî, bê canî, tu bûnewerek li ser riwê
zemînê bo jiyanê nehêjayî…
De rabe deştenazê
girtiyê evîna te li hêviya
lîrelîra te ye, û zeviyên genim û nîsk û
pemboyan û darên zeytûn û sîv û hinaran li
hêviya hîrehîra damarên te ne.
De rabe deştenazê
stirana te noşîna dilê girtiyê te
ye.
|