|
Êzîdiyê Binxetê du beş in:
1- Beşê pêşî êzîdiyên êla Sûana ne,
li herêma Amûdê ne ji gundê Kerengo
dest pê dike ta digehine herêma
Hisiça gundê Toliko, ew bi dev
herêma Wêranşarê ve ne. Ew
niştevanên resen yên herêmê ne.
2- Bêşê din piştî Şoreşa Şêx Seîdê
Pîran, sala 1926an dema Sûrya di bin
destê Fransa de bû bi Haco re binxet
bûn. Ev êzîdî ji êla Hevêrkan in.
Weke tê naskirin sê ol di nav
Hevêrkan de hene, ew misliman in,
êzîdî ne û yan jî fileh in û li nav
Hevêrkan nexerîb e, ko malbateke
misilman pismamê malbateke êzîdî be.
Êzîdî li van gundê Cerihê bi cih bûn:
1- Tilxatûnk
2- Alalareşa
3- Otilce
4- Mizgeft
5- Qubik
6- Dirêcîk
7- Tirbespî (bi jimareke kêm)
Piştre hêdî hêdî komek êzîdiyên
Xalitan ji herêma Sêrtê ji ber zilm
û stema şêxên misilmanan binxet bûn
û li nav gundên êzîdiyên Cerihê bi
cih bû.
Di nav van salên dawî de gelek
êzîdiyên Hevêrkan û Xalitan
barkirine Ewropa û bûne penaber. Lê
hêjî gundên weke Tilxatûnkê û Otilce
ava ne û gelek li Tibespiyê bi cih
bûne.
Hevêrka ji sê olan pêk tê:
misilmantî, êzîdayetî, filehtî . Di
be ko di yek gundî hersê ol hebin
tev pismanên hev bin. Tev weke hev
in û ji ber olê xwe di ser hev re
nabînin. Di heyamên dubendî hebû xwe
li ser hev didane kuştin û cejnên
hersê olan li hev pîroz dikirin. Li
nav kurdan nimûneyekî din jî heye ko
behwermendê sê olan di êlekê de
hebin, ew jî êla Mala Faro ya yan jî
dibêjinê êla Pencînaran.
Dema êzîdiyên Xalita hatine Cerihê
ew jî weke êzîdiyên Hevêrka bi qedr
û qîmet bûn, Mala Haco cudayî di nav
wan û yên hevêrkî de nekirin. Dibe
ko ji ber wê jî têkiliyên Haco bi
êzîdiyên herêmên Amûdê û Hisiçara re
gelekî xweş bûn û ew dostên xwe
didîtin. Ta roja îro jî ew têkiliyên
Mala Haco bi wan re berdewam û pir
baş in.
Êzîdiyên Hevêrkan ev bavik in:
1- Dasika
2- Kelika
3- Elîreşana
4- Bacola
5- Mihoka
6- Kevnasî (li gor navê gundê
Kevnasê)
7- Kîwexî (li gor navê gundê Kîwexê)
8- Baminmî (li gor navê gundnê
Baminmê)
9- Taqa (li gor navê gundê Taqa)
10- Xirabiya
Karê piraniya wan çandinî bû, lê
gelek ji wan xwende ne, dikan
vekirine bi gelemperî ti cudaya wan
di vî warî de ji kurdên din nîne.
Ti caran xwe bi ereb û tirkan re
girê nedane, lê têkiliyên wan bi
kurdên ji olên cuda re pir xweş û
dostane ne. Bi tenê herêmên ko şêxan
li serdestî dikir, zilm û zor li
êzîdiyan dikin, nimûne herêma
Xalitan.
Cilên êzîdiya
Mêr: Kiras û terpê dirêj li xwe
dikin, berstika kirês qewartiye nabe
ko qelaştî be, nabe cil bi pişkok
bin, rengê wan spî ne, kurtkirina
simbêlan nayê hezkirin. Mêrên êla
Ciwanan bi kezî ne.
Jin cilên şîn li xwe nakin, hez ji
cilên spî dikin. Metelok jî dibêje:
’Êzîdî ne cil spî ne, buhuştî ne’.
Mehrkirina gelek jinan neguneh e, lê
kêm ji jinekê bêhtir tênin.
Êzîdî nabe xesan bixwin.
Ola êzîdiyan
Du desthilatiyên êzîdiyan hene:
1- Desthilatiya Yasadanînê
Ew di destê Xityarê Mergehê ye. Li
Lalaşê dimênin û berpirsyarê wê ne.
Çavdêriya şaşîtiyên mîr, şêx û pîran
dikin. Biryarên wan dive bêne
pejirandin.
2- Desthilatiya Bicihkirinê
Di destê Mala Mîrê Êzîdiyan (Mala
Mîran) de ye. Çar tawis û du çira li
cem wan dimênin. Mîr tawis û çirayan
dide qewalan ew jî wan li nav
êzîdiyan digerênin. Êzîdî tawis û
çirayan xelat dikin, qewal jî beşekî
xelatan didine mîr. Her jin û mêrê
êzîdî dive here cem Tawisê.
Desthilatiya mîr fereh e. Dikare
êzîdiyan ciza bike, nahêle ko zorê
li hev bikin, nirxê mehra jinan
nîşan dike û çarê ji pirsên civakî
re dibîne.
Êzîdî tev çar beş in û çîn di nav
beşan de hene. Çar mezheb jî di nav
wan de hene û bi şêxan ve girêdayî
ne:
1. Şêxê Şêxşems
2. Şêxê Melik Ferxedîn
3. Şêxê Adiya
4. Şêxê Şêx Bûbekran
Di her beşekî de mîr, pêşîmam, şêx,
pîrê pîran, pîr û feqîr hene.
Qewaltî ne çîn e, qewal bi tenê
Tawisê li nav gund û bajar digerênin.
Mêr û jina êzîdî dive ji nav tebqa
xwe bizewice.
Feqîr kenzekî dirêj ta serkabê û
bêzendik li xwe dikin, jê re Xirqe
tê gotin. Feqîr Xirqe bi destê xwe
dirêsin û çêdikin. Dema Xirqe li
feqîr be, nabe ti kes li cihê ko
Xirqe dinixumêne, bixe.
Koçek:
Koçek xewnekê dibîne û dibe sofiyê
terîqetê. Ew tiştên nehînî dizane û
dibîne.
Pêşîmam
Pêşîmam çil rojên havînê û çil rojên
zistanê ji sibehî ta êvarî rojî
digire, lê eger mirîdekî ew bire
malê û xwarin danî ber, dive pêşîmam
xwarina mirîd bixwe.
Cejên êzîdiyan
1. Eyda Mezin yan jî Eyda Êzîd:
Hemû êzîdî, piştî rojîgirtina sê
rojan, vê cejnê dikin.
2. Batizmî:
Ne hemû êzîdî vê cejnê dikin, bi
tenê êzîdiyên Çêlika Hevêrkan wê
dikin. Di Batizmiyê de gelek şahî û
govend û dîlan e. Di nav êzîdiyan
malbatek heye ew roja Batizmiyê
êvarî Xewrê çêdike, ji wan pê ve jî
nabe kesekî din wî karî bike.
Malbata Xewre çêdike çend keçikên
bakir hildibjêre û ew keçik bi rûn
Xewrê distirehin. Her mal li gor
jimara xwe mistên êrd,werselên goş û
mewîjan dibine mala Xewre lê çêdibe.
Li mala mezinê xwe şahiyê dikin û bi
agirê daran werselên goşt dibirêjin
ta ko Xewre amade bibe. Dema Xewre
tê her malbat parçekî jê, weke
teberik, bi xwe re dibe malê, li
malê Xewra sala par dixwin û ya îsal
dihilêne sala bê.
Berat di mala her êzîdî de heye.
Berat ji axa Laleş bi Ava spî
çêdikin. Êzîdî Beratê bi xwe re
dibine cem Xewrê lê dîse bi xwe re
divegerênine mala xwe, ew teberik e.
3. Eyda Haciya
Bi tenê hinek êzîdiyên Xalita bi
misilmanan re çêdikin.
Limêj:
Sibehan dema Roj dihile û evaran
dema Roj diçe ava êzîdî berê xwe
didiyê û dua dike. Jimara êzîdiyên
limêj dikin kêm e.
|