|
Ji dostên ximavê re;
dostên ku sibeh ji destên wan û pêde ne.
Ji dostên sibehê re, berî ku destên wan, ji
sibehan bimînin
Ji Ednan Hesenpor û Hîwa Bûtîmar re,
berî sibehan
û piştî sibehan.
Sibeh,
vê ximavê, ku destên we naçin wan;
sibeh,
vê zindanê, ku di gavên we de, nayên vegirtin;
sibeh,
vê sêdarê, ku di axaftina we de, wernabin,
nema mîna dem û dewranên xwe,
zû, hesan û bilez, li pêjna navên we, tên.
Ma destên we, yên sibehdost û bêrî, dê çawa hînî
sibehan bibin, ku êdî dereng in?
Ma destên we, derengî sibehan, haşt dibin ?
Ma dereng, ku sibeh bin, têra ximava navê we
dikin?
Ma hûn, ku derengî navê xwe bikevin, rêya ximavê
dibin?
Ma ximav, Ku derengî destên we bimîne, dê ji
sibehan re, çi ragihîne?
De hêdî-hêdî, destên xwe, di pêşiya sibehan de,
biçînin, belkî sibeh, zûtir, di pêjna we de,
hişîn werin.
Hêdî-hêdî, basa ximavê, ji destên xwe re bikin,
belkî ximav, zûtir, li navên we, mikur were.
Hêdî-hêdî, dîwarên qalind û lal, hînî pistepista
tiliyên xwe bikin, belkî dîwar, zûtir, herin
poşmaniyê.
De hêdî-hêdî, gavên xwe bispêrin êvarê.
Hêdî-hêdî, derengiya şevê li sebra destên xwe,
parve bikin.
Hêdî-hêdî, bangî baranê bikin, û xewnan di berên
bûkên wê de, pêşkêşî sibehên hev bikin.
Hêdî-hêdî, bibin sibeh û pencereyên razayî, li
ber pêkên Senendecê, hişyar bikin.
Hêdî-hêdî, xwe bişêlînin segurkê û bibin qefdfek
nimêja zû;
qefdek duwaya zû;
û qefdek „Fatîheya“ pirtûka zû.
Hêdî-hêdî, bibin giriyekî zû, li ser darbesta
ximavê, ku ji sibehan û pêde ye;
li ser darbesta sibehê, ku ji ximavê û pêde ye;
li ser darbesta azadiyê, ku ji ximavê heta bi
sibehê ye.
Hay ji gavên xwe hebin, baş li destên xwe, ku
çende bêriya girî dikin, binerin û ji wan re
bibêjn:
Ev der Sêdarabad e.
Ev der Qederabad e.
Ev der Kurdabad e.
Ev der „Mijabad“ de.
Ev der Qazîabad e.
Ev der Sêdarabad e,
ku bajar, bi kurdî, qeder e;
ximav û pirtûk, bi Kurdî, qeder e;
Kurd qeder in;
sibeh, qeder in;
asman, qeder e;
potîn, qamçî û zîqêna dergehên stûr, qeder in;
mirina bi Kurdî, mezin, darek, dudar û sêdar,
qeder in.
Dostên sibehê,
li destên xwe, ku aneha çende bêriya destan
dikin, hişyar bin û sibehan, ku ji wan, dereng
dimînin, kêlîk bi kêlîk, gav bi gav, bo wan
ragihînin:
Ev der Qederabad e.
Ma Qazî, ku wek qedereke mezin, bi Kurdî, hat û
çû, ne wisa ji Mehabada Çarçiraê re, got û di
qederê de, wer bû?
Ma Mehabada, ku hîn ji vê qederê heta bi wê
qederê ye, ne wisa êvarên, ku qeder in, dibe
qedera vêxistinê?
Ma Senendec, ku vê sêdarê heman Mehabad û heman
qeder e, ne wisa mîna qedereke mezin, li ber
dergehên we, yên mezin, girî ji girî vêdixe?
Dostên ximavê;
ximava ji sibehan û pêde;
ji destên we û pêde;
û ji azadiyê û pêde;
li vir, li Dûrabadê,
baran, ku dûr e, bêriya destên we dike;
gîha, ku dûr e, bêriya hembêza keskê we dike;
derya, ku mezin û dûr in, bêriya wexta azadiya
we dikin;
azadî, ku dûr e, bêriya hildana navên we dike;
Senendec, ku dûr e, bêriya gavên we dike;
bêriya bilindahiya xwîna we dike;
bêriya ximavê, ku di serê tiliyên we de digihe,
dike;
bêriya berî sibehan û piştî sibehan, ku li we
tên, dike.
hoshengbroka@hotmail.com
|