kurmanci@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

لوحة الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrechte

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî


 


Internet, nivîskar û nivîsandina kurdî (kurmancî)
2

                                                                           rojava.net 08.08.2005Selîm Biçûk     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rastnivîs di zimên de cihekî giring digire. Bi giranî cihê xwe di nav rêbaz û rêzanên rêzimên de dibîne. Tevî ku pir aliyên rastnivîsê, di kurmancî de zelal bûne û cî girtine, lê dîsa di ragihandina kurdî de, di vî warî de, gelek tevîhevî heye. Bi taybetî di malperên internetê de ev rewş mirov digihîne asta reşbînî û xemgîniyê.

Emê dîsa xwe berdin meydana internetê û şaşiyên rastnivîsê berçav bikin. Hêviya me ew e ku ev malper rola xwe ya pîroz, di belavkirin û yekgirtina zimên de nas bikin û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cegerdarî û dilsozî hilgirin. Di vê xelekê de  ezê hewl bidim balê bikişînim ser avakirina hevokê. Di serî de, ezê bi çend mînakan ji hin malper û nivîskarên kurd vê rewşê berbiçav bikim:

Mînak 1:
(Li Şamê gelek caran ew û hevalên xwe diketin gengeşeyê gerim de li ser babet û piroblemên netewî û şoreşê de , ji bin serê qerebalix û germbûna wan gengeşeyan ew û hevalên xwe dûrî hev diketin , lê çendî ji wan dûr diket careke din li wan vedigeriya , ta Mîr Celadet Bedir-xan kovara xwe (HAWAR) ê di roja 15/05/1932 ê de li Şamê çapkir û di nav Kurdan de belav kir , di hejmara pêşîn de ji HAWARÊ rehmetî Qedrî Can nivîsek di bin navê ( Hawar hebe gazî li dûye ) nivîsand û di bin vê edsrê re wiha nivîsand : ( ji bo birayê min Osman Sebrî ) û di hejmara (2) ê de ji kovara HAWAR ê belav kir û evin çend malik ji wê nivîsê  : )
http://www.amude.biz/index.php?language=kurdish

Dema mirov li perçenivîsa yekem temaşe dike, bi hesanî dibîne ku hevoksaziya wê ne kurdî ye. Ji rewanî û herikîna hevoka kurdî pir dûr e. Herweha bi şaşiyên rastnivîsê xemilandiye. Ev perçenivîsa ji nêzî 90 peyvan pêk tê bi yek hevokê hatiye nivîsandin. Ev yek dihêle ku xweşî, rewanî û têgihîştina nivîsê giran, zor û bêwate bibe.

Şaşiyên nivîsandinê:
Gengeşiyê: Mebesta nivîskar diyar e ku li vir pir gengeşî hene, ne yek tenê. Nivîsandina rast (gengeşiyên) û eger mebest yek gengeşî be ( gengeşiya) ji ber ku gengeşî mê ye.

De: zêde ye û ne gerek e bê nivîsandin. Dema ku di tê ew de di şûn de tê ( di …de )

Ê : Hawar di vir de nayê tewandin û ew (ê) zêde ye ne gerk e bê nivîsandin.

Dûye : ye cuda tê nivîsandin. Ji ber ku ew lêkera bûn e ( dû ye)

Evin : in cuda tê nivîsandin. Ew lêkera bûn e (ev in)

Hevoksazî:
Eger mirov li gor avahiya hevoka kurdî vê perçenivîsê ava bike, wê bi vî awayî bê nivîsandin:
Li Şamê, gelek caran ew û hevalên xwe, li ser babet û problemên netewî û şoreşê diketin gengeşiyên germ. Ji bin serê qerebalix û germbûna wan gengeşiyan ew û hevalên xwe dûrî hev diketin (ketin). Lê çendî ji wan dûr diket careke din li wan vedigeriya. Ta Mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawar, di roja 15/05/1932 ê de, li Şamê çapkir û di nav Kurdan de belav kir. Di hejmara pêşîn de ji HAWARÊ, rehmetî Qedrî Can nivîsek di bin navê ( Hawar hebe gazî li dû ye ) nivîsand û di bin vê edsrê re wiha nivîsand : ( ji bo birayê min Osman Sebrî ) û di hejmara (2) ê de ji kovara HAWAR ê belav kir û ev in çend malik ji wê nivîsê  : )

Mînak 2:
(Peymana Lozan`ê qatile, qatilê gelê Kurdistan`ê ye. Ji bo dewleta Tirk bûwe belgeke navneteweyî. Binegiha Komara Cumhurrîyet a Tirk di pejirînê. Bêhtirên sînorên mîssaqê millî xet dikê, gelê Kurd û Kurdistan`ê nasnakê. Kurdistanê û gelê Kurdistan ji hev qet dikê. Bi vê peymanê ji bilî netewa Tirk û kêm neteweyên kû ne misilmanin, ti netewe an kêm neteweyên dî di nav komara Tirk de nayên pejirandin.)
http://www.pdk-xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6405

Ev perçenivîs, di herikîn û rewaniya xwe de, taybetiyên hevoksaziya kurdî bi cî tîne. Mirov nas dike ku li ser bingeha avahiya hevoka kurdî hatiye sazkirin. Lê di hêla rastnivîsê de gelek şaşî hene.

Lozan ê: Ê ya ku navan ditewîne, bi nav re tê nîvîsandin: Peymana Lozanê, Geşbûna gulê (ê ji bo mê), xweşiya gundî, herikîna çemî yan jî çêm (î ji bo nêr, eger tîpa a yan jî e di navê nêr de hebe, ew a û e dibin ê : dar dêr, çem çêm)

Herweha: Kurdistanê

Cumhûrrîyet a: Cumhûriyeta rast e. Zêdera a ji bo mê û ê ji bo nêr bi nav re tên nivîsandin (gula min, dilê min). Dema nav ji zêdera xwe dûr dikeve hingê zêder cuda tê nivîsandin (gula min ya sor, dilê min yê germ)

Dikê: Ev ê di veguhastina lêkeran de tune ye. Dike rast e û herweha; nasnake, dipejirîne (ew dike, ew nasnake).

Di pejirînê: Dipejirîne rast e. pêşgînên ku di veguhastina lêkeran de tên, bi lêker ve tên nivîsandin ( ez dikim, ewê bike).

Kêm neteweyên: yek peyv e û bi hev ve tê nivîsandin (kêmneteweyên).

Misilmanin: in lêkera bûn e û cuda tê nivîsandin (misilman in).

 

Çend dîtin li ser hevoksaziya kurdî

Hevokên lêkerî
Hevok di Kurmancî de, bi gelemperî bi vî awayê jêr tê sazkirinê:

Kiryar

Agahdarî/Berkar

Lêker

Ez
Ew
Berfîn

çayê
gulan
berxan

vedixwim
av dide
diçêrîne


Lê bi hin lêkerên nederhingêv re ku bizava wan ber bi aliyekî ve ye.

Mîna:
çûn, ketin, hatin, firîn, bûn ( bi wateya çêbûn )... bi awayê jêr tê sazkirinê:

Kiryar

Lêker

Agahdarî

Ez
Guhderz
Şêrîn
Mado
Serdar

diçim
ket
hat

firî

gund
çalê.
bajêr.
şoreşger.
asmanan.



Eger bi van lêkeran re daçek bên bikaranînê û aliyê bizava lêker bê guherînê, hevok dîsa vedigere ser awayê xwe yê gelemper:

Kiryar

Agahdarî

Lêker

Ez
Guhderz
Şêrîn
Serdar

ji gund
di çalê de
ji bajêr
di asmanan re

diçim.
ket.
hat.
firî.


Di hin rewşan de, lêker di darêja raderî de, tê bikaranînê û mîna navê mê tê tewandinê. Eger di van rewşan de, lêker bê kiryar be pêşiya hevokê digire:

Çûna zozanan xweş e.
Hatina biharê pîroz e.

Eger ev lêkerê di darêja raderî de bibe agahdarî di hevokên lêkerî de û bi lêkerekî din re bê, awayê jêr distîne:

Gulê, çûna bêriyê xweş dibîne.
Gel, hatina Newrozê pîroz kir.

Eger lêkerê derhingêv du berkaran bistîne, hevok awayê jêr distîne:

Kiryar

Berkar 1

Lêker

Berkar 2

Azad
Şêrîn
Min

gul
silav
nan

firotin
da
da

keçan.
şehîdan.
gundiyan.


Eger berkarê duyemîn ne durust be, hevok awayê jêr distîne:

Kiryar

Berkar 1

Berkar2

Lêker

Şoreşgeran
Şermîn

nan
navê gund

ji Gulê
ji Şîlan

xwestin.
pirsî.


Pir caran hevok bi lêkerên nederhingêv re, bi kiryar û lêker çêdibe. Hingê bi vî awayî tê:

Kiryar

Lêker

Sulav
Nermîn
Ez
Ew

raza.
hat
dimeşim.
direve.


Eger hoker di hevokên lêkerî de hebe, bi awayên jêr tên sazkirinê:

1- Lêkerên nederhingêv:

Hoker

Kiryar

Lêker

Berkar

Piştî nîvro
Êvarê

Canda
Sernaz

gihişt
diçe

Qamişlo.
dibistanê.


Yan jî, bi vî awayî:

Kiryar

Hoker

Lêker

Berkar

Canda
Sernaz

Piştî nîvro
êvarê

gihişt
diçe

Qamişlo.
dibistanê.


2- Lêkerên derhingêv:

Hoker

Kiryar

Berkar

Lêker

Kêliyek din
Niha

ez
ez

çayê
nan

vedixwim.
dixwim.


Yan jî, bi vî awayê jêr:

Kiryar

Hoker

Berkar

Lêker

Ez

niha

nan

dixwim.


Eger di van rewşan de, berkar nedurust be, lêker dikeve dawiya hevokê:

Piştî nîvre Canda ji Qamişlo diçe.
Sernaz êvarê ji dibistanê tê.
Ez niha xwe ji xwarina nan re amade dikim.

Hevok, di raweya fermanî de, ji rêzana gelemper der nakeve:

Were em nan bixwin!
Werin em biçin
اiyayê Şerefdînê!
Jiyanê baş nas bike!
Bibe xwediyê jiyanek birûmet!

Hevokên navdêrî

Ev hevok ji nav, rengdêr û lêkera bûn tên sazkirinê. Tu bizavê nakin û di rewşa bûnê de dimînin. Herwiha berkar û kiryar di van hevokan de, nîn in:

Jiyana birûmet gelek xweş e.
Gundiyên Kurd leheng in.
Şoreş rûmeta gel e.
Berxwedan jiyan e.
Serxwebûn û azadî rûmet in.
Zindan dibistana qehremaniyê ne.
Koledarî rûreşiya mirovahiyê ye.

Hevokên bangê

Ev hevok dikarin mîna hevokên lêkerî û yên navdêrî jî, bên:

1- Mîna hevokên navdêrî:
Ax, ev çi rewş e!
Oh xweş, ev çi awazek nemir e!
Wey, li minê dayê!
Tif, li mirovên xwefiroş!
Nifir, li vê dema bêbext !

2- Mîna hevokên lêkerî:

Lo xorto ! Ji xew rabe dereng e!
Ox, te dilê min xwe ş kir !
Of, dilê min çiqas diêşe!
Ax, ez ketime çi rewşê !

Niqteşanî

Ji bo asankirina xwendin, têgihîştin û xweşkirina ahenga hevokê, çend nîşan di nav de, cih digirin. Ev nîşan dawiya hevokê, wateya parçeyekî jê û daxwaza wê pêş me dikin. Li hêla din, di xwendinê de, cihê rawestan û bîndanê jî, diyar dikin. Ji van nîşanan re niqteşanî tê gotinê.
Nîşanên niqte
şaniyê jî, ev in:

.      Xal ( Niqte )

,      Dabir ( Bihnok )

?      Xalepirs ( Niqtepirs )

!      Xalebang ( Niqtebang )

:      Xalecot ( Niqtecot )

;      Xaledabir ( Niqtedabir )

( )      Kevanek

" "      Dunik

_      Xêzek

-      Bendek

Xal
Ev nîşan dawiya hevokê diyar dike:

Duh, ez çûm Amedê. Min şal û şapek kirî. Li wir min hevalekî xwe dît. Em gelekî bi hev şa bûn. Li nav bajêr, min tiştên balkêş dîtin. Leşkeran kolan dagirti bûn.

Dabir
Di nivîsandinê de, dabir pir pêwîst e. Cihên ku digire ev in:
1- Cihê gihaneka ( û ):

Hogir, Azad, Rojîn û Rewşen ji bajêr tên. Ev ciwan pir hişyar in. Dost û dijmin ji hev nas dikin, xweşiya jiyanê nas dikin û riya xwe baş dizanin.
Pir caran, ji hêla gelek nivîskarên kurd ve,  ev nîşan li pêşiya û tê danîn. Ev şaşiyek e, ji ber ew bi xwe cihê û digire.
2-Dikeve navbera parçeyên hevokê yên biçûk, lê bi mercê ku wateya wê neyê guherandin.

3- Piştî jî, tê:

Çiya, cihê rûmeta me, hem jî, ji pîrozahiyên me ne.

4- Pir caran, di...de, di...re, bi...ve, ji...re,...di nava du dabiran de, cih digirin:
Di rewşên awarte de, hevalên min, ji min re, dibin aqilmend.
Ez, ji te re, dibêjim ku em biçin mal baş e.

5- Piştî kiryarê ku ji lêkerê xwe dûr dikeve tê:

Şêrîn, di rojeke bi berf, baran û bager de, hat rûyê dinê.
Ez, di sala hezar û nehsed û ş
êstî de, ji dê bûme.
Reşo, ji ber ku nizane bixwîne, matmayî dimîne.

6- Piştî banglêkirinê tê:

Mizgîn, li min binere û gotinên min guhdar bike.
Xebat, ku tu çûyî welat silavan li hevalan bike.

Xalepirs

Dikeve dawiya hevokên pirsiyariyê:

Tu kengê ji welat hatî?
Ew çi dixwaze?
Çend leşker hatin gund?

Xalebang

Dikeve dawiya bang û hevokên bi wan re:

Ax ! Ev çi zemanekî xirab e!
Xwedêyo ! Te çawa li hev anî !
Oh xweş ! Çi  mizgîneke baş e!
Kuro, bibe mirov!

Xalecot

Dikeve dawiya hevokên ku tiştek tê gotinê yan hejmartinê:

Beyana sibê bû, bavê min ji xew hişyar bû û got: Ev çiya ji şer û kuştinê natirsin.
Di dînê Zerdeşt de, sê baweriyên bingehîn hene: Peyva xweş, baweriya rast û karê baş.

Xaledabir

Dikeve navbera hevokên ku bi hev ve girêdayî ne û wateya hev temam dikin. Hîn hevok neqediya ye û babeteke nû dest pê dike:

Reşo, bilez ji malê derdikeve; wisa xuya ye ku tiştekî pêwîst qewmî ye.

Kevanek

Peyvên ku bi sebebekê dikevin nav hevokê, dikevin nav kevanekan û rakirina wan jî, wateya hevokê naguherîne:

Di Kurmancî de, du zayend hene ( nêr û mê ).

Dunik

Peyvên ku ji cihekî din tên guhastinê di nav dunikan de, tên nivîsandin:

" Ay Ahorayê mezin " Zerdeşt digot.

Xêzek

Eger nivîsandin ket awayê axaftinê û peyvbêj hat guhartinê, li pêşiya hevokê xêzek tê nivîsandinê:

Di navbera dil û mejî de, gotûbêjek germ dest pê kir:

_ Jiyan pir xweş e!
_ Lê tu bindest î.

Bendek

Dikeve navbera du peyvên ku hogiriyek di nav wan de heye:

Birca - Belek
Kaniya - Spî
Bedir - Xan

Nasîn

Di Kurmancî de, nîşana herî pêwîst dabir e(bihnok).

 

 



 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

Di mirinê de, tu bûyî vejîna xewnê , Ber bi te û Ji bo te…!
 

Cihê kurdan yê hiqûqî li Sûriyê - Lêkolîn
 
Pêjin - Helbest
 
Liva dawî, xewna dawî - Helbest / Helbest
 

Rexneyek rojavayî Çavên ez nikaribim kil bikim ez ê kor bikim

 

Internet, nivîskar û nivîsandina kurdî1
 
Internet, nivîskar û nivîsandina kurdî 2
 
Û Ez ji min dizîm - Helbest
 
Kerem Yûsiv: Ez nizanim bi kurdî binivîsînim lê ezê binivîsînim!
 
Seyranek kurt li nav bexçeyê kurmancî