Ez ne ji vir im
Ez vê kolanê nasnakim
Pirsa vî bajarî ji min nekin
Ez ne ji vir im
Porê minî reş û meşa min
û ev bircên elktronîk lihevnakin.
Xirecira tirênan guhê min dicûn.
Tevna tûnelan,
bayê wan
û mirovên dirêzê de
min fêrî kedîbûnê nakin
Ji zimanê mekîneyan
û otomatên bi dîwaran ve fêm nakim
Giyanê min ji qutîkên rengîn têr nabe.
Ez ne ji vir im
Bê qulix û riya kadizê
ez bakur nasnakim
Lempeyên balafiran ezmanên xewna min nîgar nakin
Keskayê û baran
çavên havîna min kordikin
Sozên bi pijîjkan re,
pêkenoka dinanên teneke
qermîçokên riwê min kûr dikin
Ev nameyên ji saziyan
min robot nakin
Ez ne ji vir im
Ne ji vir im
Ne
Ez ji wir im
Ez ji wir im
Li wir erda min heye
Heyva min û diya min heye
Ez ji wir im
Bi ziman im,
bi hesp û meydan im
Hevalê min hene
Ez li wir fêrî jiyanê bûm
Fêrî herikandina çeman bûm
Ezmnaê min heye
Ji min hatin dizîn
lê tirsa min
û rehê dara gwîza min heye.