Na, ne wisa bû !?
wisa bû….
Koçer, ewrên buharê kiri bûn
konên xwe.
Keriyên xwe berda bûn zozanên keldûmana xwînê.
Koçeran dilîlandin…
Halan didan Cûdî
da ku çemê Dijlê aş bike
Û berê wî bide Dirbêsiyê
li wir daweta min û te, li dar ketibû.
Lê, ez û tu, ji dil û hestên xwe ditirsiyan û direviyan.
* * *
Na … na… ne wisabû
wisa bû..
Agir, dem li pey xwe kilît kiri bû.
Nîsan, li ser dêmê elindê
soza kuştina xwe nivîsandi bû.
Koçeran, konên xwe firotibûn bê
û ne ji Cûdî re dilîlandin
lê, ji dûmahiyeke nepenî re.
Dijle, xeyidî bû…
Razayî diherikî.
Razayî dikeniya û digiriya.
Û ez û tu
di xewneke har de,
em xuşk û birayên hev bûn.
* * *
Ne wisa bû?
wisa bû.
Havînê nedihişt em vegerin zarotiya xwe.
Aso ji xwe re
li findekê û du çavên şîn digeriya.
Xweristê banî me dikir:
Werin…
Ka werin.. ez ê çîroka vê xwîna fediyok
ya ku ev sêhezar buhar in
li ser vê xakê dirije, ji we re bêjim.
Werin binerin, bê şevên havînê
çiqas dilên ter û teze bi xwe re birin dojehê !?
Lê, em neçûn ….
neçûn…
neçûn.
* * *
Ne wisa bû !?
wisa bû….
Evîneke qereçî û gumanên birçî
ramanên te şewitandi bûn.
û dilê te hişti bûn ji stêrkan re.
Û ez, ne stêrk bûm !?
* * *
Na…ne wisa bû…!?
Ez û helbestên xwe sêwî bûbûn
winda bûbûn.
Û tu stêrka vegera me bi hev re, li konên koçeran bûn.
* * *
Bera weke te be…
wisa bû….
wisa bû.
Lê, ji bilî te jî, hîna hinek dînên din hebûn
ku dilên wan, dibijiyan xewê
li bin konên koçeran.
Û ji bilî min jî, kes tine bû ku helbestên te ji wan re bifire.
Ma.. ne wisa bû ??
Wisa bû.
Şam _ 2 /2 / 2003