Ragihandina hevpişk a partî û
aliyên siyasî yên Kurdistanî di derbarê serhildana gelê me li
Rojhelatê kurdistanê de ;
Roja şemîyê 9/7/2005 hêzên rijêma iran li Mihabadê, di êrîsekê de
heval Siwane Seyid Qadir endamê ysk (ruk) piştî işkenceyek hovane
şehîd kirin, pistî vê rûdanê ciwanên kurd li Mehabadê li dijî vê
tawanê rabûn û rijyan kolanan û bi dirêjiya 10 rojan rûberûyî hêzên
dagîrker bûn , cihê kêf xweşya me ye ku bandora vê serhildanê ji
Mehabadê ber fireh bû li bajarên din ê Rojhelat û ji ber êrîş û
zextên hêzên komara islamî ta niha hijmarek ber çav ji xwîşk û
birayên me şehîd û birîndarbûn û hatin girtin û girtî di bin işkence
û zorê de ne .
Em partiyên siyasî yên Kurdistanê ku me ev ragihandina hevpişk belav
kir di gel serxweşiyê ji boyî malbata pakrewan şiwane û ysk û gelê
kurd vê tawanê şermezar dikin û piştgiriya gelê xwe li Rojhelat di
vê serhildana mezin de dikin û ji boyî berdewamiya vê serhildanê
hemû erkên xweyî netewî erê dikin û daxwaziya dadgehkirina kujerên
pakrewan Siwane û hemû pakrewanên serhildanê beramber dadgehek
navnetewî , herweha ji UN û malbata nêvnetewî piştgiriya gelê kurd
li hemû parçeyên Kurdistanê ji boyî rizgarkirina kurdan ji
çewisandin û işkence û kuştinê û ji hêz û alîyên rojhelatê
kurduistan dixwazin di demek kurt de bereyekî kurdistanî pêk bênin
ji bo xwedîderkevtinê li dengê serhildana gelê me, herweha ji hemû
partî û alîyên siyasî û rêxirawên komelgeha sivîl li hemû parçeyên
Kurdistanê piştgîriya gelê me li Rojhelatê
Kurdistanê dixwazin ku li bin zexta rêjîma îran wan bi tenê nehêlin
û ji medyayên kurdî dixwazin ku li ser belavkirina nûçeyên
serhildana Rojhelatê kurdistanê berdewam bin û herweha erkek mezin
di kevê estuyê rewenda kurd ku ji boyî rêxistina xwenîşandanan
berdewam bê û hawara kurdan bi gihînin cîhanê û komeleyên alîgirê
mafê mirovan .
Silav ji boyî serhildana gelê me li Rojhelatê Kurdistanê
Silav ji boyî şehîdanî kurd û Kurdistan
Bijî yekîtiya neteweya kurd
1- Partî Demukratî Kurdistan li - bakur
2- Partî Yekîtî kurd li Sûriyê (yekîtî)
3- Partî Demukratî Kurd li Sûriyê
4- Partî Yekîtî Demukratî Kurd li Sûriyê –yekîtî
6/8/2005