Bahozên ji qehrê tûjtir in
ev replîkên giyankuj
welatê ku di mêjî de dibû mij
hinekî ji jehra me bû
dema ku şev dikirin ruj
û di qehrê de
me patînaj dikir
şev di şibakê de dişikiya
me şer şeh dikirin
û şeytan bi me dikeniya
û me bi xwînê destnimêj digirt
di berbeyaniyeke kristal de
her rû hezar carî derizî
her hêstir kulmek xwe
û dengên sirûdên têkçûyî
û termên lehengên bê guh û stû
çirayên vemirî
li çîrokên bê sî û bê saw...
zimanekî lal û şeht...
ez serpêhatiyek serberdayî bûm
ne ji ''vir'' bûm ne ji ''wir''
ne ''ez'' bûm ''ez'' ne ''ê din''
di milyonan de ne yek kes bûm
di qîrbûnan de qêrînek
kevoka di rikiha dêlegur û
gurê boz de bûm
ji welatê ezmanên bê ziman
erdnîgariyek ewr awir
baran hêstir
çiya agir
çem sor
ez ''ev der'' im
di çavê we de nîgarek kor, kûr
di guhê we de
dengek kerr
di zimanê we de
peyvek lal
di mêjiyê we de
mijek
pêlî min nekin
her şaneya min brînek
hûn hemî şaneya min in
hun hemî beybûnek brîndar