|
Di van çend
salên dawî de, li Rojavayî
Kurdistanê hinek diyardeyên nexweş
serê xwe hildidin, ku pê re, li gor
dîtina me, metirsiyên gewre û mezin
ji bo pêşeroja civaka Kurd
derdikevin holê.
Yek ji wan diyardeyên ne kêrhatî,
bikaranîna hinek peyvên ku ne di
cihê xwe de tên xebitandin. Ji wan
peyvan; peyva: Şêxîtiyê - Şêx. Em di
vê kurtegotina xwe de, dixwazin sê
nimûneyan nîşan bikin.
Nimûneya pêşîn: Piştî pakrewanê Kurd
M. Meşoq El-Xeznewî bi destê hêzên
tarî yên rêjîma Sûriyê hate kuştin,
û ta roja îro, hinek rewşenbîr û
rêxistinên me, çi cara ku pêwîst be
wî bi bîr bînin, peyva: „ Şêxê
şehîdan „ bi navê wî de dikin.
Nimûneya didwê: Helbestvanê me Ehmed
Huseynî û her du nivîskar; Helîm
Yûsiv û Selîm Biçûk di dawiya sala
borî de ( 2006 ) ji lay tayê Duhokê
yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê
hatibûn vexwendin da beşadarî
Vestîvala duhem ya rewşenbîriya
kurdî bibin, û ji wir jî E. Huseynî
ji lay dezgeha „ Sema Kurd „ li
Dubey; hatibû vexwendin ku şeveke
helbestî lidarxe. Di reklama şevê
de, navê wî weha hatibû; şêxê
helbesta kurdî ya nûjen …. Berî wê
bi demekê jî, helbestvan Sebrî
Silêvanî di gotineke xwe de, navê
(Şêxê helbestê) li E. Huseynî
kiribû.
Nimûneya sêhem: Ehmed Elî ( Ev ji
Ehmed Elî yê ku li Essenê dimîne
cuda ye ) xuya ye kînên wî bi şêxan,
û bi malbata Xeznewî re hene; berî
demek nêzîk bersiva gotinek Muradê
M. Xeznewî dabû. Di bersiva xwe de
birêz Hemîd Derwês wek: „ … şexê
têkoşerên tevgera kurdî ya sûrî „ bi
nav kiribû, ji ber ku ew yek ji
dameznerên bizava rizgarîxwaza Kurd
li Rojava Kurdistanê ye, û zindiyê
dawî ye ji refê damezrêneran.
Di destpêkê de, em dixwazim li ser
şêxîtiyê wek diyarde hinekî
rawestin, ango tu mebestên me din
nînin, ku em kesî bikulînin, an jî
rêza kesî kêm bikin. Helbet
rêzgirtin û rûmetkirina ronakbîr,
leheng û têkoşeran; ewên ku ked û
emekên payebilind ji netewa xwe û
mirovatiyê re dane û didin, tiştekî
hêja û erkeke nirxbiha ye , û çi
gava neteweyek, an civakek rêza
endamekî xwe yî çalak û xwedî berhem
bigire, ev yeka bi xwe nîşana
zindîbûn û pêşketina wê civakê ye.
Di hemû civakan de pir dezgeh û
rêxistinên curbicur hene xelata
didin nivîskar û têkoşeran. Xelatên
navnetewî hene, wek: „ Xelata Nobil
„. Li Kurdistana me jî pir xelat
hene, wekî nimûne „ Xelata Osman
Sebrî „, têkoşer û ronakbîrê Kurd yê
bi nav û deng li Rojavayî
Kurdistanê. Awayên rûmetkirinê, yan
xelatan gelek in. Pirêcar ew xelat
hinek dirav - pere ne, û dibe ku
perçak zêr be, û dibe ku tiştekî
simbolî be.
Em werin ser peyva „ Şêx „ ya ku em
tev dizanin ku peyveke erebî ye, û
bikaranîna wê şopandina erebî ye. Bi
serda jî, di kultura rojhilatê de,
nemaze ya misilmanan, heybet û
pîroziyek ( qudsiya ) şêxan heye,
wekî ku; şêx her û her gotinên rast
dibêjin û li ser rastiyê ne, her
tiştî dizanin û her tiştî dikanin,
çimkî ewanan fermanên Xwedê dighînin
mirovan, lewre jî çênabe kesek di
rûwê wan de rabe û gengêşeyê li ser
gotinên wan bike. Şêx li civatekê
rûnin cihên herî bilind yê wan in, û
tenê ewanan divên bipeyivin û yên
derdorê divê guhdar bin, an tenê
pirsan ji wan bikin û ……..
Vêca pirsa me li vir ev e: Ma gelo
erk û stubarê yên xwe rewşenbîr û
têkoşer dibînin ew e ku çandeke weha
nehênî ( xeybî ) di sedsala 21ê de
di hişê miletên xwe de biçînin??.
Pêdiviya me bi dezgehên komaleyetî
ku hemî endamên civakê tê de aktîv û
çalak bin, bi şêweyekî ku qedera
xwe, bi xwe çareser bikin heye? An
em qedera civaka xwe bi dest çend
şêxên nezan û qure de berdin, ji ber
ku şêx milet e û milet jî şêx e,
hebûna şêx ji hebûna milet e û
hebûna milet ji hebûna şêx e?? Û
dawiya dawî em tev dizanin ku ev
çanda çawa pûta û dîktetoran peyda
dike.
Em qet nikanin bawer bikin ku
pêwistiya Kurd û Kurdistanê bi
vejîna çandeke nehênî ku sedsal di
ser re derbas bûne, û çarenûsa
civakê bi çend kesan ve girê dide
heye. Civak, çi civak be, divê xwe
bi demê re pêşde bide û ji ava
şaristaniyê têr vexwe, da ku
pêşerojeke serkeftî û jiyaneke
bextewer ji xwe re peyda bike.
Di derbarê nimûnyên me li jor
rêzkirine, em dixwazin hin gotinan
bêjin. Bo nimûna pêşin, em tev
dizanin ku M. Xeznewî ne cangoriyê
pêşin e, û her weha wê ne yê dawî be
jî li vî beşê welatê me. Li gor
dîtina me jî M. Xeznewî di destpêka
jiyana xwe ya kurdayetiyê de bû, lê
em bawer in ku M. Xeznewî, wek
oldarekî kurdperwer hişvekirî xweş û
zindî bimaya wê roleke wî erênî zor
hukardar li civaka Kurd heba, çimkî
zorbey zorê civaka me misilman e û
em dizanin civaka misilman çi rêzê
ji şêxan re digire. Rêjîma Besa Sûrî
û hêzên tarî yên dûvikên wê jî zû
têgihiştin ku Xeznewî him li qada
sûrî bi gelemperî û him li Rojavayî
Kurdistanê bi taybetî roleke tersî
berjewendiya wan radibe û dê rabe,
nemaze piştî ewî du caran seredana
Ewropa kir, û gelek hevdîtin bi hêz,
dezgeh û oldarên xaçperestan re
çekiribûn, loma jî zû ew kuştin.
Ligel wê jî, wê ne dirust be em
cudahiyê têxin navbera cangoriyan,
ma gelo xwîna hinekan ji ya yên din
sortir e??!
Bi boneyî navkirina „ Şêxê helbestê,
yan şêxê helbesta kurdî ya nûjen „,
em dîsa di wê baweriyê de ne ku
birêz E. Huseynî ne yê pêşin e ku
helbesta nûjen dinivîse. Li gor
zanîna me li Rojavayî welatê me, yê
cara pêşin dest bi nivisandina
helbesta nûjen kiriye, rehmelê
Qedrîcan e, ku hîna di salên sihiyên
çerxa borî de helbestên wî di HAWARê
de belav dibûn. Vêca eger çanda me
rûdawa „ Şêxîtiyê „ bipejirîne, bi
baweriya me, ev rûdaw dê li ba
Qedrîcan derbasî qada helbesta kurdî
bibe.
Em bawer dikin qam û bejna rêzdar E.
Huseynî di qada helbesta kurdî de
bilind e, lewra ew ne bi hewceyî
şêxêtiyê ye, divyabû wî ji xwe re,
ev nav nepijiranda.
Li ser navkirina berêz H. Derwêş,
wek şêxê têkoşerên Kurdên Sûriyê,
dixwazim di guhê E. Elî de bêjim ku
şêxitî ne bi dirêjbûna sala ye, yan
yek ji endamên damezrênera be, dibe
şêx. Di dîroka miletê me de gelek
têkoşer henin serkêşiya serhildan û
şoreşa bi salên dirêj kirine, lê
gava babet were ser pileya rêza wan
di dilê milet de, em ê bibînin
hesabê bêderê û malê li hev nayê. Ka
em nimûneya serokê nemir M. Barzanî
ku cihekî wî yê taybet di dilê me
hemiyan de, herweha di dîroka gelê
me de heye. Gelo, payebilindiya wî
ji ber ku yê pêşîn bû dest bi xebata
niştimanî kiriye?? An temenê wî di
qada xebatê de ji yên berî wî
dirêjtir bû?? Helbetê bersiv wê na
be.
Dîsa li Bakurî Kurdistanê têkoşer û
nivîskarê navdar Kemal Burkay
damezrênerê P. S. Kurdistanê ye, û
berî wê bi salan di Partiya Karkirên
Turkiyê de xebitiye. Birêz Ebdilah
Ocelan piştî wî bi sala dest bi
xebatê kiriye. Gelo ji van herdu
birêzan, pirtir kê cihê xwe di dilê
miletê Kurd de, herweha di dîrokê de
girtiye?? Li gor dîtina me wê serokê
PKK ê E. Ocelan be.
Ka em nimûneyeke dine, ku ji rêzdar
E. Elî ve gelekî nêzîk e, bînin.
Xalid Begdaş di sala 1924 an, P.
Komonista Sûrî damezrand, û ta roja
mirinê jî serok ma. Gelo E. Elî û
komonostên sûrî, Begdaş ji xwe re
şêxê komonostên Sûriyê dibînin??.
Diyar e bikaranîna peyvan jî,
hunerek e, û hustayetî jê re gerek
e, wê ne dirust be, her yek ji me
kêfê xwe ji kê re hat, nav lê bike „
şêx „. Çimkê rewş weha biçe, şêxên
me dê pir bibin, îro şêxê şehîdan,
yê helbestê, yê têkoşeran, siba wê
şêxê romanê, çêrokê, du siba şêxê
rexnê, sê siba şêxê dengbêj û
tembûrvana, çar siba şêxê
listikvanan, û şêxê ………….. weha wê
civaka me bibe civaka şêxan, wê
hîngê jî divê em şêxê şêxan ji
civakê re peyda bikin?!!.
Vreden: 05. 7. 07
|