Zimanekî mîna zimanê
kurdî, hewqas sal, bindest û berbendkirî,
dikare dewlemend û fereh, di rêya werger,
felsefe, hizir, roman û hemî beşên zanistê
bibe. Di bazinê vê carê, dê li ser pirtûkekê
rawestin, ko rêbazek ji rêbazên hizrî daye
ber xwe, lê pitir di hêla Antropolojiya û
toreyê de ji destpêka sedsalên 20an ve, ta
dawiya salên 1980 bi kar hatiye, ew jî
pirtûka rêzdar Dr. Fadil Omer re, ya bi navê
Nijyargerî ( Structuralisme).
Ev pirtûk, wek ez jê agahdar im, pirtûka
diwem e, di vî warî, ko ya yekem pirtûk, ji
hêla rêzdar Şerefxanê Cizîrî bi navê
Structuralisme bû, ko li Swêdê hatibû
çapkirin. Ji bilî wê û bi taybetî bi
kurmanciya jor, min nedîtiye, ne jî
bihîstiye, lê dixwazim bibêjim, ko lêkolînên
li ser rêbaza Structuralisme, ji salên
1990an ve, li nav weşanên rojavayî
Kurdistanê, lib-lib serî hildane û bo nimûne,
lêkolîna rêzdar Heyder Omer, li ser Huneriya
Memo û Zînê û li ser çîroka seydayê
Cegerxwîn, Reşoyê Darî, ji bilî wê jî, di
hindek nivîsên din, ko di kovarên toreyî,
giştî de derketibûn.
Di Pirtûka Nijyargerî -Derazîkek Destpêkî-
de, hêja Fadil, ji bilî dewlemendiyeke bo
ziamnê kurdî, ko babetên weha bi xwe ve
bigre, belê bo pirtûkxaneya kurdî jî,
berhemekî bi nirx e, ji ber li ser vê rêbaza
giring, wek me li destpêk nivîsî, kêm berhem
bi kurdî hene.
Dr. Fadil, bêhtir ji derazînekek destpêkî,
xwe berdaye, nêv dîrok û pêkhata vî têgehî û
vê rêbazê, belê di gel hebûna pir makder û
lêvegeran li ser vê mijarê, bi wan zimanên
erebî û Ingilîzî, yê Dr. baş pê dizanî, lê
bizav û pêkol kiriye, bi xwe û wek xwe
şirove û analîze biket.
Eve jî xaleke herî giring, li def
nivîskarekî jixwebawer.
Her di despêka vê pirtûkê de, ew gengeşiya
di nêvbera, seranserî (giştî, gelemperî) û
taybetî de, pirs û bersiv, hebûn û pêdiviyên
wê, mirov û bûnewerên din, dide diyarkirin.
„ Li vir her dîtinek, her hizrek, her
pêşniyazek, tov yan reha rexna xwe di gel
xwe peyda diket“ R. 9.
Li vir diyardeya kategoriyên pêzanîna
rastiyê, li ba Immanuel Kant û şagirtên wî,
tîne bîra me. Mirov dikare nêrîna di pirtûka
Nijyargerî de û thêsa fîlosofê elmanî
Şopênhawer ( Schopenhauer) Jiyan mîna daxwaz
û têgeheştin bide ber hev.
Ji xwe Dr. Fadil, mebesta xwe bi eşkere
dibêje, ko wî xwestiye xwe dûrî têgeh û
termên akadîmî bike ve, da nivîs bigihe,
hemî xwendevanên kurd. Wek ez tê gehîştim,
dixwaze, xwêner nêzîkî pirtûkê bike û serê
wî bi têgehên akademî neêşîne û wî ji
xwendinê necefilîne. Li vir pirsek bi xwe
têt: Eya mirov dikare babetekî zanistî û
akademî, bê têgeh û termên wê, ko ew bi xwe
ji pêwendiyên van têgehan pêkhatiye dûr bike?
Ji bo pêşniyaz û mebesta xwe, nivîserê
pirtûka Nijyargerî, ferhengokek, di
behweriya min de, bi serketî, di beşê dawî
ji pirtûkê de, pêkaniye. Ji bilî ko, çav li
hindek jêderên din, yên li derveyî başûrê
Kurdistanê hatine weşandin, li ser vê mijarî
negerandiye.
Lê ev jî ji nirxê vê pirtûkê qet kêm nake,
çunku Dr. Fadil, bi xwe di warê zimanzaniyê
de, pêkolên wî yên nirxhêja hene.
Pirtûka Nijyargerî, li ser çend parçeyan
belav bûye, her beşek jî hindek ji bi têrî
li ser rawestiya ye û hindek, xalên sereke
di wî biwarî de dane niyasîn. Em bi hev re,
wer in û wan beşan binasin:
1. Dergeh:
Di vî beşî de, li ser afirandina mirovî,
bûnewerên din, tiştên bo wan pêdivî,
têkiliyên wan û li ser mirovî bi taybet zêde
çûye û ketiye warê biyolojiya, bi vî şêweyî,
dixwaze daneberhevekê, di nêvbera laşê
mirovî ( regezên, an jî elementên mirov) û
elementên zimanî de bike.
Weha dinivîse:
“ Eger, em, pêkhatina leşê mirovî û
pêkhatina zimanî hevberî êk bekeyn, dê
wekheviyek hejî lêrawestinê diyar bit: Eger
deng etmên zimanî bin, bêguman birgeh dê
Pirtîsk bin û morfêm dê nijyarokên biyolojî
bin û peyv dê xane bin û riste dê şane bin,…htd.“
R.20
2. Destpêk yan Dumahîk:
Nivîser, li vir destnîşan dike, ko
nijyargerî( Binyatgerî), rêbazeke hizrî û
rexnegirî ye, li destpêka sedsalên bîstan
serî hildaye û li dawiya salên şêstî ji
sedsala bîstan, Hilweşangeriyê (
Deconstruction), hevrikî pêre kiriye. Wate
di vî beşî de, Dr. Fadil, li ser dîroka
nijyargeriyê radiwestê, kengî dest pêkir? Kî
bûn nifiş û refên yekem? Û çi guherîn bi ser
de hatin, kengî wek tête gotin mirin? Aya
raste mir?
Nivîser bi xwe jî mîna hemî vekolînerên li
ser vê rêbazê, Zaniyar û zimanzanê Siwêsirî
Ferdinand de Saussre, wek destpêker dibîne,
wate xwendegeha GENF ya hizrî û bi taybetî
piştî weşana wan semînarên wî yên di bin
navê „ Kursên zimannasiya giştî“, ko piştî
wexerkirina wî hatibû weşandin. Ji xwe di „
Nijyargeriyê de, ya giring ew e, ko têkilî
di navbera elementên zimên de, sîstemekê û
taybetmenddiyê ava dikin û dibe xala herî
sereke di vekolînên li ser rêbaza
Nijayrgeriyê., yê diwan behsê fomalîstên Rûs
dike, ko ji „Tîtiyanof“ , Roman Jacokson û…
Roman Jackobson, tevvî xwendegeha pragê jî
bû.
Li vir dixwazim bibêjim, ko F.de. Saussre,
wek bavê Structuralisme li qelem tête dan,
lê di pey re, xwendegeha Emerîkî tê û li pey
ya Kopenhagen û Cercle Linguistque de Prague,
ko
piştî konfiransê Danhaagê 1928an û
Konfiransa Phonetik ya Amsterdamê 1932an, bû
Claude Lévi Strauss, ko ew rêbaz li ser
Antropolojiya û bi taybetî li ser wan hozên
Indiyanan yê mirî û li ser efsaneyan, di
warê Ethnososiology bi kar anî. Bazina
Prague, an jî wek pişt re bi nav bû,
xwendegeha Pragê Nijayrgerî, ji qûnaxa
nijyargeriya Kosonant, bo nijyargeriya
Funktional veguhestin. Structuralisame ya
Emerîkî, Kopenhagen, Prag, Formalîstên Rûs û
bi taybetî Nijyargeriya Ferensî Sementîk û
simiyotîk, di rêya Tzvitian Todorv, Rolan
Barth, Gérard Genette, Michel Foukout û di
pey wan re Juliya Kristiva, bi hêz bû.
Jaque Durrida jî bi xwe, di gel Foukout bû,
lê di pey re, hevrikî, mîna ko Dr. Fadil
nivîsiye, di gel wan grûpan kir. Di gel, ko
T.Todorv, R.Barth, F.Genette, Bashlér û
J.Kristiva xwe bi warekî din ve mijûl kirin,
ko ji wan re di pey re hate bi navkirin „
Receptions Theory“, ko serkêşê wê, Wolfagang
Iser, Weiß-Blumenberg û Hans Robert Jauß bûn.
Bi taybetî pirtûka Iser ya bi navê „ Der Akt
des Lesens“ Kiryara Xwendinê, kartêkirinek
mezin kir, ji ber ko, vî zaniyarê toreyê,
dikarîbû, çend şêweyên xwendinê destnîşan
bike.
Dr. Fadil di vî beşî de, bi şareziyek bilind,
wan guhertinên di rêbaza Nijyargeriyê de, bi
nimûneyên kurdî û hêsan şirove dike, her
weha, li ser sîstema Naum Chomiskî ,
lîsteyek ji pêwendiyan, ko rêziman bingeh e,
di deqê xwe de diyar dike.
Di dawiya vî beşî de, bi çend pirsan bi dawî
dike:
1. Erê bi serhildana hilweşîngeriyê de(
Deconstruction), nijyargerî dimirêt, yan
radibit?
2. Erê Nijyagerî- bi têgehê berfeh- reha
mirinê heye, yan rêbazeke hizrî ye, ji
rastiya hebûnê û guherînên wê û erkê
nijyaran peyda bûye û dê her mînit?“ R. 34
3. Têgeh û Terim:
Nivîser di vî beşî de, pêkol kiriye, ko
diyar bike, ka ev têhgeh, bi çi peyvê,
hatiye nav gorepana toreya kurdî. Dr. Fadil
di wê baweriyê de ye, ko
„peydabûna her têgehekî, dibe pirek pêdivî
bo bûna têgehî, cudakirinê û gihandinê û
têgehiştinê“ R. 37
Nivîser, li pey lêkolîna xwe, dibîne, ko ev
term bi hindek têgehên cuda hatiye nav
zimanê kurdî, mîna (Binayd/Binyat/Binyadgerî/avahî..),
herweha diyar diket, ko yên ev têgeh,
êxistine nav zimanê kurdî de, para pitir
daneberheva ber peyv û têgeha erebî ye.
Yek ji wan rêkan jî ev e, ko ji peyva
Strcturalisme, ko ji Structure hatiye,
derbasî zimanê me yê edebî bûye, bi wateya
Kêlehî, Pêkahtin, avahî.
Encama vî beşî, ko ev têgehên, yê bi
berhevkirina terma erebî, têra têgehê
Structuralisme neket, çunku:
„yê ewropî behsê pêkhatin û bejin û kêlehiya
tiştan diket û yê erebî ber bi binemayê
tiştan ve ye, anko binyatê tiştan, nexasme
herdû ji peyva bin peyda bûyîne“ R.37
Nivîser, piştî lêkolînê dibîne, ko peyva
Nijyar bêhtir nêzîkî Structur e
Li dawiya vî beşî, sê têgehan li hember
hevin dideyne
Structure Nijyar
Structuralist Nijyarger
Structuralism Nijyargerî.
Dixwazim li vir bibêjim, ko peyva
Structuralisme, peyveke latînî ye, bi wateya
çêbûn, bûyîn, pêvebûn, pêgehandin û
bihevxistin e, wate ne tenê kiryarek e,
kiryar û kirde ye. Di Ferhengên toreyî de, û
yên synonoman de, weha hatiye
“ Strukturalisme= rêbazekî zanistî
zimanevanî ye, ziman jî mîn sîstemekî
nîşanan yê girtî tête tegehîştin“ Duden,
Deutsches Universal Wörter Buch R. 1488
Eger em, li jêderên toreyî temaşe bikin, dê
bibînin, ko çend xalên sereke, di pênasîna
têgehê Structuralisme de hene, Tevin, ciwanî,
rêkxistin, têkilî, hizrî, pêgehandin, movik
deqê toreyî, şirovekirin, lêkdan, bikaranîn
û nîşanaweran= Delalet.“ عالم عبد الرحمن
منيف. صبحي الطعان. R25
4. Nijyar:
Di vî beşî de, nivîser, diyar dike, ko her
nijyar pêdiviye navekî xwe yê cuda werbigire
û ji ber ko nijyar babeta vê pirtûkê ye, wek
Fadil dibêje, pêdivî bi serrawestanê heye:
1. Nijyar wek giyanekî serbixwe çi ye?
2. Ji çi pêk dihêt?
3. Çi erk heye an hene?“ R. 40
Nivîskar, nijyar bi 2 şêweyan dibîne a.
Leşdar. b. Hizrî.
Nijyar li ba nivîskarî ji çend tiştan pêk
têt:
1. Cudabûn di navbera nijyaran de.
2. Her nijyarek pişikdarî di avakirina
nijyarên din de bike.
3. Pêdivî ye, xweragir bit
4. Rolekê bigêre
5. Şiyana guherînê hebit
6. Pêdiviya xwe dubare bike û bête
dubarekirin.
Dr. Fadil, pêşniyar diket,
„ko Signified/ Signifier, wek nîşanewer=
Dal“erebî/ Nîşandar= Medlûl bi kar bêt, an
jî têgehên biyanî bi kar bînin“ R.45
Li vir, pêdivî ye, bête gotin, ko di deqekî
de, netenê nijyarek heye, belê gelek nijyar
û pêdiviye, karê toreyî li ser bête kirin,
mîna kesixandin, rêkxistin, jihevxistin û
liêkdan,, mîna Van Dick, di tiyoriya xwe de,
li ser Structure dibêjit, anko tişta zêde
bavêje, bo deqekî bi rêk û pêk û afirander
derbikeve.
Xaleke din jî heye, dixwazim li vir behs
bikim, ko kêm tête beheskirin, ew jî Nijyar,
pir caran mîna navend, an jî sentrûm tête
bikaranîn, lewra, rexnegerek mîna Subhî
Te,an, dibêje nijyara pîvazane, wate, pîvaz
ji gelek qatan pêk têt, di her qatekî de,
navendek heye, mîna ko deq jî, pirkîte ye,
dibe her kîteyek nijyarek bit, girêdana wan
nijyaran, an jî wan navendan, nijyara mezin
dadimezirîne.
Min dixwest wateya nijyar bizanim, wek
Dr.Fadil di destpêka vî beşî de, nivîsî bû,
lê diyar e, mebesta wî pêkhatên nijyar bi
xwe bûn, eve jî rengek ji rengê pênasîna ye,
dema mirov nêzîkahiyê, li pêkhatin tiştekî
bike, di encamê de, nêzîkahiyê li wî tiştî
bi xwe dike.
Wek pênasîn, dixwazim, ya “ صبحي الطعان, li
vir binivîsim, ko bi xwe ji ya Van Dick û
Michel Foukout nedûr e, lê taybetmendiya wê,
xalên herî sereke di liserkarkirina nijyaran
diyar dike:
„ Nijyar(Structure). Tevna spehîtayî ye, ko
movikên deq, li ser asteya vebêjî û hizrî,
tê de bi ceh dibin, li gel pêwêndiyên
xaçeyane, guncane û şirovekirinên lêkdanane,
nîşanewerane û nîşandarane“ عالم عبد الرحمن
منيف. صبحي الطعان. R25
Mercê herî bingehîn, ko deqek serketî be û
mercên dahênanê hebin, hebûna tevina
ciwaniyê di deqî de ye.
Ji bo ez pir li we xwênerên rêzdar dirêj
nekim, dixwazim, tenê navê beşan ji bilî
beşê 10an, ko merema vê pirtûka bi nirx e,
binivîsim.
5. Pêkhatina dinyayê.
6. Rastiyên zanistî, li hember rastiyên
Aşopî.
7. Sinorê gerim
8. Karlêkirin, jiyanê û sîsteman ava dike
9. Sinorê Agahî-Zanînê- têgehiştinê
10. Nijyargerî:
„ pêdivî ye nijyargerî wekû rêbazeke
têgehiştinê û şirovekirinê, serederiyeke
zanistiyane di gel hemî bûneweran û verêja
wan biket.“ R. 79
Nivîskar behwer dike, ko sedema ragehandina
mirina nijyargeriyê, ji ber ko di warê
bizava hizrî û aşopiya mirovî de, gelek
asteng keftine pêş wan.
Nivîskar berdewam dike û dibêje:
„Bi dîtina min helwestêgelek zanayan, ji
sozeke mirovaniyê dernakevit û helwestê wan
pitir helwestekê Idolojî –dînî-sincî ye ji
her helwêstekê dî, çunkî nijyargerî wekû
rêbazeke rexneyî di ser rexneyê re nîne, lê
çunkî girêdayî rastî û jêderên gewherînên
hebûniyê ne, lew pitir ji her rêbazekaa dî
dê nêzîkî metodên zanistî be.“ R.79
Di behweriya nivîserî de, yên ala mirina
nivîskarî hildane, ew nijyargeriyê
serveserve têdigihin.
Li gor pêdeçûna dîroka structuralismê, yên
vê alê hil didin, bi xwe nijyarger in, lê
kesekî ko bibêje ez nijyarger im, qet nîne.
Bi taybetî Rolan Barth, sementîkîstê ferensî,
ko di pirtûkên xwe de „ nivîsîn di pileyeya
zêro de“ û Sêmentîk“, xwestî ye, berdewamiyê
bide nijyargeriyê, bi wateyeke din, ji
Poststructuralisme ( Mita-structrulaisame),
ko bi xwe jî nijyargerî ye.
Ew bi xwe nivîskar namire, lê rola wî tête
guhertin û dibe xwêner, wate, sêqoliya
prosesê ji Nivîskar(
Peyamhinêr)-Nivîs(Peyam)- Xwêner(
Peyamhilgir) û pêwendiyên di navbera wan de,
dibe duqolî û dimîne têkiliya diyalektîk, di
navbera xwêner û peyamê de û xwêner, li gor
pileya xwe ya zanistî û marîfî, di peyamê
digehe û li vir, em nêzîkî Reception Theory
dibin.
Di vî biwarî de, Dr.Fadil pirsên pir giring
radixe û deqekî vekirî li ber xwêneran
datîne, ew jî ev in:
1. Biyava hizrî ya mirovan çi ye?
2. Ji çi pêk dihêt? Çawa û bo çi ye?
3. Ev bûnewerê xwe di kelaxkekê hestî da
veşartî û leş bo meremên xwe bindest kirî çi
ye?
4. Erê mirov pêk ve nijyar bi?
5. Endamekî din yê leşî ya tiştekî din e? Bo
çi hizir û berhemê hemî nijyar bin?
6. Xwêner dikare zayendên toreyê( Helbest,
Roman, çîrok, şano) û yê suruştî ( mirov,
dar, çiya, av..), mîna hev bixwîne?
7. Her regezek, endamek, elementek, berhemek,
xwendinek taybet bo pêdivî ye?
8. ( pirsek beşdar, lê neya gotî), erê
xwendin di her demê de, wekû êk e?
Berahîka vê gotarê bi dawî bînim, dixwazim
pênasîna nijyargeriyê, mîna ko para pitir,
ji lêkolînvanan li ser yek in, li jêr
binivîsim:
„ Nijyargerî( Structuralisme) ji latînî
hatiye, bi wateya pêkvekirin, desiplînkirin,
bûyîn û çêbûn, ko dikare wek taybetmendiya,
şêweyekî zanistî, hêza karînê, hizirkirinê,
an jî wek rêbazekî di beşekî zanistî û
lêkolînan de bête bi karanîn, û nijyar
dikare li hemî sîstemên zanistî yê hene,
vekole. Li hember wilo jî, xwêner dikare her
elementekî di nava sîstemên têkiliyan de,
bibîne û li ser têkiliyên di navbera wan
elementan de( nijyaran) de bixebite.“
http://www.uni-trier.de/uni/fb2/ldv/ldv_wiki/index.php/Strukturalismus
Nivîserê pirtûka Nijyargerî, rêzdar Fadil
Omer, weha, pirtûka xwe bi vekolînekê li ser
çîroka Dr. Segvan Xelîl Hîdayet, wek
nimûneyeke karpêkirinê, ya bi navê Dergeh bi
dawî tîne.
Naxwazim bêhtir ji wê bibêjim, ko pir
serkeftî, bertiyoriya xwe bi kar aniye û ji
bo barê xwêneran sivik bike, ferhengokek li
rûpelê 105-109 çêkiriye.
Di berahîka dawiyê de, pirsekê bo rêzdar
Fadil vekirî dihêlim û dibêjim, eger mirov
têgeh û terman wek latînî, an jî zimanê
orîgînal bihêle, dê nebaştir be?
Pirtûka „ Nijyargerî, derazînkek destpêkî“
di sala 2005an de, li Duhokê ji weşanên
Êkîtiya nivîskarên Kurd-Duhok, hatiye
weşandin. Çapxana Hawar, Duhok-Kurdistan,
116 rûpel, destê Dina 5.
Têbînî:
1. Dr. Fadil, navê jêder û makderên xwe li
dawiya pirtûkê rêz kirine, lê tişta min
dixwest, tê de hebe, ew hevok, kîte,
paragrafên ji wan jêder û makderan birî, wan
bixe, nav kevanan û rûpelên, ji bo lêvegeran,
wan binivîse. Lê ev tucaran, ji nirx û
qîmetê pirtûkê kêm nake.
2. Min navê jêder û makderan yekser li pey
peyvên wan danîne, ji bilî ew yên tenê
hijmara rûpelan e(R), jêder ji xwe pirtûka
NIJYARGERÎ ye.
tengezarmarini_41@hotmail.com