Selîm Biçûk
Berî ez bêm dinyayê min tu dîtî. Min sozek da te. Di ramana min de,
tu bûyî xewnek mezin. Tu bûyî binefşek çiyayî. Tu bûyî dilopek
şevnema biharê ku rûyê sorgulan şil dike. Tu bûyî çiya. Tu bûyî agir
û roj. Tu bûyî sermed û bêmirin di nav mij û leylanê de, winda bûyî.
Berî zayîna xwe, min dest bi gerê kir û ketim pey şopa te. Li
kavilên bêşênî, li kolanên gundên ji leylanê, Li qerexên dilên
bêhest û evîn, li nav çadirên mirovahiya penaber, ez ketim gerek
bêdawî. Carna di xewnek revok û tirsonek de, li te dibûm mêvan.
Carna di dilekî sar û behitî de, min silav dida te. Pir caran jî,
min tu li nav hêstirek daleqandî didîtî.
Neh mehan di zikê diya xwe de, li te geriyam. Li nav ceger û mêlakên
wê, ez bi germiya te dihesiyam. Di dilok û lorandina wê de, tu
dihatî ber çavên min. Di êş û keserên wê de, min hêstirên te didîtin.
Lê, li biharê tu dibûyî mij, li havînê leylan. Ez diketim gera hebûn
û tunebûnê, tu jî, diketî reva çûn û nehatinê.
Min hêz da xwe ku li ser soza xwe bimînim û carekê bi herdu destên
xwe te bigirim. Bihêrs û germiyek ku êgir dişewitîne te hembêz bikim.
Lê, xewnên bitirs, kabûsên mirinê lingên min li qeyd û zincîran
didan. Zimanê min li nav bêdengiya mirinê, lal dihiştin. Çavên min
li nav reşiya şevê, kor dihiştin. Guhên min li nav gemara dîrokê ker
dihiştin. Min nikarî bû te bibînim, li pey te birevim, dengê te
bibihîzim, yan jî, biqîrim, bigirîm û hawar bikim. Tenê di dilê xwe
de, min tu parastî. Mîna gulekê, mîna perestgehek pîroz, mîna
periyek bihiştî, mîna Xwedayê evînê min tu di ramana xwe de
daçikandî û bêmirin hiştî.
Bi wê xewn û ramanê ez hatin dinyayê. Bi qêrîna yekemîn re navê te
hat ser zimanê min. Bi tîrêja ronahiyê re, çavên min tenê li te
geriyan. Bi gavavêtina pêşî, ez ketim pey şopa te. Min riyek dûr û
dirêj girt û li pey te meşiyam. Li gundên mirinê geriyam. Ketim
riyên bêşop. Li bajarên windabûnê penaber bûm. Zindî, bi min keniyan
û " dîno " ji min re gotin. Mirî, liser halê min giriyan.
Ji nav jiyan û mirinê, min sînor çirandin. Xewn û rastî min kirin
yek. Li reşiya dilê sînorên bextreş tu bûyî navnîşanek nenas. Liser
lêva mirinê kenekî sar. Li dilê keçên ciwan carna diriha reş, carna
jî, gulek geş.
Min pir caran ji xwe dipirsî: Ez çi dixwazim? Ez dikarim xewnek mirî
bikim rastî? Ez dikarim ji xeyalê rastiyê bihûnim? Ez dikarim li
bajarên mirinê jiyanê biafirînim?
... Û hemû pirs li dîwarê windabûnê tune dibûn. Mîna te dibûn mij û
leylan. Li nav perên mejiyê min yê windabûyî hêdî hêdî rastiyek
bicih dibû. Min dizanî tu qedera min î. Tu havênê hebûna min î. Ez
dikarim ji her tiştî birevim. Lê ji te? Na, ji te rev nîn e. Tu
rastiya min î. Tu ez im. Ez jî, tu me.
Di riyên mirinê de, ez li te rast hatim. Mîna perperîkek bêçare, min
xwe avêt agirê te. Dadgerê evînê ez gunehbar dîtim. Biryara şewata
min da. Lê, dema li ber piyên te dişewitîm, mîna momekê li
perestgeha te dipişivîm, min jiyan didît. Min xweşiyek bêsînor hest
dikir. Min nas kir ku agir jî, jiyanê ava dike. Min nas kir ku bi
şewatê jî, gul vedibin.
Û yekser bi hev re, em ketin riya hebûnê û me xwe dît. Me xwe dît û
ji nû ve xwe afirand. Di dilê rojê de, em bûn çiyayên evînê. Di dilê
êgir de, em bûn sorgul û binefş. Di dilê mirinê de, em bûn jiyan.
Mirovahiya kor, ker û lal, me biçav, guh û ziman kir. Mirî rabûn ser
piyan û meşiyan. Zindî ketin rê. Şevê konê xwe rakir û ji ronahiyê
re, cih berda.
Li Geliyê Waweylê bi hezaran dirihreşk bi êgir dibirijin. Ramanên
hovîtî û barbariyê bêveger dikevin revê. Zagona welatê êgir û rojê
ye. Tenê evîn dikare li ser piyan bimîne. Êdî çi hêz nikare di
laşekî de dil, kezeb, ceger û ramanê ji hev cuda bike. Her tişt li
cihê xwe, xwe dibîne. Hemû rê diçin perestgeha evînê. Hemû dil di
yek rê de, li ber xwe didin.
Û ez û tu Qamişloka min…
Em 12 rûbarên xwînê, 12 avdar, 12 newroz, bi hezaran Ferhad û Maşûq
û yek jiyan in.
Erê ez li meydana şerê jiyanê bêçare bûm. Ez têk çûm. Mîna
kelemperekî ziwa ji kokan ve hilkişiyam, ber bayê ketim. Bahozek
bêbext ez ji çiya û ronahiya rojê cuda kirim. Li geliyê Waweylê ez
ber qef kirim. Ez sipartim mirina malkambach. Di rastiyê de, ev yek
azadî û rizgariya min bû. Ji bo min dawiyek pir xweş bû.
Ez di hembêza mirinê de, tu mîna gulek geş li hember min vebûyî. Tu
bûyî bersiva pirsên min yên li ser hatin, man û çûnê. Te evîna min
ya xewneyî anî rastiyê.
Ez nizanim ne tu xewnek jê min jibîrkirî yî ne jî, bi rastî te sozek
da min. Lê baş dizanim ku ji bo te hatime, ji bo te dimînim û bi te
re diçim...!
Û ji nijkê ve, tu bûyî xwedayê min. Min dil, raman û baweriya xwe
sipart te. Li perestgeha çavên te ez bûm baba derwêş. Min hemû
pirtûk û perestgehên pîroz yên kevin ji mejî û dilê xwe şewitandin.
Min hemû xweda ji bîr kirin. Li şûna rojê ez li ber çavên te serçok
bûm. Lêvên te bûn Quble û Lalişa min. Bûn silavgeha min.
Dibe ku tu min dîn nas bikî. Ji xwe ev rastiya min e. Ez ji dînan
dîntir im. Lê bawer bike evîna te û dînîtiya jiyanê ez dîn kirime.
Ez bi siya xwe re dipeyivim. Di rûyê sorgulan de, te dibînim. Di
tîjkên rojê de, çavên te dibînim. Ji nav xwinava baranê bîna te
dikişînim. Di dengê muzîkê de, kenê te dibihîzim. Li nav keldûmana
dilên bi evînê şewitîn ez 12 guliyên te yên avdarî dibînim û di nava
her dilekî de ez, tu û jiyan lê didin...!