Kemal
Necim
DÎSA JI HEMWELATIYA
BARANÊ RE
Hilma cejnekê li riwê te dixist
Li wê axa biyanî
Dîsa ez bûm
bayekî sar
destvala hatibûm ber deriyên te
***
Kenekî xilmaş li ser lêvên te
bişkuvî
çavên xwe vekir
dît ku ez im
dîsa raza..
Û ez ê destvala hatıbûm ber deriyên
te
li peyvekê digeriyam
***
li peyvekê digeriyam
sermaya hinavên xwe bişkînim
û bêdengiya çilleyê Şamê.
Li peyvekê digeriyam
peyveke germ
mîna kenê te..
***
Dikir bibariya..
Min bîra sêwankê nedibir
Ne jî hevokek dihat bîra min
li ser serê te vedim
***
Dike bibare
Ji xwe dibare...
***
Neha hate bîra min
ez ne destvala
hatibûm ber derıyên te
Pirtûka di destê min de
dike şil bibe
Ew berhevoka min a helbesta ye
Dikim diyarî baranê bikim
Ji xwe diyarî baranê dikim
Lê li peyvekê digerim
Peyvek e germ
Mîna kenê te...
Di wateyan de kûr neçe
Di êvrê de kûr neçe
ev roja xeydok
li hema ye..
Dê bi ser te de
biwerive
û li ber bejna te
berberojkan
bicîne..
Kûr neçe
di êvarê de
li hema ye
ev roja xeydok
dibe bixeyide
û keskesorên xwe
ji ser genimên te
vekişîne..
dibe dîsa bixeyide
û zêrê xwe
ji nav porên te
biçine..
***
Di şînê de kûr neçe
ev şînê
xemgîn
di çavên te de
li hema ye
wê xwe bikuje
û neşûştî
bi ser riwê te de
birije..
şîn xemgîn e
û li hema ye
şînê girênede
***
di çûnê de kûr neçe
ev kela girî
di gewriya min de
li hema ye…