
Lukman
Polat
Min di kovara tirkan a hefteyî ”Nokta” de
hevpeyvîna bi serokê PRS -Partîya Reform a Surîyê –Ferîd N. Ghadry
re xwend. Gelek keyfa min hat ku partîyeke ereb û serokê wê kesekî
ereb di derbarê kurdên binxetê –başurê rojavayê Kurdistan- de ewqas
gotinên baş dibêje û dîtinên pozîtîf pêşkêş dike. Ferîd N. Ghadry bi
helwesteke vekirî piştgiriya doza kurd û çalakî û xwepêşandanên
kurdan dike.
Ferîd N. Ghadry dibêje : ”Piştî kuştina Şêx
Maşûq xwepêşandan û serîhildana kurdan pêk hat. Rejima Baas zilm û
zordariyeke giran li ser kurdan pêk tîne. Kurd reaksîyonên xwe di
kuçan de tînin zimên. Bi qasê ku ez dibînim kurd însanên bi qerar û
bi hêz in. Hêvîya me ev e ku berxwedana wan ya demokratîk li ser
gelê erebên Surîyê jî tesîr bike û li hemberê Baasê li temamê Surîyê
serîhildan pêk bê. Qatîlê Şêx Maşûq desthilatdarîya Surîyê ye. Beşar
Esad waadên ku daye naynê cih û reforman pêk naîne.” -Kovara Nokta
hejmar : 1147-
Serokê SRP-ê di hevpeyvîna xwe de di derbarê
kurdan de gotinên baş dibêje, zilma li ser kurdan tîne zimên û diyar
dike ku Şêx Maşûq ji alî rejima Surîyê ve hatiye kuştin, lê çi heyf
ku hinek kurd berevajê vê dibêjin û rûn li nanê rejima partîya Baas
dikin. Dema min vê hevpeyvînê xwend beyanên PYD-a Apoçîyan û beyanên
serok û birêvebirê ”Partîya Yekîtîyê” hate bîra min. Beyanên serokê
partîya Yekîtîyê Îsmaîlê Emo û birêvebirê partîyê Şêx Elî
şermezarîye.
Î. Emo û Şêx Elî beyanên nebaş dan û li
hemberê xwepêşandanên ku ”Partîya Azadî ya Kurd” organîze kiribû,
derketin û di serde jî gotin : ”Rejima Surîyê kurdan ji bo kurd in
nakuje. Şêx Maşûq ji alî hukumeta Surîyê ve nehatîye kuştin.”
Hinek partî û rêxistinên kurdan ecêb in.
Xwedêgiravî ew li dijê dagirkerîyê ne, lêbelê ji bo xwe bixin çavên
birêvebirên dagirkeran û xwe bi dewleta dagirker baş bidin nîşandan
çil teqle liser hev davêjin.
Ji xwe re livê ecêbê binêrin; şexsiyetekî
kurd ê welatparêz bi xwînxarî tê qetilkirin, kurd têne kuştin û
hinek partî û rêxistinên kurdan li dij kirina qirêj yên dewleta
dagirker derdikevin, dewletê protesto dikin, qirinên qirêj şermezar
dikin, rûreşiya dewletê li pêşberê qamuya giştî ya cîhanê lanet
dikin, ji bo wê xwepêşandanên girseyî amade dikin û hinek partîyên
kurd yên din jî li dijê van tiştan derdikevin. Birêvebirê partîya
Yekîtîyê Şêx Elî çima li dijê van çalakîyan derdikeve?
Dema Şêx Maşûq hate qetilkirin, divê Şêx Elî
ala têkoşînê bilind bikira û ji dewleta dagirker a Surîyê re bigota
: ”We Şêxekî welatparêz şehîd kir, lê bi dehan Şêxên welatparêz yên
kurd hene. Şêx maşûq bû şehîdê doza netewî, ew ne yê yekem e û ne yê
dawî ye. Têkoşîna doza netewa kurd dê her bidoma heta ku gel azad
bibe, welat rizgar bibe.Çêx Maşûq çû, waye Şêx Elî heye. ” Lê, çi
heyf ku Şêx Elî ala têkoşînê bilind nekir, helwesta teslîmbûnê û
tirsonekîyê nîşan da û rûn li nanê dewleta dagirker a Surîyê kir.
Li başurê rojavayê Kurdistanê deh, panzeh
partîyên kurd hene. Di esasê xwe de hemû jî partîyên azadîxwaz in,
kurdperwer in. Partîya Yekîtîyê jî partîyeke welatparêz û azadîxwaz
bû. Lê, ev helwesta wan ya niha qert layiqê misyona wan ya
azadîxwazî û welatperwerîyê nîn e. PYD – Ev partîya Apoyîyan e û
navê kurd jî lê tune. – li dijê çalakîyên kurdên binxetê derkeve,
nexwaze ku li derveyê wan tevgereke alternatîf ya kurd bi hêz bibe û
nexwaze ku ”Partîya Azadî ya Kurd” çalakîyên xwepêşandanê organîze
bike, mirov wan fêm dike. Rewşa PYD-ê diyar e. Lêbelê bi partîya
Yekîtîyê –ya Xwedêgiravî demokrat- çi bûye? Qey ew jî bûne Apoyîyên
şermok(!)....
Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd bi beyanên
serokê wê Îsmaîlê Emo û birêvebirê wê Şêx Elî kete rewşeke
şermezarîyê. Divê ew ji gelê kurd doza lêborînê bixwazin. Divê ew
pesnê dîktatorê dagirker û dewleta xwînxwar nedin. Ew partîyeke kurd
in û divê li doza kurdan xwedî derkevin, li hemberê dagirkerîyê
têbikoşin.
Kurdên binxetê, anku kurdên Kurdistana
başurê rojava ji hemû mafên xwe yên însanî –mirovahî-, demokratîk û
netewî bêpar in. Bi salane ku bi sedhezaran kurdên wir ji nasnameya
hevwelatî ya Surîyê bêpar in û dewleta dagirker a Surîyê wan kurdan
tune dihesibîne. Ew zindîyên mirî ne, zindîyên
tuneyî ne. Kurdên ku xwedî nasnameya hevwelatîya Surîyê ne jî, weke
kurd nasnameya wan ya netewî bi fermî nayê qebûlkirin, weke ereb
têne qebûlkirin.
Partîya Komunîst a Surîyê û
hemû partîyên şirîkên partîya Baasê rewşa kurdan neanîne zimên û li
doza kurdan bi şêweyeke eşkera xwedî derneketine, heq û azadîya
kurdan neparastine. Niha partîyeke reformê bi eşkere li doza kurdan
xwedî derdikeve û piştgirîya têkoşîna kurdan dike. Divê partî û
rêxistinên kurdan bi vê partîya reformê re hevkarî bikin, ew
piştgirîya hevûdu bikin.