| |
|
|
|
BAY BAY GERHAD SCHRÖDER!!!
|
|
rojava.net 08.07.2005 |
|
|

FÛAD
SÎPAN (AKPINAR)
fuadsipan@yahoo.de
Beriya ku ez li ser mijara siyaseta Almanya
ya bawerî negirtina serokwezîrê Almanya Gerhard Schröder bisekinim,
dixwezim bînim bîra we xwendevanan, ku min di hevpevînek di gel
Radiyoya Tehranê de li ser hukumeta Almanya wiha gotibû:
jixwe aniha li Almanya kirîza aboriyê pir mezin bûye û mumkin e
hikûmeta Gerhard Schröder di demeke pir kurt de bi hilbijartineke nû
ji hikûmetê bikeve.
Min ev hevpeyvîn wek nivîskî jî di 22.04.2003an de belav kir û ev di
gellek malperên Kurd de hatiye weşandin.Çavkanî, malpera Mehname.
http://www.geocities.com/mehname40/40/nuce1.html
Kêm zêde du sal di pê van gotinên min re derbas bûn, ku hukumeta
Almanya di bin serokwezîrtiya Gerhard Schröder de ji ber gellek
sedeman mecbûr ma, ku salekê beriya hilbijartinên suriştî pirsa
bawerîgirtinê di 01.07.2005an de anî rojeva parlamena Almanya, ku
mepûsên Almanya dengên xwe nedin wî û ji nû ve hilbijartin li
Almanya çêbibin. Di dawî de bi daxwaza Schröder bû, parlamenteran
baweriya xwe nedanê û rê ji hilbijartinê re vebû. Lê Gerhad Schröder
dikaribî bi tewreke diha bi hêsanî jî, bi îstîfakirinê xwe ji
hukumetê vekişîne û rê li hilbijarinên nû re vebike. Ji ber ku
jiyana wî hemû bi çivanokî derbas bûye, loma wî li ser ku
hilbijartinên nû li Almanya çêbibin îstifa nekir, bi qeyda ku di
parlamenê de mebûs baweriya xwe ji hukumeta wî bikişînin, ji wî re
dîsa derfet hebe û ew jî ji serokwezîrtiyê re bibe namzet. Gerhard
Schröder loma wisa kir, ger ew careke din neyê hilbijartin, bikaribe
bibêje, ew lê xebitî dîsa bibe serokwezîr, ku pilan û projên xwe bi
kar bîne, lê gel dengên xwe nedanê û ew jî ne berpirsiyarê xerabbûna
siyaseta Almanya ya aborî ye.
Beriya ku mirov li ser van babetên dawîn bisekine, hêjayî gotinê ye,
ku hinek li ser kesayetiya Gerhard Schröder bisekine. Bavê Gerhard
Schröder Fritz Schröder karkerê Kîrmesê bûye, 5 zarokên wî hebûne.
Ew bixwe di 32 saliya xwe de bûye leşkerê Hîtler, yên nazî û di şerê
cîhanê yê duwemîn de di despêka havîna sala 1944an de li Romanyayê
jiyana xwe ji dest dide. Gerhard Schröder bavê xwe nas nekiriye, wê
dema ku bavê wî dihere şer, ew çend rojî bûye. Bavê wî nîv salê din
di şer de tê kuştin. Heta ji vir demek berê jî kesî nizanibû, ku
gora bavê wî li kû derê ye. Kêm zêde ji vir sê-çar sal berê Gerhard
Schröder pê hesiya, ku gora bavê wî li Romanyayê ye. Ewî bixwe di
hevpyvîneke di gel Televîzyona Almanya ARD di bernama “Beckmann” de
di 22.11.2004an de got, ku dema ew bû serok wezîr, wî bi saya
lêkolîna bi rêya leşkeriyê derxist meydanê, ku gora bavê wî li
Romanyayê ye. Gerhard Schröder di serdana xwe ya li Romanyayê di
12.08.2004an de li gundê Ceanu Mare çû ser gora bavê xwe. Goristana
ku bavê Gerhard Schröder lê hatiye binaxkirin ya leşkeran e.
Lê her çiqas Gerhard Schröder bê bav jî mezin bû, bextê wî baş
şixulî, ku bi saya derfetên Almanya yên aborî û sosyal xwend, li
bajarê Göttingen bû hiqûqnas-parêzer û paşê li bajarê Hannover him
parêzerî kir û him jî di Partiya Sosyal Demokrat (SPD) de aktîv kar
kir. Beriya ku Gerhard Schröder bibe serokwezîrê Almanya, wî 8 salan
li herêma Saksoniya Jêrîn (Niedersachsen) ku paytextê wê Hannover e,
serokwezîrtî kir.
Mirovekî wek Gerhard Schröder ti demê ne mîsyon, ne vîzyon û ne jî
îdealên wî hebûne, tenê ji bo berjewendî û menfeatên xwe yên şexsî
xebitiye. Jixwe di bîografiya wî de jî tê kifşkirin, ku ew mirovekî
pir bi azmend e, ku tenê ji şexsê xwe re kar bike û berjor here.
Loma wî bi siyaseta xwe ya bê serî û bê bawer ne tenê mala piraniya
Almanan xerab kir, herweha siyaseta Sosyal Demokratên Alman SPD, ku
140 sal kevneşopiya wê heye, xerab kir, ew jî bê îdeal û vîzyon hîşt
û berê wan da ber bayê sayî.
Gerhard Schröder bi siyaseta xwe ya ku jê re dibêjin “Agenda 2010”
mala gelê Alman yên hal û rewşa wan ya aborî jî kêm zêde baş bû
xerab kir. Bernama “Agenda 2010” her demê daxwaza sermiyandarên
Almanya yên kapîtalîst bû. Ev ji destpêkê de wisa bû. Heta niha ti
hukumetên Almanya yên din cesaret nekirin, ku vê projeyê pêk bînin.
Lê ji ber ku tiştê mirovekî wek Gerhard Schröder bixwe wenda bike
nîne, loma ewî xwe avête hemêza sermiyandarên Almanya û gelê Alman
kire nava feqîrî û belengaziyê. Ji ber sedemên vê siyaseta şaş, loma
hingiya partiya SPD û partiya Keskan li îxtîdarê ne, partiya SPD li
11 herêmê Almanya di hilbijartinên herêman de ji ser text ket û ev
11 herêm ketin destê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan CDU û ya
lîberalan FDP. Ji ber ku Almanya welatekî federal e, loma du
parlamen hene. Parlamena yek ya hukumetê ye û ya duduyan jî herêmên
Almanya yên federal temsîl dike.
Dema birayerk di parlamena Almanya federal de derbas dibe, divêt
parlamena ku herêman temsîl dike bipejirîne. Ger nepejirîne ew
birayar nabe qanûn.
Hêjayî gotinê ye, ku programa “Agenda 2010”an li Almanya programa
birçîbûnê ye. Wek min li jorê jî got, sermiyandarên Almanya jî jixwe
ev tişt dixwestin. Gerhard Schröder ji bo sermiyandarên Almanan
kesek e, ku mirov li ezmanan lê bigere, lê Xwedê jî ew li erdê da
Kapîtalîstên Almanya. Bernama “Agenda 2010”an sîstema Almanya ya
sosyal ji kokê ve xerab kir. Niha li Almanya mirovên ku bê îş in, bi
1 EURO kî didin xebitandin.
Ev bîst û heft sal e, ku ez li Almanya dijîm. Li Almanya her demê
mirovên feqîr jî hebûn. Lê em dest ji feqîrtiyê berdin, ev du-sê sal
e, ku li Almanya birçîtiyê dest pê kiriye. Ev salên dawîn, ez li her
bajar û li her derê dibînim, ku Alman di çopan de li tiştan digerin
ku pê îdara xwe bikin. Berê tiştekî wiha li Almanya tinebû. Almanya
ne tenê li Ewropa herweha di cîhanê de dewleta herî dewlemend e.
Tiştên weha ji bo Almanya rûreşiya herî mezin e. Loma hêvîdar im, ku
gelê Almanya di hilbijartinan de sîleke wisa bide Gerhard Schröder û
partiya wî SPD, ku ew careke din jî pişta xwe rast nekin.
Ji ber ku rewşa Partiya Sosyal Demokratan SPD ji ber sedemên li jo
pir xerab bûye, niha di anketan de di navbera 25-30 % dengdan tê û
dihere. Ev ji bo partiya ku mohra xwe li dîroka Almanya ya 140 salî
xistiye tofaneke mezin e. Loma SPD van rojana bi lez û bez
Manîfestoyek derxist, ku ger ew di hilbijartina di 18.09.2005an de
ser bikevin û hukumetê çê bikin, dê li Almanya gellek tiştên baş ji
bo kesên destteng bikin û dê ji dewlemendan jî zêde bacê bistînin.
Lê ji ber ku Partiya SPD baweriya xwe di nav gel de winda kiriye,
loma van guhertinên ku niha goya çê kirine kenê guran bi wan tîne.
Ger serokkomarê Almanya Horst Köhler biryara parlamena Almanya ya ku
di 01.07.2005an de hatiye stendin heta 21.07.2005an bipejirîne, ku
bila hilbijartin çê bibe û ger astengiyên zagona bingehîn dernekevin
dê di 18.09.2005an hilbijartin pêk bên.
Gerhard Schröder demekê xwe hinekî nêzîkî Kurdan kir û daxwazên
Kurdan bi lêv kirin. Di bin sîwana serokwezaretiay wî li Saksonya
Jêrîn di sala 1991an de li Bonnê di avahiya berpirsiyarê herêma
Saksonya Jêrîn de konferansek ji bo çareseriya pirsa Kurdî pêk hat.
Lê dema ew bû serokwezîrê Almanya Federal wî helwesta xwe di pirsa
Kurd û Kurdistanê de sed û heyştê derece guherand û bû dostê dewleta
Tirk. Yên alîkarî dan dewleta Tirk, ku demê ji bo mizakerê bistîne,
bi taybetî jî Almanya, hukumeta Schröder bû. Pir îdîayên xurt têne
kirin ku Gerhard Schröder bi mîlyonan bertîl-rişwet ji Tirkan
stendiye. Ez şaş namînim, ku ev îdîa rast bin. Çimkî mirovekî wek
Gerhadr Schröder dikare ji bo peran her tiştî bike. Jixwe dema ku
Amerîka li dijî Sadam şer kir, yên ku bi awayekî dijwar dijî şer
deretin hukumeta Schröder bû. Paşê rojnameyên Îngilîzan gellek tişt
nivîsîn, ku Sadam soz dabû Almanya, Firansa û Uris-Rûsya, ger ew li
dijî şer derên û Amerîka di şer de ser nekeve, dê ji Sadam îhalan
bigirin.
Schröder niha ji bo serokwezaretiyê dîsa bûye namzet, lê ew êdî
ji bo serokwezîrtiyê bibe namzet, ne be namzet, dê serokwezîrtî ji
wî re wek xeyalek bimîne.
Jixwe Kovara Focus ya hefteyî jî di hêjmara xwe ya di 04.07.2005an,
di rûpela yekê de li ser Gerhard Schröder wiha dinivîsîne, “Tschüss
Herr Schröder!” (Oxir be birêz Schröder!) Û weha berdewam dike,
“Einen neuen Job für ihn gibt es schon” (Karekî nû jî ji bo wî
heye).
Belê çima kar ji bo Schröder tine bin, bila canê dîktatorên Uris
(Pûtîn), Qiralên Ereban yên kevneperest û paşverû û bila canê
dewleta Tirk a faşîst sax be. Wê jêre karekî baş bibînin. Êdî dema
Schröder gellek e, bila here Tirkiyê li ba dostên xwe zêde zêde bê
pere tatîlê, havîngehê-seyranê bike.
Almanya, 06.07.2005
|
|
|
المقالات
المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع |
|
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE |
|
|
|