|
|
Dastan
û beyta Mîr Mih
Dr. Xalil Cindi Rasho
Dr.xelil@web.de
Edebê devkî ji deverekê bo
devereke dî tête gihorîn, her
mirovek jî li gorî diyalikta xo
wê çîrokê, yan dastanê dibêjit.
Navê palewana, yan navê cih û
zincîra serhatiya tête gihorîn.
gelek caran kêmbûn yan jî
zêdebûn li ser dastan û çîrokêt
devkî xoye dibin, lê belê çend
cudayî li ser dastanêt wisa
diyar bin, naverok û kiryarêt wê,
yan armanca wê heta hedekî mezin
weku xo dimînin.
Dastana Mîr Mihê li nav Êzidiyan
de gelek bi nav û denge. Ew ji
bona xerîbiyê û rojêt şîna (
demê yek dimirit) tête gotin.
Wekî em bizanîn ( Bedel Feqîr
Hecî) ev dastan û beyte bi
berfirahî di govara Laliş,
hijmara 5, sala 1997 ê bi tîpêt
latînî belav kirîne. Her wisa (
Hoşeng Biroka) babetek di govara
(Roj) de, hijmare 3, sala 1998 ê
belav kirîye.
Em naxwazîn vê dastanê û beyta
Mîr Mihê bi dirêjî li ser
bisekinîn, çunke wekî me gotî,
ew wa hatiye belav kirin, belkî
em dixwazîn beranber giringtirîn
pirsgirêk, simbol û nîşanêt wê
bisekinîn û şirove bikeyin, paşî
ew têkista ji devê ( Şêx Hisên
kurê şêx Birahîm) hatiye standin
binivîsîn û berheviye wê li gel
têkista ji aliyê ( Bedel Feqîr
Hecî ) hatiye belav kirin
bikeyin.
Puxteya dastanê ev e :
Dibêjin: mîrekî mezin, dewlemend,
kedxuda û navdar hebû. Ewî mîrî
kurek bi navê Mihê hebû. Babê wî
ne dixwest kurê wî çu nexoşiya
bibînit, yan bizanit kul û derd
çî ne. Bizanit şer û mirin çî
ne,..anku ne di hêla Mîr Mih
têkeliya xelkê biket û çavêt wî
bi nexoşiyêt dinyayê bikevin.
Her tiştek kurê wî viyaba jê re
amede dikirin. Ewî xulam û
berdestî hebûn. Her dem bi kêf û
xoşî li gel di borandin heta Mîr
Mih gehişte hêmê jin înanê (
demê zewacê). Babê wî qîzeke
heta bêjî layiq û ciwan bo wî
xwest û anî. çend Mîr Mih yî
bextewer bû, hind zêdetir li gel
jina xo ya şeng û şox dilxoştir
bû. Ewî ne dizanî kul û xem çî
ne!.
Wekî çîrok dibêjit; piştî çend
mehan ji zewaca Mîr Mihê,
hevalêt wî têne cem û şevbêriya
xo li gel wan bi xoşî, bi henek
û laqirdî derbas diken. Derengî
şevê hevalêt wî diçine malêt xo,
Mîr Mih wan rêwane diket û heta
ber dergehê malê li gel wan
diçit, vedigerêt dibînit jina wî
ye nivistîye!...hind deng lê
diket : hilu, rabe!,belê bê
fayde nebû, jina wî şiyar ne di
bû. Mîr Mihê wisa zanî ku jina
wî ye nivistîye, ewî got: ez dê
wê heta sibeykê hêlim, bila ye
razayî bit. Mîr Mih jî li
tenişta wê nivist.
Sibeykê dîsa Mîr Mihê deng li
jina xo kir, gotê: rabe,
hilu!..ew qet ne di livî. Wisa
ma heta hevalêt wî hatin,
pirsiyar jê kirin:
kanê maliya te.( jina te)?
Mîr Mih: hewe hun duhînê hêvarî
çoyîn, ew ye nivistiye!
Hevalêt wî çon dîtin jina wî
neye nivistiye, belkî ewe miriye!
Gotinê :
Mîr Mih! jina te wa mirî!!
Mîr Mih: mirin çiye?
Hevalêt wî: Cibrayîl (´izrayîl)
qasidê Xudê têt û ruhê ji mirovî
distînit û dibete dinyaya dî.
Ruh hew vedigerête qalibê xo!
Careke dî Mîr Mih ji hevalêt xo
pirsî : mirin çiya....ruh
derkeftin anku çî û..Cibrayîl û
´Izrayîl kîneu!,bo min bêjin!!
Ewan gotê: niho dê şêx û pîr,
xuşik û birayê axretê ên, jina
te ya mirî bene serşoyê, serê wê
şon, kefen ken, du´aya li ser
bêjin, paşî dê danêne ser
darebestê û bene goristanê, li
wê derê tirba wêye kolaye, dê di
bin axê ken, xelik dê vegerên
mal, ew dê mînit..
Mîr Mih: ew heta kengî dê li wê
derê mînit?!
Hevalêt wî: ew her û her dê li
wê derê mînit. Ew mala heq e!
Mîr Mih: baş e, ez jî dê wisa
mirim?!
belê, ev dinya ne milkê kesîye,
ew bi tenê milkê Xudêye!..yê
bête ser érdê Xudê, dê ji kasa
mirinê tam ket!..em hemu dê
mirîn.
Dibêjin, demê Mîr Mihê zanî
hevala wî ( jina wî) hew
vedigerêt, rabû ev beyte; ku bi
navê ( beyta Mîr Mih) hate nas
kirin, bi ser jina xoda got :
1- Hun werin lêzim werin,
gund û çînarêt hêşetê,
em de rayekê lê bikeyîn
îro qewî giriya me tê.
*****
îro qewî li me têtin girî,
sosin li mêrga xeyirî,
nema vexon vê şerbetê.
*****
Lêvêt nazik, rengê şeker,
jê kêm dibûn durr û xeber,
sed dax û kovan û keser.
*****
Heyfe em ji êk( ji yek) bibîn
cudayî,
ya Rebî! hizin û girî herdu te
dayî,
em di razîne bi hukmê Xudayî,
hincî va tê, ji dergehê te tê.
*****
Heyfe em ji êk bibîn cuda,
ya Rebî! hizin û girî herdu te
da,
em di razîne bi hukmê Xude,
hinciya tê, ji dergehê te tê.
*****
Hinciya diket, ew Mîr diket,
daxa di qelba da pîr diket,
xêr û şera ( te´cîl) diket,
sot im bo navê firqetê.
*****
Sot im bo narê agirî,
heyî Felekê! Vê fêniyê em ji êk
kirîn,
heta dixoşîn, dê bi kul û derda
mirîn,
dost bira çerxa édetê.
*****
çî édeke bê hewaye,
çend ciwan û mehbûb wê rivaye
hemu li nav axê danaye.
*****
Hinciyê di nav axa wî,
hinciyê li ber énkêriya wî,
em da bideyîn terka wî,
ewe bi serê kesî ne tê.
*****
10- Eve gumbeta li nav qebure,
çî meqbereke tarî hoye kure,
hana dostê ye dure,
tewre tewra vê mihbetê.
*****
11- Ew gumbeta li nav beyare,
çî meqbereke tarî hoye sare,
ya Rebî! te li min heram kir bûn
behare,
van çîçeka, kî dê dest ketê?
*****
12- Li van çîçeka, li van werda,
rîhanêt bêhin xoşwê li hemu érda,
heta di xoşîn, dê mirîn bi kul û
derda,
şeb li van heta bi serda.
*****
13- Ev dinya ye bi yarîye,
heqî bazara du ruyîniye,
qelsî hevalê xo nîye,
qet na ête itaétê.
*****
14- ébir ( ´ibir) tebab û
kewkebin,
hinciyê durr û cewher hebin,
ew bê şik dê nîşanê te bin.
*****
15- Şir´a mîr Mihê şiréke kişafe,
hincî kesê farîqe bû ji make,
xaliq hemuye dê wefa ke,
kes na mînit xêr Şahê qudretê(1)
Mîr Mihê ne dizanî, yan ne
dixiwast bawir ket, jina wî wa
mirî, belkî digot: ew wa keftiye
xeweke şirîn!..paşî, demê Mîr
Mihê ji dost û hevala zanî jina
wî miriye hew vedigerê, rabû got:
ezê çime wî ciyî, ciyê mirin lê
ne bit!..anku; ez dê li dermanê
mirinê gerêm!..
Dayik û babê wî, dost û hevala
hîvî jê kirin ew bimînit û
gotinê:
- tu kove biçî her mirin heye.
Belê bê fayde bû, axaftina wan
ne kefte serê Mîr Mihê. Ewî
xatira xo ji hemu kan xwest, li
cehnuka xo siwar bû, tajî û
tuleykêt xo dane pê xo, bacêr û
memleketê xo hêla û berê xo da
armanceke winde!..ço û her ço,
heta gehişte mirovekî li ber
behrekê rûniştî. Mîr Mihê silav
lê kir, ewî silav vegêrand û pêk
ve rûniştin:
- te xêr e lawê qenc!..tu ji ko
ve têye, dê ko ve çî..?
Mîr Mih : dê çime wî érdî, érdê
mirin lê nebit!.
- Baş e li nik min bimîne, mirin
li nik min nîne!.
Mîr Mih : çawa mirin li nik te
nîne?
- tu vê behrê dibînî! - Mîr Mih
gotê belê - her roj ez çengekî
avê ji vê behrê di havême der,
çî gava ava behrê xilas bû,
behir çikiye ( hişik ) bû, hingî
ezê bimirim. Tu jî li gel min
bimîne.
Mîr Mih : madem taliyê her mirin
heye, ez li nik te na mînim. Bi
xatira te.
Mîr Mih ço heta gehişte geliyekî
mezin, dît eve Marek wê di wî
gelî de. Mîr Mihê silav li mar
kir, dibêjin bi qudreta Xudê mar
bi ziman geriya û silava M.Mihê
vegerand u jê pirsî :
te xêr e kurê qenc, ji ko ve
têye, li çî di gerêye?!
M.Mih : min wa ji welatê xo
bazdayî, dê çime wî érdî, érdê
mirin lê nebit!
Marî got : baş e, tu vî gelî di
bînî,( got: belê), hersal ez
kevlê xo di havêjim, heta ev
gelî ji kevlêt leşê min tijî bit,
wê demê ez ê bimrim!
M.Mih: nexêr, ciyê navê mirinê
lê hebit, ez li wî ciyî namînim.
Mihê dest pê kir û ço, heke
rojekê, heke duwa, heke
deha..heta gehişte gelîyekî dîyî
pirr mezin, dît eve çîçkek (ßeyrek)
wê li ser gumbitekî dixunit.
M.Mih silav lê kir, dîsa bi
kerema Xudê ew çîçik bi ziman
geriya û silava Mihê veda û
pirsiyar jê kir :
- Te xêr e mêrê qenc li van ciya
.. derdê te çiye, tu ji kêder
têyî û dê ko ve cî?!..
M.Mih :hal û meselêt min û
mirinê ev e ne; wa min ji mirinê
bazdayî û dê çime wî ciyî mirin
lê nebit. Ez li dermanê nemiriyê
di gerêm!..
çîçik : gelek baş e, tu vî
geliyê mezin dibînî, hersal ez
perekî ji perêt xo dihavêjmê,
gava gelî ji perêt min tijî bû,
wê gavê ez ê bimirim..tu jî li
nik min bimîn e, em dê pêk ve
jîn!.
Mih : mala te hezar carî ava,
madem mirin li érdê te jî heye,
ev érde bi kêr min na êt!..(
şaxekî dî dibêjit: ßeyrek bû di
geliyekî mezin de.Li tenişta
gelî girekî pirr mezinî garis
hebû. Ew ßeyre e Mdibêjt.Mihê:
ezê her roj (3) sê dêntika ji vî
garisî xom, heta ev girê garisî
xilas bit û ji qalçikêt garisî
gelî tijî bit, paşî ez dê mirim!)
(2)
M.Mihê rê da ber xo ço. ço heta
gehişte quba Felekê. Felek hate
pêşiya wî- helbet ewa bi derdê
wî dizanit-gotê :
- başe M.Mih! tu dikarî li nik
min bimînî. Mirin li cem min
nîne, belê daxiwaziya min ji te
ewe: ne çiye ser wî girê henê yê
beranberî me, dibêjinê << girê
xerîba>>, hema tu biçiye ser wî
girî dê poşman bî.!..Ne bêjî
Felekê ne gote min. Hingî xêr û
gunehêt te li stoyê te bin.
Dibêjin: sal hatin û zeman
bihorîn, M.Mih bi tenê kesîre (´aciz)
bû, got : boçî Felekê got e min
neçe ser girê ,, hay hayê ,,..
ma ez bizan im heger (sebeb)
çiye ?
Carekê Felek li mal na bit.
M.Mih diçit e ser wî girê
beranber qesra Felekê, bayê
xerîbiyê lê didet, mal û mirovêt
wî di êne bîrê, hevalêt wî di
êne ber çava, dem û dewran di
êne bîrê, bêhna welatê wî lê
didet, kesîre dibit û hêstir bi
rwada tên e xwar.Vegeriya qesra
Felekê. Dema Felekê M.Mih wisa
dît,zanî derdê wî çiye, gotê:
- Ne wek tu çobiye ser girê ,,
hay hayê ,,?!
M.Mih: belê!. Xudê bi min şîrîn
kir û ez çome ser wî girî, bêhna
mirov û welatî li min da, ez
dixwaz im niho vegerêm nav wan!..
Hindî Felekê hîvî ji M.Mihê
kirin ew li nik wê bimînit, belê
bê fayde bû. Felekê gotê:
- min ne gote te neçiy e ser
girê ,, hay hayê,, ew girê
xerîban e; hinçiyê biçite ser dê
poşman bit!.
çu çare li M.Mihê nehat e kirin
ku ew bimînit. Felekê gotê :
- Her dê tu vegerêye ciyê xo,
van sê sêva li gel xo hilgire,
her car bêhin bikê, wî çaxî her
dê tu genc mînî!..belê dîsan
êmanet û sed êmanet, te hay ji
xo hebit van sêva nedeye kesî,
bo teye xirabe, paşî tu na
gehiye miraza xo!!..
M.Mih gelek keyf xoşbû. Her sê
sêvêt xo di xurçikê kirin û li
cehniwa xo siwar bû, tajî û
tuleykêt wî keftine du û qesta
welatê bab û bapîran kir.
Hek e rojekê, hek e duwa, hek e
heyvekê,.. M.Mih bi rêda hat
heta gehişte wî geliyê berê
çîçik lê dîtî, rênî gelî wê tijî
perr buyî û çîçik wê li ser
perrêt xo mirî!. (li şaxê dî
dibêjin, M.Mih hat, dît ew
geliye wê tijî garisê hur buyî û
çîçik hêştayî saxe, silav lê kir
û gotê: çî halê teye?..çîçikî
got: tu wê dibînî eve sê dêndik
garis wê di mayîn, îro dê wan jî
xom û paşî dê mirim!..
M.Mih: min di zanî mirin li nik
te heye loma ez nemam)
Ew berdewam bû li ser hatina xo.
Qonax qonax birrîn heta gehişte
geliyê mar têda, dît ew geliye
wê tijî kevil buyî u mar wê li
ser kevilêt xo mirî!. ( şaxekî
dî dibêjit: marî ew girê mezinê
axê xiwar bû, paşî miri bû!)
M.Mihê mar û gelî bi cî hêlan û
hat heta gehişte ciyê behrê, ya
ku dewr û zemana di ber re
derbaz buyî, dît çu behr li wê
der ne mayine, bes cotyarek wê
li wê der cotî diket. M.Mihê
silav lê kir û jê pirsî :
- mam! Ezê tiştekî bêjme te,
belê rastiyê bo min bêje, ne
bêjî ev xorte yî sewdaser û dîne!!
Cotiyar : nexêr kurê qenc, tiştê
ez bizan im dê bo te bêjim,
tiştê nizan im li min negir e.
Ez ji pirsiyara te ´aciz nabim,
keremk e çî dixiwazî bêjî?!..
M.Mih: min bi çavê xo dîtiye eve
zeviya (érdê çandiniyê) tu
dikêlî- cotî lê dikeyî- behr bû!
Cotiyarî berê xo da M.Mihê, dît
xortekî nuhatî, çawa tête bîra
wî ev érde behr bû!.. cotiyarî
di dilê xo da got: eve ez
pîremêr bûm û babê min jî digot,
her ev érde, érdê me buû.
cotiyar li gel xo di van hizir û
mitale da bû, bi xo hisiya, gote
M.Mihê :
- kurê min! tu xortekî hêja û
heyfî, te ev axaftine li nik min
got, li nik kesekî dî ne bêjî!
M.Mih pê hisiya ku cotiyarî
axaftina wî bawir nekir, gotê :
mam! çî di bêjine vê zeviyê ya
tu niho cotî lê dikey?
Cotiyar : di bêjinê zeviya
behirkê!.
M.Mih li cotiyar vegerand : mam!
Raste ezî dînim,bi xatira te!.
M.Mih li cehniwa xo siwar bû,
berê xo da ciyê xo.
Helbet demêt dîrok û dastana zû
derbas dibin. Se´at bi rojane.
Roj bi heyvan e.Heyv bi salan e.
Her wisa çîrok dûra nêzîk diket
û nêzîka dûr diket.. ji bo vê
yekê M.Mih gehişte bacêrê xoyê
berê; bacêr çendî mezin bû hind
wê mezintir buyî. Kolan û cade
wek berê ne mayine. Her kesekî
jê pirsiyar diket : mala babê
M.Mihê li kêdere, kes persiva wî
nadete. Xelik bi çavê écêbmayî
lê meyze diken û dibêjin:
- me navê çu malêt wisa li vî
bacêrî ne bihîstîne.! ew pişta
xo didene M.Mihê û diçin.
çu çara M.Mihê nema, serê
cehniwa xo berda û gotê :
- ,, min bi te û te bi Xudê!,,
çî mala te serê xo bire jor
diyare ew mala me ye, em dê lê
bîne mêvan.
Dibêjin; bi qudreta Xudê, cehnu
ço, li vê kolanê, li wê cadê,
heta gehişte ber derê warê mala
M.Mihê. Mirovekî pîremêr li
hewşê bû, dît eve siwarekî hoyî
maqul qesta mala wan kir, gote
kurekî xo :
- rabe, herrine pêşiya vî siwarî
bînin jor.
Kurekî wî bi lez ço pêşiya
siwarî,serê cehniwa wî girt u
îna jor. Ciyek jê re danîn û
karê şîv, yan firavîna wî kirin.
Piştî xwarina xo xwarî, mezinê
malê ji mêvanê xo pirsî:
- kurê qenc! tu bi xêr û silamet
hatî, ya te xwarî li te noşu
giyan bit, ya tu pê hatî bo me
bêje; derd û daxwaziyêt te çî
ne?
M.Mih:mamo! Ez çî bêjim hun ji
min bawir naken, dê bêjin,
gotinêt vî xortî di tewşin. Ew
mirovekî dîn û sewdasere!.
Mezinê malê : keremke kurê min
axaftina xo bêje.
M.Mih :ez xelkê vî bacêrî me û
ev warê hun têda mala me bû!
Pîre mêrî bi çavekî écêbmayî
berê xo dayê û got :
- tu gencekî hêja û maqulî, belê
mixabin, diyare hindekê aqilê
teyî kême!..pîremêr bi axaftina
xoda ço û got :
- kurê minî mezin du érmî teye.
Bab û bapîrêt min jî di vê malê
da mezin buyine û mirîne, çawa
tu dibêjî eve warê meye!
M.Mih : başe, mêra ji dîtinê
bawire, nîşaneke min di vî warî
da heye heke rast derkeft hun dê
bawir ken yan ne?
Hemuka gotin: belê nîşana xo
bêje, heke aqilê me jê girt, em
dê bawir keyîn, heke neye ber
aqil bu, em jê bawir na keyîn.
M.Mih :ew afirê cehniwa min
xiwarinê li ser dixot, herrin
bikolin dê sêlekê bînin,di wê
sêlê de hevsar û lixavêt cehniwa
min di danayîne. Pîştî sêlê
raken, dê kloskekî tijî zêr
bînin!
Pîremêrî got: eve xoşnîşane,
heke rast derkeft em dê axaftina
te bawir keyîn.
Bi lez û bez çend xortek rabûn
ciyê cehniwê veguhastin, birin
li dereke dî tewlandin
( girêdan) û ciyê M.Mihê gotî
kolan, dîtin eve sêlek û
hevsarek tê de, herdu pêk ve wê
di rizîn. Ew sêl dane aliyekî,
dîtin ev e kloskekî zêra.
Ev xebera hanê zû li bajêr belav
bû, gotin: hal û meselêt
mirovekî eve nav û nîşana gotî
rast derkeft.
Eve salixe gehandine kalekî pirr
bi émir kirî, jê pirsîn:
- kalo! tu çî bo vê çîrokê di
bêjî!..
kaloyî got: min ji bab û kalêt
xo bihîstiye, digotin; kurê mîrê
bacêrê me jina wî di mirit û
paşî ji kul û derda ew ji bacêrî
der di kevit û şunde winda
dibit. Kes nizanit ew kove ço.
ser û nîşanêt wî neman..digotin
navê wî ( Miho!) bu. Herrin
bipirsin : heke navê wî ( Miho )
ye, diyare ew e!!
Hatin gotinê: navê te çiye?.
got: navê min Mihêye!
Hemuka vêk re gotin : her ew
e!,nîşana M.Mihê ya kloskê zêra
û axaftina kaloyî yek girtin.
Xelik li dora Mihê kom bûn û jê
pirsîn :
- vî dem û heywana tu li kêder
buyî?!
M.Mih çîroka xo ji serî heta
binî ji wanra got, çî bi serî
hat û ko ve ço û boçî vegeriya.
Pîremêrê xudanê malê gote M.Mihê
: kurê min! raste ev e warê teye
û li te pîrozî bit, sibeykê zû
em dê jê derkevîn, çîne maleke
dî.
M.Mih: nexêr mamo! Zêr û warê
min li we pîroz bit. Nanê min li
mala we xwarî li min helal
biken. Ezê vegerême ciyê ez jê
hatîm, çunke ez li hêre mirovekî
xerîbim. Kes û karêt min , heval
û hogirêt min, gundî û
cînar,..kes nemaye. Ma ez dê çî
kem, sebra min dê bi kê êt!!,
Kirin û nekirin nekarin M.Mihê
razî ken ew li gel wan bimînit.
Roja dî ewî xatira xo ji mala
têde xwest û dîsa berê xo da
rêya hat û nehatê. Berê xo da (
quba Felekê!)
Vêcarê Mihê biste bû. Ewî rêya
xo nas dikir, hema bê pirsiyar
ew diço.
Ji gotina Cibrayîl gote Xudê :
- Pedşê min! heke M.Mih careke
dî bigehte (quba Felekê) êdî
mirin li ser namînit, ew jî dê
bite ji nemira; anku dê bite
Milyaket.
Xudê gote Cibrayîl: ev karê te
ye. Here pêşiyê, ewî bisekinîne
û nehêle bigehite quba Felekê!
Dibêjin; Cibrayîl xo bi rengê
babe derwêşa xemiland û destê
zarokekî nexoşêxiste destê xo û
ço pêşiya M.Mihê. Piştî silav li
yek û du kirîn, M.Mihê ji babe
derwêşpirsî: te xêr e!
Babe derwêş: bo xatira navê Xudê
tu wê di bînî ev zarokê nexoşwê
li ber mirinê, hîvî û daxwazêt
wî sêvek e. Bîhna sêva ji te
dihat û min qesta Xudê û te kir,
belkî sêvekê bo vî zarokî bideye
min.
M.Mih: babe derwêş! Hey Xudê ji
te razî bit, ev hemu baxçe û
darêt sêvan e. Eve bajêrî nêzîke
û tijî dikanin, dî here sêva ji
nexoşê xora bikire!
Babe derwêş: tu dibînî ev zaroke
wêli ber mirinê û ez mirovekî
belingazim, naxwaz im biçime nav
baxçêt xelkê û bi heramî sêva ji
dara vekem..
Dilê M.Mihê gelek bi wî zarokî
sot, rabû sêvek ji xurçika xo
îna der û da destê babe derwêş û
herdu ji yek cuda bûn. Yekser
muyêt spî keftine ser û ruyêt
M.Mihê. Guhêt wî hindekê giran
bûn. Ronahiya çavêt wî li kêm
da. Pişta wî çemiya. çermê ruwê
wî qurmiçî. Cehniwa wî bû mehîn.
Tajî u tuleykêt wî bê taqet
bûn.. belê her M.Mih li ser rêya
xo berdewam bû.
çend rojek pê çon, careke dî
Cibrayîl xo bi rengê babe
derwêşekî dî xemiland û hate
pêşiye M.Mihê, dîsan silav lê
kir û got:
- bi eşqa navê Xudê, kurê min yê
zewacê wê li ber mirinê, daxwaza
wî sêvek e.Ka ez bigehim e ser
yan ne!.. ditirsim bimirit û ez
nikarim hîvîya wî bi cî bînim,
sêvekê bora bibem. Ew dê bite
kul û keser di dilê min de, heta
dimirim ez ji bîr naken!
Dîsa M.Mihê gotê : Xudê mala we
derwêşa ava ket, her hun li
tiştê hazir di gerên; eve bajêre
li tenişta te. Eve baxç e û
darêt sêvan e, dê here, ne
sêvekê belkî deh sêva ji kurê
xora bikire û bibe mal.
Babe derwêşbela xo ji M.Mihê ve
nekir. Gelek hîvî û lave lav
kirin û her got û vegot heta
M.Mih haciz bû, rabû sêva duwê
ji xurçika xo îna der û da destê
babe derwêş.
Demê sêv ji destê Mihê derkeftî,
hemu pirça serê wî spî bû. Pişta
wî temam qop bû
( çemiya). Biruyêt wî bi ser
bijwangêt çavada hatine xiwar.
Heta bêjî ronahiya çavêt wî li
kêm de. Buwe guşe guşa guhêt wî.
Deng başne di bihîstin. Mehîna
wî buwe çerim û hestî, heta
gavekê diço demekî dirêj di
sekinî û ne di karî bi rêve
biçit. Tajî û tuleykêt wî bi
qonaxeke dirêj şunda diman.
Axir bi çî halekî hey, M.Mih li
ser çona xo berdewam bû, heta
gehişte rex û ruyêt
( quba Felekê). Wî çaxî ( Felek)
li ser girê ( hay hayê) ye
runiştî bû, çaverênî hatina
M.Mihê bû.
Cibrayîl bo cara sêyê bi rengê
babe derwêşekî dî xo xemiland û
hate pêşiya M.Mihê û daxwaziya
sêvekê jê kir. Hêşte M.Mihê
şîreta Felekê ji bîr ne kir bû,
Felekê gazî kir:
- M.Mih , sêvê ne dê, ne dê?!
Helbet guhêt Mihê di giran bûn,
deng baş ne di çonê, gote babe
derwêş:
- ew çî di bêjite?
Babe derwêş: wa di bêjit, wê
sêva mayî zû bidê, zû bidê;
çunke tu gehiştiye nav baxçê
sêva û gehiştiye nik min, te
muhtacî bi sêva nîne!!
Raste wekî Felekê gotî: ,, Emîn
Cibrayîl , giyanê min gorî, xo
berda pêşiya M.Mihê bi fenê û
hîla,,.
M.Mihê sêva sêyê ji berîka xo
îna der û da babe derwêş. Her
hingî M.Mih û mehîn û tajî û
tuleykêt wî mirin, bûne komek
hestî.
Demê M.Mih mirî, Felek hate ser
laşê wî û ev xerîbî li ser got:
Felekê got :
Mîr Miho! hêvare xewa çavê min
nayê,
pêr û terazû li ézmana bilind
bûn
qurix hat û pala xo dayê,
heyfa min tête wê heyfê, êt wekî
Denûn il misrî, Hisên il Hisnî,
Mîr Birahîmê Adema,
terka text û mîriya xo dane,
berê xo dane Lalişa nûranî,
pala xo dane xem û xiyalêt vê
dinyayê.
*****
Hêvare xewa çavêt min ne tê,
pêr û terazu li ézmana bilind
bûn
purix hat û pala xo di detê,
Felekê got: heyfa min tête wê
heyfê, êt wekî Denûn il misrî,
Hisên il Hisnî,
Mîr Birahîmê Adema,
terka text û mîriya xo danan,
berê xo dane Lalişa nûranî,
pala xo dane xem û xiyalêt vê
ometê.
*****
Felekê gotê: Mîr Miho! çend cara
min gote te ne çe serê van gira,
Emî Cibrayîl, qasidê Melkê bêrî
bû bi hemu renga di xemile,
Feleke sundxore, tobedare,
piştî Mîr Mihê minî kurê gencî
lawîn,
ez çu qewl û qiryara nadem li
gel çu misafira.(3)
Helbet Felek- wekî di govara
laliş, hijmare 5 de hatî belav
kirin- 25 bist û pênc durka(
benda) li ser termê Mîr Mihê
dibêjit.( li hêreda dastan bi
dimahî têt)
Awir û şirovekirin:
Erê gelo! em dikarî çî fikir û
ramana ji dastana Mîr Mihê
bizanîn. Boçî ji pêşiyêde babê
Mihê nexwest kurê wî bizanit
mirin çiye?
Gelo! Simbola : behir- mar-
ßeyr- gelî- cehnu( mehîn)- tajî
û tuleyik- ax û garis- zêr- babe
derwêş- sêv,..htd., di dastanê
da çîne?.
Felek kîye û çiyeu..boçî Felekê
gote M.Mihê: neçiye ser girê (
Hay hayê)u!boçî M.Mih ji nik
Felekê vegeriya cî û welatê xo,
paşî poşman bû, ne sekinî û
xwest careke dî bigehite nik
Felekê?!
Heger Xudê firwar kiri bû M.Mih
bigehite Felekê û sedêt sala,
yan hezarêt sala bijît û
nemirit; boçî paşî Xudê gote
Cibrayîl: here pêşiya Mihê û her
sê sêva jê bistîneu!..heke Xudê
di karit hemu tişta biket; boçî
yekser M.Mih ne kuşt, ewî
Cibrayîl şande pêşiya wî heta bi
fena sêvêt wî jê bistîninu..çima
di dastanêda bi ronî sê simbol,
yan hejmara sê xoya dibit: (1-
mirovê ber behrê. 2- mar. 3-
teyr), ( sê sêv)?!
Wekî diyare, mirin û jiyan
cewher û naverokê vê dastanê
ye.ev e rast e, belê heger em
her dastaneke hebit wek destpêka
fikra mirovê berê ( mirovê çerxê
berînî) nas bikeyîn, em di karîn
bêjîn; dastana Mîr Mihê wek
bîblogirafiyeke piçûke bo
pêşveçona dîroka fikra mirovê
Êzidî ( mirovêt kurdêt kevnar)bi
hijmêrîn. Bi giştî eve babetine
di dastanê da der dikevin :
Geriyan li du jiyana her û her (
nemirî), yan bêjîn ( nemirî wek
hîviyeke çaverên).
Mirin wek rastiyeke bê bin (
mutleq).
Geriyan li du ,, ezê bilind= Ana
al ´uliya= xoyî,,.
Kêşe û yeketiya dijbera, yan
kombûn û girêdana bi hevra ya
dinyayê.
Xwestek û hezkirina mirovan bo
zanîna nehênî û tiştê nû.
Kêşeya di nêva Milyaket û beşerî
de.
Simbolêt çêbûna dinyayê/ behir-
mar
- simbola Milyaketa / teyr- perr
û çeng
-simbola nêçîrî û çandiniyê /
cotiyar- mehîn û tajîk
8-Şirovekirina diyardeyêt
siruştî bi rêka simbola / stêrêt
pêr û terazû- stêra qurixê-
stêrkêt termê Mihê..
9- Derwêşî û hijê kirina Xudê.
Eve û gelek babetêt dî yêt fikra
Êzidiya di vê dastanêda xoya
dibin.
Ev dastane qonaxeke pirr nazik
ji qonaxa pêşveçona mirovatiyê
diyar diket.
Pirsa mirinê, pirseke here mazin
û giring bû li nik mirovê berê,
belkî heta niho jî ev pirseke
girêyeka mezine li pêşiya
mirova.
çawa berê, wisa îro jî, mirovan
dixwest bizanin mirin çiye û
çareseriyekê jêra bibînin, heta
wisa lê hat pirsa mirinê bibite
binema û koka felsefa dînî. Her
ji ber wê yekêye her miletek yan
her dîned mesela mirinê li gorî
felsefa xo şirove diket.
Heke mirovê îro, yê dîndar,
bawirî bo xo çêkiri bit ku bi
tenê mirin behra mirov û
giyanewerane û ne mirî bo Xudê û
Milyaketane, belê diyare li
zemanê berê ne wisa bi teselî ev
bawiriye bi xelkê re hebuye; ku
mirin her behra wane û nemirî
behra Milyaketane!.. dastanêt
wekî dastana Gilgamiş- dastana
Eskenderê Meqdonî ,, Eskenderê
çar qurnet,,- û dastana Mîr Mihê
û geriyan li pê peyda kirina
dermanê nemiriyê: ( giya di
dastana Gilgamiş), ( Ava hêwanê
di dastana Eskender de), ( Quba
Felekê û sêv di dastana Mîr Mihê
de). Ev hemuyan kêş û vekêşeke
mezine nêvamirovê ser érdê û
Milyaketêt ézmana!. Kêşeyeke di
nêva ( xêr û şer ) de. Di nêva (
érd ) wek elemêntekî nêgetiv û (
ézman ) wek elemêntekî
pozetîv.Kêşe di nîva ( jin ) û (
mêr ) de.
Di dastana M.Mih da, eşiq û
hezkirina mêra ( mirovê nêr ) bo
hembêza soz û dilovaniya jinê,
yan ( dayikê ).( birêne Mîr Mihê
demê jina wî di mirit, ku ewî
gelek hez jê dikir. Sebr û
hedana wî na mînit, re dibit
mala xo bi cî di hêlit heta
digehite Felekê. Felek jî
simbola jinêye, simbola bext û
mirazêye):
Pedşê min miraz sewirand,
Melek ézrayî ji nûra éfirand,
quba Felekê pê xemiland.
*****
( sebeqa 2 ji du´a mirazê)
Belê Mîr Mih, wek mêr = nêr, guh
nadete şîreta Felekê û di çite
ser girê ( hay hayê), paşî
poşman dibit û di xwest vegerête
warê xoyê berê, li wê derê jî
kesî na bînit, careke dî
dixwazit vegerête cem ( Feleka
xo!).
Ez wisa di bînim, bîr û bawirêt
dastana Mîr Mih li ser hatiye
ava kirin, rehêt wê xo dikêşine
qonaxeke here kevine pêşvecona
mirovayetiyê. Qonaxa despêka
zalbûna mêra ( nêr) bi ser jina
( mêya da; anku guhorîna
desthelatî ji destê ( jinê ) bo
destê
( mêrî ). Wisa di aqilê xelkêda
hatibu kolan, ku demê desthelat
di destê jinê de, dinya tenayî
bû. Hemu kes wek hevbû. Ne şer
hebû, ne kuştin. Kul û xem di
kêm bûn. Feqîrî û zengînî
nebû..htd.. Belê demê hukim
keftiye destê ( mêra ) û hemu
tişt bi navê babê hatîne nas
kirin û mîrat ( mal û milik) ji
baba bo kura çoyî, a ji hingî
were cudayî di nêva mirovan da
peyda bû. Feqîrî û zengînî peyda
bûn. Zilim, şer û kuştin, kul û
derdpeyda bûn..htd..Jinê , yan (
dayikê) ew qîmetê xoyê berê
nema.
Gelo! çawa em di karîn diyar
keyîn ku dastana Mîr Mih
rengdana wê qonaxêye?
Wekî aşkera buyî, babê M.Mihê
her ji pêşêda ne hêla Kurê wî
nexoşiyaa bibînit, her tiştê
diviya jê re amade dikir. Ne di
hêla bizanit mirin çiye.Paşî
jinek jê re xwest u îna. Mîr Mih
çend î şad bû, hind bitir li gel
jina xo dil xoştir bû.. belê
demê jina wî di mirit ( mirin li
hêreda guhorîneke ji qonaxekê bo
qonaxeke dî, anku ji dinyayekê
mirovî şarezayî li ser heyî bo
dinyayeke dî li ber mirovî ye
winda), boçî Mîr Mih kes û karêt
xo, heval, welatê xo dihêlit û
dixwazit biçite çiyê mirin lê
neyî, heta digehite Felekê. (
Felek, wek me gotî simbola
jinêye. Ew bext û hîviya. Ew
miraze..)
Felek daxwaziya Mîr Mihê bi cî
di înit û mirin li cem wê nîne,
anku mirinê ji ser Mihê re
diket.Belê Felek mercekî(
şertekî) da dinête ber Mihê.
Felek dergehê pirsiyareke ne
çareser kirî jêra vekirî di
hêlit. Dergehê zanîna tiştekî
veşartî bora ve diket; ew jî ew
bû, ku ne çite ser girê (Hay
hayê)!
Helbet çloniya ( tebîéta) mirova
wisane, dixwazin her tiştî
bizanin, bi taybetî ew tiştê li
ber bête qedexe kirin, bo nimûne
bêjiye mirovekî wisa neke, yan
neçe filan derê.. hingî ew tişt
bitir li ber şirîn dibit û ew
dixiwazit wî karê qedexe biket..
Ji ber wê yekê jî Mîr Mih ço ser
girê ( hay hayê); ew girê Felekê
li wî qedexe kirî. çona ser girê
(hay hayê) bû hegera wê yekê Mîr
Mih bi xerîbiyê bihisêt û
vegerête warê xo.Girê (hay hayê)
aliyê deruniyê beşerî nîşan
diket. Eve dikevite kêşeke
saykolojiya mirovan, ku madem
mirovî aqil heye, hîvî û
daxwaziyêt wî çu cara li
sinurekî na sekinin û he bo
pêşve diçin.
Belê di ser hindê ra Felek sê
sêv ( nîşana ne miriyê) di det
M. Mihê.Wek di dastanê da hatî,
Mîr Mih digehişte welatê xo,
belê paşî dixiwast vegerêteve
nik Felekê. Xudê û Cibrayîl (
herdu wek simbola nêr xoya
diken) bi rengê babe derwêşa di
şînte pêşiya Mîr Mihê û her sê
sêva jê di stînit.
Keyf û xoşiyêt Mîr Mihê li gel
jina wî ( nîşana serdemê jinêye)
ku ew serdem tenayî bû.Kul û xem
nebûn,..mirina jina wî û bazdana
Mîr Mihê bo érdê ne miriyê (nik
Felekê) hîvî û vegeriyane bo
dewranêt desthelatiya jinê.
Helbet wextê Xudê, Cibrayîl
virêdikete pêşiya Mihê û sê
sêvêt Felekê dayinê jê di
stînit, ew nîşana wê yekêye ku
mêra = zelama heq û mafê di
destê jinê de standiye û
distînin.( li hêre û ciyêt dî
jî, Xudê û Milyaket wek simbol û
nîşana nêr têne xoya kirin!).
Ji aliyekî dî ve, her çende
mirin guhorîneke ji qonaxekê bo
qonaxeke dî, lê belê ew
heqîqeteke binbirre ( heqîqe
mutleqe).
Li gorî felsefa Êzidiya, mirin
heqîqeta here mezine li dinyayê.
Ew çu cudayê na êxite nêva têr û
belingaza. Ji aliyê mirinê ve
Xundkar û xwazek, serok û mirovê
here belingaz wek yekin. Ew
herdu dê ji kasa mirinê tam ken.
Ew herdu ji bilî kefenê xo, çu
tiştî dî li gel xo na bene gorê.
çawa mirin heqîqete, wisa jî- li
pê fikra êzidiya- gor mala
heqe!.
Her çend mirov dizanit mirin
namusa ( qanûna) dinyayê ye û
kes nikarit jê rizgar bit, belî
wekî dibêjin: ,, ruh geleke
şirîne ,, mirov na xwazit bi
teselî desta bo mirinê danê ser
yek!
Ye hejî gotinêye ku mirin çekeke
karîger û mezine di destê
karbedestêt dînî de, ku ew
bikarin yariya bi sozê ( hestê)
xelkê biken û tirsa mirova ji
mirinê bikene pirek, hem ji bo
belav kirina bawiriyêt xoyêt
dînî li nav xelkê, hem ji bo
peyda kirina hindek qenaéta bo
mirovan ku mirin ne qonaxa here
dawiye.
Bi rengekî giştî pirraniya
diyaneta ev rehetiyêt dil dane
xelkê xo, ku mirin ne hemu
tişte, belkî ewan:
Ruh û laş ( beden) ji yek û du
cuda kirine. Ew dibêjin xelkê xo
: laş dimirit û di helêt, ruh
sax dimînit û çu lê na êt.
Kiras gorîn: çona ruhê ji
mirovekî bo mirovekî dî, yan
çona wê ji bedenê mirovekî bo
ber heywanekî yan darekê, yan
berekî!.
Hebûna ( behişt û cehnim)ê.
Behişt wek dinyaya xoşe her û
her.Cehnim jî wek dinyaya diya
nexoşa her uûher.
Her ji ber şîrîniya dinyayê,
pirraniya xelkê ( dixiwazin)
bawir biken ku ruh na
mirit.dixiwazin bawir biken
behişt û cehnim,kiras gorîn hen
e û mirin ne her behra mirov û
giyanewerêt dîye, belkî mirov jî
di karin li du hebûna xo (zatê)
xo bigerên.Ew surra jê çêbuyîn,
careke dî têkelî wê bibin û wekî
Xudê û Milyaketa ew jî ne mirin.
Yek ji hegerêt tevgera derwêşiyê
( sofizmê) heliyane di zatê
Xudêda- raste li gorî fikra
sofiya tevgera wan hijê kirina
Xudêye- lê belê esasê wê tirse
ji mirinê û geriyane li du
jiyana her û her. Ew li wê
bawiriyêne ku Xudê û Milyaket na
mirin, ji ber wê yekê derwêş û
dîndarêt dî dixwazin bigehine wê
derecê têkelî surra Xudê bin,
ewê nûrê bibînin.Gelek derwêş
gehiştine wê derecê, gotin : ,,
ena il heq = ezim heq.,,
Her ji ber vê hegerê û heta ew
,, jiyana her û her ,, bo xo
misogir biken, felsefa derwêşan
ewe, ew îmanê bi yekbun û
girêdana bi heva dinyayê di
înin. Sofî wisa bîr diken; Xudê
hemu tiştê ser ruwê dinyayê
çêkirîne. Ewî ciwanî sifatêt xo
di dar û ber û çiya û
mirov..htd. înayine dere; anku
mirov jî pişkeke ( beşeke) ji
surra Xudê ya ku na mirit.
Mirin û jiyan, xêr û şer, ronahî
û tarî, xoşî û nexoşî,.. hemu
xuşik û birane, yek bê ya dî bi
rê ve naçit, dinya jî bêyî wan
pêşda naçit.
Heke en bîr û bawirêt derwêş û
dîndara ji aliyekî bo xoya
kirina meziniya Xudê bim, belê
ji aliyê saykolojî ve kêşu
vekêşa mirovane li gel mirinê.
Kêş û vekêşa wan li gel Xudê û
Milyaketa, ku nek her jiyana
heru her bo wane, belkî ruha
mirovan jî na mirit!.
Belê, binyata wan fikra di
dastana M.Mihê da der di kevin.
M.Mih bi xo nîşana bergirîyê ye
dijî mirinê. M.Mih wek derwêşekî
xo ragir tête berçav. Ew wel
derwêşmî Birahîmê Adema, Denun
Misî,pîr Şeref, mal û mîratiya
xo hêtit û li du jiyana yeksanî
di gerêt.
Helbet, di dastana M.Mih de
gelek nîşan, bîr û bawir,
pîroziyêt dînê Êzidiyan xoya
dibin, wek : behir; ku koka çê
buna dinyayê ji wê dest pê
kiriye. Mar; simbola her û hera
dinyayê û simbola Tawsî melek e.
teyr; simbola Milyaketa. Mehîn û
tajî; simbola çerxê nêçîriyê.
Cotiyar; nîşana çerxê
çandiniyê..htd.
Di vê dastanê de M.Mih bi mehîn
û tajî û tuleykêt xo, wekî (
Xidir Liyas û Xidir nebî) tête
pêşçav, çunke di edebê dînê
Êzidiyan de (Xidir Liyas û Xidir
nebî) ew jî di dastana Eskenderê
çar qurnet diçine tatiya
dinyayê, ciyê tarî zulemat,
Xidir pêxember gehişte ( ava
heywanê = ava jiyanê = ava
hêwanê ) û ew ave vexiwar, belê
av ne gehişte Eskender û ewî ve
ne xiwar.Ji ber wê yekê Xidir
pêxember û mehî û tajî û
tuleykêt wî - li gorî dastanê -
di saxin û na mirin.
Helbet li cem Êzidiya cejnek
taybet bo van pêxembera li heyva
sibatê diken, dibêjinê: (cejna
Xidir Liyas u Xidir nebî ).
Ne wek her Êzidî bawiriyê bi
zêndî bûna ( Xidir Liyas) di
înin, belkî gelek millet û dînêt
dî jî bawiriyê bi zêndî bûna wan
di înin. Li cem Fela û Cihuwan (
Xidir pêxember ) hevalê (
Musaye) û bi navê ( Êliya) tête
naskirin. Li nik Islamê jî gelek
cara navê wan (navê wî) di
Qur´anê da tête gotin.Li nik
Şebek, Sarlî, Kakeyî u Zazakiya
bi navê ( Xidir zênde) tête nas
kirin û ew jî wek Êzidiyan sê
rojiyan jêra di girin û cejna wî
pîroz diken.
Belê ji aliyê M.Mihê ve, raste
ew digehite ( Quba Felekê ) û
paşî Felek sê sêva di detê - ku
ew sêvne dermanê zêndî bunêne û
jiyanêne - belê Cibrayîl ( babe
derwêş) wan sê sêva bi hîla ji
M.Mihê distînit û ew di mirit.
Tenê du nîşanêt M.Mihê li
dinyayê dimînin;
Yek : demê dimirit, termê wî
dibite wek stêrka û li ézmana di
mînin.Niho jî dibêjin : (
stêrkêt termê Mihê) û di nav
milletî da belave, demê havînê
xelik li serbana di nivistin û
xewa wan ne dihat, digotin heft
cara bêjin: (termê Mihê, babê
Mihê, Mihê li piştê, ço
behiştê!)dê nivin.
Du: beyta Felekê li ser termê
M.Mihê gotî, buwe beşeke zêndî
ji edebê Êzidiyan. Eve dastan û
beyte rojêt şîn û taziya, li
xerîbiya, demê di çine Lalişê,
tête gotin.
Bêguman, heger me karî dastan û
beyta M.Mihê ji gelek aliya ve -
anku ew kesêt ev dastane li cem
- kom bikeyîn, dê gelek fikr û
ramanêt dîtêr re xoya bin. Yan
ew kesê bêt li ser bisekinit, dê
karit gelek fik u babeta jê de
êxit, hemu jî dê bine gencînek
bo dewlemendiya edebê dînê
kurdî.
Xelîl Cindî Gottingen 17.06.1999
* şaxê duwî
1- Tirba Mîr Mihê mili serê wî
çiyayî,
Ez xulamê van herdu xilmetkara
bim,
heger bi mil û baska dikolan û
desta vedayî,
Feleka dibêjê Mîr Mihê mi, tu
hezar û çêl û salekê li ba min
mayî,
Wekî îro min kure Mîr Mihê xwe
ne dîtî û ne bînayî.
*****
2- Mîr Miho! Min ne got meçe ser
girê mezin,
Koç û kerî li ber te rr derbas
dibin, siwar û peya li ber te re
di bezin,
Mîr Mihê min xezala, heger tu li
pê ketiye mixarê, bi xwe ez im.
*****
3- Mîr Miho! xemêt dilê min di
pirrin, reva da serê gira,
Feleka pêşberî Pedşa raweste û
hezar hîvî ji Pedşayî dikire,
Ya Rebî! ez nizan im piştî kure
Mîr Mihê xwe yî gêncî yî lawîn,
xudanê teyrê ferxîn, û tajî û
tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê
gêncê dema xo nexwarî, dara
xelfîn, a benga xwe ne girtî,
kulîlka xemla xwe ne weşandî,ez
şîret û wesyetêt xwe li kê kim,
Felekê xayinê, şîret û wesyetêt
xwe li wî ke, ciwanekî xerîb,
li zehmanekî xerîba paldaye nav
ber û kevra.
*****
4- Mîr Miho! xemêt dilê min di
pirrin, reva da serê vî çiyayî,
Feleka pêşberî Pedşa rawesta û
hezar hîvî dikir ji Pedşayî,
Ya Rebî! ez nizan im piştî kure
Mîr Mihê xwe yî gêncî yî lawîn,
xudanê teyrê ferxîn, û tajî û
tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê
gêncê dema xo nexiwarî, dara
xelfîn, a benga xwe ne girtî,
kulîlka xemla xwe ne weşandî,ez
şîret û wesyetêt xwe li kê kim,
Felekê xayinê, şîret û wesyetêt
xwe li wî ke, ciwanekî xerîb,
li zehmanekî xerîba li nava ber
û kevira yî paldayî.
*****
5- Mîr Miho! xemêt dilê min di
pirrin, reva da serê diyara
Feleka pêşberî Pedşa rawesta û
hezar hîvî dikir ji Melkê
Cebare,
Ya Rebî! ez nizan im piştî kure
Mîr Mihê xwe yî gêncî yî lawîn,
xudanê teyrê ferxîn, û tajî û
tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê
gêncê dema xo nexiwarî, dara
xelfîn, a benga xwe ne girtî,
kulîlka xemla xwe ne weşandî,ez
şîret û wesyetêt xwe li kê kim,
Felekê xayinê, şîret û wesyetêt
xwe li wî ke, ciwanekî xerîb,
li zehmanekî xerîba paldaye nav
ber û dara.
*****
6- Mîr Miho! min ne got meçe
serê van gira,
Wê bi bîra te ên malêt baba,
deyik û xuwişk, baban û bira,
Melik Cibrayîl, qasidê mirinê bi
hemu renga di xemile,
Feleka dibêjê; piştî kure Mîr
Mihê xwe yî gêncî yî lawîn,
xudanê teyrê ferxîn, û tajî û
tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê
gêncê dema xo nexiwarî, dara
xelfîn, a benga xwe ne girtî,
kulîlka xemla xwe ne weşandî,
Ez nagir im ti hogir û hevala,
Ez ti soz û qirarêt xwe nadim bi
ti kurêt xelkê re,
Mîr Mihê mi, ez piştî te na bime
qonaxa ti misafira.
*****
7- Mîr Miho! te çi qîle, çi
hewale,
Felekê xayinê, te bi çengelê min
girt û havîtme qendîleke vire
vale,
Feleka dibêjê; piştî kure Mîr
Mihê xwe yî gêncî yî lawîn,
xudanê teyrê ferxîn, û tajî û
tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê
gêncê dema xo nexiwarî, dara
xelfîn, a benga xwe ne girtî,
kulîlka xemla xwe ne weşandî,
Ez ti soz û qerarêt xwe nadim bi
ti kurêt xelkê re,
Ez na bime qonaxa ti misafira,
Mîr Mihê min, ez piştî te
nagirim ti hogir û hevala.
*****
8- Mîr Miho! zincêt quba felekê
zêre,
Lenger li bunêt behrêt kurin,
Serî li ézmanê jorî, li pêşberî
stêra,
Feleka dibêjê; piştî kure Mîr
Mihê xwe yî gêncî yî lawîn,
xudanê teyrê ferxîn, û tajî û
tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê
gêncê dema xo nexiwarî, dara
xelfîn, a benga xwe ne girtî,
kulîlka xemla xwe ne weşandî,
Ez nagir im ti hogir û hevala,
ez na bime qonaxa ti misafira,
Mîr Mihê min, ez piştî te soz û
qirarêt xwe nadim bi ti kurêt
xelkê re.
*****
9- Mîr Miho! min ne got meçe
serê vî girî,
Melek Cibrayîl qasidê mirinê bi
hemu renga di xemilî,
Feleka dibêjê; piştî kure Mîr
Mihê xwe yî gêncî yî lawîn,
xudanê teyrê ferxîn, û tajî û
tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê
gêncê dema xo nexiwarî, dara
xelfîn, a benga xwe ne girtî,
kulîlka xemla xwe ne weşandî,
Ez nagir im ti hogir û hevala,
ez na bime qonaxa ti misafira,
Ez piştî Mîr Mihê xwe bo ti
kurêt xelkê nakim girî.
*****
10- Mîr Miho! zincêt quba felekê
di hurin,
lenger li binê behrêt kurin,
jirin, lenger li binê behrêt
kurin,
Feleka dibêjê; ez ê mixabina
dixiwaz im,
yêt weke kure Mîr Mihê minî
gêncî lawîn,
malêt babêt xwe ji min
dixwestin, belê malêt baba di
durin.
*****
11- Mîr Miho! zincêt quba felekê
di keskin,
Serî li ézmanê jêrin, lenger li
binê behrêt av bestin,
Feleka dibêjê; ezê mixabina
dixwaz im,
yêt weke kure Mîr Mihê minî
gêncî lawîn,
malêt baba di durin, malêt baba
xwe ji mi dixwestin.
*****
12- Mîr Miho! zincêt quba felekê
di spîne,
Lenger li binê behrêt kurin,
serî li ézmanê jorîne,
Feleka dibêjê; ezê mixabina
dixiwazim,
êt weke kure Mîr Mihê minî gêncî
lawîn,
malêt babêt xwe ji min
dixwestin,ji malêt baba di bê
hîvîne.
*****
13- Mîr Miho! zincêt quba felekê
şivin,
Pêleke bayê xerbî ji koka dinê
re dibê û lê de ji serî heta
binî tevde dilivin,
Feleka dibêjê: ez nizan im piştî
kure Mîr Mihê xwe ê gênc,
î lawîn bi tinê emê li kê derê
nivin?
*****
14- Mîr Miho! min ne got meçe
ser girê heyhayê!
Ew sêv yemanetê te bû, te rabû
dayê,
Melek Cibrayîl qasidê mirinê î
sivik bû, berî min gehayê,
15- Mîr Miho! zincêt quba felekê
di zerin,
Lenger li binê behrêt kurin,
serî li ezmanê jorî li pêşberî
stêra di berberin,
Feleka dibêjê: ezê mixabina
dixwazim; êd weke kure Mîr Mihê
minî genc,
î lawîn, li destê ciwamêrêt weku
Melek Cibrayîl da di bê meferin.
*****
16- Mîr Miho! zincêt quba felekê
di geşin,
Lenger li binê behrêt kurin,
serî li ézmanê jorî li érşin,
Feleka dibêjê: ezê mixabina
dixwazim; êd weke kure Mîr Mihê
minî genc,
î lawîn, li destê ciwamêrêt weke
Melek Cibrayîl de di nexweşin.
*****
17- Mîr Miho! zincêt quba felekê
di sorin,
Serî li ´zmanê jorin, lenger li
binê behrêt av zorin,
Mîr Mihê min! dinya dem û
dewranê Xwedêne, îro dewran li
min û te bi dorin.
*****
18- Mîr Mih dibêjê; felekê
xayinê! serê min bişo û dilê min
ne hêle,
Rojêt ´îd û érefat û xêra,
Tirbeke min bikole li bin dara
zengila, pêşberî geliyê Lalişê,
berê min bide quba felekê aliyê
wan hilêla.
*****
19- Mîr Mih dibêjê; felekê
xayinê! serê min bişo û dilê min
ne êşîne,
Rojêt ´îd û érefat di êne,
Tirbeke min bikole li bin dara
zengila, pêşberî geliyê Lalişê,
serê min beru quba felekê bi
fetlîne.
° ° °
şaxê duwê li 28/6/2000 li ser
dastan û beyta Mîr Mih hate zêde
kirin.
Beyta Mîr Mihê
1- Qebrê mîr Mihê min li bal
agire
Felek bê qole û bê taliye
zirrya bû weke gure.
*****
2- Felek dibêje:
eze tobedar im, sundxwarî me,
di pê min re Mihê minî xortî
nuhatî, swarê qata caniyê
tu soz û qirara nadim tu mêvana
û tu misafira.
*****
3- Felek dibêje:
qebrê mîr Mihê min di derê rê de
eze tobedar im, sundxwarîme,
di pê mîr Mihê re, tu cara şarê
nadim ber kofiyê de.
*****
4- Felek dibêje:
baxçekî mala babê min heye, dara
derê çiyayê
şalûl û bilbila, malik avayê,
berê xo dayê
Bazîdî fexrî bû, hat û berî wan
gehayê.
*****
5- Felek dibêje:
dara Şêx Simayil wa li jore
wê li ser dixunin kevok û şalûl
û bilbil û sê perêve sore
mirin a pîr û kala stare
mirina xelkê ciwan, li dinyayê
heyf û zore (core)
*****
6- Felek dibêje:
Xerîbo! çî dikey li Meke û
Medînê
libsê te xerqeye, li bejna te
Þileye
Tancê serê te nûraniye
heca mêrê Êzidî nîne, xêrî
Lalişeka nûraniye
dîwana mîr Şerfedîna.
*****
7- emê berê xo bidin Lalişeka
nûranî
çiyayê Şingalê, tiwafa çilmêra
dîwana mîr Şerfedîna.
*****
8- Felekê got:
Xerîbo! çî dikey li Meke û
Medînê û hêreye
libsê te Xerqeye, li bejna te
Þileye
Tancê serê te zêre
emê berê xo bidene, heça mêrê
Êzidî,
Lalişeka nûraniye,
çiyayê Şingalê, diwana mîr
Şerfedîna.
*****
9- Xeribo got:
Felekê weye, we nîne
terazû mêzên li ´Ezmanê heftê
bilin bûne
sed heyf û mixabina bixwazin:
êkî wek Hesen li Hisnî
Denun li Misrî, mîr Birahîmê
Ademe
mîr Mihê minî şengî, xortî
nuhatî
berê xo da vê dinyayê, pişta xo
da Muxorzemîne.
*****
10- Felekê got:
Xerîbo! tirba mîr Mihê Lawîn li
berî rêye
serê vê qubê li semawetî joriye
lingê vê qubê xo berdaye binê
behrêye.
*****
11- Felekê got:
Xerîbo! Eze sundxware tobedar im
pê mîr Mihê Lawîn re, ez tu soza
nadim canik û
camêrêt xelkêye.
*****
12- Mîr Mihê got:
Felekê! min behwerî bi vê yekê
netê
li ézmanê heftê, tiraz û mêzîn
hatin û bilind bûne
stêrik û qurxê berê xo da vê
qubletê
sed heyf û mixabina bixwazin,
êkî weke Adema
Hisnî, Denun li Mirsî, Mîr
Birahîmî Adema
Mîr Mihê şakî lomî, xortî
nûhatî, swarê qata caniyê
berê xo da vê axretê,
bişta xo da vê ometê (dinyayê).
*****
13- Feleke got:
Xerîbo! çend cara min gote te
neçe ser vî girî
emîn Cibrayîl, qasidê Melekê
mirinê bû, bi renga dixemilî
her sê sêvêt mîr Mihê Lawîn jê
dibirî
bêjin: ev dinya bi çend lewna
hat û bi çend lewna buhirî.
*****
14- Felekê got:
Xeribo dinya dem û dewranêt
Xudêne
yeman, yeman, di serê canik û
camêrêt xelkê beyerîne.
*****
15- Felekê got:
Xerîbo!bexçekî min heye derî li
jore
tê de dixunin; bilbil û şalûl û
kevokêt malik avayî persore.
*****
16- Felekê got:
Xerîbo! mirina kala û mêra
sitareye
mirina xelkê can, heyf u zore.
*****
17- Felekê got:
Xerîbo! baxçekî min heye li derê
reya ye
bilbil û şalûla, kevokêt malik
avaye
perêt sorêt xo lê daye
heyf û sed mixabin êt weke Hesen
li Hisnî,
Denun li Misrî, Mîr Birahîmê
Adema,
Mîr Mihê lawîn, berê xo dane
axreta şêrîn
pişta xo kirine vê dinyayê.
*****
18- Felekê got:
Xerîbo! qubêt Mergehê sêne
serê van quba semawetî jorîne
lengelê van quba li binî behrêne
min nezanî, Mîr Mihê min î xortî
nuhatî,
rêyekê di qebrê reşî tarî de
dibîne.
*****
19- Felekê got:
Xerîbo! loma ji dilê xerîba
mekin
mervê xerîb, li welatê xerîb, li
malêt bava çaverên in.
*****
20- Felekê dibêje:
Xerîbo! qubêt Mergehê çarin
serê van quba li semawetî jorîne
lengerê van quba li behrê
dixwarin
sed heyf u mixabina bixwazin;
êkî wekî Mîr Mihê,
di qebrekî reşê tarî de,
kirim û kêza goştê giyanê wî
dixwarin.
*****
21- Felekê dibêje:
Xerîbo! qubêt Mergehê spîne
serê van quba li semawetî jorîne
binê van quba li behrêt tarîne
loma ji mirovê xerîb, li welatê
xerîbiyê,
ji malê bava bi hîvîn e.
*****
22- Felekê dibêje:
Xerîbo! qubêt Merhegê pênc in
serê van qubeha li semawetî
jorîne
lengerê van quba li binê behrêt
dirêncin (mizêncin)
sed heyf û mixabin, êt weke
Hesen i ´isnî,
Denun li Misrî, Mîr Birahîmê
Adema, Mîr Mihê lawîn
berê xo dane sefera mirin e,
hêşta digêncin.
*****
* ev dastane babetek, ji çapter
10 ji kitêbeke mezin bi navê (
Perin ji Edebê Dînê Êzidiyan) ku
ye amadeye bo çap kirinê û ji
955 berpera pêkhatiye.
Ev beyte ji zarê Şêx Hisên Şêx
Birahîm hatiye standine, anku li
ser kasêtekî ewî ciwamêrî ev
beyte gotibû. Helbet çîroka Mîr
Mihê jî bi dirêjî heye. Ye hejî
gotinê ye (Bedel Feqîr Hecî) ev
beyte di govara Liliş de, jimare
5, sala 1995 belav kiriye, tê de
15+25=40 sebeqe nivîsandine.
qebrê Mîr Mihê min li para gore.
Felêkê got: Xerîbo! min bi te re
ne got: ne çe Meke û Medînê.
hew ´Ezrayî û Cibrayîl qasidê
Xudêne (=Melek li Mébud)
sêv: wekî mêwekê û giyayekî di
vê çîrokê de mîna dermanê ne
mirinê (xilud) derdikevit, ku ew
ji baîçê Behiştê çêbûne û
hinciyê bixot, ew na mirit...yan
wekî (genim) di çîroka Adem û
Hawa de, demê ew li Behiştê
bûn...dîsan (ava hêwanê) wek
dermanê ne mirinê, di çîroka
Isekenderê çarqurnet, der
dikevit.
Beytek berî vê heye dibêjit:
Xerîbo! qubêt bacarê Beîdayê
dikeskin
serê van quba semawetî jorîne
lengerê van quba binê behrê gerî
bestin
´Ezrayîl û Cibrayîl Melekê
mirinê bûn,
hersê sêv jê di xwestin.
*****
Li hêre de dibite beyteke dî:
Felekê got:
Xerîbo! sed heyf û mixabin, êkî
wekî Hesen li Hisnî,
Denun li Misrî,
Mîr Birahîmî Adema,
Mîr Mihê lawîn
serê xo dane axa kendala.
Mîr Mih; erê gelo bi rastî
mirovek yan mîrek bi navê (Mîr
Mih-Mîr Mehemed) hebû, ev çîroke
bi navê wî hatiye gotin?.. yan
jî baweriyek heye (Mîr Mih) ji (
Mîm Hê) ku naznav û kurt kirina
navê ( Feqê Teyrane- Mehemed
Meksî)? Heke ev baweriye rast
be, çawabi giranî keftiye nava
edebê dînî Êzidiyan?!
2 hêm yan hêm; dem
3 ev şaxe bi destê hêja Hecî
Heso hatiye nivîsîne û li
28/6/2000 li ser dastan û beyta
Mîr Mih hate zêde kirin. Hecî
got ku yekekî bi navê Usif
Hemdan ku ji éşîreta Simoqiya,
ji ucaîa Rîviya, ji binemala yêt
Adî bû, ev çîroke gotiye. Usif
Hemdan berî sêde salî jiyaye, ew
li serdemê koçek Birîm buye.
4 mi; anku min
5 ti; tu
6 rav; reh
7 ferxîn; sava, teyrê piçûk
8 cerwîn; sey û tajikêt bi temen
(éemir) piçuk
9 xiloşav; navê mehîna Mîr Mihê
10 xelfîn; dara piçûke berhem ne
girtî,
11 beng; berhem, berê darê yan
berê dexl û danî,
12 diyar; kupêt bilind,
bilindayî,
13 çi qîl; çî bela teye,
14 virre vala; tiştek têda ney,
15 zinc; kuzî
16 lenger; esas, binyat, kok,
17 şiv; darêt zirav û terr,
18 nivin; ji nivistin hatiye,
anku razên, razin,
19 hayhay; nave bo girekî ku ew
li cem quba felekêye, ew gire
wek simbolekê bo kesêt îerîb bi
kar tê û hosa tê zanîn her
kesekî here ser wî girî
bîrhatinêt berê tên bîra wî(wê),
anku bi bê kesiya xwe di hisê.
20 yemanet; li hêre bi du aliya
tê şirove kirin; yek: behra te
bû. Dû: harîkarî bû ji tera u tu
ji tengaviyê (mirinê) rizgar di
kirî.
21 gehayê; gehiştê
22 pêşber; beranber
23 anku dinya çerx û gere, dinya
ji kesî re na mîne, îro çerix
zivirî û dor gehişte min û te.
24 dilê min ne hêle; dilê min
éaciz neke, keyfa min bîne, çu
gotinêt nexoş bo min ne bêje.
25 dara zengila; dareke navdare
li geliyê Laliş.
26 bifetlîne; ji gotina éerebî
(fetele) hatiye, anku wergêre,
yan berê wî bide...
27 Ev beyte ji zarê Şêx Hisên
Şêx Birahîm hatiye standine,
anku li ser kasêtekî ewî
ciwamêrî ev beyte gotibû. Helbet
çîroka Mîr Mihê jî bi dirêjî
heye. Ye hejî gotinê ye (Bedel
Feqîr Hecî) ev beyte di govara
Liliş da, jimare 5, sala 1995
belav kiriye, têda 15+25=40 seb.
nivîsandine.
28 qebrê Mîr Mihê min li para
gore.
29 Felêkê got: xerîbo! min bi te
re ne got: neçe Meke û Medînê.
30 hew Ézrayîl û Cibrayîl qasidê
Xûdêne (=Melek li Méebud)
31 sêv: wekî mêwekê û giyayekî
di vê çîrokêda mîna dermanê
nemirinê (xilud) derdikevit, ku
ew ji baîçê Behiştê çêbûne û
hinciyê bixot, ew na mirit...yan
wekî (genim) di çîroka Adem û
Hawa da, demê ew li Behiştê
bûn...dîsan (ava hêwanê) wek
dermanê ne mirinê, di çîroka
Isekenderê çarqurnet, der
dikevit.
32 Beytek berî vê heye di bêjit:
xerîbo! qubêt bacarê Beîdayê di
keskin
Serê van quba semawetî jorîne
Lengerê van quba binê behrê gerî
bestin
éEzrayîl u Cibrayîl Melekê
mirinê bûn,
Hersê sêv jê di xwestin.
33 Li hêreda di bite beyteke dî:
Felekê got:
xerîbo! sed hey û mixabin, êkî
wekî Hesen li Hisnî,
Denun li Misrî,
Mîr Birahîmî Adema,
|
|