 |
Qewlê
Afirandina kinyatê
Yarebî dinya hebû tarî
Têda tune bûn mişik û marî
Te zindî kir taze halî
Çû nema gul jê barî
Ya Rebî tu hostayê kerîmî
Te vekir rê û derba tarî
Tu hostayê her tiştî
Bihuşt çêkir renge bî
Erd û ezman tunebûn
Dinya fireh bê bin bû
Însan û heywan jî tunebûn
Te xak saz kir
Di behran de tenê hebû dur
Ne dimeşiya,ne dipeşiya
Te xweşruh anî ber
Nûra xakê peyda kir
Goşt û ruh hatine ber
Nûra çavan lê hate der
Dest û pê kire leş
Lê şêrîn kir got û bêj
Xwedawendê me hostayê rehmanî
Rê û dergeyê dinyayê vekir
Her tişt ji me re deranî
Bû buheşt erd û avanî
Xwedawendê me tiştî dinas e
Dura kasê jêre kir esas e
Jê peyda kir mêrê xas e
Got:"Eve heq nebes e"
Dur ji heybeta Êzdan hincinî
Taqet nekir hilgirî
Ji rengê însan xemilî
Sor û sipî lê hêwirî
Êzdanê me bi rehmanî
Hisin û cemal ji me re anî
Destûr da qelemê qudretê
Em avêtin nav sira muhbetê
Hêvên havête behrê,behir pê
meyanî
Dûmanek jê derxwenî
Çardeh tebeqên erd û ezman pê
nijinî
Êzdanê me dur deranî
Muhbet avête nav e
Jê peyda kir du çav e
Jê herikî pir av e
Av ji durrê herikî
Bû rê û bê derî
Êzdanê me ser behrê gerî
Êzdanê me gemî çêkir
Însan,heywan,teyir û tû
Cot bi cot li sefînê siwar kir
Xwedawendê me sefîne ser e
Serekî digere çar kinar e
Sefîne qul bû, av kete ser e
Marî dûvê xwe dana ber e
Xwedawendê me gemî ajot
Ji kinar ço ber kinar e
Ajote Lalişe got."heq war e"
Siltan Êzî xweşrêber e
Lalişkurkî beşer e
Niha êzdî jê xeber e
Ya Rebî bang dikim şêxê mezin
Çavkanî av jê dizên
Ya Rebî te dinya çêkir, dinya
bixêr
Însan têda dijîn bi têr
şevên reş,şevên tarî
Cî nema gul jê barî
Xwedawendê me kerîm û rehman
Kire rikin erd û ezman
Da berme ruh û ziman
Xwedawendê me rebil semed
Afirandin heft milyaket
Cuda kir dojeh û buheşt
Xwedawendê me erd çêkir,ezman
guhastin
Micalê erdê birastin,
Nobeta qeza guhastin
Li guneh baran bû ruhistin
Çiqas xwedawendê me dinya kir
sefer e
Sixir dikir dar û ber e
Pê nijinî riknê mexiber e
Laliş jor de anî xwar e
Lalişbû xweşcî û war e
Li erdê şîn bû nebat e
Pê zeyinî,zendî kinyat e
Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim ji me re danî
Pê dilovan Adem nijinî
Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim li rûyê dinê danî
Yek ave,yek nûre
Yek axe,yek jî Agire
Xwedawendê me bi rehm e
Diyar kir şaz û qidum e
Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e
Hevsûr geriya,hat hindave
Qalibê Adem mabû bê gav e
Go:"Ruho çima naçî nav e"
Xwedawendê me qudret e
Zeyandî çiqas xuliyaqet e
Jêra çêkir doje û cinet e
Xwedawendê me erd çêkir,ezman
guhastin
Mecalê erdê birastin,nebeta qeza
rastin
Ji însan qencîtî xwestin
Lalişji ezman dihat e
Li Erdê şîn dibû nebat e
Pê cêyiran çiqas qinyat e
Xwedawendê me înê kir esas e
şemiyê biriye kiras e
Çarşemê kir xilase
Heft sed sal paşhevsûr hat dira
nikase
Heft sed salî berî Adem jimar e
Erdê xiyare negirtî şiyar e
Heta Lalişa nûrîn di nav de
hinar e
Û bang da ruh hedirî
Hat û ço buhirî
Nûra muhbetê hingivte serî
Hat û di qalibê Adem de hêwirî
Xwedawendê me rehmanî
Kasa sirê ji Adem re anî
Av ji kasê vexwar,vejiya
Cîda mest bû hejiya
Goşt jê xuwest wê ruhê
Xîret kete nav serî
Xwîn li canê wî gerî
Adem Xwar ji wê kasê
Sira kasê xweş lê tê
Kerameta kasê gehişte buheştê
Milyaketan bi milê wî girt û
avêtin buheştê
Adem ji kasê vedixwar e
Kerameta kasê pê ve diyar e
Xak pê nijinî,bû hişiyar e
Got:"Ev erd çî xweşe"
Giyayê şîn sergeşe
Roj roja mêrê keleşe
Xwedawendê me rehmanî
Ji me re keremek anî
Dem û dezgehê başdanî
Hey Ademo rûdinê
Her dem bike îmanê
Xwedawendî em xilas kirin ji
tofanê
Gelî mirîdan bikin karî
Xêra qudretê ji jor barî
Xwe dûr bikin ji neyarî
Kerameta xwedawendê me hate
xwarê
Erd û ezman didinn xêrê
Hûn jî bibin xwedanê xêrê
Qet ji bîr neken vê xeberê
Laliş.de |
 |
Qewlê Tawisî Melek
Ya Rebî éla şanek û éla mekanek
û éla sultanek
Ya Rebî tuyî kerîmî tuyî rehîmî
Ya rebî her tu xudayî
Her tuy î layiqî medih û senayî
Ya Rebî tu melekê melekê cîhanî
Ya Rebî tu melekê melekê kerîmî
Tu melekê érŞê ézîmî
Ya Rebîji enzel de her tuyî
qedîmî
Tu tam û kam û rayî
ya Rebî her tu Xudayî
Her tu heyî û
Her tu layiqî medih û senayî
Ya Rebî tu melekê Ins û Cinsî
Ya Rebî tu melekê érşû kursî
Ya Rebî tu melekê gay û masî
Ya Rebî tu melekê alem û qudsî
Tu el-semedî li liftî lemayî
Tu el-semedî hey El-mecîdî
Wehdê ferz El-hmîdî
Ya Rebî tu xudawendê sepehrî
Ya Rebî tu xudanê meh û mehrî
Ya Rebî tuxudanê ceh û merî
Ya Rebî tu xudawendê etay
Ya Rebî tu layiqî medih û senay
Ya Rebî ji îsma tuyî bilindî
Te nav li çû ne, tuy çendî
Nazêyî nazayî tu zendî
Miqadestê dû payî
Tuyî layiqî medih û sena
Ya Rebî tu kerem daye hatî
Mendayê qûtî
Helîmî melik kûtî
Ya Rebî tu álimê îlmay
Ya Rebî tu hem hekîmî û hem
mecalî
Ya Rebî te ne xafe te ne xurde
Xudan malî xudan perde
Ya Rebî ciyê te wê li hemû erde
Ya Rebî ti ne lewme te ne renge
Te ne awaze te ne denge
te ne endame te ne çenge
Ya Rebî kes nizane tuy
kusay(çewayî)
Ya Rebî tu weliyê ferza nimêjî
Ruh diperêjî
Ji milan milkan dibêjî
Ya Rebî hekîmê şah û gedayî
Ya Rebî tu hekîmê cimletî alem
Ya Rebî te tobe danabû li ser
Adem
Ya Rebî tu hakimê şîfayî
Ya Rebî tu rehmî,keremî,emînî
Ya Rebîtuyî El-semedî, em çû
nînîn
Ya Rebî ezî ketîme î tawîme
Tu hem dermanî û hem dawayî
Tu hem dermanî û hem tebîbî
Tu hekîmî em xerîbîn
Ya Rebî her tu dizanî dermanê me
biçi dibe
Ya Rebî tu únsê xurbayî
Li sûc û guneh û mişewi·e
Me kirin tehiyat û gewşe
Ya Rebî li me bibexşe
Ya Rebî her tuyî hey û tu xuday
Her tu layiqî medih û senay
Ya Rebî tu xaliqî em mexlûqîn
Tu mirazî em daxwazîn
Laliş.de |