 |
Derheqa navę
TAWSI MELEK
Xelîl Cindî
Ji aliyę rębaz ve, em nikarîn
vekolîna li ser diyardeya dînę
Ęzidiya ű Tawsî Melek, dűr ji
kar tękirina pęşketina fikra dîn
li devera rojhilat çękin, anku
dűr ji kar tękirina diyanetęt
kevin li Mezopotamiya- Iranę-
Misrę- Şamę- Cuhatiyę- Felatî ű
Islamę.
Tişte herî giring ew e, bizanîn
fikra dîn ji ciyekî bo ciyekî
din dihęt guhorîn. Bi manayek
din, av ű hewa, siruşta mirov
tęde dijî,...karekî mezin dike
ser mirovan, baweręt xo beranber
guhorînęt li dinyayę peyda
dibin, di dinę, migirtî ( bo
niműne): diyanetęt li Çîn ű
Hindistan ű Mengoliya peyda
buyîn, ne wek diyanetęt
Mezopotamiya ű Şamę bűn, yan ew
yęt yekem ű duwem, ne wek yęt
Misra kevin bűn. Helbet
diyanetęt Efrîka ű Latin
Emerika, ewan jî cudahiya xo li
gel diyanetęt hatîn behis kirin
heye.
´ilmę dînę ęzidiyan jî dibęje:
Sultano! serdarę çendî milet e
Xaliqekî minî heftî ű dű milet e
Heştî hezar xulyaqet e.
( sebeqa 13 ji qewlę Babekr
Omera)
*****
Ev e wę yekę destnîşan dike ku
gelek fikręt cuda ű milet ű
zimanęt cuda-cuda li dinę hene.
Nek her cî rolę xwe di peyda
bűna fikra dîn de di leyize,
belkî dem jî - anku pęşketina
mejiyę mirovan ű dan ű standinęt
nęva civatę de- rolę xo di
bînin.
Dîn fikreke tevayîye ű civat
baweriyę pę di îne ű pę diçe.
Her wisa dîn bitir bi soz ű
wijdanę mirovan girędaye, bi
dinyaya veşartî ű nediyar ve (
mîtafîzîkî) girędaye ű hęzęt
nediyar roleke mezin di leyizin.
Wek destpęk li cem pirraniya
miletęt rojhilat, heta Misr ű
Efrika jî, ewan diyardeyęt
siruştî di peristin. Li cem
Somerî ű Ekadî ű Babilî ű
Aşűriyan, li Şam ű Misrę jî -bo
niműne- her bajarekî Xudawendę
xo hebű, li gor dem ű li gor
mileta dewrę wan Xudawendan pęş
yan paş diketin; anku ber ű başî
yan xirabî dihat guhorîn. Dînekî
sęntirat bo gişta nebű. Ewan yek
ű din qebűl dikirin ű hevrikî (
sirae') negehiştibű dereca
kuştin ű birînę bo ferz kirina
baweręt xo. Ekadî ű Babilî ű
Aşűriyan, Xudawendęt Someriyan
qebűl dikirin, bi tenę nav ű
dewrę wan dihat guhorîn, " xęr ű
şer bi hev re dijiyan"!
Ev barę fikriyę han -dikarîn
bęjîn- hata peyde bűna Cuhű ű
Felatiyę jî, heta derecekę, bi
aştiyane bi rę ve diço. Belę
demę Islam peyde bűyî ű xwestî
dewleta sęntiral li ser erdę
çęke, ji aliyę fikra dîn ve ű bi
piraktîk xwest fikr ű
xudawendekî sęntiral " li
ezmana" çęke ű hemű bîr ű
baweran di xizmeta yek dîn ű yek
dewlet ű yek mirov de
bike,...hęza xęr ű şer jî bi
ronî ji yek cuda kirin; anku dîn
ű dewlet di xizmeta Mihemed ű
desteya wî kirin ű hemű tişt li
gorî berjewendiya xwe şirove
kirin.
Her çawa berî hatina Mehemed jî,
Zerdeşt dînę xwe di xizmeta
xundkaręt dewleta Exmînî ű
Sasaniyan kir ű her kesekî ne li
ser fikira dînę wî be, ew dikir
hęza şer ű xirabiyę!.
Ji ber ku ( Tawsî Melek) ű fikra
wî, erkanekî here mezin e di
dînę ęzidiya de ű babetekî pirr
nazik e; gelek fere demę em bęn
ű vekolîn ű gotinę li ser çę
kin, çend xala danin ber çavę
xo:
1- Vexwendina peyda bűn ű
pęşketina fikra xęr ű şer li cem
milet ű diyanetęt kevin ű nű,
anku li ber çavxistina rębazekî
( mîtodekî) zanistî ű dîrokî bo
peyda bűna fikra diyaneta di vî
warî de ű wekî me li jor bi
kurtî behis kirî.
2- Diyarkirina bîr ű baweręt
ęzidiyan ű ´ilmę wan ę dînî
derheqa paya ( cîyę) Tawsî
Melek.( migirtî: çîvanoka
ęzidiya li ser peyda bűna Adem/
hevgirędana nęva Xudę ű Tawsî
Melek).
3- Raman ji Tawsî Melek- cin-
dęw- Ş..- E.-.çerebî-
Izazîl-...erę gelo: evęt me bi
ręz kirîn yek tiştin, yan ji
hev, cudan e?!
4- Tawsî Melek ji aliyę
zimanewanî ve.
5- Tawsî Melek li cem milletęt
din bi çî navî hatiye nas kirin?
Ji ber corę babet, ez nikarim bi
diręjî ű yeko-yeko li ser van
xalan bisekinim ű şirove bikim,
belkî dę hewil dem bi tevrayî
şirovekirinekę bidemę ű li dawî
de mirov bigehe hindek tiştęt
beraqil ( razîbűnekę), bikare xo
wek ęzidî ű alema dor ű ber-
heta derecekę- razî bike.
Ez bawer im, yę bi tenę
şarezayek kęm li ser dînę
ęzidiya ű edebę wanę dînî hebe,
yekser dę ję re xoya be ku ęzidî
Xudę peręsin. Ser ű binę du´ayęt
wan, rabűn ű rűniştina wan, hemű
bi navę Xudę ű Tawsî Meleke.[2]
Ji ber ku ęzidî baweriyę bi dona
ű donę ( surr ű kirasguhorînę)
di înin, surr ű hęza Xudę bi
gelek rengan diyar dibe. Her
çawa baweriya ęzidiya dibęje:
Xudę Milyaket ji nűr ű mehbeta
xo çękirin, her wek çawa bi
agirę çirayekî, fitîlęt çirayęt
din hilkî!:
Şîxadî ű Tawsî Melek ű Ęzî ękin
Hűn me´niya ji ęk ne kin
Ew zű miraza hasil dikin.
( sebeqa 4 ji qewlę keniya mara=
Şîxadî şęxę şara)
*****
yan: Sultano! serdarę çendî
sultan
Xaliqekî minî erd ű azman
Ew Sultan Şîxadî ye, męra bi
saxî ję dide beyan.
( sebeqa 12 ji qewlę Babekrę
Omera)
*****
Gelek nivîskaręt rojhilat ű
rojava( rojhilatnas) jî, hosa
nivîsîne ku dînę ęzidiyan,
dînekî duwalizme; anku baweriyę
bi dű xudawenda di îne, yek:
xudawendę xęrę. dű:xudawendę
şerî.
Eve yeke ji wan şaşiyęt ew
nivîskar ketinę, çunke ew dűrî
ęzidiya bűne ű şarezaya edebę
wan ę dînî ne bűne. ęzidî di
du´ayeke xo de di bęjin:
Tanc ji ewelîn heta bi axirîn
Xęra bide, şera wergerîn
Heq hemdullah ya Rebil
´alemîn"[3]
yan " Xudę ękî wahid li qehare,
bę şirîkî bę heval e." anku
hęzeke dî nîne ber singę wî
bigire ű rikmaniya wî bike!
Bi baweriya ęzidiyan ( xęr ű
şer) bi hevran e ű her dű ji
dergehę Xudę di hęn!...anku;
xudawendekî yekta, xudanę
duwalizmęye ( yę xęr ű şerę).
Eger ev baweriya ęzidiyan ye
dirust be; erę boçî ęzidî ji vę
peyvę di ´initînin( di dene paş)
ű kengî ev gotina xirab bi wan
ve hatiye girędane?!..kę navę
Tawsî Melek ű gotina xirab
kiriye yeke?!
çend bîr ű bawer ű nęrîn derheqa
girędana van navan bi hev re
hene:
1- Hindek nivîsevan ű vekoler
mîna ( Tawfîq Wehbî - Dr. Reşad
Mîran - B.Ş. Dilkovan) li ser wę
baweriyęne ku navę ( Tawsî
Melek) ji ( Diyawis); xudawendę
asmana li cem milletęt
Hindo-Îranî ku kurd yek ji wan
milletane, hatiye.
Berî peyda bűna Zerdeşt, ev
xudawende li cem wan miletan wek
xudanę xęr ű şera dihat
paristin, belę çaxę Zerdeşt
peyda bűyî, bi tenę xudawendę
xęrę ( Ahoramezda) di lahűta xo
de hişt ű ( Diyawis) kire
serçavę şer ű navę wî kire "
Deîve " yan " Dęw". Ji hingî
were Zerdeşt, ew gotina xirab "
Deîve yesna = Dęw peręs" gote
wan kesęt bawerî bi wî ű dînę wî
ne anîn ű li ser baweriyęt
xweyęt kevin; yęt bab ű bapîran
man. Li şunda gotina " şîda " di
kitba ( Zend Avęsta) beranberî
" Deîv = Ahrîmen " dana.
Babetę peyva xirab " hęza şer"
di dînę Islamę de ű - heta
derecekę li cem Kiristizana- di
çîroka peyda bűna Adem ű Hawa ű
derxistina wan ji behiştę, reng
dide.( pęwist nake wę çîrokę bi
ręz kîn, çunke kęm kes hene ew
çîroke ne bihîsti bin.) Min navę
dînę Cuha bi çîroka Adem ű Hawa
ve girę ne de, çunke li cem wan
ev tişt diyar nabe ű ew baweriyę
bi behişt ű doję nakin. Ev dinya
li nik wan behişt ű doje! Ez
bawerim, heke em li koka fikra
ęzidiya di vî warî de bigerin,
bi gelek aliyave nęzîkî ya Cuha
dibe.
Heke çîroka behişt ű dojehę ű
derkirina Adem carna bę gotin,
yan hindek baweriyę pę bînin, lę
belę- li gor nęrîna min- ew ne
çîroka ęzidiyane ű ji diyanetęt
dor ű ber- bi taybet Islam-
ketiye nav edebę dînę ęzidiyan.
çîroka peyda bűna Adem bi ronî
di gelek Qewlęt ęzidiyan de- bi
taybet qewlę ,,Zebűnî meksűr,,
der dikeve.
Ku kinyat pę zeyinî
Çar qismet tęk hincinî
Ba ű av ű ax ű agirî.
( sebeqa 32 ji qewlę Zebűnî
meksűr)
Li pę fikra ęzidiyan yekem car
Tawsî Melek, Adem li ser erdę (
li Laliş) çękir ű şűnde bire
behiştę:
Kerema wę kasę hat ű gehiştę
Lew Adem pęxember hilgirtin ű
birine behiştę.
( sebeqa 39 ji qewlę Zebűnî
meksűr)
*****
2- Nęrînek din heye- Menzil bo
nimune- dibęje: ,, gotina Tawsî
Melek ű navę wî ji gotina
(Teműz- Dîmozî) , xudawendę
Someriyan ű Babiliyan hatiye.,,
3- Corc Hebîb li ser wę
baweriyęye ku ( Tawsî Melek) ű
Nabo, xudawendę mezinę Babil ku
peristgeha wî jî bi navę (
Ęzîda) bű ű li şűnde ev
xudawende bo welatę Aşűr hate
veguhastin; ev herdű xudawend
yek kesayetî ű yek rolî di
leyizin ű ( Corc Hebîb) bo
nęrîna xo çend belge ű delîlan
di îne:
a- çarşem bű wek roja pîroz a
herdű xudawendan ű sersala wan a
nű dikete wę çarşema nîsanę.
b- Nabo ű Tawsî Melek berpirsęt
( Loh ilmehfuz) ű dinyayę ne.
c- Stęrka berę sibę ( Utarid)
wek simbola Tawsî Melek.
Stęrnasîn ű ´ilmę felekî li ser
stęrka Utarid hosa dibęjin:"
çarşem roja wę ye, ew xorteke li
teyr tawisî siware ű marek di
destę wî yę rast de ye ű lohek
wa di destę wî yę çepî de di
xune.. " di tabloyeke din da
xoye dike: mirovek li ser
kursiyę rűniştiye ű mishefeka di
destę wî de di xune ű tacek wę
li ser serę wî ű cilkęt kesik ű
zer di berdanin."[4]
Ęzîd didem medehę
Lalişę xudanę qubehę
Ez xelat kirim stęra sibehę.
*****
Stęra sibę xelat kirim
Sę herfa ez xebîr kirim
Ez hatim, re buhirim!
( sebeqa 1-2 ji qewl Siltan
ćz)
Belę kengî ű dibin çî barî de
navę( Nabo) bo navę ( Tawsî
Melek) hat guhastin?!...Corc
Hebîb vę pirsiyarę ji xo dike ű
dibęje: persivdane vę pirsiyarę
gelek zehmete, lę belę dűr nîne
li çaxę zilim zordariya dewleta
Sasaniyan bi ser xelkę de anî
heta ew peristina Ahoramizda
qebűl bikin, diyare hinî navę
(Tawsî Melek) wek nîşan bo (
Nabo) peyda bűye.[5]
Ev nęrîne li gel nęrîna yekem ya
( Tewfîq Wehbî) yek digire, demę
dînę Zeradeşt bűyî dînę qesrę
(dewletę) ű Şahinşah a qebűl
kirî, bi wę baweriyę ku ewę
bikarin leşkerę xo pę zav bikin
ű bikarin bersingę leşkeręt
biyanî bigirin, ..hingę Zerdeşt
gotina " Deîve yesna" bi wan
kesan ve na, yęt ( Diyawis ) ű
siruşt di peristin ű îman bi
Ahoramizdayę Zerdeşt ne di anîn!
Navę Tawsîî Melek bo cara yekę
di destnivîsęt Mendayiya de
hatiye, çaxę dibęje : Milyaketę
ronahiyę ( Melka dinhura )
daxwazî ji ( mala jiyanę = beyt
il heyat) kir, kitębekę amade
kin bi xirabî behsa Mendaiya
neke. Ji bo wę armancę
Milyaketek bi navę ( Tawsî
Melka) şandin, heta ( Tewrat)ę
binvîse.
Di vir de dîsan ( Tawsî Melka-
yan Tawsî Melek) wek xudawendę
aqil ű me´rifet ű qelemę di hęt
nas kirin. Ev gotine geleke
kevine ű vedigeręte męjiwa berîî
peyda bűna Kiristiyanę.
Li cem ęzidiya, Tawsî Melek hemű
tişte ű yî her ű here:
Pedşę min kinyat ava kir ji durr
ű gewher e
Sipartibű her heft surręt her ű
her e
Tawsî Melek kire serwer e.
( sebeqa 6 ji qewl PedŰay)
*****
Hindek dibęjin; dibe peyva
(Taws Melka) di zimanę Aram de
(Taws Melek) yan ( Milyaketę
Teyr) be.[6] Dibe eve
wekheviyekę li gel simbola (
Sinceq- Tawisa anzelî)[7] peyde
bike.
Tawsî Melek rengdaneke ji
rengdanęt Xudę ( tecelî) ű
hindek dibęjin ew bi xo çavę
Xudęye ű ( Roj) nîşana wîye:
Ya Rebî! tu xudawendę seferî[8]
Tu xudawendę mah ű merî[9]
Tu xudawendę çendî omerî.[10]
( sebeqa 4 ji duÜaya Taws
Melek)
*****
Tawsî Melek rehim ű berekete,
her sal ji aliyę Xudę ve ű li
çarşema sor (çarşema ewil ya
serę nîsanę) di hęt xwar; xęr ű
xęratan bi ser alemę dabeş dike,
heta beşer ű gişt giyanwer bijîn
ű jiyan berdewambe.
Dîsan gotina Tawsî Melek ji
aliyę zimanîve:
Di ferhenga ´erebî de ( tus ) ji
aliyę zimanî ve bo ruyę ciwan ű
vekirî di hęt gotin ű dibęje
gotina ( Tawus) ji ( tus) hatiye
wergirtine.
Vekolerę Ferensî ( F. Nu.) di
kitęba xo de bi navę " tękist ű
belgeyęt li ser miletę ęzidî"
dibę: " Tawus, gotineke ji "
tîusa" Yonanî ku bi ramana
xudawend di hęt, wa hatiye
wergirtin ű gotina Melek li hate
zęde kirin ű buye " Tawis Melek"
anku " Melekę xudawend"[11]
Her ev nivîskare dibęje: Tawsî
Melek xudawendekî Samiye ű ew
berî hemű tiştan hebű, ewî her ű
her e.[12]
Belę wek hindek vekoleręt din
dinivîsin ű dibęjin:
" reha gotina- Tawus- ji " tau -
tu- tav" hatiye ku bi zimanę
kurdî " tav- hetav = tîręj" anku
hetav ű ronahiya sor, hetava
roję, paşî hetava zer = ya
hęyvę.[13]
B.Ş. Dilkovan dibęje: gotina "
tews " bi zimanę Yonanî bi
ramana ciwanî bedewî di hęt ű
beranberî wę bi zimanę kurdî "
taze" her bi wę ramanę dihęt.
Hosa xoya dibe ku gotina Tawus
:( hetav- ronahî - birisqîn -
ciwanî u bedewî ), ev sifat jî
li gel sifatęt Roję ű yęt
Xudawendî wek hevin, her hosa li
gel ciwaniya (Tawus ) ręk di
kevin
Erę gelo: paş vę hemű ronkirinę;
Tawsî Melek kiye?!
Bila vegeręn nav edebę dînę
ęzidiyatiyę pîroz ű bizanîn ew
çî dibęje:
Tawsî minî męrane
Xaliqę minî bi erda heta azmane
Ew Siltan Şîxadiye, męra bi saxî
ję dide beyane.
*****
Tawsî minî, serdarę çendî
Milyaketa
Xaliqekî minî heftî ű dű milleta
Heştî hezar xulyaqeta.
*****
Berî erd, berî azman e
Xudę hebű, nűrî nűran e
Ji qűdretę kewin kir beyan e.
*****
Eerd ű ´Erş ű îman e
Nav li xo kirî Tawisî męran e.
*****
erę gelo: ev e ne hemű rengdanęt
(sifatęt) " Xudę "ne!..erę qewlę
me na bęje:
Pedşayî hezar ű yek nav li xo
danaye
Navę mezin her Xuda ye.
Tawsî Melek navekî here pîroz ű
şęrîn ű her ű her î ji wan hezar
ű yek navę Xuda ye.
--------------------------------------------------------------------------------
[1] Ev babete bo cara yekę li
civîna Bingeh ű Mal ű Yeketîyęt
ęzidiya li Oldenburg ( li Mala
Ęzidiya) li sala 2002 hat pęşkęş
kirin. Şűnde jî wek babetek
taybet ciyę xo di kitęba ,,
Perin ji Edebę Dînę Ęzidiyan,,
bergę 1, çapxana Spîrez 2004,
pp. 99-107 girt.
[2] binęre kitęba: Nehwa
me´rifat haqîqat al-diyane
al-ęzidiye- Dr. Xelîl Cindî,
Swęd 1998, du´ayęt ęzidiyan:
du´a fecirę- sibę- nîvro- ęvarî,
her wisa du´a Tawsî Melek. Dîsan
bo vî babetî binęre govara
Laliş, hijmara 2&3 1994
[3] sebeqe ji du´aya Fecrę
[4] Corc Hebîb-
Al-yazidiyanaqaya dîn qadîm,
Bexda 1979, perę 13-27( bi
zimanę erebî)
[5] serçavę pęşin.
[6] serçavę pęşiyę, perę 27.
[7] Anzelî: azelî, yę her e berę
peyda bűyî (ji azala erebî
hatiye)
[8] sefer; asman
[9] mah ű mer; mang ű męhir,
anku roj ű heyv
[10] omer; hem? giyanewer.
[11] F. Nu.-" tękist ű belgeyęt
li ser miletę ęzidî", perę 17
[12] serçavę pęşin, perę 26-27
[13] B.Ş. Dilkovan, di
nivîsareka xo da bi navę : erę
ęzidî Dęw peręsin?! ev babete
hęşta ne hatiye belav kirine.
Dîsan binęre: Comî Mamo- nęrînek
nű bo ęzidiyatiyę, hijmara 10 a
govara Roj, sala 2001, babet bi
zimanę erebî hatiye weşandine.
|
|