Kurdî

Êzîdxane

Gotar

Qewl û diwa

Çand û wêje

Mîtolojî

Lêkolîn

Şevçira

Kurmancî

Başûrname


Pêjna Baranê


Hevgirtin


Urkêş


Şevçira



Êzîdxane



Kurdart



بعض نافذة
 
عربي
 Deutsch
 English
  Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

27 June 2007 23:42


Duwa Sibehê


Amîn amîn,
xwedê tibarek li dîn,
Tifaqe li tifaqîn,
Xwedê esil xaliqîn.

Bi hîmeta melek Şemsedîn,
Amadîn,Babadîn,Nasirdîn,
Sicadîn,melek Fexredîn
Şêşims li ser qeweta me û dîn,
Melekê Adî tac e, ji ewil heta bi axirîn,
Ya xwedê tu derê xêran veke, derê şeran wergerîn.

Berî roj ziriqî ,
Melek li ber şefiqî,
Nûr bû ji nûrê tifiqî,
Siphan ji te xaliqî.

Ji malê hetanî malê,
Şêşims e xwedanê sêqalê,
Dest û dêmanê Şêşims, nabirim ji xeyalê.

Ji derecê hetanî derecê,
Şêşims e xwedanê ferecê,
dest û dêmanên Şêşims Radimûsim,
li dewsa kabê, cîyê hecê.

Ji sitûnê hetanî sitûnê,
Çil mifte heye, li derê Xizînê
Şêşims dane destê xwedanê marîfetê û nasînê.

Ji çavan hetanî devî,
mora Şêşims lê dikevî,
Mora melika germ e, nahêlê tû binivî.

Ji serî hetanî bêye piya ,
ya Şêşims te em danîne devê riya,
Dîndara xwedê û Şêşims em nabirin ji hêviya.

Ya Şêşims te em xwestine ser vê xilmetê,
Li me vekî dergehê rahmetê,
Ronahiyekê bidî ber dilê me, û çendî sinetê.

Sinet ku sinet e,
zebûnî kêm taqat e
Me bi xwedê û Şêşims î bi niyet e

Sunî kû sunîn e,
zebûnî ji bandî ne
Em ji xwedê û Şêşims bi hêvî ne .

Şêşimsê me yî nûrîn e,
Li ser kursiya zêrî ne,
Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne.

Ewe vedike derê hemû birîna,
Sed xweziye min e bi wî be,
Şêşims bidê û jê nestî ne.

Wê zor dereca ragihînek ,
li dîn Tifaqe li tifaqîn ,
Xwedê esil xaliqîn.






 

 

 Diwa
ezidxane@hotmail.de

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1