Kurdî

Êzîdxane

Gotar

Qewl û diwa

Çand û wêje

Mîtolojî

Lêkolîn

Şevçira

Kurmancî

Başûrname


Pêjna Baranê


Hevgirtin


Urkêş


Şevçira



Êzîdxane



Kurdart



بعض نافذة
 
عربي
 Deutsch
 English
  Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

27 June 2007 23:42

Duwa Nîvro


Ya rebî tu bidî xatirê stûna Erd û Ezman
Leyl û leylet elqedrê, sûret elrehman
Û sûnetê virêkey han .

Ya rebî tu bidî xatirê Gayê binê Dinê
Û Masiyê bi tenê kerema Xwedanê xîveta veday,
ser girê kela dengizê
Ya rebî tu bo me û sunetê bi rêkî,
dewrêşê rûniştî li kafa zimzimê .

Ya rebî tu bidî xatriê sira çêbuyî li nav mêr e
Li xewlexanê de,
Yê xwe kiriye pisê Şêxadî di mixarê de,
Ya rebî tu me û sinetxanê xilas bikî
Ji gunehê me kirî,ligel dê û bavê de .

Ya rebî tu bidî xatirê melek Şêsin ê Adî ye,
Yê serê xwe daye pêxama sinetê ye,
Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî rêsqekî,
ji xizna xwe a jorî ye

Ya rebî tu bidî xatirê Şêxê sunet ê
Û çend xas û mominê bo te dikin xizmet ê
Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî,
ji xezîna xwe a qudretê,
Ya rebî tu pirsiyareke xêrê li halê me û sinetê bikî ye .

Ya rebî tu bidî xatirê mêrê bi duwa yê
Kerema berê reş li kabe yê
Ya rebî me û sinetxanê xelaskî ji,
qeda û bela yê .

Ya rebî tu bidî xatirê siwar ê
Bûyî nîveka rojê,
Hatî ji şerqê çûye xerbê,
Ya rebî tu me ji guneha xilas bikî û çendî sinetê.
Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila
Kerema her heft meleka,
Ya rebî tiştê ji te dixwazim dîn û îman e û dewlet e .

Ya rebî tu bidî xatirê Şev û Rojê, û Buheşt û Dojê
Ya rebî tu me û sinetê vexwînî
Dîwana xas û mominetê jorê,
Ya rebî her û her, her tuyî








 

 

 Diwa
ezidxane@hotmail.de

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1