Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna Baranê


Hevgirtin


Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart



بعض نافذة
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

28 January 2008 16:06

 

Nêrgiz Ismayil

Şevek e xemgîn……
Nêrgiz Ismayil
 

Dil xemgîn im, hizir teng im, hinas kurt im.
vê bîskê, awir cemidî ne.
ev dîmenên hestan dikujin, ji kuderê hatine...?!.
mirin, aveke tal e, gepekî şor e, wêneyekî bi xwîn e, laşekî ji peyvên rût e. peyv jî, rûndikê sibatê ne.
Çend roj in, li semaya mirinê semaya xatirxwestina pirpirîkan temaşe dikim.
Bîstikên dawî ne... bîstikê berxwedaniya hebûnê ne.
Semaya dirêjkirina rojeke nû ji rojên jiyane ye.
Hin ji wan, ser piştê razayî ne, hin jî, dîlan dikin û bêy ku hay ji xwe hebin, ser baskan radiwestin.
dawiya şahiyê tê...
dawiya kenekî xweşik tê...
şahî jî, dibêje: ez ê neçim û serê buharê, dîsan, ez ê werim û şahiyeke dî bînim.
Rast e, tê vegerî, lê tê heft rojan bi xwe re bînî, heft roj jî, dawîanîna şahiyê ye.
Awireke kurt e û tabiloyeke bê reng û deng e.
Hêdî... hêdî... bedewiyê distîne û birîneke bê derman e.
Çima perperîk semaya mirinê bikin...?! Çima zarok bê ken rawestin û bêriya jiyanê bikin...?!
Mirin veqetîneke dijwar e, ne wisa...??

------------------
Çiyayê Qendîl
gulana 2007


nergizismayil@hotmail.com









                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1