|

Apê Adîk hunermendekî bi nav û deng e,
sazbendekî mezin, tembûbûrvanekî navdar û
dibistanek e serbixwe ya hunera kurdaxê ye. Ew
mîna dareke sidiyanê çiyayî tamarên xwe di axê
de berdane, ji jiyana dirêj û bi cefa qujmorekên
kûr di rûyê wî de kolane û tamarên destan
mînatamarên dara zeytûnê kirine. Jiyana wî ya
tembûrvaniyê dirêj e. Yekbûnek hunerî di navbera
tiliyên qaling û têlên tembûrê de çêkirine. Wî
ji evqas sal de folklora gelê me yê kurd
parastiye û diparêze ta gihaye radeyeke wekî ku
reng û dîdema wî bi xwe bûne folklor û kelepûr.
Mirovê wî bibîne kurd û Kurdistan wê bê bîrê û
wê di ber çavan re here û were.
Apê Adîk kurê Hesen kurê Mihemed kurê Me’imê
kurê Evdê kurê Ido kurê Ehmed kurê Husê kurê
Eslên e. Ew ji bav û kalan de eyzîdî ye, lê wî
ji mecbûrî li gundê Kora ji ber derdora wî tev
mislimanbûn yek caran diçû mizgeftê û li mêja
înê bi wan re dikir. Malbeta wî berî “180” ê
salî ji deşta Sirûcê hatin Cûmê û li gundê Îska
rûniştin. Di sala 1933 an de bavê wî ket û mir.
Piştî mirina bavî wî Adîk salekê li gundê Celemê
rûnişt, dûv re li Remadiyê Miskê û “30” salî jî
li gundê Mile Xelîlan rûnişt. Lê ew di sala 1966
an de ji malê veqetî bar kir gundê Koran û ta çû
ser dilovaniyê li wir rûdinişt. Wî du jin anîne
ya yekê Zêneb bû û ya dudiyê Xortê ye. Temenê wî
100 sal e ji sala 1930 de dest bi tembûrê kir û
di ber wê re bi hin alavên dî jî mîna kemençê,
bilûr û pîkê hînbû. Lê dev ji alavên dawiyê ji
zûde berdaye ji ber wek ew dibêje :” ku ew
alavina û bi taybetî kemançe temenê mirov kindik
e.” Lê tiştê balkêş ku wî tembûra xwe bi xwe
çêkir û ji bilî wê li ti tembûrên din nexist û
ew yê yekemîn bû ku li Kurdaxê tembûr çêkir. Di
ber tembûrê re jî jibo jiyana xwe û zaroyên xwe
wî ji 60 salî de dest bi karêbav û kalên xwe
dest bi necariyê kiribû. Ew necariya hemo alavên
darî dike mîna kevçî, heskî, derî, biniyê stêr û
kulînan, hevar (Alet ) û hwd.
Lê wî di ber tembûrê re gelek stran û destanên
folklorî yên helbestvanê birêz û dengbjê Kurdaxê
yê mezin Hemûş Kûrik girtin, mîna Mem û Zînê,
Memê Alan, Derwêş, Teyar, Siyad Ehmed, Cebelî,
Sînema Serbidûman, Edûla Omer begê û hwd.
Apê Adîk pir kasêtên ji stranên cur be cur de û
nemaze yên folklorî dagirtine û pir civîndine.
Li aheng û şahiyan bi deng û sazên xwe li
festîvala yekê ya helbesta kurdî li Suriyê
beşdarbû û kesên festîvalê bi deng û awazên wî
kêfxweşbûn û wî di heman demê de di ahengên
cejnên Newrozê Sal bi sal beşdar dibû û mala wî
vekirî bû ji herkesî muzîkhez re û li vê dawiyê
wî serdana Kurdisana başûr kiribû û ji hêla
xanima serokê îraqê Celal Talbanî Hîro Xanê ve
hate xelatkirin. Ji bilî wilo wî xelatek ji
wezareta rewşenbîrî li Kurdistana Îraqê wergirt.
Lê mixabin tirsa me ji wê tirsê ye ku ev kalemêr
piştî koç û barkir û çû ser dilovaniya Xwedê pê
re ew sermiyana (samana) giran-biha jî bemire û
ji bîrbibe.
Gelî haziran
Apê Adîk peyda bû lê hîn dengê tembûra wî ya zîz
tê ji çol çiya û newalên deşta Cûmê.
Peyda bû lê hêviyên bavê Henan serî nedane, nîv
qurçî man
ew çivîkên xewna dawî
lê ew giyan hîn amide ye di qul qurcik û
şivîleyên gundê Kora.
Peyda bû lê bîr û bawerî, qeydên resen, kultûr,
tembûra wî di rih û wîcdan de Afsanan ava dikin,
mirovatiyê bi ser dixînin, mirin û bûna Kurdekî
radighîne…
Hezar rihmet li giyanê te yê nemir be Apê Adîk û
bi hêviya ku şopa te berdewam be.
------------------------------------------------------------------------------------
Ev kurtejiyan a Apê Adîk parêzer Mistefa Mecîd
li ser gora nemir roja koçbarkiriny wî xwend.
|