|
Dr. Mihemed Elî ji bilî karê bijîşkiyê,
rewşenbîr e, nivîskarê zimanê Kurdî û Eerbî û
mamosteyê ziman û rêzimanê Kurdî ye.
Ji demeke dûr de gotarên wî bi herdu zimanan di
kovar û rojnaman de tên weşandin.
Li van çend salên dawî berhemên wî bi zimanên
Kurdî û Erebî belav bûne. Pirtûka wî ya rêzimanê
Kurdî, ji aliyê gurûpên fêrkirina zimanê Kurdî
ve tê bikaranîn. Lê ya bi navê ‘‘Çiyayê Kurmênc’’
ku bi zimanê Erebî li ser dîroka devera Efrînê
hatî nivîsandin gelek balkêş û dewlemend e. Ji
ber tunebûna jêderan û çavsoriya rêcîmê wî gelek
asteng, êş û derd ji hemû hêlan ve dîtin.
Lê mixabin, tukesî bi ferehî û ji nêzîk ve Dr.
M.Elî nedaye naskirin û ew wek leşkerekî wenda
ma ye, bila ew li me bibore, em bi derengî li wî
bûn mêvan û me ev hevpeyvîn pê re kir.
Tu dixwazî hîn bêtir xwe bidî nasîn?
Tiştê giring yê ku te ne got, ew e ku min zarotî
û ciwantiya xwe li gund derbas kiriye, yanê di
kesayetiya min de sirûşta welêt diherike, bi
reng û rûdawên wê hatime stiran, li ba min hemî
endamên sirûştê bi Kurmancî diaxifin, bi
Kuramncî dijîn û bi Kurmancî jî hez dikin. Ji
lewre jî ez xwe bextewar dibînim.
Wek em dizanin ti dibistanên zimanê Kurdî li
Sûriyê tune ne, yanê qedexe ye, tu çawa fêrî
xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûyî û kînga?
Bi rastî, tunebûna dibistanan û qedexekirina çap
û weşanên bi zimanê Kurdî, ji mirovê Kurd re
pirseke giran e. Zarokên me bi Kurmancî deng
dikin lê bi Erebî dixwînin û dinivîsin, ew jî di
warê perwerdekirin û şîndankirina kesayetiya wan
de pirsgirêkeke mirovanî ye mezin e. bi sebareta
min, netê bîra min kengî û çawa fêrî xwendina bi
zimanê Kurdî bûme. Tu kesî ez fêr nekirim, ez bi
xwe fêr bûm. Lê ya baş tê bîra min ew e, min di
havîna sala 1971 an de, gava panzde salî bûm,
min destana Mem û Zînê xitim kir. Lê berî wê
alfabeya Osman Sebrî di nav destan de digerî,
yek di rêya ‘‘Partî’’ re bi dest min jî ket û
min tîpên Kurdî ji wê nas kirin.
Wek em dizanin rêzimana Kurdî ne ewqas hesan
e, gelo tu ji xweserê fêrî rêzimên bûyî, yan bi
alîkariya mamostan?
Ya rast, ez bi saya mamoste Dr. Mecît Şêxo
nêzîkî rêzimana Kurdî bûm û min jêderên rêzimên
nas kirin, paşê ez bi xwe pêde çûm. Ew rojine
gelek xweş bûn, nêzîka panzde salan di ser re
derbas bûne. Mamoste Mecît girûpeke fêrkirina
rêzimên li Helebê çê kiribû, ez jî vexwendimê,
ez li Efrînê rûdiniştim û her car diçûm Helebê,
wê korsê nêzîkî salekê berxwe da. Ereb dibêjin
‘‘kî min hînî tîpekê bike ez jê re kole me’’, ez
jî wê gotinê diyarî mamostê xwe Dr. Mecît dikim.
Pirtûkeke te bi navê ‘‘Rêzimana Kurdî’’
hatiye weşandin, te bi xwe tu kes fêrî zimanê
Kurdî kiriye, tu dikarî hejmara wan diyar bikî û
kengî?
Belê min çend korsên zimanê Kurdî vekirin û
gelek dostên xwe hînî rêzimên kirin. Ew
stubariya her mirovekî Kurd e, gerek e em ji
rewşên dora xwe xurtir bin, gava zimanê me
qedexe dibe, em destgirêdayî nasekinin, em ê bi
her awayî dara zimanê xwe avdin, wê şîn û
gulvedayî bikin.
Têkliyên te bi kovar, rojname yan bi dezgehên
zimanê Kurdî li hundir û derveyî welêt re çi ne?
Ez ji sala 1984 an de bi Erebî di belavokan de
divivîsim û ji sala 1996 an de di bi Kurdî jî
dinivîsim, nemaze di belavoka ‘‘Newroz’’ de. Ez
niha di kovara ‘‘Pirs’’ re jî berheman dişînim.
Lê tu têkliyên min yên yekser bi dezgehên zimên
yên ku li derveyî welêt re tune ne. Di warê
nivîsandina bi Erebî de, mamosteyê min rêzdar
Şêx Alî ye.
Sala 2005 an, ji bo beşdarbûna di konfirasê
zimên ê ku li Amedê hat girêdan ez hatim
vexwandim, lê mixabin, ji ber hin sedemên taybet
ez beşdar nebûm.
Di paşerojê de, projeyên te di amadekirina ti
pirtûkan de hene û eger hebin ew di çi warî de
ne?
Belê, min du pirtûkên bi zimanê Erebî amade
kirine, yek li ser xaknîgariya navçeya ‘‘Çiyayê
Kurmênc’’ e, û ya din li ser Êzdiyên Çiyayê
Kurmênc e. Û min dil heye, pirtûkên ku min li
ser navçeya Çiyayê Kurmênc bi Erebî nivîsandine
teqle zimanê Kurdî bikim.
Pileyên kovar û rojnameyên Kurdî û nivîskarên
wan li Sûriyê tu çawa dibînî û dinirxînî?
Gereke mera wan di rewşa demkî ya rast de
binirxîne. Yan jî mera dê xwe şaş bike û wan
bêşîne. Rewşa zimanê Kurdî li Sûriyê diyar e, wê
rewşê hemî derî li pêş pêşveçûna zimanê Kurdî
girtine. Ev yeka han nahêle, ne kovar û rojname
di heyameke normal de rabin, ne nivîskar derfeta
xwe bibin û ne jî xwendevan peyda bibin. Di van
rewşan de gereke em bêjin: Biravo û spas ji her
yekê ku li zimanê xwe xudî derdikeve.
Ji bo pêşketina zimanê Kurdî li Sûriyê ji
dezgeh û nvîskarên Kurd re çi pêşniyar dikî?
Dem dema dezgeh û rêxistinê ye, rêxistina her
tiştekî, ji jiyana mirov de bigre û hilkişe. Ji
nivîskarên zimanê Kurdî re jî rêxistin û
pevgirêdanek pir pêwîst e. Pir girîng e
navendeke me ya zimanî hebe, da ku ji hemî
nivîskaran re bibe mîna motika lêvegrê.
Yek ji stûbariyên wê navendê nêrevaniya derçûna
berhemên nivîskaran bike. Ji ber ku mixabin, pir
caran, tiştin çap dibin, gelek şaşiyên vekît û
rêzimên tê de derbas dibin, ji naverokên wan yên
qels e, ew jî tiştekî ne baş e, gerek derbas
nebe.
Ji bo yekbûna zaravên Kurdî li seranserî
Kurdistanê nêrînên te çi ne?
Ez bawer dikim mebesta te yekbûna zaravan di
warê nivîsandinê de ye. Yanê pêkanîna zimanê
nivîsandinê yê standard e. Ev pirseke giran û
pir şaxî ye, dem, merc û rewş lêhatî jê re gerek
in. Lê bi baweriya min be, kevirê bingehîn ji
çareserkirina wê pirsê re yekkirina tîpa ye.
Eger karek di wî warî de bibe dê ji wê de dest
pê bibe.
|