
Helbesta Welîd Murad
“Ez vê helbestê diyarî dikim, bo giyanê
nemirê kurdistanê, Dektor Maşûqê Xiznewî. Ew şêxê ku mista xwe
li Perengê Êgir girtibû û berê xwe dabû nav qebqeba temenê
kurdewariyê.”
Şêrê Kurdistan
Bi bîr û îman
Ser riya welat
Wî can kir qurban
* * * * *
Zanayê Kurdan
Dektor, Dilovan
Ala Rojhilat
Hêviya Gelan
* * * * *
Ew Hizr û Raman
Ew Ked û Fîxan
herdem û her Kat
ser şopa Xwedan
* * * * *
bi navê Yezdan
ji bo niştiman
her dikir Xebat
dawî pakrewan
* * * * *
Maşûqê Gulan
Wek siya Asman
Avêt ser Xelat
Ron û berxwedan
* * * * *
wî çand Tovjiyan
li deşt û çiyan
peyva wî Ayet
dijber Ahrîman
* * * * *
çiraya Zozan
dilpak, mehrîban
wek kewê rebat
ket dava pîsan
* * * * *
wan desqirêjan
wan nemirovan
Dilê me guvaşt
Ji me bir giyan
* * * * *
wan hirç û hovan
dijminê Insan
cerg li me qelaşt
gihand me ziyan
* * * * *
ji dehê Gulan
du hezar pêncan
nema xuya hat
Roniya çavan
* * * * *
Ew wan bîst rojan
Bû xem ser Dilan
Bê şop û felat
Ewr nebû Baran
* * * * *
wan Tewanbaran
wan Xinizkaran
da deng bibê mat
Gor veşartin Can
* * * * *
Îro zindiyan
Dan kilîliyan
Şêx Xunav barand
Ser Qamişlokiyan
* * * * *
l, Şeqam û Celdan
Kom bi hezaran
Ala kurd hejand
Bi coş û viyan
* * * * *
Gulên qehreman
Li dora Beran
Jîndar û kat
Gerandin Dîlan
* * * * *
Elmaniya, 01.06.2005