|

Wekî bendeke avê di destpêka beharê de herdem
xumxum û nalîne, geliyê dadigire û bi xwe re
disojîne, wilo helbestvanê me yê hêja Hêmen
Kurdaxî jî bi ser hezkirên helbestê de dîwana
xwe ya sêyemîn, paş ku berê „Çêroka neynûkên
şikestî“ û „Siwarên rejiyê“ weşan
dibûn, davêje, tijî evîndarî û bi Kurmanciyeke
asan û zelal, bi wateyên nû û dîmenên wêjevanî
yên xweşik.
Ez
bişewitim, dûmanê min wê jî wê ji te hezbike,
wekî herdu pirtûkên berê piçûk e (100 rûpel e),
û di nav de dora 40 helbestan hene, bi bergekî
rengîn, ku bi xebatek tablovanî ya Fehmî
Balayî hatiye xemilandin. Çapa yekê li
Berlînê di Berfanbar a 2008 de, ji aliyê Han
Graphîk ve, di bin jimareya fermî de: ISBN
978-3-940997-02-9 derketiye.
Helbestvan ev pirtûk diyarî hevjîna xwe
Ferîdê û hersê qurnefîlên xwe, Şiyaro,
Ciwano û Alano kiriye. Li navçeya Kurdaxê
li Rojavayê Kurdistanê, yek ji nîşanên
welatparêzî û zimanparêziyê ewe, ku navêd
zarokan bi Kurdî bin. Hêmen jî Kurdaxiyekî
welatparêz û zimanparêz e…
Hêmen, wek hezkirê welatekî çeleng û wefadarê
evîndariyek bêdawî û bêsînor, firîşteyên
qurnefîlê ji devê berbangê derdixîne, me bi xwe
re di nav bajêrên sar û basikşikestî re digerîne,
destanên revê ji me re dixiwîne, gerdoneke ji
ramûsan avakirî ji me re diafirîne, li ser
kaxizê taziya tozê û li ser lêvên şevê behiştekê
ji bo zarokên me pêda dike, û her û her wefadarê
evîndariya dilê xwe yê ji rê mayî dimîne…Di
nav helbestên Hêmenê Kurdaxî de ronahî
asîmanê parve dike, û tîpan riswa û tazî dike…
Ez naxwazim bêtir li ser va berhema wî ya ku bi
Kurmanciyek hêja hatiye lêkirin bipeyivim,
tenha min xwast dîna we bikişînim ser wê, heger
hûn bi xwe bibînin, hûnê helbestvanê me û
berhemên wî hîn bêtir binasin û hîn bêtir jê
hezbikin.
06.03.2008
|