Qehwa sibehê
Wergervanên
giranbuha _ bi xwe hindik in_ wek neynikê
kar dikin. Wergereke heman wek têksta
bingehîn pêşkêş nakin, ji ber ev yek nîne,
lê yeke bi qasî misqalekê beramber, olaneke
rast û serbixwe wek dan û standina heskeran.
Wergerandin mêweya heskirinê ye. Dema
wergerandin bisernakeve ji ber kêmaniya
lihevhatinê, yan gihandineke bi mij, hinga
ew tenê ji cihekê bar dike cihek din, lê
dema bi ser dikeve ev yek ji ber ku kariye
têkista bingehîn bi gewde bike „
ji pirtuka „ ziman û bêdengî „ ya rexnevan
Curic Ştaîner

Osman Mehmed: Sala 1978an li gundekî bi navê
Qudbê ji dayîk bû ku bi ser Nisêbînê ve ye.
Di 17 saliya xwe de dest bi nivîsandina
şi’rê kir. Şi’rên wî di kovarên wek Jiyana
Rewşen, Dugir, Nûdem, Rewşen-Name, Kevan,
Nûbîn û Nûbihar de belav bûn. Niha li
Stenbolê dijî û bi karê veguheranê dadikeve
bi zimanên kurdî, farsî û turkî.
Heta niha tenê kitêbeke wî ya şi’rê belav
bûye bi navê “gulûcinûkavil” (Avesta, 2002).
Veguheranên wî yên ji şi’ra kurmanciya jêrîn
bo turkî ligel Mazlum Dogan di “Kürt Şiiri
Antolojisi (Antolojiya Şi’ra Kurdî)” (Agora,
2007) de belav bûn. Çend kitêbên ku ji farsî
û kurmanciya jêrîn veguherandine bo turkî di
nêzîk de wê çap bibin.
Ez û we vê sibehê qehwekê bi Osman re vexwin
û çend pirsan jê bikin.
Min diviya bipirsim, wegerandina tu dikî
bihtir ji kurdî ber bi tirkî ve
ye; yan ji
tirkî ber bi kurdî ve ye ?
Heta berî du-sê salan min tenê ji kurmancî
bo turkî û ji turkî bo kurmancî vediguherand.
Lê îro bêhtir ji kurmanciya jêrîn/soranî û
farsî bo kurmancî û turkî veguheranê dikim.
(Di vê bêhnê de divim bême ser lêkera „wergerandin“
ku mixabin bi salan e bi awayekî şaş ket nav
zaraveyê me û wiha ma, „werger“ û „wergêr“
jî mîna du navan cihê xwe girtin di nav
lîteratura me de. „Werger“ jixwe ji birrîna
radera/mesdera „wergerandin“ hatiye pêkanîn
û weke nav çewt e. me „wergêr“ jî rasterast
ji zaraveyê kurmanciya jêrîn/soranî aniye. „veguherandin“
li şûna „wergerandin“ê pêşniyara Mazlum (Dogan)
e ku niha li Enstîtuy Keleporî
Kurdî-Silêmanî kar dike û serê xwe baş bi
kurmanciyê û zimên diêşîne. Berî niha ez jî
di navbera „wergerandin“ û „veguhastin“ê de
çûm û hatim. Lê gava em bidin ber gelek
zimanên din jî yên cîhanî emê bibînin ku
rasttirîn lêker û nav beramberî „tercume“ya
erebî, „translation“a ingilîzî û „wergêran“a
kurmanciya jêrîn, „veguheran“ e. Bi awayê
din „veguherandin“. Beramberî „mutercim“ yan
„wergêr“ jî em dikarin bibêjin „veguhêr“.
Lewre „wergerandin“ „qulibandin“ e. Wek
nimûne; seyareyek werdigere yan diqulibe. Lê
nabe tekstek/deqek werbigere an biqulibe,
bête wergerandin an qulibandin.)
Em dikarin navê guhastina soranî bo kurmancî
yan, dijber bikin wergerandin ?
Heta berî ku başebaş û rasterast têkevim nav
zaraveyê soranî, min jê re digot, „lêanîn“
an „lêguncandin“ beramberî „adaptation“a
ingilîzî. Lê niha car caran ez wisa pê
dihesim, tu dibêjî qey bûne du zimanên bi
serê xwe. Helbet ne wiha ye, lê gava
tekstekê ji farsî vediguherim kurmancî pirî
caran dibînim ku ji veguherana ji soranî
hêsantir e bo min. Belkî ji ber têrnekirina
zanîna soraniya min be jî, lê ez bawer im
bêhtir ji ber vê ye ku zimanê farsî bi xwedî
dewletbûn û dam û dezgehên xwe yên sedan
salî di warê standardîzebûnê de xweş pêş ve
çûye.
Yanî wergerandina ji soranî bo kurmancî
heman weke wergerandina ji farisî bo
kurmancî ye ?
Helbet na, gava em behsa du zimanên cuda
bikin, em behsa du kulturên cuda, du
bîrbiriyên cuda dikin, carna jî behsa du
gelên ku piranî bi keleporên xwe, edet û
baweriyên xwe ji hev cuda dikin. Lê divê em
bîra vê jî bibin ku gava welatê me hate
dabeşkirin li çar parçeyan, em kurd jî ji
hev hatin dûrxistin. Yanî ew sînorên fizîkî
ku di navbera me de hatin kêşan, bûn
destpêka kêşana sînorên din jî di navbera me
de. Bikaranîna du elîfbayên kurdî (li başûr
û rojhilatê Kurdistanê elîfbaya erebî, li
bakûr elîfbaya latînî û li rojavayê
Kurdistanê elîfbayên erebî û latînî) jî ji
aliyê xwendin û nivîsandinê ve û di
serwextbûna kelepora edebiyata nivîskî ya
kurdî de, ev sêncên dirrehî beloqtir kirin.
Ev hin ji wan sedeman in ku pirî caran
fêrbûna zimanekî din ji fêrbûna zaraveyekî
kurdî hêsantir tê darî çavê me. Û ev
dûrketin tev dihêlin ku di kêliyên
veguherandin an lêguncandinê de jî gellek
kêşe derkevin pêşberî me. Herwiha hîn jî
ferhengeke me ya Kurdî-Kurdî ku bi her du
elîfbayan cihê cihê be û hemû zaraveyan
rapêçe, tune ye mixabin. Ev jî problemeke
din a mezin e li ber veguhêran. Heta niha di
vî warî de baştirîn ferheng a Mamosta Hejar
Mukriyan e bi navê „Hembaneborîne“ bo min.
Ew jî Kurdî-Kurdî-Farsî ye û digel ku ji
zaraveyên din jî gellek kelîme bi kar anîne,
piranî li dor zaraveyê soranî digere û bi
farsî temam dike. Jixwe ne hewce ye ez qala
kêşeyên standardîzekirinê bikim di warê
avakirina termînolojiyeke rast û dirust de…
Gelek caran tê gotin ku zimanê kurdi têra
wergerandina her tişhtî nake; tu di karê xwe
bêrkî vê yekê têy; yan jî em bêjin bihtir di
wergerandina kîjan babetan de bêrgî qusûrên
zimanê kurdî dibî?
Ne tenê kurdî, lê her ziman têra
veguherandina her tiştî dike bi ya min.
Veguheran, ne karekî hêsan e helbet.
Veguhêrên her zimanî tûşî kêşeyan dibin.
Nabe mirov hin kêşeyan têxe stûyê zimên û
bibêje, „ev qusûra zimên“ e û di ser guhê
xwe re biavêje! Heke „qusûr“ an „kêmasî“yek
hebe jî gelo ev a zimên e, yan ya wan kesan
an dam û dezgehan e ku ji jor ve mudexeleyî
zimên dikin, wî di nav destê xwe de dibin û
tînin, xerab dikin, kor û seqet dikin,
dawiyê ji herriya wî peykerekî çêdikin û wî
peykerî dikin senem ji xwe û me re?! Ma ne
piştî vê pêlîstinê ye ku îro em dibînin,
zimanê hin rojname û televizyonan çend
çêkirî/sûnî û nejidil e û herwiha pir dûr e
ji zimanê gel. Van qewlikek jî ji xwe re
çêkiriye ku dibêjinê „kurdiya akademîk“ û bi
vê yekê kirine ku yekcar gelê kurd têkeve
bin vê tesîrê û ji zimanê xwe yê navmalî
şerm bike pirî caran an ji fêrbûna xwendin û
nivîsandina zimanê xwe dûr bikeve. Ev „kurdiya
akademîk“ jî çi binavkirineke bi ma’neya ku
dide re nelihev û hîç û pûç e! Qey akademî û
zanîngehên bilind ên kurmanciyê hene haya me
jê nîn e?! Wek min gotî, bi raya min her
tekstek dikare li kurdî veguhere. Dibe ku di
veguherandina hin babetan de em pir tûşî
kêşeyan bibin, ev jî asayî ye. Çima ku
zimanê me (soranî ne tê de) di dibistan û
zankoyan de nayê xwendin û yeke din jî;
zimanê me nebûye zimanê bazarê hîn. Ev demek
e ez li derdora xwe ji hin kurdên bêziman
dibihîzim ku ew dixwazin bêhtir fêrî soranî
bibin berî kurmancî. Çima? Dibînin ku
zaraveyek e di dam û dezgehên nîvdewletekê
de bi awayekî fermî tê bikaranîn, di
zanîngehan de tê xwendin û beriya her tiştî
bazareke vî zaraveyî heye ku roj bi roj geş
dibe. Ev jî dihêle ku ew zarave/ziman bêhtir
bi pêş bikeve.
Gelek gotinên wesa hene em cuda dibêjin; di
rewşeke wesa de tu çawe gotina xwe
hildibijêrî ?
Weke çi? Min fêm nekir bi rastî?
Yanî zimanê devikî hîn roleke xwe ya mezin
dileyze û carina niviskar û wergêr bêrgî
hindek gotinan dibin ku hîn di kurdî de
nînin hinekan çêkirine lê ne her kes wan
gotina qebûl dike.
Ez bi xwe heya ji destê min tê cih nadim
peyvên çêkirî di karê veguheranê de. Alavên
mîna televizyon, kompîter, radyo jixwe
orîjînala wan çi be, wisa bi kar tînim. Heke
hin kesan an saziyan navin ji alavên mîna
van re çêkiribin jî wan bi kar nayînim. Wekî
din, ji bo min ne problem e kîjan peyv di
kîjan devokê de tê bikaranîn. Ji bo min a
giring ew e ku ev peyv kurdî bin û di nav
kurdan de bêne bikaranîn. Hin kelîmeyên
erebî eger ev bi sedan sal e bi rêya îslamê
ketibin nav zimanê me û ji aliyê gel ve
hatibin bikaranîn, ne li dijî wan im jî. Lê
carna mirov peyvna hildibijêre, wek nimûne;
di nav gel de „cinnet-cehennem“ jî tê
bikaranîn, „buhişt-dojeh“ jî. Wê gavê ez
yekê hildibijêrim. Ev hilbijartin jî li gor
teksta ez vediguherînim tê guhertin.
wergerandina
ji zimaneke navber, tu çawe dinerxînî;
nexasim ku wergervanên me heman bêje tenê
zimanên weletên serdestî kurdistanê pir baş
dizanên û hîn ji wan zimanan bi xwe jî têr
nehatiye wergerandin kurdî?
Ev şiroveya we rast e. Ez qet ne ligel wê me
ku tu rabî berhemekê ji zimanê navber
veguherînî. Çi be bila be, divê teksta tu
veguherînî rasterast ji zimanê serçave be.
Paşê mirov dikare teksta xwe bide ber teksta
veguherî li zimanekî din. Lê mixabin îro
dibînim ku li başûrê Kurdistanê jî li bakur
jî pir kes berheman ji zimanê navber
vediguherînin, bêyî ku haya wan ji zimanê
serçave hebe. Mixabin weşanxane jî van
diweşînin û belav dikin. Min ev yek bêhtir
gava ez li Silêmaniyê bûm, li başûrê
Kurdistanê dît. Li wir ev cureyê veguheranê
ku qet ji dilê min nayê bibêjimê „veguheran“,
bi qewlê soranan „baw“ e, yanî pir berbelav
e. Dikarim bibêjim piraniya kitêbên ku bi
zimanên ingilîzî, elmanî, frensî, rûsî û hwd.
hatine nivîsandin û li kurdî hatine
veguherandin, di serî de ji farsî û peyre jî
ji erebî hatine veguherandin. Heta berî du
salan rewş wiha bû, lê vêga çawa ye nizanim.
Li vir jî, li Stenbolê, berî niha bi çend
mehan weşanxaneyekê berhema Nietzsche ya bi
navê „Zerdeşt Wiha Ferman Kir“ çap kir. Pêşî
ez kêfxweş bûm, lê gava min rahişt kitêbê
min dît ku ji turkî hatiye veguherandin, ez
pir pê nexweş bûm û min devê wê jî venekir.
Veguherandina bi vî rengî qet tu fêdeyê nade
zimanê me, dev ji fêdeyê berde, ziman bêhtir
lawaz û sînordar dike. Herwiha dihêle em wê
berhemê bi nirx û bîrbiriya wî zimanê navber
bixwînin, ev jî berhemê ji rayên wê dûr dixe
û dikuje.
Heger em bipirsin ciqas ji kesayetiya te
siha xwe li ser babeta ku tu diwergerînî ve
digrie ; tu yê çawe bersivê bidî?
Ji ber ku veguhêr, ne otomatek e yan
mekîneyeke veguheranê ye, yanî ew jî mirovek
e, helbet dê kesayetî û feraseta wî/wê siya
xwe vegire ser babeta ku vediguherîne. Du
veguhêrên cuda heman tekstê veguherînin û
her du jî rast û dirust bin, ne mimkun e her
du veguheran weke hev bin. Lê eger ez bêm
ser karê ku ez dikim, ji ber ku bi salan e
li ser şi’rê difikirim û dinvîsim jî, di
veguherandina şi’rê de tu bikî nekî feraseta
te ya şi’rê bandora xwe li ser dike. Hin
veguhêr dibêjin, veguherandina şi’rê hinekî
jî şirove ye. Ez bi xwe ne ligel vê boçûnê
me. Heta ez bikarim dilsoz im ji wê şi’rê re
ku vediguherînim. Kurterê, her çend em
bibêjin karê veguheranê divê objektîf be jî,
lê di babetên edebî de ev yek ne pêkan e,
illeh subjektîf dibe. Eger ne wilo bûya,
heta niha Bill Gates ew çende kompîter an
bernameyên veguheranê yên bêqusûr çêdikirin
ku pêdivî qet bi kesên mîna me nemaya!.