Kurdî

Êzîdxane

Nûçe

Gotar

Qewl û diwa

Çand û wêje

Mîtolojî

Lêkolîn

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira


Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
 Urkesh
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:02

     

 


Ez êzdî me, ez ne kurd im!
Cankurd



„ Bersiva min ji pirsek rojava.net re“
26.12.2006
Dema ez zarok bûm, Gelek caran Ereban ji min pirs dikirin:“Inte Muslim, em Kurdî?“ [Ma Tu musilmanî an Kurdî?].. Min paş bihnekê, bi tirs û fedî digot:“Ez Kurd im û ez musilman im.“ Lê wan ji me ne dipejirandin, her digotin:“ La…Inte Muslim û bes.“ [Na…Tu tenê musilmanî.]

Hebûna Ezdayî „Êzdî“ an „Yezîdî“, wek oleke serbixwe di herêma rojhilata navîn de, êdî rastiyek e û wek rastiyekê hatiye pejirandin, û nema tê bincilkirin, lê belê Ezdayî wek neteweyekê bê bingehe û kesek nikare wek rastiyekê bi cih bike, ji ber ku mezintirîn latê ku neteweyek li ser ava dibe, ziman e. Zimanê hemî Êzdiyan „Kurdî“ ye, lata dî ya ku netew li ser ava dibe: Nişte „wetene“. Niştê serekîn û dayikî yê Êzdiyan Kurdistane. Êzdîstan, an jî Êzdaniya ji aliyê çi dûroknas û warnasan ve nehatiye lêvkirin. Rast e ku Êzdî niho li Iran, Irak, Sûriye û Tûrkiyê belav bûne, û ji wan jî hinde yekgirdeyên „mutteh’edên“ wan li Sovyêtistana berê, Ewrûpa û hinek welatên dî belavin, lê bêguman ewan di kok , binyad û nijadê xwe de Kurd in û ji Kurdistanê hilbûne, an hatîne koçkirin û tev ji aliyê dayikê an bav de, an hem bav û hem dayika wan Kurd in. Ereb, Turk, Fars û Ermenî, ku Kurd di orta wan de dijîn, nebûne Êzdî. Tenê Kurdên Êzdî hen e, wek yên musilman, fileh û ciho. wek hêja kek Masûd Barzanî, serakê Kurdistanê, îro di parlemana herêma Kurdistana Iraqê de gotiye:“Êzdî Kurdên resen in.“

Belgeyên dûrokî bi cih dikin, ku Kurd wek „Netewe“ ji zû ve hebûn, lê hîç belgeyek wilo nîne, li tevaye cîhanê, ku dibêje: Neteweyek Êzdî bi zimanekî xwe, an bi cî û warê xwe, cihê ji ziman û niştê Kurdan, hebû.

Hinek zanayên Êzdî di vê dema dawî de bizava xwe dikin, ku ola Ezdayî wek bermayek ola Zerdeştiyê diyar bikin. Ew dibêjin ku ola Kurdistanê ya berî Islamê Zerdeştî bû. Dibe ku ev e bo para rojhilatî ji Kurdistanê, û bo hinek herêmên başûrê Kurdistanê rast be, lê bo piraniya para mayî ji Kurdistanê ne gotinek bi cihkirî ye, û bê binyade. Gava em dîroka Elwaqidî li ser Islamkirina Sûriya navend û bakur û rojavayê Kurdistanê bixwînin, emê bibînin ku giş şehzade û qeralên bajar û bajarokan hîngê li teviya herêma ku dikeve navbera Behdînan û Mûşê de, fileh bûn, ne zerdeştî bûn. Ji aliyekî dî ve rêç û şopên filetiyê di teviya herêmê de, wek di dêr û kelehan de li ber çavan in, hema yek nîşanek li ser zerdeştbûna herêmê di wan deman de nîne.

Gelek stranên me yên bi Kurmancî, bi taybet yên herêma Tora Abdin, li ser têkiliya Kurdan û filetiyê pir dibêjin, lê li ser Zerdeştiyê tiştekî nabêjin. Ji xwe peyva „Zerdeşt“ an „Zerdeştî“ tew di pirtûkên olî yên tiştekî Êzdatyê de nehatine. Ne di „Qere Furqanê“ [Mishefa Reş] û ne jî di Celwe de (Binêre: urd.net, para Erebî). Têkilî di navbera herdu olan de nehatiye lêvkirinê. Lê gava yek bibêje:„Erê nehatiye zimên ji ber ku Êzdatî, Zerdeştî bi xwe ye“, emê bibêjinê: Vane pirtûkên herdu olan bide berhev ka ev rast e an ne. Zerdeştî ta bi Hindistanê belav bûye û ji gelek gelan mirovên Zerdeştî hene, lê Êzdatî tenê di nav gelê Kurd de belav bûye. Dibe ew ji Zerdeştiyê kevintir be, lê belê rêç û şopên vê olê li nav gelên dî tune ne, an min nedîtine. Di herdu pirtûkên Êzdiyan de li ser şahên Girîkî, Asûrî (Herdu netewe ta bi niha jî fileh in) û li ser yên Farsî tê peyivîn, û cara yekê ye, li gor nasîna min, di olekê de navê pêxemberek jin „Xasiye“ tê lêvkirin, lê navê Zerdeşt, ku bi sedan sal ji Şêx Adî kevintir e, nayê zimên. Olên ku tê de dayik di ser bav re bû, kevintir ji yên dî tên dîtin.

Tenê di pêşekiya pirtûka [Nivêjên Êzdiyan] de, ku ji aliyê çapxaneya Ettereqî ve li bajêrê Helebê (Sûriye), ku bi bizava kovara Hawarê hatiye çapkirin, hatiye nivisandin, ku Kurd hemî berî filetiyê Zerdeştî bûne (Binêre malpera kurdax.net, para kurdî). Lê ev e bi cih nayîne, ku berî Islamê Kurd tev li ser ola Zerdeşt mane, an rast tev Zerdeştî bûn. Navê Xasiyê ta bi niha jî li hinde herêmên Kurdistanê heye û Kurd, tenê Kurd, wî navî li keç û dotên xwe dikin. Şêx Adî û şêxên dî giş tên lêvkirin, hema Zerdeşt na. Ez vê dibêjim, ku diyar bikim; Êzdatî berhemek gelek kevnare ya civata kurdî ye, ne ya neteweyek biyanî ye.

Di pirtûkên Êzdatiyê de gelek navên bi Erebî wek Şêx U’dey Bin Musafirê Hekarî, Şêx Ebû Bekir, Hecî Mihemed, Şêx Mûsa, Şêx Hesen û … ên dî hene, lê ev ne nîşana Erebbûna Êzdiyan e…

Di qewlê [Xweşmalê Baba] de wilo hatiye:

Şêx Adî ji Şamê hilbû
E’dewiya „Êzdiya“ miraz hasil bû
Mekanê Sultan Şêx Adî ji dil bû

Di qewlê [Silavê Cebîre] de, wilo tê gotin:

Sibeyeke jêt E’dewî ye
Da bideyn medh’ê Şêxê U’deyî ye
Heca me Zemzem e û muxar e û Kaniya Sipî ye

Di [Firwara pêxember Mihemed] de:

Rojekê ji rojan e
Nebî dibêje mêran e
E’lî û û Eba Bekir û U’sman e
Ro li min ya giran e

Li dawiya vî qewlî, weha tê gotin:

Nebî digot: E’yşe
Ciyekî bo min dane ser dera pêş e
Iro giyanê min gelekî bi êş e

We dibêjît E’yşe
dota Ebû Bekir
Dilê min mabû bi xem û xeyal û fikir
Ya nebî eve te çi bi me kir?
Ev dunya şirîn bo çi te teh’l kir?

Di [Kêmka êvarê de] de, ev heye:

Ya suwarê rojhilatê, rojavayê
Hûn bidne xatra dotê û dayê
Hûn me xilaskin ji qedayê
Ji belayê, ji xelayê
Ya Şêx Şems Tu h’alê mala xwe bipirs
û me jî vê carê….

Ji ber van hikariya Erebî di pirtûk û kêmk ‘dirûz û dua’ yên Êzdatiyê de û ji ber ku Şêx Adî ji Baa’labekê (Lubnanê) hatiye Laleşê, hinek bi nezanî an ji ber hinde destkeftiyên ramyarî an diravî bizava xwe dikin, ku Êzdiyan wek nijadek ji nijadên Ereban bidin xuyakirinê. Tevî ku di wan pirtûkan de navên ne ereb jî pir in, wek:
[Adem, teyrê Anfer, Şehir kurê Sifr, Tawûs „Şahê xwedayî”, Nesrox, Kamoş, Artiyûs, Şapor, pêxembera bi navê Xasiye, pêxemberê bi navê Yûnan, Ah’ab, Balazûb, Pîrdob, Buxtnasar, Ahşobirş, Igrîkalus…]

Ji aliyekî dî ve, bo çi tê gotin [Şêx Adî yê Hekarî] ne [Badînanî]? Ma çi têkiliya Laleşê bi Hekariyan re heye?

Berê her zanayekî û her şêxekî navên nişt û warên, ku di jînê de lê rabûye û rûniştiye, li pey hev bi paş navê xwe dixist. Şêx Adî jî di serî de bi Hekarî tê navkirin, ne di serî de bi Bealbekî an Şamî. Ez dibînim ku Şêx Adî di kok û binyada xwe de ji xelkê Hekarê ye, û lew re hemî kêmk û dirûzên Êzdiyan jî bi Kurdî ne, ne bi Erebî. Hekarî musilmanên Sunnî ne. Şêx Adî yê Hekarî kurê Musafir jî zanayekî musilman bû, ku Şêyxulîslam Ehmed kurê Teqiyiddîn, Ibin Teymiye yê Herranî (661-728 hicrî), di pirtûka xwe [Elwesiye Elkubra] de, Şêx Adî bi Şêxila’rifîn [Seydayê Zanayan] bi navdike û gelek pesna wî, wek şêxekî ji şêxên xwe dide. Ibin Teymiye, ku Kurd e û ji xelkê derdora Urfê ye, û xudanê bi dehan pirtûk û name ye, li niştê xwe Kurdistan û li welatê Şamê jî xwendiye û hinek şêxên wî yên dî yên Kurd û Ereb hebûne, lê pesna Şêx Adî ji tevan bêtir daye.

Em bên ser cî û warên Êzdiyan, emê bi zûkî binasin, ku piraniya navên gund û bajarokên wan bi Kurdî ne, wek van:

[Mûskan, Kendalan, Almeman, Laleş, Gelî Xudêdan, Pîrsik, Isîyan, Eşq Kîbarê, qestelê, Gabarê ”Kabare”, Xwerazan, Girsvan, Bozan, Bîban, Şêxkan, Serîckan, Xweêavan, Sînan, Şariyan, Girê Pan, Daka Mezin, Xankê, Mem Şivan, Keperto, Dêrebûn, Xêrava, Cinkanan, Bapîran, Kiranî, Xorkan, Ciwanan, Alreş, Mizgeft, Dirêçk, Avşîn, Gelî Sora, Sîran, Kolke, Senger, Tîlav, Kaxêt, Lorî, Tendûrek…û yên dî…]

Di dema bi cihanîna planên Erebkirinê de, li Iraqê û li Sûriyê, ku ji aliyê Baa’siyên nijadperest ve hatibûn danan, mijara “Êzdî Ereb in” bi xortbûn di nav Kurdên Êzdî de hate belavkirinê. Wek niha li Ermenistanê, çawa kok û binyada Kurdên Êzdî tê qelandin, û li Azrebeycanê koka Kurdên Musilman tê tunekirin. Baa’siyan bo vê yekê pir pere rijandin û gelek şêx kirrîn an xapandin û bi çavtirsandinê ewana ber bi plana Erebkirina Êzdiyan ve livandin. Mixabin, ta niha jî hinek mejiyên ne zelal û bi bînahiyek çewt in, vê mijarê davêjin nav gelê me yê Kurd ê Êzdî.

Navenda Laleş a çandeyî li Dihokê, sala 2002 hejmara Kurdên Êzdî li cîhanê bi nêzîka 175.000 mirov texmîn kiriye, bila em 50.000 mirovin dî jî di ser vê jimarê kin, dîsa jî nagihe ¼ milyonekê. Ev hejmara biçûk jî li van welatan belav e: Gêyorgiya, Ermîniya, Iran, Iraq, Sûriye, Tûrkiye, 25 welatên Ewrûpa û hinek welatên dî yên cîhanê. Bi hejmarek wilo biçûk û tabelav mirov nikane neteweyekê bîne ser hev.

Gava Êzdî neteweyek bi serê xwe bin, bo wan mafê çarenivîsê li gor zagona nêvneteweyî heye. Başe, daxwaza wan a neteweyî çî ye? Avakirina dewletekê ye? Ew dewlet wê li kî derê be? Heger ewana ne Kurd in, çawa yekî ji Gêyorgiya, an ji Ermenistanê an jî ji welatekî dî yê dûr wê biçe Kurdistana Kurdan û bibêje: “Ev welatê min e, ne yê Kurdan e?” Ma Kurdên ku bêtir ji 35 milyon mirovin [35 x 4 caran ji Êzdiyan pirtir in] û xwîna xwe di ber her bostek axa xwe de dane, wê bihêlin neteweyek biyanî ya biçûk Kurdistanê ji destê wan derxîne?...

Heger raste welatê Êzdiyan, zimanê wan, dêm û babeta serî û qehf û kelexoyê wan, rewştên wan, û bi ser de jî cil û bergên wan, reqs û sema û stranbêjiya wan, navên gund û bajarokên wan, nişt û warê wan ê dayikî, tev kurdî ne, êdî ewana ne Gêyorgî, ne Ermenî, ne Azerî, ne Alman, ne Ereb, ne Turk û ne jî Fars in, ewana Kurd in, resentirîn Kurd in, û gava bên pirskirin:”Hûn Kurd in an Êzdî ne?” divê bi asanî û bê dudilî bersîvê wilo bidin:”Em Kurd in û em Êzdî ne.” Weku em Kurdên musilman jî bersîva Ereban didin û dibêjin:“Em Kurd in û em musilman in.” û weku Firensî dibêjin:“Em Firensî ne û em fileh in”, an jî cihoyekî alman tevî hemî qirkirinên Holokost hîn dibêje:”Ez Alman im û ez Ciho me.” Eve jî rastî bi xwe ye.

Li dawiya vê gotarê, ez tika dikim, ku em bi hev re, çi Êzdî, çi Fileh, çi Ciho û çi Musilman, va kêmka spîdeyê ji nivêjên Êzdiyan bixwînin, ku bo me tevan bi wateyin mezin e:



[Bi navê Yezdanê pak, dilovan û mîhreban]

Xwedêyo!
Ji bona şanê te,
Ji bona padişahiya te!
Ya Rebbî Tu kerîmî, Tu reh’îmî
Tu Xwedayî, Tu malikê mulkê cîhanî
Malikê soq û semayî,
Malikê E’rşê ezmanî,
Ya Rebbî Tu melîkê Cinn û insî,
Melikê E’rş û kursî,
Ya Rebbî Tu semed û luft “lutf” û numayî
Ya Rebbî Tu xwedawendî, spehrî,
Xudanê meh û mîhrî
Xudanê çem û nehrî
Ya Rebbî Tu xwedawendî, e’tayî
Ya Rebbî te ne loma
Te ne Imdad e
Te ne awaz e
Te ne reng e,
Te ne deng e,
Te ne çeng e
Ya Rebbî kes nizane Tu kusayî “çawayî”
Ya Rebbî Tu kuherinde yê H’ûtî
Mindayê “danayê” qûtî
Tu h’elîmî, melekotî
Ya Rebbî Tu h’akimê şah û gedayî
Ya Rebbî (Tu) her heyî, her heyî, her heyî…










 

 

 Lêkolîn
ezidxane@hotmail.de

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1