Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:03

 

 

 Şerê Sedsalê!
Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com



Rojnameya "Sunday Times" derbarê Iranê de şîroveyek balkêş belav kir. Rojnameyê ida kir, ku Israîl ji bo mahfkirina nuqteyên geşkirina nuklerê amedekariya derbeyek mezin dike. Li gorî "çavkaniyên taybet" yên rojnameyê, ev derbe wê bi riya hêzên hewayî yên Israîlê pêk bê. Ji bo mahfkirina 3 nuqteyên geşkirina Blotonium û Yoraniumê dê dewleta cihûyan ji bo cara yekem bombeyên nuklerî ên "biçûk" bi kar bîne.

Ji aliyê xwe ve hikûmeta Israîlê derbarê vê şîroveyê de daxuyanî derxist û nûçeya rojnameyê li derewê rast kir. Iranê jî nûçe cidî wergirt û da zanîn, ku "hemû şêweyên êrîşê li dijî xaka komara islamî wê li reyaksyonek xurt rast were". Hin çavkaniyên artêşa Iranê jî diyar kirin, ku biryar heye, artêş berseva derbeya Israîlê piştî 3 deqeyan bide...

Israîl derfetê nade rejîma Meleyên Tehranê ku programa geşkirina nuklerê bidomîne û bi serkeftin bombeya nuklerî bidest bixe. Ev yek her car ji aliyê rêviberiya Tel Avîvê tê dubarekirin. Beriya çend heftiyan Serokwezîrê Israîl Eyhûd Olmert jî eşker diyar kir, ku Israîl welatekî xwedî bombeya nûklerî ye. Her çuqasî ku Olmert ev yek wek "şaştiyekê" jî pişt re diyar kir, lê signala ku dixwest Tehran ji dû van gotinên wî bigre, gihîşt cihê xwe…

Amerîka jî li ser mesela bikarîna hêzê li dijî Iranê radwest e. Wezîrê Parastinê yê Amerîka ye Robert Gates di dema serdana Iraqê de diyar kir, ku DYA dê demek dirêj li herema Kendava Erebî( Farsî) bimîne. Ji hingî ve bi dehan gemiyên şer yên DYA û Brêtaniya yê ber bi Kendava Erebî ve diherikin.

Georg Bush jî biryara şandina 40,000 eskerên nû ji bo Iraqê da.

Heger hat û Israîl êrîş bir ser Iranê, bi tenha serê xwe an jî li gel DYA û Brêtaniya yê, dê çi bibe?.

Bê guman dê Iran bê bersev nemîne. Dê yekser bi rokêtên (Shihab) êrîşî Israîlê bike. Dê Hizbulah jî li dijî Israîl bikar bîne. Mudaxeleya Iraqê bike û hewl bide hêzên Amerîkî li wir tengav bike. Lê ewê nikaribe êrîşek vekirî bike. An jî êrîşa man û nemanê( mînak: Bi karanîna çekên kîmyawî). Ji ber ku berseva DYA û Israîlê dê dijwar be û dikar çekên nûklerî jî bên bikar anîne. Ji xwe niha gemiyên şer yên DYA û Brêtaniya yê yên li derdora delavê Iranê diçin û tên, hemû tije bombeyên nuklerî ne.

Şerê rojava li dijî Iranê, dê şerê sedsalê be. Dê gelek alî beşdar bibin. Bê guman eger ev şer bi rûxandina rejîma Tehranê ya totalîter encam bide, dê guhertinek mezin di terazûbûna siyaseta herem û cîhanê de peyda bibe. Dê yek ji navendên terora navnetewî birûxe. Li vir kurd dikarin sûdê werbigrin û li Rojhilatê Kurdistanê statûyek desthilatdarî ava bibe.

Serkêşa tekoşîna gelê kurdistana rojhilat, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK, dikare roleke sereke bilîze.

Dewleta tirk jî vî hesabî ji niha ve dike. Ew naxwaze sînaryoyek weha pêk were û rojhilatê kurdistanê jî bibe mîna başûr. Ji ber hindê wê 200,000 eskerên xwe li ser sêgoşeya sînor bi ich kiriye. Bi dewleta Iranê re jî di nava têkilyan de ye. Li dijî PJAK û PKKê oprasyonên hevbeş birêve dibe.

Wek encam: Pêwîste kurd ji guhertinek weha re amede bin. Ji bo ku şerekî weha dijwar encamên xerab li ser kurdan nehêle, pêwiste kurd amedekariyek baş bikin.

Jixwe amedekariya DYA û Israîl û Brêtanya yê jî heye. Her roj hemleya medya yê ya pêşîxweşkirina şer bi pêş ve diçe. Ev yek dema xweamedekirina şerê li dijî rejîma Sedam tîna bîra mirov…






* Ev nıvîs di rojnameya Yeni Ozgur Politikayê de hatiye belav kirin.





 

                                                                          

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1