|

Rapor derbarê pêşangeha „Xurist Azad e!“ ya
Şiwan Helebçeyî û Mihemed Behcet: Em zarokên êş
û kulan in
Amadekirin: Besam Mistefa
Berî çend rojan ji 6-8-/12/2006an, pêşî li
Dihokê û duvre li Hewlêra paytext pêşangeha
herdû hunermendên Kurd Şiwan Helebçeyî û Mihemed
Behcet, bi amadebûna wezîrê rewşenbîriyê û
cemawerekî gelek hate vekirin.
Kevalên herdû hunermendan bi tevahî li dora
xurista Kurdistanê ya giranbuha û nazenîn bûn.
Xemgîniyeke xurt û aramiyeke bêhempa di xurista
wan de dihate xuyakirin.Her weha, şûna
sitemkariya rêjîma têkçûyî bi rengê dareke bê
pel yaxud xaniyekî kavilbûyî xwe dida xuyakirin.
Çiya, dar, kuç, av û kanî, giya, gul û kulîkên
xaka pîroz a Kurdistanê tev li aramiyeke bêdeng
û rengên ku tavsork wan li asîmanan wêne dike,
di berhemên herdû hunermendên ciwan de têne
xuaykirin.Li geleriya Mediya ya paytexta herêma
Kurdistanê me çavên xw bi dîmenên rengîn ên
xwezaya welêt tije kirin û me ev rapora ji we
xwendevanên birêz ên "Başûrname" re made kir.
Hevpeyivîn bi hunermendê şêwekar Şiwan Helebçeyî
re: Em zarokên êş û kulan in
-Destpêkên te di warê hunerê de çawa bûn, gelo
sedemên taybet hebûn ku te berê xwe da hunerê û
karê şêwekarî?
-Belê -di destpêkê de ez sipasiya te dikim li
ser vê hevpeyivînê- min di salên 80î anjî ji
zaroktiyê ve dest bi karê hunerî kir û min ji
piçûkatiya xwe de hez ji hunera şêwekarî dikir û
min gelek giringî pê dida. Min hez dikir ku dema
ez mezin bibim, bibime hunermend, ji ber vê yekê
min dest bi wênekêşiyê kir û di sala 1984an de
yekem pêşangeha taybet li Kerkûkê vekir, ew jî
li ser siruştê bû. Piştre min çend pêşangehên
din li Kerkûkê vekirin û bêtir mijarên kevalan
li dora sirûşta Kurdistanê ya ku bi hezarên
kevalan ciwanî û sipehetî û bedewiya wê
dernabirrin, bûn. Piştî wê, li Hewlêrê min heta
niha 5-6 pêşangehên taybet vekirine. Her weha
derbarê hilbjartina min ji karê hunerî re, bi
rastî birayê min-şehîd ket-gelek ji wênekêşî û
nîgarkêşiyê hez dikir lê mixabin nikaribû wê
bikarbîne û min weke wefadariyekê ji hest û
nestên wî re bêtir ji vî karî hezkir û pêve
hatim girêdanê….lê mixabin ew negiha van rojan
ku pêşangehên min bibîne.
-Li başûrê Kurdistanê gelek karesat û kilamet li
dirêjahiya salan bi ser milletê Kurd de hatine:
Enfal, Helebçe, koçbarkirin, cînosayid… gelo
bandora van bûyeran çawa xwe di kevalên te de
dide nîşandan?
-Belê, em bêjin nebêjin em zarokên van êş û
kulan in! Her wan bandor û kartêkirina xwe di
kevalên şêwekarên başûr de hiştine û dihêlin. Di
vê pêşangeha dawî de du keval li dora
operasiyonên enfalan hebûn, min berê jî li dora
karesata Helebçeyê du pêşangeh li wir bi xwe
vekirine.
Nasnavê min jî- min ew ji ber hezkirina xwe ji
Helebçeyê re ew ji xwe re hilbijartiye û.ev
vedigere weke ku her kes dizane çendî milletê
Kurd hatiye êşkenecekirin û azardan.
-Gelo te ti piştgirî ji hikûmeta herêmê an jî ji
takekesan dît ko alîkariya te di warê hunerî de
kiribin?
-Belê, weke diyare ko hikûmeta herêmê alîkariya
hunermendan dike û ew bi piranî mûçe (rêzlênan)
ji hikûmetê werdigirin. Bi bîrobûçên min
hikûmeta herêmê kêmasî di vî warî de nekiriye û
ji bilî mûçeyê rêzlênan, dema ku hunermendek
pêşangehekê lidardixe wezareta rewşenbîrî bi
rengekî herî baş alîkariya wî dike; wekû mînak
heta pênûsa ku mêvan pê bîranîna dinivîsin ji
layê wezaretê tê pêşkêşkirin! Tevî pêşkêşkirina
perwazan û amadebûna wezîr bi xwe di vekirina
pêşangehê de û paşê xelatan jî didin hunermendan.
Di vir de dixwazim sipasiya helbestevanê navdar
Qadir Qaçax bikim ku wî piştgiriya min ji hemû
aliyan ve kiriye û bûye sedem ko ez hunera xwe
bipêşbixim û ew alikariya gelek hunermedên din
jî dike.
-Gelo pêşangehên te yên duqolî anjî taybet çend
in û li kuderê hatine pêşandan?
-Min deh pêşangehên taybet hene û hindekên dîtir
hevbeş in bi piranî li Kurdistanê bûn û hindek
keval li derve mîna li Tirkiyê û Elmaniyayê jî
hatine nimayiş kirin. Min li Kurdistanê li
bajarên Hewlêr, Dihok, Kerkûk, Helebçe pêşangeh
vekirine.
-Balkêş e ko siruşt gelek di kevalên te de berz
û diyar e, tu weke hunermendê siruşt tê binav
kirin, çima siruşt? Di vî warî de siruşta
Kurdistanê bi nêrîna te cida û taybetmend e li
gel siruştên welatên din?
-Siruşt li ku dibe bila bibe ciwaniyeke xwe ya
taybet heye, nexasime siruşta Kurdistanê. Min jî
weke hunermend siruşt weke mijarekê ji xwe re
hilbijart lê ev nayê wê wateyê ko guhdariya min
bi mijarên din tuneye, lê mijara min her dimîne
siruşt. Ez zor jê hez dikim û ta ku ez hevalên
xwe jî berev wê ve dikêşim, weke hunermend
Mihemmed Behcet hevalê min jî siruşt ji xwe re
hilbijartiye. Wênekirina min helbet ne
fotografîk e, berevajî vê yekê ez herdem ji
xeyalê xwe lê zêde dikim û weke ku ez wê dibînim
diresimînim angu deverên min dîtine di
bîreweriya min de dimînin û paşê ez li ser
kevala xwe wan wêne dikim. Tiştekî din jî ko
hikûmeta Beesê bi armanca wêrankirina xweşikbûna
Kurdistanê petrol berdida binê daran daku wan
bikjue û xwezaya Kurdistanê kavil bike, heta ko
zulma Beesê gihîşte çiya û kanî û av û xurista
Kurdistanê ne tenê mirovê Kurd daku Kurdistanê
bi tevahî tune bike. Min jî dît ko ya baş ew e
ko ez vê xurista delal û nazenîn bi rêya kevalên
xwe biparêzim û tişta ku ez dikarim, pêkêşî
xwezaya Kurdistanê bikim.
-Rengên te bêtir berev tavsorkê ve diçin û
siruşta te aram û tenah e, zor xemgîn e,
rawestiya ye, bêdeng e û reng jî xemnak in, ev
ji ber çi tê gelo?
-Belê, di tabloyên min de rojavabûn û
rojhilatbûn bi xurtî dixuyin. Ez ji rengan ji
rengê mor hez dikim, her mirovek ji rengekî hez
dike, rengê min jî mor e û zer jî di kevalên xwe
de bikar tînim.Rast e, kevalên min xemgîn in ji
ber wan kilamet û karesatên ku hatine serê
milletê Kurd tevî ku niha welat azad e lê ew di
hiş û mêjiyê min de mane li gel vê rengên din û
tabloyên xweşbîn jî hene.
-Derbarê pêşangeha we ya dawî tu çi dikarî ji me
re bibêjî?
-Di destpêkê de pêşangeha me li parêzgeha Duhokê
hate vekirin û hunerdost û cemawerekî gelek bi
rastî li pêşangehê amade bû ta ku em bi xwe jî
matmayî man û gerek bû pêşangeh du rojan
berdewam bikra lê sê rojan domkir, nizanim ji
ber xweşikbûna tabloyan anjî ji eşqa hunerê bû
lê her weha tiştekî zor baş bû, ji ber weke min
berê jî da xuyakirin navê min bi siruştê ve
hatiye girêdan û bîner dema ku navê min
dibihîzin bi koman tên da ku xwezaya welatê xwe
bibînin. Pêşangeh hevbeş bû , min û Mihemmed
Behcet dora 25 tabloyan nimayiş kirin, bi tevahî
li ser siruştê bûn paşê em hatine Hewlêrê û ji
aliyê wezîrê rewşenbîriyê birêz Felekedîn Kakeyî
ve pêşangeha me hate vekirin û gelek hunerdost
amade bûn û bi başî hate pêşwazîkirin.
-Di dawî de çi pêşniyar û projeyên te yên dahatû
hene, anjî gotineke dawî?
-Ez hêvî dikim ku pêşangeheke hevbeş li dor
kelepora Kurdî û siruşta Kurdistanê li derveyî
welêt vekim daku bînerên biyanî çand û kelepora
Kurdî bêtir nas bikin tevî ku berê jî tiştên
wiha hebûn, lê bi dîtina min çiqas hebin baş e,
em dixwazin li derveyî Iraqê berhemên me werine
nîşandanê, eve daxwaza min di pêşerojê de.
Pênasîn:
Şiwan Helebçeyî:
-Di sala 1969 an li Kerkûkê jidayik bûye.
-Di sala 1989 an de bawernameya amadeyiya
keştûkalê (çandiniyê) wergirt.
-Endamê sendîkaya hunermendên Kurdistanê li
başûr e.
-Endamê komeleya huner û wêjeya kurdî ye.
-Berhem û pêşangehên hunermend
*Zêdetir ji deh pêşangehên taybet sazkiriye ji
wan:
*Pêşangeha taybet a yekem li Kerkûkê di sala
1984 an.
*Pêşangeha taybet li Kerkûkê di sala 1986 an.
*Pêşangeha taybet li Kerkûkê di sala 1989 an.
*Pêşangeha taybet li Helebçeya şehîd di sala
1992 an.
*Pêşangeha taybet li Dihokê di sala 1994 an.
*Pêşangeha duqolî li Hewlêr û Dihokê di sala
1999 an.
*Pêşangeha hevbeş ya hunermendên Kurdistanê li
Hewlêr di sala 2000 an.
*Pêşangeha taybet li Hewlêrê di sala 2000 an.
*Pêşangeha duqolî li Hewlêr û Dihokê di sala
2001 an.
*Pêşangeha taybet li Hewlêrê di sala 2004 an.
*Pêşangeha hevbeş li Hewlêrê di -12-10 -2006 an.
*Pêşangeha duqolî li Hewlêrê û Dihok di -12-10 –
2006 an.
*Çend kevalên wî li Tirkiyê û Elmaniyayê hatine
pêşandan.
*Gelek kevalên wî yên mezin li seranserê
Kurdistanê hene.
--------------------------
Mihemed Behcet: Siruşt azad e!
Siruşt ji bo min gelek wateyan bi xwe digire
wekû aramî, tenahî, hezkirin û bêdengiyê.Ez
dixwazim û dikarim temenê xwe tevî di nav
hembêza xurista Kurdistanê de biqedînim!Ez
xuristê bi xeyal û bîranîn û dîtinên xwe re
distirim û kevala ku hûn bi hêsanî anuha lê
temaşe dikin, berhema wê ked û xwîn û xeyal û
rastiyê ye . Xwezaya Kurdistanê herdem di bala
min de ye . Ez naxwazim tucarî jê dûr bikevim.
Xurist li nik min despêk û dawî ye. Di rêya wê
de, ez wêranî û kaviliya ku min bi çavên xwe
dîtiye, wêne dikim. Di piçûkatiya xwe de min bi
çavên xwe dît çawa leşkerên rêjîma jinavçûyî
gund û xwezaya Kurdistanê wêran dikin. Di nav
xweşikiya xuristê de, herdem dareke rût û
pelweşiyayî anjî xaniyekî li ber ketinê dixuye,
weke sembolekê li ser wan qonaxên sext û dijwar
ên ku gelê me yê kurd li başûrê Kurdistanê
burandiye. Xembariya di tabloyan de heyî jî, ji
ber heman sedeman e . Rengên xwe ji xwezayê bi
xwe werdigirim.Tevî hemî êş û kulan ez dikarim
vê bibêjim: Xurist azad e!
Pênasîna hunermend Mihemed Behcet
-Sala 1970 li Kerkûkê jidayik bûye.
-Derçûyê peymangeha teknîkî li Kerkûkê e.
-Endamê sendîkaya hunermendên Kurdistanê ye.
Berhemên wî:
*Pêşangeheke taybet li Krerkûkê sala 1989an.
*Pêşangeheke hevbeş li Kerkûkê sala 1993an.
*Pêşangeheke duqolî li Dihok û Hewlêrê sala
2001an.
*Pêşangeheke hevbeş li Hewlêrê li Kombenda Kawa
bo Çanda Kurdî sala 2002an.
*Pêşangeheke ka hevbeş li Hewlêr sala 2006 an.
*Pêşangeheke duqolî li Dihok û Hewlêrê sala
2006an
 
|