|

Pertûkek helbestî nih bi navnîşana ( Nexşên
Dînîtîyê ) ji helbestvan Mehmûd Badilî re hate
weşandin û niha li gund û bajarên kurdî yên
Sûrîyê belav dibe, pertûk tev helbestên nûjenin
ji 183 ê rûpelan û 30 helbestan ve bi pêk hatiye.
Pertûk bi berg û naverokek pirr xweşik hatiye
çapkirin, romanvan Can Bapîr di pêşgotina wê de
gotiye:
" Ligel Mehmûd Badilî candar û bê can diaxivin,
dilivin, dikevin, radibin, û carna Badilî ji wan
dixeyide, û carna gilî û gazindê xwe bi wan dike,
û valatî bi xîmava xwe dadigire, ji ber wî xwe
nixumandiye bi xewnên zor û zivir, dixwaze
şûnbakî di dîwarê tirsê de veke, û loma navê
pertûka xwe kir (Nexşên Dînîtîyê) û ji xêzên hûr
û zirav dest bi dînîtîyê kir, çêj, bêhin û reng.
Di nav destê wî de bişkojên matmayî vedibin, ji
himêza yara xwe diçe ya welat."
Derhênan hunerî ya bergê pêşî û matîv,karê
hunermendê şêwekar Luqman Ehmed e.
hêjayî gotinêye, ku em kurtjiyana helbestvan
Mehmûd Badilî bi çend xêzên hûr ji xwêneran re
xuyanê bikin:
Mehmûd Hisên Badilî
* ji herêma dirbêsiyêye – Sûriyê
* sala 1973 an, li gundê Hemê Xatê
( Fêdat ) ji dayik bûye.
* Lîsans û Diploma Saykolojî li zankoya Şamê
temam kiriye.
* nuha li bajarê Hesekê rûniştîye, û li yek ji
dibistanên wê di warê rêberîya
Saykolojî-Perwerdeyî de kar dike.
Ji berhemên wî : *
- Şêlûbêla Bêdengîyê, 2004 (Helbest).
helbesta pêşîn ji pertûkê:
Nexşên dînîtîyê
Li derî dam
derî venebû
hejiya giyan li ber derî
Çirîskên ken
mîna libên gulyazê
pejiqîn qorzîkên tarîyê.
* * *
Li derî dam
derîyê dil
Bihna babîsokê belabû,
dawerivî gelîyên kezebê
Payîz pejilî nêv hinavan
Weşiya gul
Weşiya goşîyê tirî
libo... libo gindirî
paxila zerî sêwîyê.
* * *
Li derî dam
derîyê kolanê
xirecira awirên wendayî,
tev...
gelemşeya bestên bêhiş
dirapelikîn pena endîşeyan.
Aso,
li devlingê xwe herbilî
Xewn derbeder bûn
li gêdûkên pêrêwîtîyê.
* * *
Li derî dam
derî tazîbû
bê laş ma
li wê derê!
Tevzînok xuşiya damaran
li wir. . .
hiliyan damar
di qijqija sermê de
Tewşî
di tewşîya xwe de
vegevizî movikên bêhrîyê.
* * *
Li derî dam
derîkî bê derî
xwelî bariya
ji rûçikên kevalan
kevalên nîgaşkirî
ji kenê birçîyan
hêdî ... hêdî
weşiya,
Sîya pêpirkê
porê havînê şehkir
veşart kenîna
lêvên vê dînîtîyê.
* * *
Li derî dam
derîyê asîman
Stêrkên rengenaz
xwe avêtin himêza min
Xwedê tengijî,
di girrûşeya xwe de
serxweşî dijenand
berê ..
îro ...
herdem ....
berê xwe ji min guhert.
Zemînê dev sola min kir
heşîn dawerivî
çavên qereçîyê.
* * *
Li derî dam
derîyê gerdenazîyê
derî girtî maaa.. û ma
û ez ..
li ber derî,
geh rûniştî
geh şipya
herrîyê distirêm
pê re stirana
"Li derî didim, derî venabe lê lê"
li
Pesara
canê
çiyê.
|