Kurdên
Rojavayê Kurdistanê gotina xwe gotin.
Derbarê siyaseta dewleta tirk a li himberî
Serokê Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê
Abdulah Ocalan û gefxwarinên rojane yên li
dijî Başûrê Kurdistanê, bi dehan hezar
ciwanên rojavayî daketin kolanan. Alên KCK û
PYD û Ala netewî ya rengîn hildan jor û
helwesta xwe ya xwedîderketina li nirxên
netewa kurd diyar kirin.
Li kolanên Kûbanî û Qamişlo yê roja îna
derbasbûye qiyamet rabûbû. Bi dehan hezar
ciwan û keçên kurdan li ser piyan bûn. Vîna
azadiyê nîşan dan.
Li himberî hêzên ewlekariya rejîma Şamê serî
hildan û banga "Kurdistan yek parçe ye" dîsa
dan jiyandin. Li hibmerî vîna azadiyê,
sîstema hov bi riya nijadperestên ku li
heremên kurdan wek efser û "mirovên
ewlekariyê" hatine wezîfedarkirin, gule
barandin ser sivîlan.
Bi vî şêweyî xwestin çavê kurdan bişêkînin.
Xwestin dengê ciwanan bi agir berbelat bikin.
Di encama êrîşên bi sedan ji hovên Behsa
Şamê ciwanên bi nave Isa Mele Xelîl Şehîd
ket.
Isa yê 27 salî û bavê Nisrîn û Nûjîna 10
rojî bi xwîna xwe rûmeta hemû gelê Rojavayê
Kurdistanê parast û dewrî cîhana lal û bê
deng kir. Isa yê Şehîd li ser piyê bi
dehhezaran ji Qamişlokiyan wek zavayekî hate
binaxkirin. Bi tilîliyên dayik xwe hate
veşartin. Nisrîn û Nûjîn jî li dora tabûta
bavê xwe, yê ku hîna kenê wî nedîtine,
direqisîn..
Qamişlo şehîdekî xwe yê din da Kurdistanê.
Wilo ye Qamişlo û wilo ye Başûrê Rojava,
bedena wan li vir,lê dilê wan li Amed û
Kerkûkê ye. Bi sedên salan bi hesreta
Kurdistana xwe ne..ji bo wê jî bedelên giran
dane..
Rejîma dektator Beşar Essed ji bo tirkan
razî bike wilo bi hovîtî girt ser kurdan.
Biryara kuştina ciwanên kurdan da. Ew
qirêjên xwe yên ku di her şerekî de
binkeftine, ajot ser sivîlan. Belafirên şer
yên Isaraîlê li ser qesra Essed difirin û
wargehên Dêr El – Zorê bombebaran dikin, ew
jî "mêrantiya" xwe li ser kurdan dide xuya
kirin.
Essedê ku Eskenderon firote tirkan niha li
ser kurdan bûye şêrê devzincîr. Niha ew û
rejîma xwe ya totalîter kurdan wek "komplogerên
ku dixwazin axa welat parçe bikin", bi nav
dikin.
Kurdên Rojava mamosteyên tekoşînê ne. Ew
mamostayetiyê ji tevahiya gelên Sûriyê ye re
dikin. Gelên Sûriyê ye di bin zilm û
zordariya Essed de serê xwe danîne. Xwe
sipartine qedera koledariyê. Li Himis û
Hemayê bêdengiya mirinê heye. Li Şam û
Helebê xelk bi rastiya birçîbûn û xizanyê
razî ne…
Tenê Kurdên Rojava bedelan didin. Ew jîndar
in. zindî ne û li dijî mirinê serî bilin
dikin…
Şehîd Isa ne yê yekê bû û ne jî yê dawiyê
ye. Dê Kurdên Rojavayê Kurdistanê li ser ya
xwe bin. Dê xwedî li Serok û Tekoşîn û
Destkeftiyên xwe derkevin. Jixwe şeva dirêj
dê bi dawî bibe û roj dê dîsa hilê û Qamişlo
yê xemla xwe girêbide….
Essed û rejîma xwe jî dê herin cihê xwe di
dîrokê de bigrin. Li cem Şahê Iranê û Sedam
ê cehenimî…
tariqhemo@hotmail.com