Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

07 November 2007 10:50

 


 

 

 

Nalînên te

Dilyar Dêrikî

te nalînên min bihîstin ..?
ma kirrêna kezebê ne giha te
li ber
û ji ber
û li ser Sînoran
xwezî min henasên xwe
ji hêlma te bidagirtan
xwezî min cugrafiya dûriya
laşê te
dagîr bikira bi maçên xwe
wek lêşkerên hov

çawa te dilê rêwangan
bi min dişewetand
û te çavên min tejî hêstir kirin
de îro min fêr bike
ku refên keseran
ser kêlîkên min
nefirin

li Amûdê dinêrim
hîn şewat di şevbêrgên wê de
digerin
û Qamîşloka xwîn û evînê bi pêtên
bêrîkirin gazî min dikir
caxê ku Nisêbînê destê xwe
bi tirs bi serê min de dianî

min rûyê xwe
di nav destên xwe de
vedişart..
da ku mêhla 1(mila sêlakê)
li min dida
bîranînên û sozên bi yarê re
ber seqlan
ne ez Endîwerê di navbera
komên cenderman
û têlêndurehî re dibînim

noş …
noş cirzîrî
dê kê ê peyala
kêlkirin vê êşê bilind bike

cihên ku ez ji xwe re
telbend kirim
toza xançûkên min

min keştiyên te ,
di oqyanûsên xwe de berav kirin
min efsaneyên êşên te
yen zindî
û nebendî
di giyangiha xwe de
dîlanan wan girt,

bûka baranê bûm
di destên zarokan de
dema ku
esmanê Giyasînemên te
tavsorkên hişêstanên te
dêmgulên liluzên te
nexşiyên çavên te
û rûbarên pêsîrên te
zûha dibûn

caxê ku
min çîçikên xwenên we
di dergûşa bîrahiyên
xwe de dilorandin
keriyên kezebşewata we
di deşta îskeîskên şevên xwe de
diçêrandin
ber sêkoçka serguniyê xweş rojên temen
dimezêxandin

bûka mîra me
di taxên bajar de
dema ku
celdên te bi leşkeran û têfekan dilewtînin
dema ku dîwarên girtîgihan
ji cegerdariya ferhatan
dinalînin
dema ku berbûdiyên zavayên duzdeh avdara te
dilîlînin
dema ku **Meryemên te
heska xwe li pêşiya xêliyê ,
Hisênên xwe neşikînin
Û dergûşên Dêrikê
Cut û kit
dilorînê

ji şêvên xwelîseriya biyaniyê re
bibêjim..
ji hêviyên dorpêçkiri re
bêjim
ji bendemaniyê re
ji lorandina landika val
ji refên keserşewat
ji Sînorên ker û lal
ji sînorên
zûha û hişik re
bêjim

ez ê bêjim
min şêvên xwe li kefenê
giriyanê girêda
min kenê xwe
di beyabanê bêkesî de cêrand

min xwedawendên xwe
ji xemsariya wan re hêlan

tenê ber dîwarên
kezebşewatê sermedî
min şev li rûyê kelûgiriyê
di mirinê de pêça
gora hestên xwe kola
lê bi destê te..
min baskên kevokên xewnên xwe
vekirin
min hêlînên
dehatuyê avakirin
tenê..
tenê...
tenê me ez
xwe ji evînê re
bi xatireyên dûriyê te
tarîstanên xwe ronahî dikim









 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1