Mij bi mij,
Tav bi tav,
Hinav bi hinav
Te dişopînim, te dijmêrim
Tu mîna min î, bi dawî nabî,
Ez bûme daku te bijmêrim
Tu çima carekê, bila bê hiş be jî, min
najimêrî..
De ji bo xwedê ramûsanan nehûne
Mija te;
xweristiya hejîna bejna te ye
bi bêrîkirina bîranîna lêvan,
ber bi perestgeha dilê tarî,
bêhejmar çûna min ber oxir dibe
hatina min wêran dibe
Dîsa dimînim,
li xwe digerim,
te nabînim…
Tevhev li sinorê bêganetiyê
Ken ji hev veke
Lerza girnijînê
Û hespê xewnê
Ji hev veke
daku te di nav mijê de bixwînim..
dema ji mija te
Çaya te gazî min dike
û firehbûna esîmanî li ser mala te .
Bajarekî segbav e
stêrikên min jê re hiştîn
bi min bayê êvarê dixwînin
û ez
li vir
Demê dinvîsim, da ji xweşiya xwe nereve
Ax mij..ax ji mija qulingan biwestîne..
ax sed hezar tifû!?
li wê kêlîkê, li wê demê,
ku em li ser lemelema,
gemî û pêlan,
pistepist û liv û çivên,
karwanên ku ber bi rojava ve dibezîn,
û ramûsan bi dawî nedibûn.
dema tu bibî mij,
li peyvekê digeriyam
sermaya hinavên xwe bişkînim
û bêdengiya çilleyê Şamê.
Li peyvekê digeriyam
peyveke germ
mîna kenê te..
mij mijan dinasin,
mij hev germ dikin û sûnda ne vegerê didin,
dema dibin mijek mijmijokî.
Dem hîna razayî bû li ser banê helbesteke
qedexekirî.
Di rojekê zaxolî de, ez pêrgî te hatim.
Di nav bera ezman, derya û çavên te de...!!?
matmayî û wendayî bûm.
Kîjan çavên te ye, kîjan derya ye ?!!
kîjan çavên te ye, kîjan ezman e ?!!
Ew awaza li ser lêvên pêlên deryayê
bi min re sema digirtin, ne stêrk bûn
dengê te yê şîn bû.
dîsa lîstika me… !?
Nuha,..ha ji xwe nekin ha… !?
Yê xwe veşêrin em in,
yê çavê xwe bigre jî em in
û ya me têkbibe tirsa me ye,
û kulbandina cîhana ku li me teg dibe û
parsiwên me di hev re derbas dike…
ax mija westiyayî, min jî bi xwe re bibe,
min bike mij û têk bibe,
ji dema tu buyî mij ez jî bûme giya
Florida
07/07/2007